Tevgera Ehlaqî di Felsefeya Kant de

Tevgera Ehlaqî di Felsefeya Kant de

Ali Gurdilî 

Kant pirsa ‘tevgera ehlaqî çi ye û divê çi be?’ dike û li gor baweriya wî tevgereke ehlaqî, divê ne ji ber hest yan jî nêzîkayîtêdanekê pêk hatibe. Divê ji ber ‘hesta erkê’ pêk hatibe û heke wisa be, ew tevgereke ehlaqî ye.

Lewre hêmanên ehlaqê, ne di nav jiyanê de hatine hilberandin. Ew ji aliyê aqil ve hatine hilberandin û destnîşankirin. Li gor bîr û baweriya I. Kant, armanca tevgerên me yên ehlaqî ne bextewarî ye. Lewre bextewarî, li gor mirovan diguhere û kirdewar (subjektîf, oznel) e.

Ji bo yekî, ‘erdem’ û ji bo yekî din jî ‘baş’ û ji bo yekî din jî ‘jiyana amizgerê xwezayê’ ye. Tiştek dibe ku ji aliyê hinekan ve ehlaqî were dîtin û ji aliyê hinekên din ve jî, dibe ku ehlaqî neyê dîtin.

Ji bo ku Kant bikaribe ehlaqê ji vê rewşa kirdewar rizgar bike, ji bo hemû mirovan li bingeheke naguhor geriya ye. Tiştê ku ji bo hemû mirovan eynî tişt e û naguhor e; erk e, xwestina başiyê ye, niyeta baş e. Li gor baweriya Kant ehlaqitiya tevgerekî ne di şeklê wê tevgerê de ye, belam di dema tevgerê de xwestina başiyê ye. Nîyeta baş e. Mesela yek sirf ji bo ku xelk bila jêre bibêjin ew miroveke baş e qenciyê bike, tevgera wî ne ehlaqî ye.

Ji malpera Felsefevan

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev