Kurdistana min

Kurdistana min

Dilê helbestvana me ji bo siberoja welatê me dipirpite, lema her xeteke van helbestan ji kûraya dil tê, ferqa di nav dem û dewranên buhurî û heta îro da nabîne, lê ji îro da dinya wê biguhêre, xerîta cihanê wê biguhêre, emê biguhêrin…

Îro wê roja welatê me wek wêneyê vê keça delal dêmgulî û bi ken-eşq be.

 

Xaylaza Reşîd

Kurdistana min hêja ye
Ewa gula nav gula ye
Ew xwestina her dila ye
Hun dizanin pir zêriya ye.

 

Kurdistana min rengîn e
Ber dilê min da şîrîn e
Ruhê xwe va pir zengîn e
Îro eşqê wê ji me ra bîne.

 

Kurdistana min helal e
Mîna ava kaniya zelal e
Edî çend sal ew dinale
Îro rizgar be ji te helal e.

 

Kurdistanam birq vedide
Xwedî cangorî û şehîd e
Îro rabe heqê xwe hilde
Gelê te, bi te, serbilind e.

 

Dîroka te zef kevnar e
Mêstopotomîya ew war e
Hemî demê wê bahar e
Aşitîhez û şervanê har e.

 

Ez bûka azadîyê me

Hûn bînin, bînin, bînin
Xêlîya serê min bînin
Xêlîya serê min ew al e
Pişt perdê me, ev ne hal e
Ev bû êdî çend sal e?

 

Ez bûka azadîyê me
Li ber pencê tavê me
Pêşmerge me li çiyê me
Berdêlî ya dijmina me
Li ser rê ya şehîda me.

 

Sonda min axa pîroz e
Min daye gel ev soz e
Xêlîya serê min ba dibe
Dijmin ber min tua dibe
Dilê min bi hêz şa dibe.

 

Serdewatî Mehemed Qazî
Heytehol e, bi hewar gazî
Qasimlo ye sergovendî
Birazava Dewrêşê Evdî
Min hêja dinya ronik dî.

 

Mala bavê min mezin e
Şêr û egît lê rûniştine
Qelenê min pir giran bû
Şengal, Koban û Botan bû
Ev çi qederek bêwa bû.

 

Em bi wijdan in

Em ê herin, li ser tirba Ehmed Xanî, Feqîyê Teyra,
Em ê bikne hewar gazî û biqîrin bi hev ra
Em ê bejin dem e êdî, em xilazbin ji çêjkê mera
Bes e, em ê bihedimînin, xiravkin hêlîna koledara.

 

Em ê bêjin hûn bihcemin, hûn dest bikşînin ji me
Ax we hova, dest qirêja, we çiqas mêt xwîna me
Gelîyêd bê bin, çiyayêd bilind wê dîsa mêrxasê me
Gîha tenê ser koka xwe ye, bîr nekin hunurê me.

 

Ca serê xwe hûn berjêrkin, baş bixûnin dîrokê
Hewlêr, Qamişlo, Amed ê pêkva û hetanî Dihokê
Em nebûne bizdonek da, netirsiyane qet rokê
Dijminê me dibûne yek da, em dikirne nav ”blokê”.

 

Me hilgirtî top û tiving, qetandin qeyd û zincîr
Gelek car destê xayîna, em diman bê raw tivdîr
Şêr dimîne şêr ber dijmina, na, em nabine hêsîr
Em şervan in, bi wijdan in, em in xudan ga û nîr.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev