Pirsa kurdan piştî şerê hemcihanê yê yekê (di salên 1918-1923an da)

Pirsa kurdan piştî şerê hemcihanê yê yekê (di salên 1918-1923an da)

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa duduyan a bi sernavê ”Pirsa kurdan piştî şerê hemcihanê yê yekê” amade kirîye.

Ev berhema me ya 110an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 110

Piştî ku îngilîsa Suleymanî zevt kirin, Şêx Mehmûd şerê partîzanîyê berdewam kir û bi wê yekê ra tevayî jî hewl dida guhdarîya cihanê bide ser bûyerên li Kurdistana Başûr. Di nîveka sala 1923a Şêx Mehmûd (wê demê ew li Îranê bû) careke din bi namê (10ê hezîranê sala 1923a) berbirî hukumeta Sovyêtî bû: “Ji destpêka şerê hemcihanê me – binecîyên Kurdistana Başûr, gelek cara ji îngilîsa de’w kirîye ku daxazên me bi cî bînin. Lê eskerên îngilîsa û balafirên wan wek berê welatê me xirab dikin, meriva dikujin û firsendê nadine me heta em nerazîbûna xwe dîyar bikin, şikyatê xwe bikin. Ji sala 1922a destpêkirî serokatîya Îngilîs hewl dide bi destî eskerên xwe her tiştî bike bona Kurdistana Başûr bike nava axa Erebistanê. Piştî dagîrkirina Kurdistanê îngilîs tu qeyde-qanûna bendî tiştekî nahesibînin. Em hîvî ji we dikin, ku hûn dêlêgasyonekê bişînine vira, bona ew bi çevê xwe bibînin, ku îngilîs çawa me dizêrînin û welatê me wêran dikin”(14).

Nameya sisîya ya Mehmûd Barzincî, ku ewî ji hukumeta Sovêtîyê ra şandîye, 27ê tîrmehê sala 1923a hatîye çapkirinê. “Zordestîya eskerên îngilîsa roj ser roja zêdetir dibe,- di namê da tê gotinê.- Temamîya binecîyên Kurdistanê ji bombebarankirinê û êrîşên eskerên îngilîsa dizêrin. Ji dest zordayîna hêzên dijmin, weke 200 malên Suleymanîyê mihacir bûne. Bi deha kurda dîl girtine û şandine Bexdadê. Mal û milkê kurda têne dizîn û talankirinê. Welat hatîye şêlandinê. Em hêvîya heqîyê ji we dikin, ku hûn bi dilqencî berbirî derd û kulên me bin”(15).

Ev hemû berbirîbûn û hîvîkirin ne tenê rewşa wî çaxî ya li Kurdistanê tînine ber çeva, lê herweha me didine bawerkirinê, ku hurmeta dewleta Sovêtîyê di çevê kurdên şervan da pir bilind bû. Lê ew jî heye, ku serekê kurda dûrnedîtina sîyasî dîyar kir, dema ku bi hêvî bû, ku Rûsîya dikare alîkarîya lazim bide kurdên Îraqê.

Ji bo piştgirîya wî awayî pir problêm hebûn û ya sereke jî dijwarîyên dewleta Sovêtîyê bûn di hêla sîyasî-aborî da û ji wê jî zêdetir ji ber wê yekê, ku pêwendîyên Yekîtîya Sovyêt û Tirkîya kemalîstîyê yên dostîyê bûn, ya ku neyara sereke ya tevgera kurda bû.

Dema ku dixwestin wilayeta Mûsilê bikine di nav axa Îraqê, ne Îngilîs, ne jî desthilatdarîya haşimîya tu cara guh nedidane daxazên kurda yên bona bidestxistina serbestîyê(16). Ji ber ku Îngilîs û Tirkîya di pirsa wilayeta Mûsilê da li hev nekirin, gorî xalên 2a û 3a yên peymana Lozanê, ew pirs bona çareserkirinê birine Koma Mileta. Di îlona sala 1924a Şêwra Koma Mileta biryar kir li ser sînorê Tirkîyê-Îranê xeta neytral bikişînin. Lê ew yek rewşa nerehet li ser sînor neda hilanînê û herdu welata gelek cara şikyatê xwe ber Koma Mileta dikirin, ku ji herdu alîya da sînor têne teribandinê. Şêwra Koma Mileta biryar kir komîsyoneke taybetî bişîne navça Mûsilê bona berevkirina salixên derheqa êtnîkîyê, rewşa aborî û yên mayîn da. Doklada ewê komîsyonê gerekê bibûya bingehê çareserkirina wan nerazîbûna. Di nav komîsyonê da ev kes hebûn: Ê.Wîrsîn (ji Swêd, serekê komîsyonê), serekwezîrê Hûngarîyayê yê berê, huqûqzan û gêograf P.Têlêkî û serhingê ji Bêlçîka A.Paûlîs. Piştî seredana paytextên herdu alîyên dijî hev – Londonê û Enqerê – komîsyon çû Kurdistana Başûr, an jî, wek ku di wan dema da dihate gotinê – çû wilayeta Mûsilê.

Îzbatîyeke gelekî balkêş: komîsyona Koma Mileta wî çaxî destbi xebata xwe kir, gava gelê kurd li Kurdistana Başûr şerê ji bo naskirina mafê xwe dikir. Lê çi mixabin, ku firsend nedane kurda daxazên xwe bigihînine komîsyonê. Xênji wê, di pirsa derheqa teşkîla miletîyê-êtnîkîyê da li ser axa ku hucet ser heye, nerazîbûnên mezin derketine holê. Tirkîya, Îngilîs û Îraq her yekê hindava xwe da malûmatîyên usa dianîn, ku bi awakî berxwederxistî jimara gelên kêmjimar, ku li ser wê axê diman, an kêmtir dikirin, an jî zêdetir dikirin, û ew jî ji bo wê yekê bû, ku bikaribînin argûmêntên xwe bi ser xînin bona wilayeta Mûsilê bikeve bin kontrola wan. Piştî wê tevlihevîyê û xiringêleyê, ku dora pirsa derheqa gelên kêmjimar da pêşda hatibû, hemû alî li hev kirin, ku kurd bi jimara xwe va gelek cara ser binecîyên mayîn in. Lê piştî ewqas tiştî ra jî, nûnerên kurda ne di Koma Mileta da, ne jî di komîsyona derheqa pirsa Mûsilê da tunebûn.

Hema di wê salê da (s. 1925a) komîsyona Koma Mileta xebata xwe xilaz kir û dokladeke mezin raber kir(17). Gerekê bê destnîşankirinê, ku di wê dokladê da çend malûmatîyên obyêktîv hebûn, ku reng û rûyê rast yê wilayetê pirî-hindikî dianîn ber çeva, usa, ku ne gelekî bi dilê îngilîsa û tirka bû. Lê ew malûmatî piranî derheqa rewşa wilayetê ya aborî da bûn. Lê çi ku derheqa alîyên wê pirsê yên miletîyê û sîyasî da ne, komîsyon ji wan çarçova derneket, ku wan welata kivş kiribûn, ku hukumê wan di Koma Mileta da pir bû.

Di pirsa sereke da, ku derheqa mafê kurda da bû, komîsyonê xwe li alîyê înkarkirina wan mafa girtibû. Di dokladê da tu gotinek tunebû derheqa tevgera kurda ya bi xwîn ji bo bidestxistina mafên miletîyê. Komîsyon hema bêje biryar kiribû, ku wilayet an derbazî bin hukumê Tirkîyê be, an jî Îraqê, ku bin bandûra Îngilîs da bû. Ji herdu varyantên wê “biryarê” tu yek jî ji kurda ra dest ne dida. Şerê ji bo rizgarîyê, tevgerên kurda yên dijî împêrîyalîstîyê û dijî Tirkîyê dokladê da dihatine bîranînê wek “zêdebûna femdarîya kurda ya miletîyê” (ew xala duda ya dokladê bû)(18). Dawîya dokladê da komîsyon destnîşan kiribû, ku ew axa ku hucet li ser heye, dikare derbazî bin hukumê Îraqê bibe bi şertê, ku 1) Îraq wê 25 salên pêş meda jî bin mandata Koma Mileta da bimîne; 2) di navçeyên kurda da gerekê serokatî di dest kurda da be û zimanê kurdî jî gerekê bibe zimanê herêmê yê resmî(19).

Ne hukumeta Îngilîs, ne jî ya Îraqê derneketine dijî van xalên, ku daxazên kurda hinekî didane razîkirinê. “Doklada komîsyona Koma Mileta,- rojnameke îngilîsa nivîsîbû,- li Bexdadê bi awakî rehet hate qebûlkirinê… piranîya binecîya bawer in, ku Mûsilê bikeve nava axa Îraqê…”(20). Lê kurdên şervan di pirsa xwe ya ji bo bidestxistina mafên xwe nikaribûn hêvîya xwe daynine ser tu alîyekê jî.

Di destpêka meha îlonê sala 1925a Koma Mileta destbi lênihêrandina pirsa derheqa Mûsilê da kir. Hema di civîna pêşin da dêlêgasyonên Îngilîs û Tirkîyê bi awakî berk derketine dijî hev. Serokatîya Tirkîyê û prêssayê bi awakî pêkenî hewl didan “bidne îzbatkirinê, ku ne tenê wilayeta Mûsilê, lê herweha Îraq jî milkê Tirkîyê ye”(21).

Dêlêgasyona Tirkîyê de’w dikir, ku biryareke usa bê qebûlkirinê, ku wilayeta Mûsilê bikeve nava axa Tirkîyê û eger usa nebe, ewê dest ji hevraxeberdana bikişîne. Wek îdî hatîye gotinê, pirsa derheqa Mûsilê da wî çaxî dihate lênihêrandinê, gava kemalîsta tevgera kurdên Tirkîyê ya ji bo rizgarîyê di nava xwînê da mewicandibûn. Vê carê tirka derheqa kurda û problêmên wan da lap bi awakî din digotin. Prêssa Tirkîyê eşkere dinivîsî, ku li Tirkîyê pirsa kurda ya miletîyê tune, ku “îngilîsa pirsa kurda ber xwe derxistîye”(22).

Geşbûna şerê kurda yê miletîyê-azadarîyê û yê dijî împêrîyalîstîyê serokatîya Tirkîyê kiribû di nava rewşeke giran û gêjgerîngê. Bi vê yekê ra girêdayî balkêş e, ku di dema nû da di hemû êtapên şerê kurda yê ji bo azadîyê da Tirkîya timê jî bûye înîsyatora wan hemû emela, ku dijî kurda dibûn. Bi wê yekê va Tirkîya dixwest ku li her dera derkevine himberî şerê kurda û di Koma Mileta da jî de’w dikir, ku wilayeta Mûsilê bidine wê, “lê dewsê ewê qayîl bibe mentîqa Dîalê bide Îraqê, ku jê ra lazim bû seba besta der-dorê Feratê avdin. Dewsa wê yekê gerekê di navbera Tirkîyê, Îraqê, Farizistanê û Sûrîyê da peyman bihata girêdanê derheqa kefîldarîya (garantî) da (dijî tevgerên kurda.- Not ya xudannivîsan e)”(23).

Rast e, serokatîya Tirkîyê xwe li “riya berk” girtibû, lê qet bi hêvî nîbû, ku wê wilayeta Mûsilê bidne wan. Usa xuya bû, ku “Tirkîya ne razî ye, ku pirsa derheqa çareserkirina wê problêmê paş xin û ji bo wê yekê tefekûrîyê dikişîne, ku helkirina ewê pirsê sipartine Mehkema Navnetewî ya Haagayê (Den Haag)”(24). Hukumeta Fransîyayê, ku wan dema hewl dida ji Tirkîya kemalîsta kara aborî biçopîne, piştgirîya wê kir.

11ê adarê sala 1926a Şêwra Koma Mileta biryar kir “Xeta Bryûsêlê” testîq bike, ya ku bû sînorê di navbera wilayeta Mûsilê û Tirkîyê da. Wek li konfêransa Lozanê, dema “Kêrzon bi kîsî kurda bi tirka ra kete nava tucarîyê”(25), îngilîsa “kurd ji bîra ne kiribûn”. Şêwra Koma Mileta biryareke dinê jî qebûl kir û tê da dihate destnîşankirinê, ku pirsa derheqa navçeyên kurda da, ku di nav axa Îraqê da nin, derbazî bin kontrola komîsyona herdemî ya Koma Mileta dibe, ku bi pirsên mandata va mijûl dibe(26). Eva yekana hilbet, sozdayînên vala bûn, ku bona wê yekê bûn, ku di nav gelê şervan da tevlihevîyê çê bikin.

Pirsa ku wilayeta Mûsilê gerekê bikeve nava axa Îraqê, hema piştî şêr hatibû amadekirinê. Ew yek nîşana sîyaseta dewletên serketî bû hindava Tirkîyê da. Rast e, bi wê yekê va mafên kurda dihatine pêpeskirinê, lê di hêlekê va jî hukumeta Îraqê mecbûr kiribûn, ku ew gerekê mafê gelê kurd nas bike, di navçeyên kurda da zimanê kurdî wek resmî bê xebitandinê, di dibistanên kurdî da dersa bi zimanê dê bidne derbazkirinê û h.w.d. Wek ku îdî hatîye gotinê, ew yek him di biryara Şêwra Koma Mileta da hebû, him jî di beyannameyên nûnerên Îngilîs û Îraqê da.

Îran. Li Kurdistana Îranê ji serekên kurda yê herî berbiçev serekê eşîra kurdên şikakî Îsmaîl-axayê Simko bû. Piştî ku eskerên rûsa sala 1918a ji Îranê derketin, ew derkete himberî dîwana Îranê, gelek eşîrên kurd anî alîyê xwe.

Daxaza Simko, ku serokatîya ji alîyê hukumetê da kivşkirî ji navçeyên kurda derxe, wî mecbûr kir piştgirîya wan encûmenên dêmokratîk bike, ku li Kurdistanê hatibûne sazkirinê. Ewî pêwendîyên xwe bi Şêx Muhemmed Xîabanî ra xweş kir, yê ku serokatî li tevgera dêmokratîk ya li Azirbêcana Îranê dikir. Simko bi kîsî çekên wan eskerên rûsa ku ji Îranê derketibûn û kîsî çekên eskerên Îranê yên ku zora wan çûbû, cebirxana xwe gelekî zêde kir. Pêwendîyên Simko bi Şêx Taha ra jî hebû û ewî jî di şerê ji bo azadîyê piştgirîya wî kir. Tevgera kurda sala 1922a êdî gelek xurt bûbû, dema ku şervanên kurd êrîşî li ser garnîzonên eskerên hukumetê kirin.

Bahara sala 1922a Simko xwe wek qiralê “Kurdistana serbixwe” îlan kir û hukumeta xwe damezirand. Ewê hukumetê hewl da ku bi dewletên dereke ra pêwendîyên dîplomatîyê testîq bike. Hukumetê destpê kir organa xwe ya fermî çap kir – kovara “Kurdistan”. Lê di tebaxa sala 1922a da ordîya Îranê zora eskerên Simko bir. Simko xwe li Tirkîyê veşart. Zivistana sala 1922a ew tevî civîna serekên kurda ya bi serokatîya Mehmûd Barzincî bû. Di civînê da li ser pirsa pêwendîyên kurda bi tirka û îngilîsa ra sekinîn. Li wir biryar hate qebûlkirinê, ku pêwendîyên xwe bi îngilîsa ra bibirin û xwe nêzîkî tirka nekin. Wan dema Simko pir xurt nîbû û nikaribû bi serî xwe şer bike. Tenê sala 1925a ew derbazî ser axa Îranê bû, li navça Gova-Sînê hêwirî.

Kar û emelên Simko rewşa li ser sînorê Tirkîyê-Îranê tevlihev dikir, ji ber wê jî hukumetên Tirkîyê û Îranê şikyatê hevdu dikirin. Di vê rewşê da di navbera hukumetên Tirkîyê û Îranê da hevraxeberdan hatine derbazkirinê derheqa rewşa li ser sînorê herdu dewleta da û di wan hevraxeberdana da wana li hevdu kirin, ku bi tevayî derkevine dijî tevgera Simko û wî ji holê rakin.

  1. Tevgera kurda di dema nû û here nû da. M., 1987, rûpel 117.
  2. Dîsa li wir, rûpel 118.
  3. L.Pêrlîn. Borba za Mosûl – Sosîalîstîçêskoê xozyaystvo. Şer ji bo Mûsilê – Malhebûna sosîyalîstîyê. Pirtûka II, {B.m.}, 1925, rûpel 257.
  4. Mêjdûnarodnaya jîzn. (kovar e). 1926, hejmar 1, rûpel 135.
  5. Dîsa li wir, rûpel 136-137.
  6. Dîsa li wir, rûpel 137.
  7. Morning Post. 13.08.1925.
  8. Arşîva dewletê ya Fêdêrasyona Rûsîyayê (AD FR), fond 4459, op. 2, dexla 5, lîsta 7.
  9. Dîsa li wir.
  10. Dîsa li wir, lîsta 5.
  11. Dîsa li wir.
  12. S.Gantner. Le mouvement national kurde. P., p.47.
  13. Zarya Vostoka. (rojname ye). 09.04.1926.
  14. Kûrdskoê dvîjênîê v novoê î novêyşêê vrêmya. Tevgera kurda di dema nû û here nû da. M., 1987, rûpel 175.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev