Weşana taybet – Başûrê Kurdistanê referandûmeke dîrokî kir û biryara serxwebûnê da

Weşana taybet – Başûrê Kurdistanê referandûmeke dîrokî kir û biryara serxwebûnê da

Referandûma serxwebûnê bi serkeftineke girîng û mezin bi dawî bû. Li dijî hemû gefên dijminan, miletê Kurd bi îradeke xurt, got belê ji bo serxwebûnê. Niha jî êdî dora qonaxa ragîhandina dewletê ye.

 

Hefteyek berê, 25ê îlona 2017an li seranserî Herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, proseyeke dîrokî, piroseya dengdana referandûma serxwebûna Kurdistanê hat encamdan. Gelê Kurdistanê piştî zêdetirî sê mehan ji biryara referandûmê ya ku ji aliyê Encûmena Bilind a Referandûmê û bi serokatîya Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li pêş binkeyên dengdanê rêz bûn û dengên xwe dan serxwebûna Kurdistanê. Di rewşa gefan û dijîtîyê de %72.16 ji dengderan beşdarî di referandumê de kirin. Ji sedî 92.73 gelê Kurdistanê nenihêrî bi guvaş û tundiyeke bi kom de dengên “Belê” gotine serxwebûna Kurdistane. Ji sedî 7.27 dengên “Na” bikar anîn. Piştî birêveçûna referandûma serxwebûnê di 25ê Îlonê de û bertekên welatên herêmî û cîhanî li ser referandumê zêde bûn. Dewletên Amerîkayê û Yekîtîya Ewropayê di cîh de gotin, ku ewana encamên referandûmê “nasnakin”, û bi tenê Rûsyayê û Israîlê ragîhand ku, ew rêzê li hember daxwaza hewlên netewî yên kurdan digrin.

Helwest û nerazîbûna cîranên Herêma Kurdistane – Îraq, Îran û Tirkiyeyê jî eşkere bûn, hukumetên wan dewletan daxwaza betalkirina encamên referandûma Kurdan kirin. Tê fêmkirin ku li gorî hesabên serokan: Erdogan, Ayetullah Xamêneyî û serokwezîrê Îraqê Abadî eger ji alîyê hêzên wan sînorê Kurdistanê bêne dorpêçkirin, girtina balafirgehên xwe û kontrola sînorê, ev yek dê bibe. Lê gelê kurd li dijî hemû gefên dijminan got Na. Piştî 25ê Îlonê niha ku Başûr ji jêr desthilatdariya dagîrkar rizgar bû, giştpirsiya Başûrê Kurdistanê qonaxeke nû tendensa rizgariya neteweyî ya Kurd de anî pêş. Niha ji her demê bêtir Kurdistan amade ye rûbirûyî dijminên xwe bibe. Planên dagîrkerên Kurdistanê yên ku dixweztin Kurdan poşmam bikin, têk çûn.

25 îlonê rojeke girîng bû bo gelê Kurdistanê û bingeha dewletek demokratîk hatîye danîn. Vê rojê bala dewletên seranserê cîhanê li referendûma Başûrê Kurdistanê bû. Bi sedan nûnerên Mediya bîyanî, mêvan û çavdêrên ji dewletên cîhanê û herêmê cîh de proseya birêvebirina giştpirsîyê dişopandin. Piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê çavdêrên navnetewî li Desteya Bilind a Hilbijartin û Referandumê derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de ragihandin ku giştpirsiya Kurdistanê bi awayekî demokratîk û serkeftî derbas bû.

Radyoguhdarên delal, heftîya borî ji me re derfeteke baş cê bû, çavdêrekî navnetewî yê ku çavdêriya proseya dengdana giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê dikir, endamê rêvebiriya Yekîtîya kardarên kurd li Ewropayê, karzasekî çiwan ê jêhatî, kurdê êzdî ji bajarê Hambûrgê yê Almanîayê birêz Salih Cete mêvanê me bû. Birêz Salih yek ji 13 endamên şanda Yekîtîya kardarên kurdên Ewropayê ye ku li ser navê ofîsa Têkiliyên derva ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku ji bo çavdêriya birêveçûna pêvajoya dengdanê ya giştpirsiyê li Başûrê Kurdistanê hatibû pêşwezîkirin. Ew weke çavdêr çûbû Herêma Kurdistanê. Piştî encamdana referendûme, kek Salih Cete ji Herêma Kurdistanê berê xwe da Ermenistanê û li wêdere di gel dost û hevalrêwîyê xwe, nivîskar û berpirsyarê malpera Ria taza Têmûrê Xelîl serdana zyareta êzdîyan kir, herweha rastî çend endamên civaka êzdîyên Ermenîstanê hatin û dû ra berê xwe dan bajarê Tbîlîsîya Gurcistanê. Li wir jî roj nîvekê man. Li bajarê Tbîlîsî herdu mêvanên bi qedir bi pêşwezikirina dilgerm ji aliyê parlamentarê Gurcistanê Îskoyê Dasinî rastî çend rewşenbîrên Gurcistanê yên berbcav: nivîskar û karmendê civakî Keremê Anqosî, Karzasê binavûdeng, sponsor û avakarê Mala êzdîya û Quba Sultan êzîd li Gurcistanê Sûlîkoyê Korkitî, wênekêş Andoyê Cildergûşî, rojnamavan Bêlla Stûrkî hatin. Dema rasthatinê birêz Salih Cete derbarê proseya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de axivî û herwiha diyar kir ku giştpirsiya Kurdistanê bi awayekî dêmokratîk û serkeftî derbas bû. Ez jî li ser navê malper û radyoya Riataza Serkeftina referandûma serxwebûnê bi dil û can pîroz dikim!

Fermo, guhdarîya gotinên mêvanan bikin!

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev