Qemera min

Qemera min

Ka texmîn bikin, Qemera helbestvanê me bi rastî qemer e, an ew ji şîrinayê jê ra dibêje Qemerê? Evîndara helbestvan sipehî ye, lê dibe ji xebata li çolê ber tavê qimilîye.

Yucel Aslan

¤¤¤

Qemera min
Wa şev hat heft berê şevê
hemû alem çû raza
Min bendek hildaye
wa diçim li ser dara miraza
Duakî bikim ji rebê jorîn
em derbas bin van gêdûk û gaza.

 

¤¤¤

Qemera min
Ez hine caran difikirim
Wî dilê te yî mezin û şekirî
Çima ewqas zelal e ewqas vekirî
Paşê difkirim û dibêjim
Qey Xwedê dema xwe ya vala da çêkiriye
Li ber wê sekiniye hêdîhêdî pêra etiriye.

 

¤¤¤

Dema ez mirim
Cawê bigihînin Qemera min
Bila bi ava belekiyên çavên xwe
laşê min bişo
Bila xwe bike çar keriya
bikeve bin çardara min
Bila xêncî wê kes negrî û nezare
qaşomaşo
Bila tirba min
bintara cotkaniyên çavên xwe da veşêre
Bila her sibe dilopek ji wê ava tebrik
çarheqalê gora min bigere.

 

¤¤¤

Qemera min
Çûyîna te mîn hatina erdhejê ye
Berê tewaqê binê erdê dilerizîne
Paşê erdê dihejîne
Û paşê
Kevir, kuçik, dar û beran jorda tîne
Ev çend car e ez dibînim,
kes vê tofanê nebîne.

 

¤¤¤

Nizanim çi hatiye serê min
Nizanim şexta kuderê li bostanê min xist
Nizanim kî dilê min kandêl kir
Nizanim qurixê çiwext hestên min xist
Di nav hestên min da
adana heft zozana hebû
Hestên min direpitîn
mîna gihanê mîhên Şûşarê
Niha jî gihanek hêvişiye, yek çilikiye
Ne serdoşkê ne jî bi paydoşkê
çirek ji jorda nayê xwarê
De dîsa tu were Qemerê
Payîzxêrekî li ser mexelê vî dilê min da bîne
Xwe mîna bêrîvaneke çelenk
bide ber beriya vî dilî
Mîna wê roja ewilî
Têra dilê xwe hilde hasil û zexîrê
Hinekî pêşkêşî hevalan bike vê êvarê
Yê din jî ji bo zivistanê hilde kîlerê.

 

¤¤¤

Qemera min
Xezala Çiyayê Kurmênç
Ez dizanim tu birîndar î
Negere li wî berî û wî rûbarî
Bila dijmin vê birîna te nebînin
mîna berxa guraxwarî
Ez ê vî canê xwe bikim kele, keviran
kerî bi kerî bihêlim li ser sînoran
dîsa te biparêzim û li te bikim sitarî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev