Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle -2

Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle -2

Me di 107 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa duduyan a bi sernavê ” Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle” raberî we dikin. Piştî heftêyekê emê beşa 3an a vê gotarê raberî we bikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 108

Lawên Bedirxan Huseyn beg û Osman beg serokatîya eşîretên kurda kirin, yên ku zabitên barêgeha sereke ya ordîya Tirkîyê bûn. Dîwana sultanîyê bi serokatîya fêrîk Teban paşa eskerên li Sêrtê, Erzurumê, Dîyarbekirê û Erzîncanê şandine dijî kurdên şervan. Desta eskerên tirka ya ji Sêrtê wargê Dexê, ku kurd lê hêwirî bûn, zevt kir û talan kir û 35 şervan darda kirin. Lê zûtirekê hêzên kurda yên bingehîn bi serokatîya Huseyn beg xwe bi kurda ra gîhandin. Ewana desteya Sêrtê kirine nava hesarê û ew mecbûr kirin teslîm bin. Ev serketin li Kurdistanê deng da û gelê kurd ruhdar kir. Lê li hev ne hat wê serketinê bi hêztir bikin: hêzên tirka gelekî li ser hêzên kurda ra bûn.

Gava alayên Împêratorîya Osmanîyê ketine Kurdistanê û hêzên xwe civandine ser hev û bi tevayî êrîş birine ser Cizîrê, Huseyn beg mecbûr ma teslîm bibe. Şervanên kurd ji hev bela bûn. Hinek şer betal kirin, hinek jî revîne çiya.

Ew zordestîyên, ku dîwana tirka li kurdên sade dikirin, hema bêje qet li derebeg û serekeşîrên wira ne dikirin. Serekên serhildanê jî ceza ne xwerin (Huseyn beg tenê ji Kurdistanê raqetandin û şandine paytext). Împêratorîya Osmanîyê wek berê dixwest hêrsa serokatîya eşîretên kurda raneke, ku bi alîkarîya wê serokatîyê gelê kurd derxe dijî Îranê.

Lê kurdên nerazî dîsa û dîsa radibûne dijî zordest û bêbava. Dîwana sultanîyê hela pêra ne gîhandibû serhildana Cizîrê tam bihincirîne, gava kurd bi hêzeke nû va rabûne dijî tirka. Vê carê navbenda serhildanê wilayetên Hekarîyê û Newçê bûn, lê serokê wê – serekê kurda yê ruhanîyê şêx Ubeydulleyê pêncî salî bû, yê ku nêt danîbû ber xwe bi serokatîya xwe temamîya axa Kurdistanê bighîne hev.

Hema pey şerê Rûsîyayê-Tirkîyê ra ev derebegê kurda hazirîya xwe didît eşkere rabe dijî hukumetê. Îdî dawîya sala 1878a behs digihîştine guhê nûnerên Rûsîyayê yên dîplomatîyêye li Îranê, ku Ubeydulle eskera berev dike bona dijî hukumeta Osmanîyê serhildanê tevrake, ku Kurdistana Tirkîyê serbestîya xwe bistîne û “dewleta serbixwe bi paytextê Mûsilê ava bike”(21).

Herwiha dihate elamkirinê, ku xudêgiravî şerîfê Mekkayê û xelîfê Misrê sozê piştgirîyê danê, ku ewê wek “mîrê Mosopatamîyê” kar bike, yê ku bi berbirîbûna sultan hindava şerîetê da zendegirtî maye, û di wî karî da “partîya tirka ya kevnare” wê piştgirîya Ubeydulle bike”(22). Em van gotinan daynine alîkî, ku merî nikare bi hêsanî bawerîya xwe pê bîne, lê dîsa jî li gel Ubeydulle gelek sebeb hebûn, ku ew serokatîya serhildana eşîretên kurda bike. Eger ew di van şertên rewşa kurda da xwe bida alîyekî û di vî halê giran da bê deng bima, nav û dengê şêx wê him ji alîyê sîyasî, him jî – ruhanîyê da di nav gel da bi carekê va biketa. Emelên dîwana sultanîyê yên hovîtîyê, destdirêjayên eskera û bêbextîyên karmenda wî macbûr dikirin “xwe bilpitîne” bona rewşa gelê xwe hinekî bide sivikkirinê.

Hema bona vê yekê jî ewî bangî Sitembolê dikir, gef dixwer, ku wê bi terefdarên xwe va derbazî Îranê bibe, eger rewşa kurda neyê pakkirinê. Şêx elamî muftîyê Wanê kir, yê ku bi sipartina hukumeta Tirkîyê bona hevraxeberdana hatibû bal wî, ku “tu kes guh nade zordestîyên serokatîyê, ku ew jî dijî şerîetê ye” û ku “sebira wî îdî gihîştîye serê poz”. Emelên serokatîya dewleta Tirkîyê usa kirine, ku li Kurdistana Tirkîyê jîyan ne maye(23).

Muftî soz da, ku bi çi awayî jî mabe, daxazên Ubeydulle bi cîh bîne. Serekqumandarê eskerên li Tirkîya Rohilatê mişîr Samih paşa hate Wanê û çend cara bi şêx ra peyivî. Lê di rewşa binecîyên Kurdistanê da tu warguhastinek berbi pakîyê çê nebû. Konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. Kamsarakan, mesele, elam dikir, ku Samîh paşa piştgirî û alîkarîya karmenda û bazirgana dike, yên ku gunehkarîya dikin û bertîlê dixun(24).

Di salên 1879-1880î rewş li Kurdistana Tirkîyê xirabtir bû. Kurd lap ne dixwestin bac û xêrata bidin. Dema cêribandinên hukumetê, ku çeka ji dest wan hildin, pevçûn çê dibûn. Desteyên terefdarên Ubeydulle bi mêrxasî dijî wan eskerên tirka şer dikirin, yên ku rêberîya berevkirên baca dikirin. Dema pevçûna, ku di meha îlonê sala 1879a qewimîn, weke 40 eskerên tirka hatine qirê(25).

Casûsên Ubeydulle derbazî ser axa Îranê dibûn û banga şêx di nav kurdên wira da bela dikirin. Ubeydulle “hela dev ji wê fikrê bernedabû, ku dewleta kurdaye serbixwe damezirîne û bibe serokê wê”(26),- konsûlê sereke li Tewrêzê Krêbêl elam dikir.

Ubeydulle hesabê xwe kiribû, ku dibe dewletên mezin – Rûsîya û Îngilîs alîkarîya wî bikin. Hema pey şerê salên 1877-1878a ra nûnerên wî bi sebebên cihê-cihê serîk li konsûlê rûsa li Erzurumê N. Obêrmîllêr dixistin, ji bo ku bizanibin, ka Rûsîyayê dema serhildanên eşîretên kurdên Împêratorîya Osmanîyê yên dijî hukumetê wê xwe li kîjan alîyî bigire. Cêribandinên şêx, ku bi dîplomatên rûsa ra bikeve nava pêwendîyan, diha xurttir bûn, gava di meha îlonê sala 1879a li Wanê jî konsûlxana Rûsîyayê hate vekirinê.

Îdî di destpêka meha çirîya pêşin sala 1879a da qasidê şêx-Sehîd Mehemmed Sehîd hate bal konsûlê vira K. Kamsarakan û elam kir, ku dîwana sultan nikare li Kurdistanê “qeyde-qanûna biparêze”. “Serokatîya xweparêz,- Kamsarakan elametîya Sehîd Mehemed Sehîd şirove dike,- ji nûnerên wê yên bi dereca xwe va nimz – ji qerewila (nobedara) destpêkirî, hetanî dighîje yên derecebilind, ruhê binecîya derdixin, xwîna wan dimijin. Ne tenê xaçparêz, lê kurd jî ji zordestîyê dizêrin, û eger ewana talan dikin jî, ew rûyê wê da ne, ku serokatî jî dizîyê dike. Şêx borcê xwe yê moralî ew yek dihesibîne, ku pişta gel bigre û gel jî wî wek parastvanê xwe dibîne”.

Ji bona wê jî, nûnerê kurda gotina xwe berdewam dike, ji Ubeydulle ra piştgirîya Rûsîyayê, an jî Îngilîs pêwîst e, “yê ku van demên dawî dixweze dostanîyê bi wan ra bike”. Şêx sipartibû bêjine konsûl, ku ew piştgrîya Rûsîyayê ser her tiştî ra digire, ji ber ku qedirê wê dewleta cînar “di nav kurda da diha bilind e, ne ku yê Îngilîs”. Lê eger ew alîkarîya wî neke, wê demê ewê mecbûr be “piştgirîya” Împêratorîya Osmanîyê qebûl bike.

Dawîyê Sehîd Mehemmed Sehîd bi tirsfirandin serda zêde kir, ku eger li Asîya Biçûk şerê Îngilîs-Rûsîyayê biqewime, kurd dikarin roleke giring bilîzin, ji ber ku hemû rêyên li wê mentîqê bin kontrola wan da nin.

Kamsarakan ji bersîva wê pêşnîyarê xwe ta da û elam kir, ku ji ber pêwendîyên dostîyê di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê da ew gerekê şikyatê xwe ber hukumeta sultanîyê bike.

Konsûl di nava beyannama xwe da, ya ji bo baylozê li Sitembolê A. B. Lobanov-Rostovskî, pêşnîyar dikir daxaza şêxê kurda ya ji bo piştgirîyê înkar bikin, ji ber ku bi bawerîya wî gerekê piştgirîya binecîyên xaçparêz yên Tirkîya Rohilatê bikin, ku bi “halxweşî û pêşketina xwe va” berbiçav dikevin(27).

Ev bîr-bawerîya konsûl û ya wezîreta karên der ya Rûsîya padşatîyê wek hev bûn. Dibe ew tirs jî rola xwe lîst, ku qesta planên şêx ew e, ku karê xwe ne tenê di nav sînorên Împêratorîya Osmanîyê da bimeşîne, lê herwiha wê bicêribîne hukumdarîya xwe li navçeyên kurda yên Îranê da jî testîq bike. Hukumeta Rûsîya padşatîyê ne dixwest ecêbek bê serê welatekî usa, ku hukumê wê li ser wî pir bû.

Çi jî hebe, berbirîbûna Ubeydulle berbi dîwana padşatîyê bi dilekî sar hate qebûlkirinê. Hukumeta Rûsîyayê ne xwest piştgirîya daxazên şêx bike. Komên Îngilîs yên serokatîkir bi awakî mayîn berbirî wê pirsê bûn.

• • •

Împêrîyalîstên Brîtanî xwesma di nava 30 salên dawî yên sedsala XIXa da karê xwe yê zevtkarîyê li welatên Rohilatê firehtir kirin, guhdarîya mezin datanîn li ser karê sîyasî û bazirganîyê-aborî li Îranê û Împêratorîya Osmanîyê.

Di vî alî da Anatolîya Rohilatê, Ermenîstana Tirkîyê û Kurdistan bona komên Îngilîs yên serkarîkir gelekî balkêş bûn. Wana bi hûrgilî xusûsîyetên sûka cî, rêyên çûyîn-hatinê mêze dikirin, ji ber ku eşîyayên brîtanî gerekê bi wan riya ra bighîjine welatên Asîyayê. Nivîskarê Îngilîs yê bi nav û deng Ç. Wîlyams, ku di dema şerê salên 1877-1878a da li Asîya Biçûk di barêgeha qumandarîya eskerên tirka da bû, pareke taybetî di nava pirtûka xwe ya bi sernivîsara “Kampanîya li Ermenîstanê. Rojnîşa kampanîya sala 1877a li Ermenîstanê û Kurdistanê” da pêşkêşî daxazên kirîn-firotanê yên Împêratorîya Brîtanîyayê kiribû li vê navçê, “ku dikete ser riya ji Rohilata Mezin hetanî Roava Mezin”(28).

Wîlyams bi bîr dianî, ku riya here kurt ji Londonê berbi Dêlîyê bi van warga ra derbaz dibe û hema bêje nîvê eşîyayên ku ji Awropayê diçine berbi Îranê (“eşîyayên ji Mançêstêrê, şekir, hesin û yên mayîn”), ser riya Trabzon-Erzurum-Tewrêzê ra derbaz dibe. Ewî dida kivşê, ku mentîqên Împêratorîya Osmanîyê yên rohilatê ji bo firotana eşîyayên Îngilîs yên ji hesin û pembu çêkirî gelekî baş in. Wîlyams destnîşan dikir, ku bazirganîya Îngilîs çiqasî jî bi ya Rûsîyayê ra ketîye qoşê, lê dîsa jî li sûkên vira çiqas diçe zêde dibe, û sala 1875a aqara eşîyayên, ku ser Trabzonê ra derbaz bûne, bi buhayê xwe ji 800 hezar fûnt stêrlînga derbaztir bûye(29). Ewî bang dikir, ku hukumet virhada jî bi awakî xurt piştgirîya pêşketina bazirganîya Brîtanîyayê li vê navçê bike.

Qet hewcedarîya pêşnîyarên vî awayî tunebûn jî. Dîwana Îngilîs bêy wê jî guhdarîke mezin datanî li ser mehkemkirin û firekirina hukumê xwe yê aborî û eskerî-sîyasî li Împêratorîya Osmanîyê û bi dilekî şa serhildanên azadarîyê yên li vî welatî da dibûn bi kar dianî, ew serhildan ji alîyê kî da dibû bira bûbûya, û herwiha faktorên mayîn jî didane ber çeva. Bûrjûwazîya Îngilîs anegorî planên xwe yên dagîrkarîyê piştgirîya ermenîya dikir dijî kurda, ya kurda dikir dijî ermenîya, ya kurda û ermenîya dikir dijî tirka, tirk derdixistine dijî kurda û ermenîya û h.w.d. Pey xilasbûna şerê Rûsîyayê-Tirkîyê ya salên 1877-1878a ra komên Îngilîs yên serokatîkir gelek hereket xerc kirin bona Tirkîyê bikine qûlê xwe û usa bikin, ku navbera wê û Rûsîyayê xirab bibe.

Îngilîs, ku hela 4ê hezîranê sala 1878a li kongrêya Bêrlînê da soz dabû, ku ji bo kara Tirkîyê careke mayîn şertên peymana San-Stêfanê lê binihêrin, peymaneke surî ya ji bo xwe gelekî destdayî bi situyê Tirkîyê va dikir (wa gotî, konvênsîya Qibrisê). Ev peyman ji alîyê lêkolînerê fransî A. Dêbîdyûr da hate binavkirinê wek “peymana ecêb”(30).

Bi şertên wê peymanê hukumeta Tirkîyê destûr dida Îngilîs, ku girava Qibrisê bixe bin destê xwe û dewsê “kefîldarîya arxayîntîyê” (“garantîya destnedayînê”) bistîne bona milkên xwe yên li Asîya Biçûk û borc hildida ser xwe, ku li wira dereca serkarîkirinê da rêforma bide derbazkirinê. Kontrolkirin û piştgirîkirina dema derbazkirina wan rêforma danîbûne li ser nûnerên Brîtanîyayê. Parên konvênsîya Qibrisê yên sereke li xala 61ê ya peymana Bêrlînê da hatine testîqkirinê.

Bin menîya kontrolîya li ser “rêforma, ku anegorî peymana Îngilîs-Tirkîyê dihate derbazkirinê”(31), bin menîya “lênihêrandina şertên eskerîyê yên li wir û bona dayîna alîkarîyê ji bo hukumeta Tirkîyê seba kivşkirina wan mecala, ku bona veguhastina pêwîstin”(32), Tirkîya Rohilatê bi dîplomat, xebatkarên ordîyê û “tûrîsta” va kimkimî bû.

Wek ku D. V. Pûtyaga dida kivşê, yê ku li wan dema hatibû Asîya Biçûk, parevekirina wan kesa bi wî awayî hatibû kirinê, ku “temamîya welêt bi tora casûsîya Îngilîs va hatibû wergirtinê”(33). Hema xût ew xudan dida kivşê, ku hukumeta Brîtanîyayê dixweze wan casûsên xwe bike komîsarên hertimî bona serkarîkirina eger ne temamîya Tirkîyê, qe na wilayetên rohilatê yên Tirkîya Asîyayê”.

Mîsîyonêrên Amêrîkayê, ku Asîya Biçûk da pir bûn, alîkarîya aktîv dane “xêrxwazên” Îngilîs yên li Împêratorîya Osmanîyê. Bi vê yekê ra tevayî “piştovanên xaçparêzîyê” jî li van dera li kara xwe digerîyan.

Di nava gelek wilayetên Tirkîya Rohilatê da Kurdistan û navçeyên Ermenîstana Tirkîyê, ku miletên cihê-cihê tê da dijîtin, bona agrêsorên împêrîyalîst bûne deşta karkirina gumreh, yên ku li van dera casûsîya eskerîyê-sîyasî, pelepistûkîyên cuda-cuda dikirin û bi wê yekê va alî dagîrkara dikirin, ku zevtkarîya xwe ya aborî bînine sêrî û şerlatanîyên mayîn bikin.

Casûsîya împêrîyalîsta herwiha kete nava dîwana serokatîya Împêratorîya Osmanîyê jî. Awa, serhingê Îngilîs V. Bêykêr, ku bi rutba gênêralîyê ji alîyê Tirkîyê tevî şerê dijî Rûsîyayê dibû (navê Bekir paşa li wî kiribûn), gorî elametîya wekîlê eskerîyê yê Rûsîyayê li Londonê gênêral Gorlov, havîna sala 1879a hate kivşkirinê wek qumandarê eskerên navçeyên Erez û Dicle, ku ber sînorên rûsa bûn.

“Bêykêr ji wan înglîsan e – Gorlov bîr-bawerîyên sîyasî yên vî merivî şirove dike,- ku piştgirîya îdêya berk û sert ya dijî Rûsîyayê dike û îdêya dijderketina Îngilîs û Tirkîyê ya tevayî dijî Rûsîyayê diparêze. Ew qumandarîya wê desteya eskerên tirka dikir, ya ku dixwest pêşî li ordîya Gûrko bibirîya û nehîşta ew derbazî Balkana bibe. Ewî çend pirtûkên bona kara Tirkîyê nivîsîne, li ku gelek buxdan davêje Rûsîyayê”(34).

Wetendaşê Bêykêr serhing Norton ji alîyê dîwana sultanîyê da hate kivşkirinê wek serekê cendirma li wilayeta Bîtlîsê(35).

Ev zabitên Îngilîs li Tirkîya Rohilatê da bûn: serdar Trottêr (dema şerê salên 1877-1878a ew şêwrdarê serleşkerên tirk Îsmayîl Heqî paşa û Muxtar paşa bû), serbaz Klêyton, Styûart, Êvêrêt, Kûpêr, çawîş Kîtçênêr (ku paşdemê bû serleşkerê ordîya Îngilîs-Hindîyê, dû ra jî yê ordîya Îngilîs), Hêrmsayd û yên mayîn. “Ev hemû,- Gorlov elam dikir,- bin navê konsûla û alîkarên konsûla bi serokatîya mihandiz-serhing Wîlson kar dikirin, yê ku wek konsûlê sereke li Sivasê dihate nasîn. Sipartibûne wana, ku eskerên Îngilîs û Tirkîyê yên ji Trabzonê hetanî Mêrdînê fêrî telîmên şerkirinê bikin”(36).

Wîlson ji hemû wekîlxanên Brîtanîyayê yên li Asîya Biçûk ra reşbelekek şand, li ku pêşnîyar dihate kirinê (“dema li wan wilayeta da nişkêva şer destpê bibe”) malûmatîya berevkin derheqa rêyên li ser erdê û yên deryaya, ji temamîya Tirkîyê girtî hetanî ber sînorên Rûsîyayê û Îranê(37). Îngilîsa gorî reşbelekê li ser temamîya erdê Tirkîya Rohilatê, û herwiha ser sînorên Tirkîyê-Îranê wêne kişandin(38).

Dema “lênihêrandin û amadekirina” şerê dijî Rûsîyayê, înglîsa guhdarîke mezin danîn li ser kurda. Bêykêr paşa, mesele, ku pey şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yên salên 1877-1878a jî di hukumeta sultanîyê da li ser qulixê bû, di destpêka sala 1880î çend hevtê li Dîyarbekirê derbaz kir, bi rewşa eskerî-sîyasî ra bû nas. Xwesma ewî dixwest hîn bûya, ka dibe ji Îskenderûnê ser riya Ûrfayê ra xeta riya hesin bikşînin hetanî Bexdayê, ku perçekî wê jî li Dîyarbekirê ra derbaz bibe(39). Ew riya, ku wilayetên Kurdistanê û Mêsopotamîyê yên dûr wê bi îskelên deryaya va bide girêdanê, wê ji bo Îngilîs qewlên gelekî baş saz bikira seba karê xwe yê bazirganîyê-sîyasîyê li van dera bide mehkemkirinê.

Casûsîya Îngilîs li her derê Kurdistanê kar dikir, bi serekeşîra û derebegên mezin ra dipeyivî. Komên Brîtanîyayê yên serkarîkir hewil didan kurda bi kar bînin bona sertkirina hal li Rohilata Nêzîk û Navîn, bona hukumê xwe li Tirkîya Rohilatê û Îrana Roava da bidne firekirinê. K. Kamsarakan raya xwe raber kir, ku Îngilîs biryar kirîye bi kurda ra pêwendîyên xurt dayne “û li Asîya biçûk gumana xwe dane ser wana seba demên şer wana bi kar bîne”(40). Bi vê yekê ra girêdayî wana gumana xwe xwesma danîbûne li ser Şêx Ubeydulle. Wana, ku haj ji qedir û hurmeta wîye li Kurdistana Tirkîyê û Îranê hebûn, dixwestin meremên wî yên paqij bona kara xwe pêk bînin(41).

Xeyala şêx ew bû, ku hemû eşîrên kurda bin baskê xwe da bigihîne hev. Eger ew plan bi ser keta, Ubeydulle dibû hukumdarê herêmeke mezin li ser xaçerêya Rûsîyayê, Îranê û Tirkîyê. Wilayetên bin destê Ubeydulle da bona dîplomat û zabitên Îngilîs bûbûne wek “riya kadiz”. Awa, sala 1877a casûsê Brîtanîyayê Rassam li rêzîdênsîyake Ubeydulle ya sereke – li Başqelê qesidî. Sala 1879a konsûlê Îngilîs yê berê li Wanê serbaz Klêyton çû Hekarîyê(42). Pey wê seredanê ra “erebên bi çeka va barkirî meşîyane berbi şêx, casûsên înglîs bin menîya belakirina ardimîya bona binecîyên nava xelayê da, gelek pere bi xwe ra hildidan û berê xwe didane bal Ubeydulle…”(43).

Dema seredana xwe ya li Başqelê serbaz Klêyton bi Ubeydulle ra peyivî û wextê çûyînê bi xwe ra nameya şêx ya bona hukumeta Îngilîs bir, ya ku firsend dida Îngilîs tevî karê kurda bibin. Di wê dokûmêntê da Ubeydulle elam dikir, ku binecîyên temamîya Kurdistanê xwe wek miletekî yekgirtî dibînin û gerekê neyêne perçekirinê.

Baylozê Îngilîs li Tehranê Tomson 30ê oktobirê sala 1880î derheqa nameyên Ubeydulle ji bo welîyê Ûrmîyê Îqbal od-Dowûl û mîssîyonêrên Amêrîkayê ra bi wezîrê karên der yê Brîtanîya Mezin Grênvîll dida hesandinê. Di nava wan nameyan da şêx digot, ku ewî kurên xwe wek serokên desteyên çekdar şandîye Îranê, ku bona dilê wan kurda bikirin (ber dilê wan da bên), yên ku ji alîyê hukumetên Îranê û Tirkîyê da têne zêrandinê. Serekên kurda, Ubeydulle nivîsa xwe berdewam dike, “niha dixwezin ser bingehê yekbûnê û hevgirtinê Kurdistana serbixwe damezirînin”(44).

Bi vî awayî, tevgera Şêx Ubeydulle bona wê yekê bû, ku rewşa gelê xwe bide pakkirinê û herwiha bona wê yekê bû, ku derebeg (berî gişka Ubeydulle bi xwe) li Kurdistanê hukum bikine bin destê xwe. Faktorên sîyaseta der alî pêşketina wê têkoşînê dikir: daxaza dîwana sultanîyê, ku Îranê sist bike û împêrîyalîstên Brîtanîyayê bide bawerkirinê, ku hukumê wan li ser cînara xurt e, û ev yek xwedîyê kemaleke mezin ya eskerî-stratêgî û sîyasî bû bona pêşdabirina dagirkerîya înglîsa li Rohilata Nêzîk û Navîn.

• • •

Pêşîyê hukumeta Tirkîyê helan dida Ubeydulle û hevalbendên wî, ku derkevine dijî Îranê, û wek karmendê Wezîreta karên der yê Rûsîyayê Yûzêfovîç nivîsîye, ku zivistana sala 1881/82an hatibû Kurdistanê, ser wê gumanê bû, ku “destê xwe dayne ser wan her tişta, ku Ubeydulle ra wê li hev bihata ji farisa hilîne”(45). Ji bo nimûne, qumandarê korpûsa Anatolîyê ya IVa Samih paşa bi aktîvî piştgirîya şêx dikir. Bahara sala 1880î adyûtantê sultan Ebdul Hemîd serhing Behrî beg (kurê Bedirxan) ji Sitembolê şande Hekarîyê.

Havîna sala 1880î Ubeydulle îdî eşkere karê xwe dikir bikeve navçeyên kurda yên Îranê. Bi alîkarîya Behrî beg bi wî ra li hev hat dijminaya di navbera eşîretên mamaş, menhûr û pîran bide hilanînê, ji nav wan desteyeke şervanîyê hazir kir û çekê Îngilîs dane wan. Qasidên Ubeydulle ketine Kurdistana Îranê û wira propoganda dijî hukumetê dikirin. Bona serketina wê propogandayê bingeheke baş hatibû amadekirinê. Konsûlê Rûsîyayê yê sereke li Tewrêzê elam dikir, ku kurdên Îranê, “ku ji dest serokatîya Farizistanê hatine zêrandinê û talankirinê, hêrs-kîn û dijminaya xwe ya hindava dîwanê da didine der”. Konsûlê sereke dû ra serda zêde dikir, ku ewana wê “bi dilekî baristan xêrhatinê li şêx bikin û wê wî wek azadarê xwe bibînin”(46).

Ubeydulle hewil dida, ku ne tenê eşîretên kurda, lê gelên Rohilata Tirkîyê yên mayîn – ermenîya û nêstorîyana (xaldêya) jî bike nava serhildanê. Ewî ber mar-şîmûn û serekên ermenîya pêşnîyar kir bi tevayî derkevine dijî emelên dîwanê yên talankarîyê û sozê mêra da, ku binecîyên xaçperest biparêze(47).

Mar-şîmûn dît, ku desteyên nêstorîyana derbazî pişta şervanên kurd bûne, çarneçar ew pêşnîyar qebûl kir. Bi gotina rêzîdêntê Îngilîs li Kurdistanê Klêyton, nêstorîyanê Şemdînanê soz dan xwe bighînine şêx(48).

Dawîya meha tîrmehê sala 1880î hema bêje ji hemû navçeyên kurda gelek serekeşîr û şêx hatine dîwana Ubeydulle ya li Şemdînanê. Ewana pirsa derheqa sazkirina yekîtîya eşîretên kurda (“lîga kurda”) enene dikirin. Hinek tevgelên komcivînê bang dikirin, ku binecîyên ne kurd bizêrînin. Ubeydulle ser wê bingehê derkete dijî van pêşnîyara, ku Tirkîya piştgirîya kurda dike bona wana rake dijî ermenîya û xaçparêzên mayîn yên Asîya Biçûk. “Eger vira ermenî bêne qirkirinê,- ewî digot,- wê demê kurd wê qedir û hurmeta xwe bal hukumeta Tirkîyê unda bikin”(49).

Di destpêka meha tebaxê gundê Nêrîyê da civîneke eşîrên kurda ya nû derbaz bû, ku weke 220 derebegên Kurdistanê tevî wê bûn. Di nav wan da pênc şêx hebûn. Ubeydulle di civînê da xeberda û bang kir rabine şerê dewletên Tirkîyê û Îranê ji bo damezirandina Kurdistana serbixwe. “Ev herdu hukumet bûne qirnîyên xwînmij û nahêlin em pêş kevin…”(50),- ewî got.

Bi plana hevrakarkirinê ya ji bo destpêkê, Ubeydulle û hevalbendên wî biryar kiribûn, ku eskerên herdu perçên Kurdistanê gerekê bi tevayî derkevine dijî hukumetên şah û sultan. Eşîretên kurda yên li ser sînorên Îranê – menhûr û memaş gerekê bi desteyên kurdên Tirkîyê bi serokatîya nuxurîyê (kurê mezin) şêx – Hecî Mehemed Sadiq ra tevayî Rêwandûz zevt bikirana û paşê berbi Bexdayê bilivîyana. Sipartibûne kurê Ubeydulle yê mayîn – Ebdul Qadir, ku ew jî gerekê Mûsilê û Amedîyê bixista bin destê xwe, lê şêx bi xwe gerekê Wan zevt bikira.

Serekê eşîrên ereba yên wilayeta Bexdayê Ferhan paşa soz da piştgirîya kurda bike, eger ew êrîşî li ser Mûsilê bikin(51).

Plana amadekirî da kêmasîyên berbiçav hebûn. Eger ew bi ser keta, kurd carekê ra bi du pêşenîya diketine nava şêr – him bi Împêratorîya Osmanîyê ra, him jî bi Îranê ra. Xuya ye Ubeydulle ev yek da ber çavên xwe û careke mayîn li biryarên xwe yên pêşin nihêrîn. Di şêwrdarîya serekên kurda da wî pêşnîyar kir derba pêşin bighînine Îranê, ji ber ku ordîya wê diha sist e û pareke eskerên wê jî wê demê bi eşîrên turkmêna ra nava şêr da bûn. “Ji ber ku perçekî Kurdistanê bin destê Farizistanê da ne, emê şerê xwe bi dewleta sist ra destpê bikin, birayên xwe ji bindestîyê rizgar bikin û welatekî usa dewlemend û ekinrêj wek Azirbêcanê bikine milkê xwe, wê demê emê bikaribin bi mêrxasî di şerê dijî tirka da ber xwe bidin”(52),- şêx xeberdana xwe serhev da anî.

Plana amadekirî ya dakutana nav erdê Îranê hate qebûlkirinê. Bona pêkanîna wê du desteyên şervan hatine hazirkirinê. Yek ji wana, ku Ebdul Qadir û serekê kurdên Mukrî Hemze axa serokatî lê dikirin, plan kiribûn bona êrîşî li ser Tewrêzê bikin, lê ya mayîn bi serokatîya Mehemmed Sadiq û xelîf Mehemed Sehîd gerekê Ûrmîya, Xoy, Salmast û xantîya Makûyê zevt bikirana.

  1. ASDR, fond 40, dokûmênt 1202, belge 4. Malûmatîya konsûlê sereke li Tewrêzê Ê. Krêbêl ji bo baylozê li Tehranê Î. Zînovyêv, ya 31ê çileya pêşin sala 1878a.
  2. ASDR, fond 30, dokûmênt 1798, belge 32. Malûmatîya konsûlê Rûsîyayê li Dîyarbekirê M. Yakîmanskî ji bo baylozê li Sitembolê A. B. Lobanov-Rostovskî ya 7ê îlonê sala 1879a.
  3. ASDR, fond 30, dokûmênt 1565, belge 5. Malûmatîyên konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. P. Kamsarakan ji bo A. B. Lobanov-Rostovskî ya 6ê oktobirê sala 1879a.
  4. Dîsa li wir, belge 8.
  5. ASDR, fond 40, dokûmênt 1202, belge 5. Malûmatîya konsûlê sereke li Tewrêzê Ê. Krêbêl ji bo baylozê li Tehranê Î. Zînovyêv, ya 27ê îlonê sala 1879a.
  6. Dîsa li wir, belge 6.
  7. ASDR, fond 30, dokûmênt 1565, belge 5. Malûmatîyên konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. P. Kamsarakan ji bo A. B. Lobanov-Rostovskî ya 6ê oktobirê sala 1879a.
  8. Ch. Wîllîams, The Armenian compaign. A. Diary of the compaign of 1877 in Armenia and Koordistan, p. 354.
  9. Ibid, p. 357.
  10. A. Dêbîdyûr, Dîroka dîplomatîya Awropayê, cild II, Moskva, sal 1947, rûpel 489. Têksta peymana binihêre “Correspondense respecting the convention between Great Britain and Turkey of June 4”; Y. V. Klyûçnîkov û A. A. Sabanîn, Sîyaseta navnetewî ya nûdemê di nav peymana, nota û dêklarasyona da, par I.
  11. “Nivîsarên erdnîgarî yên serhing Wîlson derheqa Asîya Biçûk da”,- “Berevoka nivîsarên erdnîgarî, topografî û statîstîkî yên derheqa Asîyayê da”, weşana II, Sankt-Pêtêrbûrg, sal 1884, rûpel 82.
  12. D. V. Pûtyaga, Malûmatîyên derheqa Asîya Biçûk da, rûpel 3.
  13. Dîsa li wir.
  14. Arşîva sereke ya Sovyetistanê, fonda Dîwanxana komîtêya Eskerîyê-hînbûnê, sal 1879. dokûmênt 1, belge 168-169. Malûmatîya gênêral Gorlov ji bo barêgeha sereke ya 17ê tebaxê sala 1879a.
  15. ASDR, fond 30, dokûmênt 1566, belge 13. Malûmatîya konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. P. Kamsarakan ji bo serwêrê baylozxana li Sitembolê M. K. On ya 29ê nîsanê sala 1880a.
  16. Arşîva sereke ya Sovyetistanê, fonda Dîwanxana komîtêya Eskerîyê-hînbûnê, sal 1879. dokûmênt 1, belge 168-169.
  17. ASDR, fond 30, dokûmênt 1567, belge 25. Wergera malûmatîya Wîlson.
  18. “Nivîsarên erdnîgarî yên serhing Wîlson derheqa Asîya Biçûk da”,- “Berevoka nivîsarên erdnîgarî, topografî û statîstîkî yên derheqa Asîyayê da”, weşana II, rûpel 82.
  19. ASDR, fond 30, dokûmênt 1799, belge 1-5. Malûmatîya konsûlê Dîyarbekirê M. Yakîmanskî ya 12-ê çileya paşin (9-ê sibatê) sala 1880î.
  20. ASDR fond 30, dokûmênt 1566, belge 7. Malûmatîya konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê ji bo baylozê Konstantînopolê ya 6ê oktobir, sala 1879a.
  21. Trottêr. Kurdên Asîya Biçûk.-“Malûmatîya para Kavkazê ya komela erdnîgarîyê ya Împêratorîya Rûsîyayê”, cild VII, rûpel 4.
  22. K. P. Kamsarakan. Dakutana şêx Ubeyd-Ûlla li Farizistanê sala 1880î,- “Berevoka nivîsarên erdnîgarî, topografî û statîstîkî yên derheqa Asîyayê da”, weşana XI, rûpel 45.
  23. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 15, dokûmênt 10, belge.
  24. “Correspondence respecting the Turkish (Kurdish) invasion of Persia”,- “Blue Book, Turkey”, 1881, hejmar 5, p. 16.
  25. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, salên 1881-1882, dokûmênt 40, belge 124.
  26. ASDR, fond 40 , dokûmênt 1202, belge 10-13. Malûmatîya konsûlê Rûsîyayê yê sereke, ya 3ê îlonê, sala 1880î.
  27. “Correspondence respecting the Turkish (Kurdish) invasion of Persia”,- “Blue Book, Turkey”, 1881, hejmar 5, p. 7. Malûmatîya konsûlê berê Klêyton ji Başqelê bona “konsûlê Îngilîs yê li Kurdistanê” H. Trottêr ra, ya 11ê tîrmehê, sala 1880î.
  28. Ibid., p. 33. Malûmatîya Klêyton ji bo H. Trottêr, ya 27-ê oktobir sala 1880î.
  29. Jêder gorî P. Î. Avêryanov, Kurd di dema şerê Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 228.
  30. Dîsa li wir, rûpel 229.
  31. ASDR, fond 30, dokûmênt 1656, belge 7. Malûmatîyên konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. P. Kamsarakan ji bo A. B. Lobanov-Rostovskî ya 6ê çirîya pêşin sala 1879a.
  32. P. Î. Avêryanov, Kurd di dema şerê Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 230. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev