Di şînîya Mam Celal Talabanî da…

Di şînîya Mam Celal Talabanî da…

Haluk Öztürk

13 sal berê ango 2004an da cara pêşîn û dawîn rastî yek ji rêber û serokên mezin ê gelê me Mam Celal hatibûm. Hezkirin û sempatîya min jê re bêtir çêbûbû. Wek her kurdekî siyasî ez jî bi xebat, dîtin û rêbaza sîyasetmedarê me agadar bûm. Bi qasî mecalên heyî min ew û tevgera wî ya sîyasî dişopand. Carna ji ber hin kirin û gotinen wî jê sar dibûm jî, min tu wextê rol û giringiya wî di siyaseta azadkirin gel û welatê me de ji hişê xwe dûr nedixist.

 

Havênê Mam Celal ji axa Kurdistanê, hiş û ruhê wî berhemê welatê bav û kalan bû, ji agirê azadî û ronahîyê bû. Wek evîndarekî Kurdistanê, şoreşgerekî neberd, pêşmergeyekî çalak, lîderekî têgihîştî, diplomatekî şareza wêneyê xwe di hiş û bîra min û milyonan kurdên dinê da neqişandîye…

 

Mam Celal êdî ew milkê netewayê kurd, milkê dîrok û dahatuya Kurdan e…
Roja 08.10.2017’a li Stockholmê bi dostekî qedîm ê Mam Celal birêz Kemal Burkay û digel heyeteke HAK-PAR Swêd em di merasima şîna Mam Celal da beşdar bûn. Beşdarbûna şînîya mirovên mezin, him xembarî ye, him rûmet û serbilindî ye…

Oxir be, Mame can!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev