Çend daxwez, şîret, şêwr û temî ji nivîskarê malpera me

Çend daxwez, şîret, şêwr û temî ji nivîskarê malpera me

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

SIMBÊLBIMAST
Hin caran dema Kurd bi hevûdu re nîqaş dikin, çi erênî û çi neyênî, gelek meselokên folklorî ji hevûdu re dibêjin û bi wan gotinan heqdariya xwe yan jî niheqiya yê li hemberê xwe dibêjin. Dema hevûdu bêminet jî dikin, bi piranî vê meseloka li jêrê yan jî yên wisa ji hevûdu re dibêjin:

“Dibêjin carekê zilamek hebûye, pir ji mast hezdikir û çiqasî mast bixwarina, jê têr nedibû.

Lê pirî ku simbêlê zilamî mezin û gurr bûne, çaxê mast dixwar, simbêlê xwe hemû tê de dihişt. Jina zilamê simbêlqirase jî bi wê yeka mêrê xwe pir zêvir dibû û pê re dixeyidî, mast ji berê vedişart û nedihişt ku bixwo.

Rojeke ku jinik ne li malê bûye, zilam di nava malê de li satila mêst geriyaye û dîtiye, ketiye serê û bi çengan xwariye û xwariye…

Ha ku zilam dîtiye wa ye jina wî hat malê, îcar mast li simbêlê xwe hesikandiye û çûye li ber jinikê sekiniye, gotiye: Ev e mast û sed û bîs carê mast…”

Hin mafên rewa yên Neteweyê Kurd hene, divê meriv ji bo wan bêdeng nemîne û eşkere bibêje. Lewra heta Kurd negîje mafê xwe, aramî li Rojhilata Navîn çênabe.

Xwedayê mezin ya bi xêr bike…

 

ÇANDA KURDÎ HATIYE NIXUMANDIN. DIVÊ BÊTE JIYANDIN

Zimanê Kurdî di nava dewlemendtirîn zimanan de cihê xwe li dinyayê vegirtiye. Her çar zaravayên kurdî, her yek mîna zimanekî dewlemend e. Lê karesata dusedsale ku hatiye serê Zimanê Kurdî, herweha bêrûmetkirin û bênirxhêlana wî, wisa kiriye ku bi hezaran peyvên kurdî hatine nixumandin.

Zaravayê herî dewlemend kurmancî ye. Ji ber ku zimanê Împeretoriya MADê kurmancî bûye û alfabeya wan ji 44 tîpan pêkhatiye.

Lê mixabin îro gelek peyvên kurdiya kurmancî hene ku dema Kurdên kurmanc wan peyvan dibînin, li ferhengan digerin ka ew peyv ji kîjan zimanî ye, hîç bawer nakin ku ji zimanê wan e. Ha wisa Kurd bûne biyaniyê zimanê xwe.

Bi dewlemendiya Zimanê Kurdî re, Toreya Kurdî jî herwisa dewlemend e. Îcar niha wisa li Kurdan çêbûye ku êdî xalên toreya xwe nanasin, ji vê jî zêdetir hin Kurd fedî dikin ku li gor hin xalên toreya xwe bilipikin.

Ev haweyên hatin gotin, tenê bi lêkolînan derdikevin holê û piştî daketina wan di jiyanê de, hingê wê forma xwe ya kurdewariyê werbigirin.

Yanena, ev heşifandina Navnetewî digel ya nijadperestiya tirkîtî, erebtî û faristiyê, wê rûxandinên mezitirîn di Çand, Tore û Zimanê Kurdî de bikin.

Bi hêviya serkeftina Zimanê Kurdî…

 

HUNERA JINA KURD
Bêguman Hunera Jina Kurd, di pêvajoya mêjû de gehaye asta herî bala. Bêwekû ew huner hertim jiyana kurdewariyê zindî hiştiye û daye domandin.
Çiqas zilamên Kurd ên bi huner ku hatine dîtin jî, li ber destên wan jinan perwerde bûne. Ji Şoreşên Kurdî bigir heta xwedîkirina Medreseyên Kurdî, bargiraniya herî zêde li ser milên Jina Kurd bûye.
Biraderekî me bi navê Bager Bablisok, xwestiye ku tenê navê hunermendeke jin a Kurd jê re bête gotin. Lê ev gotina wî şaş e, ji ber ku hemû jinên Kurd hunermend in, her yekê di pîşeya xwe de hunereke wisan daye xuyakirin ku li devereke dî ya dinyayê û li nava neteweyekî din kêm hatine dîtin.
Lê mixabin di Sedsala Bîstî de, Kemalîzmê û di dawiya eynî sedsalê de jî Fetoîzmê (çewa ku Nazli Ilicak di bernameyekê jî gotiye) jinên Kurdan ji hunera wan a rasterê averê kirine û wan bi rengek dî xemilandine.. Helbet ev jî nexweşîneke katî ye û wê zû derbas bibe.

Bi hêviya ku Jina Kurd zûtirîn dem vegere ser hunera xwe ya nijadî… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev