Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle -3

Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle -3

Me di 108 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa sisîyan a bi sernavê ”Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle” raberî we dikin. Me du beşên pêşin yên vê berhemê heftêyên buhurî raberî we kiribû. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 109 

Meha îlonê sala 1880î terefdarên Ubeydulle ketine Îranê. Desteya Ebdul Qadir û Hemze axa destxweda bi ser ket. Binecîya, xwesma eşîretên bîlbas û mukrî bi xurtî piştgirîya şervana kirin, ji ber wê jî serketin ewqas zû bi dest ket. Desteya kurda ya hezar merivî, ku kete Erdelena Farizistanê, di nava demeke kurt da jimara wê gihîşte hetanî hevt hezara. Ewê sûr û sengerên îranîya yên sisto-pisto kef-kûn kirin û navbenda kurdên mukrî – Soucbûlak zevt kirin. Şervana navça Mîandoabê, Meregîyê hildan, erdekî mezin xistine bin kontrola xwe û derketine ber dervezên Tewrêzê.

Bin destê paytextê Azirbêcana Başûr da ewqas hêz tunebû, ku ber xwe bide. Bajêr da bû xiringêle. Ji navçeyên cînar gelek mihacir berevî vira bûbûn. Nan têrê ne dikir. Xelayî pêşda hat. Pêşdaçûyîna kurda wê mecbûr bikira, ku Tewrêz teslîm be. Lê kurdên, ku xirab hatibûne telîmkirinê, dewsa êrîşî li ser Tewrêzê bikin, destpê kirin gundên der-dorê talan kirin. Pareke kurda bi malê dizî va vegerîya mal. Lê dîsa jî hal sert bû.

Qewmandinên li Ûrmîyê ji bo kurda baş pêşda ne diçûn. Ewana li ber dergê bajêr hasê bûbûn û nikaribûn di berxwedana tevî eskerên vira da ser bikevin. Ubeydulle bi xwe ji Hekarîyê bi eskerên xwe va hate hewara kurdên ku êrîşî li ser Ûrmîyê dikirin. Bilî eskerên kurda, sê hezar nêstorîyan jî bi wî ra hebûn(53).

Hema li wan dema, meha îlonê sala 1880î bi fermana mîssîya Brîtanîyayê li Tehranê konsûlê Îngilîs yê sereke li Tewrêzê Abbot berê xwe da Ûrmîyê. Menîya bona çûyîna wî li navça şer lê diqewimî, ew bû, ku qaşo bi wê têrîtorîyayê ra bibe nas, ji ber ku ew konsûlê wan dera bû. Lê bi gotina serwêrê konsûlxana Rûsîyayê ya sereke li Tewrêzê Şûljêvskî bi rastî ew seredan bona wê bû, ku “qewmandinên li Soûcbûlakê û Ûrmîyê bide ber hev”. Şûljêvskî dida kivşê, ku “tevgera kurda bi tevgelîya înglîsa pêk hatîye”(54).

Seredana Abbot li Ûrmîyê me tîne ser wê bawerîyê, ku nûnerên Îngilîs bi hûrgilî dîna xwe didine kar û barê Ubeydulle. Eger di wê yekê da şikberî hebûn jî, ew pey hayadarbûna karkirina konsûlê Brîtanîyayê yê sereke ra betavedibin (mina dibin, unda dibin). Ji wî ra li hev hat arxayîn ji hêwirgeha (kampa) kurda derbaz bibe û here Ûrmîyê. Abbot şêwr û temî didane serekê garnîzona Îranê Îqbal od-Dowûl, ku daxaza şêx Ubeydulle pêk bîne û Ûrmîyê teslîm bike(55).

Ev “şêwr û temî” hatine înkarkirinê. Îqbal od-Dowûl elam kir, ku ewê berxwedanê berdewam bike. Wî çaxî Abbot zor li wî kir, ku pêra-pêra (destxweda, bi lez, hema niha) teslîm be. Emelên dîplomatê Îngilîs nerazîbûna binecîyên bajêr pêşda anî. “Di rûyê wê yekê da, ku binecî bi dijminayî berbirî wî dibin û bi hîvîkirina dîwana Îranê,- Şûljêvskî elamî baylozê Tehranê Zînovyêv dikir,- Abbot Ûrmîya terk kir”(56), ango, bi gilîkî mayîn gotî, mecbûr ma ji bajêr derkeve .

Bona Abbot vegere Tewrêzê, Ubeydulle êrdeka (êskort) çekdar kire bin xizmeta wî û pêşnîyar kir bi riya Soûcbûlakê ra here, ku bin destê kurda da ne. Vira konsûlê Îngilîs, ku bi cilên kurdî va digerîya, rastî kurê şêx Ebdul Qadir û usa jî Hemze axa, Feyzûlle beg û serekên kurda yên mayîn hat, yên ku wî nan-av kirin, nanê riya wî jî pêra danîn û transport jî kirine bin wî. Piştmêrên, ku Ebdul Qadir bi taybetî amade kiribûn, înglîsê derecebilind verê kirin hetanî ber devê kampa eskerên Îranê yên li Mîandoabê(57).

Cêribandinên konsûlê Rûsîyayê yê sereke li Tewrêzê, ku bi qiseya tevî Abbot ji xwe ra zelal bike, ka armanc û hûrgilîyên seredena Abbot li Kurdistana Îranê, ew jî dema tevrabûnan, çi bûn, bergê tiştekî ne girtin û ew serederî li tiştekî ne kir. Abbot “derheqa seredana xwe da, xwesma derheqa rasthatina xwe ya tevî Ubeydulle û têkoşîna kurda da kêm xeberda”, û ew seredan usa şirove dikir, ku bona wê bû, ku “di cî da bi deng û hisên derheqa tevgera kurda da bibe nas, ku ewî zûda texmîn kiribû (! – N. X.)”. Dîplomatê Îngilîs tenê derheqa alîyê der yê seredana xwe da şirove kir “û tu gilîk ne got derheqa xeberdana xwe ya bi şêx û merivên mayîn ra û çi ku bi tevgera kurda ra girêdayî bû, behs ne kir”(58),- V. K. Şûljêvskî elamî Î. A. Zînovyêv kir.

Qewmandinên li Kurdistanê Tehran kire nava halekî tevlihevbûyî. Teslîmbûna Tewrêzê wê bûbûya sebeb, ku hukumê hukumeta şah vira wê li mentîqa welêt ya bi aborî pêşketî – Azirbêcana Başûr da bê hilanînê û wê bajarê duda pey paytextê dewletê ra ji dest wan here. Dîwana şah, ku haya wê kêm ji jimar û daxazên dijminê wî hebû, ditirsîya, ku ewê êrîşî ser Tehranê jî bike û eger Tewrêz ji dest here, riya berbi Tehranê vedibe.

Şah û wezîrên wî dîtin, ku hêza eskerên wan têrê nake, ku bikaribin rabine dijî dakutana kurda, bona alîkarîyê berbirî Rûsîyayê bûn. 30ê îlonê sala 1880î baylozê li Tehranê Zînovyêv têlêgramek ji Pêtêrbûrgê ra şand, li ku digot, ku şah hîvî ji hukumeta Rûsîya padşatîyê kirîye eskerên xwe bikişînine ber sînorê Azirbêcana Başûr, û usa jî bi lez zor li Împêratorîya Osmanîyê bikin û mecbûr bikin, ku serhildana kurda bihincirîne, tevgelên wê ji wan dera raqetîne û dewsa wê zirarê bide, ku gihîştîye Îranê(59). Di nava elametîyên mayîn da bayloz bi xusûsî dida kivşê, ku “di destê hukumeta farisa da ewqas mecal tune, ku di nava demeke kurt da serhildanê betal bike”(60).

Zînovyêv çend cara derheqa van daxazên Îranê da bi bîr dianîn û dida kivşê, ku Îngilîs piştgirîya serhildana kurda dike(61). Li Tehranê, herwiha li Sitembolê jî, wî dida kivşê, “berk ser wê bawerîyê ne, ku serhildana kurda karê destê îngilîsa ne”(62) û casûsên brîtanî îdêya yekkirina axa wilayetên kurda yên Tirkîyê û Îranê “kirine” serê Ubeydulle(63). Wek em dibînin, dîplomatên Rûsîya padşatîyê hewaskarîya Îngilîs di nav qewmandinên li Kurdistanê rast qîmet kirin, lê sebebên wê yên bingehîn tênegihîştin, ku ji bo çi eşîretên kurda tevrabûnên çekdarî kirin û ew yek rola sereke û giringtirîn dilîst.

Têlêgramên bi hewarze yên ji paytextê Îranê Rûsîyayê kirine nava halekî dijwar. Piranîya eskerên mentîqa Kavkazê wê demê bi êrîşkarîya li ser Turkmênîyayê va mijûl bûn.

Hukumeta Rûsîya padşatîyê, ku êrîşî li ser Asîya Navîn dikir, ku dibûne sebebê wê yekê, ku dijminatîya Îngilîs hindava Împêratorîya Rûsîyayê da hîn zêde dikir, ji ber ku ewê li Turkmênîyayê karê xwe yê sîyasî dimeşand, ne dixwest bi çekdarî tevî qewmandinên li ser sînorê Împêratorîya Osmanîyê û Îranê bibe û ser wê bawerîyê bû, ku pirsa kurda da gavên dîplomatîyê jî bes in. Lê di hêleke mayîn da jî hukumeta padşatîyê nikaribû bi dilsarî li qewmandinên Îranê binihêrîya, ku çawa eskerên Tirkîya dijminê wê, ku teze ji nav şerê bi Rûsîyayê ra derketibûn, perçekî dewlemend yê Îrana “dost” zevt dikin.

18-ê oktobirê sala 1880î Alêksandrê II îmza xwe danî bin bersîva têlêgrama Wezîreta karên der ya ji bo Zînovyêv. Di wê da dihate gotinê, ku Împêratorîya Rûsîyayê amade ye bê hewara şahê Îranê. Ferman dane serleşkerê Kavkazê, ku eskerên xwe li dora sînorê Azirbêcana Başûr bicivîne bona dema lazim be alîkarîya dîwana farisa bikin.

Bayloz pê dabûne hesandinê, ku esker têrê nakin. Emelên wana wê tenê ji bo formê bin, lê wê diha rind be, ku bi her awayî hewil bidin eskerên rûsa nekevine Kurdistanê, ji ber ku “menîyên wê yên sîyasî hene”(64).

Bi vê yekê ra tevayî hukumeta Rûsîya padşatîyê ber baylozê xwe yê li Sitembolê pêşnîyar dikir usa bike, ku serokatîya sultanîyê bi aktîvî tevî wan qewmandina bibe. Hukumeta Tirkîyê qet jî ne dixwest derkeve dijî Ubeydulle. Baylozê Rûsîyayê li Tirkîyê Novîkov pey sitendina wê têlêgramê ra Pêtêrbûrg pê da hesandinê, ku qedirê şêx di nav serokatîya Tirkîyê da gelek e. Novîkov di serda zêde kir, ku gava Ubeydulle sala 1879a dixwest dijî hukumetê serhildanê bike, wî çaxî Ebdul Hemîd mecbûr bû hedaya û medalya jê ra bişîne, ji ber ku ji quweta wî der bû dijî şêx şer bike(65).

Hukumeta Tirkîyê bin zordarîya Rûsîyayê qayîl bû dîsa eskeran bişîne Kurdistanê, ji ber ku behs gihîştibûne guhê wê, ku Ubeydulle temê xwe xirab kirîye û pêwendîyên xwe “bi dewletên Awropayê ra”, ango Îngilîs ra danîye. Ubeydulle bi xwe meremên xwe eşkere kirin. Di nava nameyên xwe yên ji welîyê Ûrmîya dorgirtî û mîssîyonêrên Amêrîkayê yên li wira ra şandî da ew xwe mukur dihat, ku nêt danîye pêşîya xwe “pêncsed hezar malên kurdên Farizistanê û Tirkîyê” bighîne hev û armanceke serhildana wî ew e, ku bala “dewletên Awropayê” bikişîne li ser Kurdistana perçebûyî, ku belkî seba yekbûnê alîkarîyê bistîne(66).

Ubeydulle “îdî zû va elam kiribû”,- Zînovyêv dida kivşê,- ku serekên kurda “nikarin ew nuxsankirin û bindestîyê temûl bikin, ku hevalbendên wan li Tirkîyê û Îranê nav da nin, û dixwezin bighîjine serketina armanca xwe – yekîtîya Kurdistanê, ku bi kêmanî mafê otonomîyê bistînin”(67).

Bangawazîyên Ubeydulle yên vî awayî ew xeyalên dewleta sultanîyê “didane bêrîyê”, ku dikare biqewime ji wan ra li hev bê tevgera kurda bona armancên xwe bi kar bînin û ew yek tesîra xwe li ser sîyaseta wan ya li Kurdistanê dihîşt. Ji alîkarîya surî, ku wana dida şêx, ew derbazî dijminaya hindava wî da bûn.

Desteyên tirka berevî dora şervana dikirin. Meha çirîya paşin sala 1880î tirka 12 alayên eskerên peya û topçîya şandine wilayeta Wanê(68). Ew yek ne dihîşt, ku eşîretên kurda yên mayîn yên Împêratorîya Osmanîyê xwe bighînine tevgelên serhildanê.

Bona hukumî li ser Ubeydulle bıkın, bi fermana Sitembolê ji Wanê karmendên tirka Hesen axa, Dilewar-oxli û qaymeqamê Çetaxê (bi kurdî Şax.– N. W.) Reşîd beg şandine bal wî, yên ku ew qane dikirin eskerên xwe bikişîne û derbazî ser axa Împêratorîya Osmanîyê bibe.

Hema wan dema eskerên Îranê bi lezobez berê xwe dane Azirbêcana Başûr û Soûcbûlakê. Ji xantîya Makûyê desteyên kurdên celalî bi serokatîya serleşkerê navdar Teymûr xan, ku hukumdarê Makûyê bû û di nava derebegên Îrana Bakûr da xwedîyê navekî bilind bû û dijî Ubeydulle bû, hatine Ûrmîyê. Ber Ûrmîyê xanê Makûyê kurdên Ubeydulle mecbûr kir teslîm bin, û ew ji bajêr dane raqetandinê.

Ev binketin şêx Ubeydulle ji qudûm êxist. Eskerên Tirkîyê û Îranê dora wî girtin, ewî nikaribû ji navçeyên kurda yên Împêratorîya Osmanîyê alîkarî bistîne, ji ber wê jî mecbûr ma teslîm be û ji sînor vegere ser axa Tirkîyê. Ebdul Qadir û Hemze axa jî fermana wî qedandin û bêy şer ji Soûcbûlakê derketin, ji ber ku eskerên Îranê ew îdî zevt kiribûn(69).

Ubeydulle pêşîyê ji Ûrmîyê vegerîya Mêrgewarê, lê paşê bin zordarîya ordîya Îranê û desteyên Teymûr xan berê xwe da dîwana xwe ya li Împêratorîya Osmanîyê – Newçê(70).

Di dawîya meha çileya pêşin sala 1880î serhildana kurda hema bêje bi temamî têk çû. Pareke serekeşîra, ku berê li Îranê diman, bi Ubeydulle ra tevayî revîne Tirkîyê û bi gotina konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. P. Kamsarakan, li wir tivdîra xwe didîtin serhildaneke nû bikin(71).

Halê li Kurdistanê wek berê gelekî sert bû. Kurdên Îranê, ku dema serhildanê gelek şehîd dabûn, yên mayîn jî pey çûyîna serekeşîrên xwe ra bê xwedî û bê sitar mabûn, ji alîyê dîwana Farizistanê da dihatine zêrandinê.

Wek ku serwêrê konsûlxana Rûsîyayê ya sereke li Azirbêcanê elamî baylozê li Tehranê dikir, dema hincirandina serhildanê kurdên am û tam (sivîl) yên Îrana Roava bi hovîtî qir dikirin, “çend hezar kurdên bê sûc, çi mezin, çi biçûk bi bêrehmî zêrandin û weke dused gundên kurda şewitandin”(72).

Ji gelek navçeyên Kurdistana Îranê deng û behs dihatin, ku eskerên hatî li wira xweserîtîya û beyantîyên mezin dikin. 14ê çileya paşin sala 1880î V. K. Şûljêvskî ji Î. A. Zînovyêv ra nivîsîye, ku di mentîqa Ûrmîyê “Teymûr paşa xan ecêbên ji şêx xirabtir dike”, ku hemû kurdên Soûcbûlakê û Lehîcanê mecbûr dibin ji cî û warên xwe birevine çiya(73).

Xwesma navça Soûcbûlakê gelekî hate kaf-kûnkirinê, li wir gelek kurd hatine qirê(74). Ji wana jî piranî kurdên feqîr û belengaz bûn.

Dewleta Îranê milet çavtirsandî kir û biryar kir ji binecîyên Kurdistana talankirî û wêrankirî baca bistîne. Berevkirên baca şandine wira, ku piranîya wan bi rêberîya eskera kar dikirin. Zordestîyên eskerên Îranê li Kurdistanê her diçûn xirabtir dibûn. Dîwana Rûsîya padşatîyê mecbûr ma têkilî wî karî bibe. Ew ne tenê bona wê bû, ku kurda ji destdirêjaya û serserîtîya biparêzin, lê herwiha tirs ketibû dilê rûsa, ku emelên usa dikarin bibine sebebê serhildanên nû. Baylozê li Tehranê Î. A. Zînovyêv elamî konsûlê sereke li Tewrêzê V. K. Şûljêvskî kir, ku ji bo kara Rûsîyayê û wetendaşên wê, ku li Îrana Bakûr da nin, pêşîya serhildanên kurda yên nû bigrin. Ji ber wê jî, Î. A. Zînovyêv serda zêde kir, “gelekî pêwîst e, ku hukumeta Îranê hêrsa kurda raneke”, û wana def nede berbi tevrabûnên dijî hukumetê(75).

Baylozê Rûsîyayê li Sitembolê Novîkov bi hewerze elamî Pêtêrbûrgê kir, ku hukumeta Îranê “ne tenê tu mecal pêk ne anîn bona pakkirina rewşa binecîyên kurd, ku ji van qewmandinên dawî ji hal ketine, lê herwiha nêt danîye ber xwe bi baca va wana hîn zêde talan bike”(76).

Bi vî awayî, hemû sebebên bona destpêkirina serhildanên kurdên Îranê yên nû dijî zordestan ne hatine hilanînê.

Bi wê ra tevayî, Ubeydulle û serekên kurda yên mayîn, ku ser demekê bin ketibûn, ji armancên xwe paşda venedikişîyan. Wana haziraya serhildanên nû didîtin.

  1. “Correspondence respecting the Turkish (Kurdish) invasion of Persia”,- “Blue Book, Turkey”, 1881, hejmar 5, p. 13. Malûmatîya konsûlê Îngilîs yê sereke li Bexdayê ji bo baylozê Konstantînopolê Goşên.
  2. ASDR, fond 40, dokûmênt 1202, belge 16. Malûmatîya V. K. Şûljêvskî ya 24ê îlonê sala 1880î.
  3. Dîsa li wir, belge 57. Malûmatîya V. K. Şûljêvskî ji bo baylozê li Tehranê Î. A. Zînovyêv ya 19ê çirîya pêşin, sala 1880î.
  4. Dîsa li wir, belge 58-59. Malûmatîya V. K. Şûljêvskî ya 22-ê çirîya pêşin sala 1880î.
  5. Dîsa li wir, belge 82. Malûmatîya V. K. Şûljêvskî ya 5ê çirîya paşin sala 1880î.
  6. Dîsa li wir, belge 125-126. Malûmatîya V. K. Şûljêvskî ya 27-ê çirîya paşin sala 1880î.
  7. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1880. Dokûmênt 29, belge 5.
  8. ASDR, fond 40, belge 75-76. Nameya Î. A. Zînovyêv ji bo V. K. Şûljêvskî ya 7ê çirîya paşin sala 1880î.
  9. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, sal 1880, dokûmênt 29, belge 13, 17-18 û yên mayîn.
  10. Dîsa li wir, belge 9. Têlêgrama Î. A. Zînovyêv ya 11/23 oktobir sala 1880î.
  11. Dîsa li wir, belge 25-26. Têlêgrama Î. A. Zînovyêv ya 20ê çirîya pêşin/1ê çileya pêşin sala 1880î.
  12. Dîsa li wir, belge 12.
  13. Dîsa li wir, belge 15-16. Têlêgrama Yê. P. Novîkov ji bo Wezîreta karên der va ya 21ê çirîya pêşin/2ê çiriya paşin sala 1880.
  14. Dîsa li wir, belge 55. Têlêgrama baylozê Rûsîyayê li Tehranê Î. A. Zînovyêv ji bo Wezîreta karên der va ya 8/20ê çirîya paşin sala 1880î.
  15. ASDR, fond 40, dokûmênt 1202, belge 74-75. Nameya serwêrê konsûlxana sereke li Tewrêzê V. K. Şûljêvskî ya 7ê çirîya paşin sala 1880î.
  16. K. P. Kamsarakan. Dakutana şêx Ubeyd-Ulla li Farizistanê sala 1880î,- “Berevoka nivîsarên erdnîgarî, topografî û statîstîkî yên derheqa Asîyayê da”, weşana XI, rûpel 45.
  17. ASDR, fond 40, dokûmênt 1202, belge 82. Têlêgrama V. K. Şûljêvskî ji bo Î. A. Zînovyêv ya 5ê çirîya paşin sala 1880î.
  18. Dîsa li wir, belge 84 û 90. Têlêgrama V. K. Şûljêvskî ji bo Î. A. Zînovyêv ya 14ê çirîya paşin û 3ê çileya pêşin sala 1880î.
  19. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, sal 1880, dokûmênt 29, belge 103. Malûmatîya K. P. Kamsarakan ji bo baylozê li Sitembolê Yê. P. Novîkov ya 13ê çileya paşin sala 1881ê.
  20. ASDR, fond 40, dokûmênt 1202, belge 137. Têlêgrama 5ê çileya pêşin sala 1880î.
  21. Dîsa li wir, belge 84. Binhêre derheqa wê yekê da belgeyên 103-105. Têlêgrama V. K. Şûljêvskî ji bo Î. A. Zînovyêv ya 14ê çirîya paşin sala 1880î.
  22. Dîsa li wir, belge 113-114. Malûmatîya V. K. Şûljêvskî ji bo Î. A. Zînovyêv ya 20ê çirîya paşin sala 1880î.
  23. Dîsa li wir, belge 170. Têlêgrama Î. A. Zînovyêv ji bo V. K. Şûljêvskî ya 7ê nîsanê sala 1881ê.
  24. ASDR Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke, 1-9, sal 1880, dokûmênt 29, belge 150. Têlêgrama Yê. P. Novîkov ya 28ê tîrmehê sala 1881ê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev