Dimdim -2

Dimdim -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 109an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Dimdim” bi 4 beşan va raberî we bikin. Îro beşa 2an e.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 109

Xan êvarê gote jina xwe: “Lazim e em serê van palan jêkin, ku ez wana nekujim, ewê mena kelê gilî bikin; bira qet kes nizanibe ji ku av tê kelê, qul û bûcaxên kelê li ku ne”.

Di nav sazker û çêkerên kelê da yekî bi navê Mehmûd hebû. Ew pismamê xan yê helal nîbû. Ewî ew hişt li bal xwe, serê wan palên dinê birî, hîm vejand, serê wan palan û cendekê wana temam bin kelê da veşartin. Nêzîkî kelê kanîyek hebû. Palan karêz anîbûn nav kelê. Di hewşa kelê da embara avê çêkirî bû; li wir wisa jî barûtxane û cîyên sîlihan hebûn. Rê û dirbên dizîkava anîbûn kelê. Mehmûd Merekanî eva gişk zanibû.

 

Ew sibe bû, hêjka zû bû,

Xan ber bi qonaxa şah çûbû.

 

Şah got:

 

“Lo lo xano, te miraz çi ye?”.

 

Xan got:

 

“Serê şahî, bavê şahî,

Ev palên te duh dayî,

şuxul bo min nekirine,

Îşev hemû revîne”.

 

Şah hêrs bû, got:

 

“Bê fermana min çawa ew revîne?

Kuro zû bikin, bilezînin,

Pêncsed palan bicivînin,

Xanê kurdan ra bicivînin”.

 

Wana zû kiribû, lezandibû,

Pênc sed pale civandibû,

Xanê kurdan ra înandibû,

Xanê kurdan çi cindî bû,

Pêşîya palê xwe ketibû,

Ser kela Dimdim peya kiribû.

 

Van paleyan dest pê kirin kela çêkirin û anîn sêrî. Wana hîmê kelê danîn, du mêtr berahî, kevirên dîwarê kelê qîloqaço danîn, bi şîşê hesin bi hev va şidandin, zirîc kirin nav keviran. Dîwarên wisa fire danîn, ku erebe dikaribûn ser wan ra biçûna. Dora kelê bi kevir sûr kirin.

 

Ha bilind bû, bilind bû,

Dîwarê kelê bilind bû,

Çar bejina bilind bû.

Heft salan pale ser kelê xebitîbûn,

Heft salan xan ra helal xebitîbûn,

Serî û binî risas kiribûn,

Dora kelê hesar kiribûn,

Hoste û pale xelat kiribûn.

 

Heft kurên xanê Çengzêrîn hebûn. Navên kurên wî ev bûn: xan Muqurî, xan Elî, xan Evdal, xan Mehmûd, xan Mamad, xan Huseyn, Abû Bekir.

Xan Muqurî got: “Bavo, eva çi kela ye, ku tu çê dikî, eva çi xerc e tu dikî?”.

 

Xanê Çengzêrîn cab da:

 

“Lawo, wekî Dimdim nebe dimdim,

şahê eceman rabe ser min,

Dinê û merî bi min ra bibin dijmin”.

 

Xan Muqurî got:

 

“Bavo, hemin me Dimdim çêkirîye,

Gerek em wê bicêribînin,

Hêsa ye wê hilşînin?”.

 

Xanê Çengzêrîn got:

 

“Kuro rabin, bilezînin,

Topa biçûk vir da bînin,

Topa dûz li kelê xînin”.

 

Topa biçûk înandin,

Li kelê top reşandin,

Badîhewa bû cefê wan,

Li ser dîwarên Dimdimê

Qelşek ne hat dîtinê.

 

Xanê Çengzêrîn got:

 

“Kuro, topa mezin vir da bînin,

Ser dîwarê kelê da agir bikin,

Heta binê kelê hilşînin…”.

 

Wana top reşandin… birca kelê,

Kela mîna zinarê tîkî herdem

Qewîn bû, zor pê ne bû.

Topçî ji topan gazin bûn,

Topê me bê kêr bûn,

Li ser dîwarê kelê

Qelşek nehate dîtinê.

 

Evdal xan got: “Bavo, em ji topekê agir dikin, lema nikarin kelê hilşînin, were em dora kelê bigirin û ji çend topan agirkine kelê”.

 

Xanê Çengzêrîn got:

 

“Kuro zû bikin, bilezînin,

Dora kelê çarme bikin,

Li dorana wê topa daynin,

Li birc û dîwarê wê bibarînin”.

 

Wana dora kelê çarme kirin,

Heftsed top qurumîş kirin,

Li birc û dîwarê kelê xistin,

Nikaribûn zorê li kelê bikin.

Anîn topên dev sindirûk,

Topçî ser topan hêrs bûn,

Topên gir ser kelê da wer bûn.

Topçî diha ser topa hêrs bûn,

Dev sindirûk ser kelê da wer bûn,

Dîwarên kelê qul nebûn;

Hezar heftsed caran kelê xistin,

Kelê ra ew tev dilop bûn.

Hêjka Dimdim ji xan ra bû dimdim.

Xan hoste, pale xelat kirin,

Yên çûyî ewî razî kirin,

Bo cefayê helal ew memnûn kirin,

Kirasê dayîkê li mayîya kirin.

 

Pale û hostayên ku kurd bûn, çûn kulfetên xwe anîn û li ba xanê Çengzêrîn man, lê palên ku ne kurd bûn, çûn. Xanê Çengzêrîn xelqên xwe berda û bi xwe jî karê xwe yê mêrxasîyê kir. Ewî merîyên xwe dişandin ser riyan, rê û dirbên karvan dibirîn, bac ji wan distendin. Yê ku destdayê wî ne dibûn, ewî ew digirtin, talan dikirin û dikuştin. Eva hemû ewî bona wê yekê dikir, ku zor û nebindestîya xwe nîşan bike.

 

Baranê li çolan dikir xulîn e,

Berfên çiya û banîyan xitimîne,

Talaşa xanê Çengzêrîn nîne.

Ewî ajote ser karvanê Îranê,

Rê û dirban wî dibirîn,

Mêrê kotî digirtin û dikuştin,

Mêrên xort digirtin û dianîn.

 

Ew paleyên ku xan berdabûn, çûn şeherê Bexdayê û li wêderê kirin bazar-kurdî.

 

Roja bazar-kurdî ha bû:

Koçer û gundî hatibûn şeher,

Pez difirotin, nan dikirîn,

Hasileta şîrî difirotin,

Ji kulfetên xwe ra sol û libas dikirîn,

Ji risqê xwe razî bûn.

 

Gundî ji hev ra dibêjin: “Hela vê ecêbê binihêrin, cêbên palên xan tijî pere ne, ew belayî nav bazarê bûne û qîmet rakirine”.

Gundî çûn şikyatê xwe li Xelîf bikin:

 

“Ev çi dem e, çi dezge ye,

Qîmetê eşîyan rabûye,

şeher tijî pale bûye,

Wana bihayê eşîyan rakirîye,

Gerek tu wan ji şeher derxî,

Ev e lava, dew û doza me”.

 

Xelîf birayê şah bû, ew li menîyan digerîya ku rastî xanê Çengzêrîn bê. Lê seba qedirê şah ewî ber palên xan dest nedayê, ewî hişt ku hêsa û aza bikevine nav şeher û di nav şeher da hemû tiştî ji xwe ra bikirin. Pênc salan ew venegerîyabûne malê, kela Dimdim çêkiribûn û li şeherê Xelîf ji xwe ra cûre-cûre hûrmûr kirîbûn, ku herin malê. Di şeherê Xelîf da qet tu caran nedihiştin bazirganîyê bi peran bikin. Gundî hatin cem Xelîf şikyat, gotin: “Em dixwezin, ku tu van paleyan ji şeher derxî”. Xelîf merîyên xwe şand ku bizanibe çi hal û hewal e. Merî ji palên hatî pirs kirin: “Çi teva ye? Eva tişta bihayê wî manatek e, lê hûn pêş wê va didin bi deh manatan. We çima qîmetê eşîyan ha rakirîye jor, hûn ji ku ne?”.

Merîyên hatî gotin: “Em paleyên xanê Çengzêrîn in; me jê ra helal qulix kirîye, ewî gelek pere dane me û paşê em berdan”.

Du serwêrên paleyan anîn cem Xelîf. Xelîf ji wan pirsî: “Eva zêra, eva pera we ji ku anîye?”. Palan cab da: “Em pênc sed paleyên xanê Çengzêrîn in. Me bona wî kela çêdikir”. Xelîf got: “Eva derew e. Kela, xênji kela min tune. Sed paleyan di nava sê mehan da kelaya min çê kirin. Hûn çi dibêjin, ku we pênc sed paleyan kelayek çêkirîye”. Herdu paleyan cab da: “Me kelaya mîna kela te çênekirîye, me rojê dîwar sê rêz çê dikir, ji hesin û risas çê dikir”.

Xelîf serwêrê paleyan berda û got: “Herin bêjine hemû paleyên hatî, bira şeher bihêlin herin”.

 

Xelîf got:

 

“Kuro, zû bikin, bilezînin,

Axûnda ji min ra bînin,

Nemayê ji şah ra binivîsin,

Bêjin: xanê kurdan rabû,

Kelaya Dimdim çê kir,

Riya karvana birî,

Ji hemûyan bac distand,

Kesek nediheband,

Çawa şahê eceman haj pê nebû”.

 

Name hildan, birin dane şah. Şah name vekir, lê nihêrî. Ewî ji giregirên xwe ra got: “Xelîf ha û ha nivîsîye. Eva rast e, yan na?”.

Giregirên wî cab dan: “Dibe ew rast e”.

şah got: “Ew gilîyên derew in; xanê min ji min ra helal e, nabe ku ew ji min ra xayîntîyê bike. Eva elametîya nehelalî ye, xan nabe xayînê min”.

Giregiran got: “Ku bizanin eva derew e, yan rast e, lazim e nameyê ji xan ra binivîsin”.

şahê qeceran got:

 

“Kuro, zû bikin, bilezînin,

Du axûndan ji min ra bînin,

Xanê kurdan ra nameyê binitirînin”.

 

Wana zû kir, zû revîne,

Axûnd ji şah ra anîne;

Axûnda hubir li kaxezê reşandibû,

Fermana şah ser kaxezê nivîsîbû;

“Lo lo xano, xanê kurdan,

Min bihîstîye tu rabûyî ber da,

Te riya karvanan birîye,

Ji hemûyan bac sitandîye,

Kesek minet nekirîye;

Ez şahê te, haj pê ne bûm,

Ku te bêaqilî kirîye,

Min bihîstîye; te navê şah

Ser xwe danîye.

Lo lo xano tu kurmanc î,

Qebûl bike tu vî tacî,

Qebûl nakî, te bikujim”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev