Li ser feraseta ku Heyînê wekî Buyînê dibîne çend gotin

Li ser feraseta ku Heyînê wekî Buyînê dibîne çend gotin

Ali Gurdilî 

Fîlozofê pêşîn yê ku vê angaştê parastiye, Herakleîtos e û li gorî nêrîna wî cewhera (dêmadeya, hilika) heyînê, agir e. Gerdûn, bêrawest diguhere û di rewşeka herk û çêbûnê de ye.

Di gerdûnê de ti tiştê rawestî û naguher, tune. Li ser vê mijarê, Herakleîtos gotiye ku ‘meriv, nikare xwe du caran di çemekî de bişo.’ Herweha guherîna ku di gerdûnê de pêk tê jî, wiha ne serberdayî ye.

Tiştê ku hemû tiştî dike rêz û rêkûpêkîtiyeke dide gerdûnê, ‘Aqilê gerdûnî- Logos’ e û di gerdûnê de, bandêra yekîtiya dijberan heye. Mesela: jiyan, ji nêr û mê, pêk tê; xwarina giyayê, rê li jiyana pez vedike. Baş- xirab, ronahî- tarîtî, şer û aşitî, encamên pêvçûnê (lihevxistinê) ne.

Bi vê ramana xwe re, kesê ku cara yekemîn dîyalektîkê bikar tîne; dîsa Herakleîtos e. Bi ramana xwe ya ku dibêje hemû tişt tişt diguherin, ya Sofîstan û bi ramana xwe ya ku dibêje gerdûn ji aliyê aqlê gerdûnî (logos) ve tê îdare kirin, ya Stoaparêz û Panteîstan; bi nêzîkayîtêdana xwe ya Dîyalektîkê re jî, ya Hegel û Marx, xistiye bin bandûra xwe.

Di destpêka Sedsala 20- an de E. Mach, ramanên xwe yên di derbarê heyîn û gerdûnê de pêşkêş kiriye û gotiye ku; ‘Di gerdûnê de hemû tişt têne guherîn. Tiştê ku naguhere jî, westariya/neguhêzbariya guherînê ye.’

Li gorî H. Bergson jî dinya, herdem di nav guherinekê de ye. Bergson, vê guherînê jî bi navê ‘Hilpişkîna jiyanê’ binav dike. Hilpişkina jiyanê, di babeta çêbûn û guherînê de, nîşana rêkûpêkitiya gerdûnê ye.

Whitehead jî, wiha dipejirîne ku heyîn çêbûn e û li hember nêzîkayîtêdana statîk ya heyînê radibe û dibêje ku, gerdûn herdem diguhere û di nav çêbûneka bêrawest de ye. Ji bo têgihiştina heyînê, berê her tiştî divê em berê xwe bidine xwezayê.

Xweza ne heyîneke çêkirî, statîk, mekanîk û razber (soyut) e. Xweza, pêkhatineka zindî ye. Di nav vê pêkhatinê de jî, hemû tişt bi hevdu re têkildar in û girêdayê hevdu ne. Hemû tiştên ku xwezayê pêk tînin, hebûna xwe deyndarê hinekên din in. Du taybetmendiyên xwezayê hene ku ew jî afirandêrî û sereqetî (berdewamî) ne.

Ji malpera felsefevan

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev