Zanist bi kurdî xweş e -21

Zanist bi kurdî xweş e -21

Amadekar Edo Makuyî

 

6-Di welatê Norwejê da, tenê 5% karobarên aborî bi pereya neqd( sikke û dirafên kaxiz), tê encamdan.

Dê heya sala 2020’an, bikaranîna pereya neqd bi temamî were sekinandin.

Edoyê ZûvaSekinî

 

7-Di hin navçeyên Japonê da li ser neynûkên kesên ku bi nexwešîya jibîrkirinê( Alzaymêr) ketine, barkodên ku tê da hemû zanîyarîyên wan li sere, tên çapkirin ku dema ew winda dibin, pê werin dîtin.

Li nav wan barkodan, navnîšan, jimare telefon û nasnameya wan kesan heye.

Edoyê Winda

 

8-Ligor lêkolîna lêkolerên Holendî, ketin yan derketin ji Derîyan dibe sedema jibîrkirinê.

Hišê merivan bi ketin ya derketina ji dêrî, ji xwe ra dewreke nû despê dike û bûyerên ku berê qewimîne, îdî pir girîng nabîne.

Edoyê timotim Ketî û Derketî

 

9-Hin dezgehên ATM yên Fransayê, kurteçîrokan didin xelkê.

Ev mašîn bi armanca zêdetirkirina dema mitalie û xwendina xelkê û kêmtir-bikaranîna mobaylan, kurteçîrokên 1, 3 yan jî 5 deqeyî pêškêšî wan dike.

Edoyê Kurtê (û) Kurmancî

 

10-Eger xebat û istifadekirin ji mejîya merivan ji despêkê heya niha, bi qasî yek liser milyon ji xebatên me’deya wan biba, îdî wateya Goga Erdê, ne wateya niha bû.

Edoyê Çillek û Zikdiryayî

 

11-Ev gûšîya tirîya ku mezinahîya hebên wê bi qasî topeke ping-pong’ê ne, di Tokyo’ya Japonê da bi buhaya 10 hezar Euro’yan tê firotin.

Ev cure tirî ku jenetîka wê hatîye guhertin, buhatirîn xwerekên Japonê ye.

Edoyê TIRînedîtî

 

12-Merivên axmax, timotim behsa berê dikin,

Yên dîn, behsa pašerojê,

Lê yên aqil, behsa niha dikin. 

Napelon Bonapart

Bîra ronî

Edoyê AXXXXimAXXXX

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev