Amed, Dîlok, Qonya, Stembol

Amed, Dîlok, Qonya, Stembol

DANEBERHEVEK

Xwendevanê malpera me Qasimê Xelîl ev çarxetên delal ji bo malpera me şandîye û ev rêzên xweşik ji me ra nivîsîye:

Me çar-pênc hevalan bi helbestî da ber hev û me li çarînên hev di heman pîvan û kafiyê de li ser heman mijarê zêde kir.

 

JI FETLÊ MAR E BISK

Bej û avî têne seyr robar e bisk

Payebilind û perwa serdar e bisk

Bestî hinav û cergê dildar e bisk

Çi ne rimbazê Teter salar e bisk

(Tahir Dînarî)

 

 

Pir bi cewr e yan Dehaq yan Cengiz e

Leşkerê Romê ye an ew dildiz e

Karê wê mijtina xwîna qirmiz e

Çengalake dildirr e xwînxwar e bisk

 (Qasimê Xelîlî)

 

Dil talib e l’baxê Irem be mêvan

Ji dest saqî bade noş ke ji lêvan

Dûv re gez ke ji dara sing du sêvan

Lê nahêle l’kohê jor xeddar e bisk

(Memê Miksî)

 

Zecr û hicran me jê dîtin bêjimar

Ne dil û ne insaf hebû wê ti car

Lê em şa ne, bi mirina b’tîra yar

Çarmix û hem kemend û sêdar e bisk

(Arif Selçuk)

 

Ev demek burî li emrê min tenê

Gestime ez wê jana lêv û çenê

Nêçîr kirim aska deşta Xetenê

Feraşîn û zozanê Gebar e bisk

(Tahir Dînarî)

 

Bade da dil kafirê çil rojekî

Bûm murîd û mestê gulberojekî

Kirme cezbê w mam fena dilsojekî

Dil dilerzînê ji kehrebar e bisk

(Qasimê Xelîlî)

 

Pêşkêş dikim tev kulîlkên erxewan

Nazmihan e ew cînarê ebruwan

Sipî kir wê ev cînîkê pir cuwan

Dilqeswet e ji rehmê bêpar e bisk

(Memê Miksî )

 

Biskê miskî l’ser dilî bûn wek bela

Ser girêdan dil li wan bû mubtela

Ka werin sêra feqîro hûn hela

Îro dil pêtal e û têr ar e bisk

(Qasimê Xelîlî)

 

Li ser seran zêrîn taca key Qubat

Bivênevê kes ji ber nabe felat

Serkêşa derdê min, ez ji ber ribat

Ez neşîm qevzek herim hevsar e bisk

(Tahir Dînarî)

 

Pakrewan e, yê ku tîra biskan kuşt

Xweş in ku ji zilfan werin tîr û xişt

Me hinavek heye ji cefayê mişt

Arif ji dest hêjar û bêzar e bisk

(Arif Selçuk)

 

Ser li min hejandin gulyên dilruba

Xistne kendîlê dilêm biskê liba

Dil xilas nabê ji zulm îro siba

Her sibih halêm ev e w xwînsar e bisk

(Qasimê Xelîlî)

 

Ketim cengê tîr dibûrin ji newqe

Hebû yek can rêya wê de kir tewqe

Ji qurbana Nebî Xelîl çi ferq e?

Tênabîne korekê bê’ar e bisk

(Memê Miksî )

 

Min gedayî digrê qozya duçilaq

Wek Sedamê kuştin dikir li Iraq

Ji dêla ez, ew min davê bi telaq

Jêr û nimz e xwehr ji fetlê mar e bisk

(Tahir Dînarî)

 

Jêdûrketin ezab e pir kelijîm

Şeva tarî ta sibihê ponijîm

Nema êdî ez dikarim wer bijîm

Piştê îro min tenê tek çare bisk

(Soran Amed)

 

Mizgîn le we hat îmanê xemrevîn

Di dest min de belav bû ew rengşevîn

Sekran kir ser bi va bêhnê ’emberîn

J’îro pê de l’ser dil hukumdar e bisk

(Memê Miksî)

 

Di wêneyê da bi rêzê ev kes beşdarî helbestê bûne: Tahir Dînarî, Soran Amed, Arif Selçuk, Memê Miksî, Qasimê Xelîlî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev