Korayî

Korayî

Serxweşîya nûnerê kurdên Gurcistanê

Keremê Anqosî, rohilatzan

Îro gelê kurd heznî ye, şînê dike, şîna Serok Mam Celal Telabanî, çi li Kurdistanê, çi li dervayî Kurdistanê. Rehma Xwedê rihê Mam Celal Talabanî be.

Remetiyê Mam Celal Telabanî ne tenê xêrxwez û şervanê azaya Kurdistanê, lê herwiha serokekî dîrokî bû.

Rehmetî usa jî komekdar û alîkarê parêzî û pêşxistina çanda kurdaye netewî bû çi li welêt, çi li welêt der. Wek nimûne – sala 2011 bona ji undabûnê xweyî kirina çanda kurdên Gurcistanê û çêkirina saziya (rêxistina) “Navenda Çanda kurdên Gurcistanê”, Mam Celal Telabanîyê rehmetî (wê demê serokkomarê – Îraqê bû) bi destê bayloze Îraqê li Gurcistanê. Tayîb Berwaryî kurd 40 hezar dolarê Amêrîkayê şande kurdên Gurcistanê ra.

Lê rûniştvanekî bajarê Tbîlîsîyê Egît Mîrzoêv destdirêjî kir û bê pirsiyara cimaeta, civaka kurdên cî dewsa “Navenda çanda kurdên Gurcistanê” pê perên rehmetiyê Mam Celal Telabanî şandî tevî Lîlî Safarovayê û Dîma Pîrberî sazîyek (rêxistinek) bi navê “Mala êzdiyên Gurcistanê” çê (saz) kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev