Dimdim -3

Dimdim -3

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 110an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Dimdim” bi 4 beşan va raberî we bikin. Îro beşa 3an e.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 110  

Name hildan û çûn cem xanê Çengzêrîn. Xan qasidên şah nas kirin, ji wan pirsî: “Eva çi name ye di destê we da?”. Qasidan cab da: “Kaxeza padşa ye”. Ewî kaxez paç kir û da ber enîya xwe. Çaxê ewî kaxez vekir, ewî dît ku tê da gelek gilîyên xirab nivîsîne. Xan cab bi vî teherî nivîsî:

 

“Tacê te ser serê te be,

Gû nav meshebê te be,

Kuştina mêran wê hebe,

Kurdistan bê nav nabe”.

 

Xan destekî qasidekî qut kir, çavê qasidekî jî derxist û got: “Herin bêjine şah bira hîvîya destdayîya min nebe, bêjinê ku ez ji wî natirsim”. Herdu qasid çûn. Şah nihêrî:

 

Ji wê da tê qasidê kor e,

Di halê xwe da pore-por e,

Hukumê xanî çiqas zor e.

Ji wê da tê qasidê qop e,

Di halê xwe da pite-pit e,

Hukumê xanî çiqas sot e.

 

Şah kaxeza xanê Çengzêrîn xwend û got:

 

“Ji caba xan dilê minî kîne-kîn e,

Kuro, zû bikin, bilezînin,

Du axûndan ji min ra bînin,

Hubirê li kaxezê bireşînin.

Ji xan ra binitirînin,

Îro jî jê ra bişînin:

“Xanê kurdan, were rayê,

şuxulê te pê, bê feyde ye,

Tu li min were destdayê.

Wekî bikevî ber kînê,

Ezê bişînim ser te eskeran,

Kela te rakim rû ezmanan;

Xelq û malê te qir kim.

Xanekê bê ji Tewrêzê,

Kela Dimdim rake himbêzê;

Xanekê bê ji Çînmeçînê,

Koka xelqê te hiltînê.

Xanekê bê ji Timorîyan,

Belake xelqê te li cîyan”.

 

Xanê Çengzêrîn got:

 

“Xelqê me nayê rayê,

Hîvîya dijmin e li meydanê,

Mîna şêran ew şer dike,

Hertim dijmin alt dike.

Me ne xof e ji eskerên te,

Me ne xof e ji xanê Tewrêzê,

Kelê raneke ji himbêzê.

Me ne tirs e ji xanê Çînmeçînê,

Qirneke xelqê me;

Me ne xof e ji xanê Timorîyan,

Bela nake xelqê me li cîyan.

Tacê te qebûl nakim,

Gû di nav mesebê te kim,

Kurdistanê bênav nakim”.

 

Şah bihîst ku Dimdim hatîye hasêkirinê, xan bidin tirsandinê, şîretkirinê bêfeyde ye. Ewî gote Hesen xanê xwe:

 

“Hesen xan, zû bike, bilezîne,

Tîpîyên esker û merîyan bicivîne,

Pêşberî xanê kurdan bo şer wana bîne.

Ser me da hat zivistan e,

Dilê minî kîne kîn e,

Zivistan çû, hat bihar e,

Xanê kurdan gazî min dike nav şer e;

Rabe, bi helal bicedîne,

Karê min zû biqedîne,

Kelê ji min ra desthilîne.

Heft sal e xanê kurdan min ra bû xayîn e,

Qet bacekê bo min naşîne”.

“Lo lo şaho, ez wê da naçim, ew cî hêsa ye,

Bixweze komekê ji Sultanê Romê ye,

Emê dora kela Dimdim bigirin,

Eşîretên xan ber şûr û riman xînin”.

 

Şahê qeceran:

 

“Hesen xan, bes e bikî tu xeberî,

Ji Romê tu nexweze arîkarî,

Ji me ra bes e xelqê Îranî”.

şervanan hespên xwe derxistin,

Zînê erebîyê li ser piştê xistin,

Çek û bûsatê xwe birin,

Cêrge-cêrge bi rê ketin.

 

Esker çûne ser kela Dimdim şer. Ew çûn û çûn. Ew ewqas gelek bûn, mîna ewir û zîpikên baranê diçûn. Ji bîst û çar welatên Îranê cêrgên esker dikişîyan. Ji Ûrmîyê, Tewrêzê, Xewêzê, Merîwanê, şûşterê, Kermanşahê, Îsfahanê û ji gelek cî û welatên din esker hatin.

 

Ha werin, werin kurên kuran,

Ezê qise bikim serhatîya mêran,

Bera xelq bibihîze,

Çawa bû şerê xan û Abas e.

Xanek hat ji Tewrêzê,

Kela Dimdimê rake ji hembêzê;

Xanek hat ji Çînmaçîn e,

Bi xwe ra eskerê giran tîne,

Pêncsedî wanî kursîçî ne,

Pêncsedî wanî balteçî ne,

Pêncsedî wanî tûtikçî ne.

Xanek hat ji Timoran,

Ket nav xelqê soran.

Xanek hat ji Îsfehanê,

şûr kişand, rikif lêdan

Ser xan da girt nav remezanê.

Dar û ber hejîyan,

Tozê girt rû ezman,

Esker kişîya rêz bi rêzê,

Derket ji deşta Tewrêzê,

Xwe da pala hevrêzê,

Kela Dimdim rake hembêzê.

Bû fire-fira hespan,

Hat qîr û qara mêran,

Derketin ji nav Meregan,

Pir bûn.

 

Wêderê çil xan berev bûn. Her xanek bi esker û xelqê xwe va hat. Gişk hatin dora kelê girtin. Sibê zû, çaxê Evdal begê kurê xan rabû û derkete der va, ku nimêja sibê bike, ewî dît, ku li dora kelê hinekî ji hev dûr gelek kon ragirtine. Ew hat û ji bavê xwe ra got: “Bavo, ez nizanim ev çi kon û çadir in li dora kelê danîne”. Bav ji kelê derket, nihêrî ku rastî jî çarnikal çadir danîne, li dora wan ew ewqas in, çiqas ku siteyr li ezmanan hene.

 

“Bavo, çiqas siteyr in li ezmanan,

Çiqas xîzên devê behran,

Ewqas xêvet dor me girtine”.

 

“Lo lo lawo, tu van çadiran nefikire,

Nîvî ji wan rast e, nîvî derew e,

Nîvî ga ne, nîvî hêstir e,

Bacek bavê te ser wan e,

Herke dane, baş ku dane,

Herke bac nedane,

Bavê te û wan li hev dane”.

 

Xanê Çengzêrîn û kurên wî karê şer kirin. Wana çek û sîlihên şer wergirtin, sîlih û tivingên xwe hildan, li hespan siyar bûn û derketin meydanê. Xan li hespê ba û birûskê siyar bû. Hespê ha di vê roja giran da pîrê hespan ji xan ra şandibû, çimkî çaxê xan revoçîyê hespan bû, ewî ew baş têr dikirin; di wextê da diçêrandin, av dida wan, dajot, dibire çêre. Xêncî wê ji devê wî tu xebereke çêran dernediket, ewî qet çêrî hespan û pîrên wan ne kir. Lema pîrê hespan ji xan hiz kir û çaxê şer ser xan da hat, jê ra hespê ba û birûskê şandibûn. Di roja şer hesp li şûna hespê xan yê qule girêdabû. Hespê ba û birûskê bi bejinê, bi rengê xwe va mîna hespê xan bû. Xan digot qey ev hesp hespê wî yê berê yê çelengî çapik e.

 

“Kuro bînin, bînin, bînin,

Hespê qule ji min ra bînin,

Zînê erebî li piştê xînin,

Teng û beran bişidînin.

Mertal û rimê ji xan ra bînin,

Çek û sîlihan ji min ra bînin”.

Kurê xanê Çengzêrîn

Ji cîyên xwe lipitîn,

Ji tewlê hespê ba û birûskê deranîn,

Zînê erebî li piştê danîn,

Mertal û rim dane bavê.

Xan, çek û bûsat lê

Rabû ser pişta hespê,

Hîvîya kurên xwe nema,

Zû ajote nav meydanê,

Mîna gurê har hate ser eskerên şah;

Kurên xanê Çengzêrîn

Ji cîyên xwe lipitîn,

Pey bavê xwe zû bi zû revîn;

Li ser wan bû girmîn,

Dest pê kir şerê mezin,

Kur ji bavê danaxun,

Her kes xwe ra mêrxas in.

 

Xan bi kurên xwe va ketin nava şêr. Kurên xan ji alîyê rastê va çûne ser eskerên şah Abas. Ewana mîna şêr û pilingan şer dikirin; qet şervanekî şah ji şûrê wana xilas nebû. Merî wisa ji şûrên wan diketin, çawa qamîşên birî dikeve, çaxê wana pê kêlendîyên tûj diçinin. Xan jî ji destê çepê çû ser dijmin. Çaxê ewî şûrê xwe li alîyê rastê dixist, donzdeh şervan diketin, çaxê ewî şûrê xwe li alîyê çepê dixist, donzdeh şervan diketin. Hespê wî di bin wî da çaxê dikir fire-fir, bayê wî şervan didane ber xwe, dibirin; ji simên wî birûskên gire-gir difirîn, ser şervanan diketin û ew dikuştin.

Wana wisa heta paşî êvarê bi dijmin ra şer kir. Roja dinê bav û kurê wî va dîsa derketin meydanê û dîsa bi mêrxasî mîna roja ewil şer kirin. Şah Abas nikaribû xan û kurê wî alt bike. Ewî eskerên xwe berev kir û hinekî ji kelê dûr xist. Eskerên wî jî zor pir bûn.

Heft salên şer tiştek neanîn serê xanê Çengzêrîn. Heft embarên wî hebûn; ew tijî hasil bûn. Heft salan şûn da tenê embarek xilas kirin. Çend embarên dinê da di binî da kefikî bûbû û qasî sed pûtî nan xirab bûbû. Merîyên xanê Çengzêrîn ew ne xwerin. Wana ew nanê kefikî birin, avîtin piş kelê. Merîkî belengaz nanê avîtî dît û gelekî şa bû. Ew çû çewalê xwe tije ar kir û ji zaroyên xwe ra bir. Şah eva merîya dît û jê pirsî: “Eva çi ar e tu dibî?”. Merî cab da: “Arê xanê Çengzêrîn e, min ji xulamê xanê Çengzêrîn pirsî, ewî ji min ra şirovekir, got: “Me heft salan ji embarekê dixwer, eva jî arê binê embarê ye, me avîtîye, hela şeş embarên me yên dinê jî tijî mane”.

şah bi ecêbmayî got: “Wekî wisan e, em gerekê bela bibin; li erdê me bûye xelayî, lê hela şeş embar nanê wî mane. Em bisekinin heta êvarê, binihêrin wê çi di wê da bikin”.

Xanê Çengzêrîn bi kurên xwe va wê altdar derketana, ku xayîntîya Mehmûdê Merekanî nebûya.

Rojekê êvarê li hêwirgeha xanê Çengzêrîn esker şîv dixwer; Mehmûdê Merekanî jî dereng hat cîyê şîvê. Xwerin ji Mehmûdê Merekanî ra nema. Tenê hinek danîn ber wî. Mehmûd xeyîdî, di dilê xwe da gef xwerin: “Bira sibe tenê ser me da bê”. Mehmûd dizîkava kaxezek nivîsî, got: “Serekanî bin çîyê, li filan cîyî, di bin filan kevirî da ye. Herke hûn kanîyê nedin sekinandinê, hûn çil salan bi xan nikarin”.

 

“Wey Mehmûdê Merekanî,

Ku li ser te zimanî,

Birûsk ser te da bibarî,

Tu bûyî sebebê mala xanî,

Te got: “Bin filan çiya serekanî”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev