Parlamentarê kurd yê Ermenîstanê pistgirîya Referendûma bo Serxwebûna Kurdistanê dike

Parlamentarê kurd yê Ermenîstanê pistgirîya Referendûma bo Serxwebûna Kurdistanê dike

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 27

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û seyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me ya îro li derbarê Referendûma Serxwebûna Kurdistanê û di vê derbarê de kurdê bi nav û deng li seranserê Ermenîstanê, Seroke Şêwra Kurdên Ermenîstanê, parlamentarê Parlamentoya Ermenîstanê Kinyazê Hemîdê Fetî nerîn û nirxandinên xwe yên ser Referandûma Herêma Kurdistana Başûr bi guhdarên me re parve dike.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê birêz Kinyazê Hemîd.

 

Kinyazê Hemîd kiye?

Jînenîgarî:

Kinyazê Hemîdê Fetî di nav kurdên Ermenistanê de navekî naskirî û hezkirî ye. Nav û dengê wî li nav kurdên welatên Sovyeta berê jî bi têra xwe belav bûye.

Ew dilşewatê welatê bav û kalên xwe ye. Dilsozekî çand û hunera kurdî û xebatkarekî mexlûqetiyê ye. Gelek kes pê nizane lê ew dengbêjekî baş e jî. Di salên ciwantiya xwe de ketiye stûdyoyên beşê Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê û kilamên xweş pêşkêşî civaka kurdan kiriye. Îro deng û kilamên wî di arşîva radyoya kurdî de parastîne.

Ew 72 salî ye û li seranserê Ermenistanê kurdekî navdar e. Kinyazê Hemîd 17-ê Çileya sala 1945-ê li gundekî kurdan ê bi navê ‘Devexerabeyê’ hatiye dinyayê. Gund bi ser nehiyeya Abovyanê ye ku dikeve kêleka Yêrevana paytexta Ermenistanê.
Bav û kalên wî piştî Serhildana Şêx Seîd, sala 1926an, ji ber zilm û zora Roma Reş ji Wanê tevî 4000 malbatên kurdan derbasî wî alî Çemê Erez bûne û li ser xaka Ermenistana îroyîn bi cih û war bûne.

Kinyazê Hemîd sala 1952-ê dibistana navîn li nehiyeya Abovyanê bi medalyaya zêrîn kuta dike. Sala 1962-ê dest bi kar û xebatê dike. Dibe dersdarê zimanê ermenî ji bo komên jêrîn, paşê dibe serokê dibistanê. Sala 1964an li zankoya Ermenîstanê ya Dewletê ya Malhebûna Gundîtîyê, li para aboriyê dest bi xwandinê dike. Ji bo xwendin û karê baş, dibe Serokê Rêxistina Komsomola Zankoyê. Sala 1978an zankoyê bi serfirazî temam dike. Di Zankoyê de stîpendîûma dereceya bilind a li ser navê Lênîn distîne.

Sala 1965an li Înstîtûta Marksîzim-Lênînîzimê dixwîne û sala 1967an temam dike. Sal bi sal kar û xebata Kinyazê Hemîd pêş da diçe û di nava nehîyê da nav û dengê wî bilind dibe. Sala 1969an dikeve Zankoya Yêrêvanê ya Dewletê ya para extiyarzanîyê, sala 1974an temam dike.

Kinyazê Hemîd ji ciwaniya xwe heta niha di nava gelek sazî û dezgehên kurdan de kar û xebateke hêja kiriye û hê jî dike. Ew ji sala 2007-ê ve Serokatiya Şêwra Kurdên Ermenistanê dike. 2ê nîsana îsalin li seranserê Ermenistanê hilbijartina parlamentoyê pêk hatibû, Serokê Yekitiya Kurdên Ermenîstanê Kinyazê Hemîdê Fetî ji partiya desthilatdar bibû parlamenterê Parlamentoya Ermenîstanê.

Cara yekemîn e ku piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê kurdek dikeve parlamentoya Ermenistanê. Di serdema Sovyetê de çend kurd bibûn parlamenter û ketibûn meclîsê. Lê ev 25 sal in ku di Komara Ermenistana Nû da kurdek dibe parlamenter.

Kinyazê Hemîd û xanima wî Tamîla Xidir bavê keç û kurekî ne: Narîn û Hemîd. Narînê bûka akademîsyen û profesorê navdar Nadirê Kerem Nadirov e. Li hêla din şeş nevî û 2 nevîçirkên Kinyazê Hemîd û Tamîla Xidir hene. Vê demê Kinyazê Hemîd di gel malbeta xwe li bajarê Abovyanê, li Ermenîstanê dijî.

Birêz Kinyazê Hemîd ra ji stûdyoya radyoya Ria taza Ermenîstanê ra, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Serokê Şêwra Kurdên Ermenistanê, parlamentarê Ermenîstanê Kinyazê Hemîdê Fetî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev