Feqe Reşîdê Hekarî û Sirmehşer

Feqe Reşîdê Hekarî û Sirmehşer

Welat Agirî

Helbestvan û nivîskarekî kurdî jî Feqe Reşîd e. Lê mixabin derbarê nivîskarê Sirmehşerê, Feqe Reşîd de berhevkirina agahî û malûmatan ne karekî hêsan e. Bê xweyîtî û bê dewletiyê jiyan û berhemên vî nivîskarê gewre jî di tarîtiya dîrokê de veşartî hiştiye. Çend roj berê kek Abdurrahman Adak, Beşa ziman û edebiyata kurdî, Zanîngeha Artûklûyê, li ser twitterê, derheq Feqe Reşîdê Hekarî de ji min re peyamek şandibû û kek Abdurrahman di peyama xwe de weha dibêje:

Merhaba. Silav. Jiyana wî, Xwedê hez bike, di demeke nêz de dê ron bibe. Hevalekî xwe gîhand malbata wî, Feqe Reşîd helbestvanê vê sedsalê ye. Xelkê Serhedê ye, ji bilî Sirmehşerê berhemeke dî jî nivîsiye. Hevalê ku li ser wî dixebite jî, mixabin niha nexweş e û li nexweşxanê ye.

Em jî ji wî hevalî re saxî û silametiyê dixazin ku ew heval karekî bimbarek dike. Li gor agahiyên Abdûrrahman Adak em sê tiştên nû derbarî Feqe Reşîd de hîn dibin.

  • Feqe Reşîdê Hekarî nivîskarê kurd ê sedsala 20a ye
  • Ji Herêma Serhedê ye
  • Xêncî Sirmehşerê berhemeke din jî nivîsiye

Li ser Sirmehşera Feqe Reşîd ne pêşgotin heye ne jî paşgotin. Tenê, li ser perrê yekem weha hatiye nivîsandin: Dibêjin ji koçerê Hekariya ye.

Ji xeynî van malûmatan, Cigerxwîn jî di “Hozan û Şayîrên Kurd” de bi vê helbestê qala Feqe Reşîd dike:

“Yekî dî dibêjine wî Feqe Reşîd

Di zarê kurdî fêris û egîd

Niviştek wî heye bi navê Sirmehşer

Zarokên kurdan dixwînin ezber”

Wek me jorê behs kir, Abdurrhaman Adak dibêje Feqe Reşîd nivîskarê sedsala bîstan e. Lêbelê Zeynelebidîn Zinar tarîxeke cihê raberî me dike, ew jî weha dibêje:

F.Reşîd di destpêka beşa vê pirtûkê ya dawî de weha gotîye:

“Ey Feqî tarîxê benda te temam.”

De îcar ji vê rêzê tê zanîn, ku wê tarîxa kutakirina nivîsandina pirtûka xwe gotibe. Mîna Melê Cizîrî çewa ku tarîxa jidayikbûna xwe û hin tarîxên din bi hisabê Ebcedê (Cemel) di Dîwana xwe de beyan kirine. Û Feqîyê Teyra jî, di hin helbestên xwe de, hin tarîx gotine. Eger eva F.Reşîd jî ji wan babetan be, û ku em tarîxa nivîsandina Sirmehşerê ji bêjeya “tarîx”ê reqem bigirin, dike 1211 ê hicrî (1793).

Li gor encamên agahiyên Z. Zinar, qirna jiyîna Feqe Reşîd dibe qirna 18mîn. Li gor belge û arşîvên îro meriv nikare qenaeteke qetîî bayan bike. Lê tiştekî eyan heye ku ew jî em dizanin Feqe Reşîd pey Feqê Teyran jiyaye. F. Reşîd di malikeke xwe de weha dibêje:

“Ela ey Feqîyê sanî, heta kengê bikî dewran?”

Li vira, maneya sanî duwem, duyem e. Yanî Feqe Reşîd xwe wek Feqîyê duyem dibîne. Feqiyê yekem, Feqiyê Teyran bû û ji vê malikê eşkere dibe ku F. Reşîd piştî Feqiyê Teyran hatiye dinê an jî dest bi nivîsê kiriye.

Sirmehşer, berhema Feqe Reşîd, cara ewil, di sala 1984an de bi destê Ehmedê Qoxî tê nivîsandin. Pirtûk xwediyê 24 beş û 556 beytan e û bi naveroka xwe ve eqîde ye. Hin beşên Sirmehşerê behsa mafê mîrovan dike û heqên madî û menewî diparêze. Gelek beşan de li ser hatina Hezretî Îsa û dawîlêhatina dinyayê rawestiyaye. Pêxember Îsa, li Şamê bi Deccal re dikeve şer û Deccal dikuje. Bi kuştina Deccal re, dem û dewraneke nû dest pê dike û heta roja qiyametê sazûmana çeyî û sererast didome. Û dîsa hin beşan de jî şîret hene. Şîret ji bo parastina heq û hiqûqê, alîkarî ji bo bêkes û feqîra, parastina êtîm û sêwiyan û kirina xêr û xêratê.

Çend malik ji Sirmehşerê:

“Eya ey waizê we’zê

Xwe hişyar ke vê lehzê

Me borandin bi vê terzê

Ji hed zêde gelek însan

Wan kirin maê yetîman her telef

Lew bûye îro li wan agir elef

Wan ji xelqê ra digotin pur xeber

Lew ki îro bûne riswa serteser

Ev ew in hebû li nik wan şahidî

Weqtê de’wayê digotin “me nedî”

Şahidî dane bîla heq wan heman

Ew dibûn şahid bi derew her zeman

Wan kirin hîle di nav kod û ş ehîn

Kêm kirin dirhem li huqqe d’gel mêzîn

Bibin guhdar ku ez bêjim,temaşa kin bi qelb û can

Yekayek tev beyan kim ez, bibînin hûn ecaîban

Ey Feqî tarixê benda te temam

Heq te’ala mexfîret ke fîl qiyam

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev