Ji bo bîranîna Celal Telabanî

Ji bo bîranîna Celal Telabanî

Serxweşîya nûnerê kurdên Qazaxistanê

Kinyazê Îbrahîm, akadêmîk

Rêxistina kurdên Komara Qazaxistanê ya bi navê «Berbang» bi dilkovanî serxweşîyê dide seranser gelê kurd ji bo wefatbûna sîyasetmedarê navdar, pêşîkêşekî têkoşîna gelêrî-azadarîyê li Başûrê Kurdistanê, Serokê Îraqê (salên 2004–2014) yê bi eslê xwe va kurd Celal Telabanî û sêkinbûnê malbeta rehmetî, bira û pismamên wî ra dixweze.

Mirina Mam Celal bi rastî derbeke giran gîhande temamîya tevgera kurdî ya berbi serxebûn û azadîyê.

Wê pesin tê tune, ger em bêjin, wekî Celal Telebanî sîyasetmedar, rewşenbîr û niştimanperwarekî gelê kurdî erhede û gewre bû. Ew ne ku te li Kurdistanê û Rojhilata Navîn naskirî bû, lê usan jî li cîhanê dêmekî bi rûmet û sîyanet bû. Di nava temamîya jîyana xwe da ew herdem pêşda dihat wek pêşengekî parastina berjewendîyên gelê meyî zêrandî, di şert û mercên dijwar da karmendîya xwe dimeşand ji bo cîhan mafê kurda nas bike, têkoşîna wane gelêrî ya bi dehan salan ra hesab rûnê. Ewî temamîya jîyan xwe dîyarî çareserkirina bizava kurdî kir.

Mam Celal di nava karmendîya xwe da gelê me ra hetanî roja jîyana xweye dawî helal ma, tam qulixî xem û xîyanên wî kir, gelê me li ser şexsîyata xwe ra girt. Wek mirovekî pêciryayî, zane û bîlan ew gelek sîyasetmedarên navnetewîye naskirî ra rabû û rûnişt, bi kêlm, dengkirin, kubir û akila xwe her kes zendegirtî û hijmekar hîşt.

Emek û keda Celal Telebanî gelekî mezine usan jî di warê tevgera kurdîye sîyasî û civakî da. Wek endamê PDK bi rêberê gelê meyî navsere Melle Mustafa Barzanî ra da û stend, xwehesîna kurdaye netewî derxiste li ser dereca bilinde nû. Dû ra Mam Celal YNK damezirand. Tiştekî eşkere ye, ku YNK, PDK û rêxistinên kurdîye sîyasîye mayîn îro gav bi gav roja serxwebûna Kurdistanê nêzîk dikin.

Kurdên Sovîyêta berê Celal Telebanî ji sala 1957-an nas dikin, gava ew hate Moskvayê ji bo tevî xebata Mêrhîcana gencaye navnetewî bibe. Wê demê ewî nasîya xwe da kurdên Yekîtîya Sovîyêtê, bîr û bawerîyên netewhizîyê di nava dilê wan da bêtir zêde û geş kir. Dû ra, van dehesalên dawî ewî herdem pesnê Komara Qazaxistanê jî dida, li ku mafê kurdan tê parastinê, li ku hemû mecal hatine sazkirinê bona pêşvebirin û parastina ziman, dîrok, çand û rê û rizmên meye netewî.

Rîya jîyana xwe Mam Celal wek pêşmergekî jîr û çalak destpê kir û gihîşte hertanî qulixa Serokê Îraqê.

Gelê kurd emekê Mam Celal wek rêberekî xweyî berbiçav dişêkirîne.

Nav û karê Celal Telebanî di nava dîroka gelê Kurd da wê bi herfên zêrîn heta-hetayê bê nivîsarê.

Bîranîna Celal Telabanî wê di dilê me da heta-hetayê geş bimîne.

Bila mikanê lawê kurdî mezin li bihuştê be!

Bila serê gelê kurd û malbeta wî sax be!

Nadirê Kerem Nadîrov,

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv,

Ezîzê Zîya Bedirxan,

Şîrinê Elî Mustefayêv,

Mehmedê Mecît Silêmanov,

Ezîmê Şemo Abdûlayêv,

Mustefayê Rezaq Mustefayêv,

Mehmedê Misto,

Eylazê Mehmed Îbrahîmov,

Letîfê Hemze Heyderov,

Sehîdê Elîyê Şêx Qadir,

Hesenê Evdoyê Elî,

Sehîdê Têmir Çetoyêv,

Nadoyê Ezîz Nadîrov,

Mehmedê Elî Eyîbov.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev