Êzdî îro wê bi rêberîya Mîrê xwe Tehsîn beg bêjin ERÊ!

Êzdî îro wê bi rêberîya Mîrê xwe Tehsîn beg bêjin ERÊ!

Ji Şengala Kurdistanê bigire heta Lalişa Nûranî êzdîyên ku neheqîya felekê, bênamûsîya Daîşa hov, xayînên di nav xwe da dîtine, bi vê sitiranê, alaya Kurdistanê di dest wan da, li ber dergehê Ziyareta êzdîyan ya sereke li cihanê piştgirîya Rêfêrêndûma Kurdistanê, serokê serokan Mesud Barzanî dikin û ji Kurdistana serbixwe ra dibêjin ERÊ.

Dengbêjên êzdîyan yên herî navdar bi van gotinan piştgirîya gelê xwe, Kurdistana welatê xwe, dînê xweyî êzdîtîyê dikin:

-Heylo êzdîyo rabe, pêkva herine dengdanê,

Da ku xelkê dîyar kin, em in xwedîyê Kurdistanê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev