Rojhilatnas, karmendê civakî û nivîskarê kurdî binavûdeng Keremê Anqosî 80 salî ye!

Rojhilatnas, karmendê civakî û nivîskarê kurdî binavûdeng Keremê Anqosî 80 salî ye!

Îro 80emîn salvegera roja ji dê bûyîna nivîskar, rojhilatnas, rojnameger, muzîkjen, weşangêr, dîroknas, xudanê gelek pirtûk û gotarên li ser dîrok, êtnografîya, wêje, ziman, zargotina Kurdan û dînê Ezdîyatiyê, mamosta Keremê Zahar Anqosî ye. Nave wî welatperwarê gewre ne tenê di nav gelên Gurcistanê, lê herweha di nava kurdên perçeyên din ên cihanê baş naskirî ye. Di temamîya jîyana xwe de ji 80 salên xwe bêtirî 60 salan bê westan, ew weke karmendekî êgin yê çandî û civakî, rêvebir û serokê civata Kurdên Gurcistanê gelek kar kirîye.

Kereme Anqosî 10’ê mijdarê sala 1937’an li bajarê Tbîlîsîyê, di maleke mihacirên ji Împeratoriya Osmanî ji gundê Seydî Bega Wanê ji eşîra Anqosiyan ji diya xwe bûye.

Dê û bavê wî wek hemû kurdên Gurcistanê bi dînê xwe va êzdî bûn. Keremê Anqosî sala 1956an dibistana Gurcistanê ya navîn bi mêdala zêr kuta dike û hema wê salê dikeve Zanîngeha dewletê, ya fakûltêya fîzîkayê. Ji zaroktiya xwe de bi zîrekiya xwe dihate nasîn, Piştî salekê, bona ziman, dîrok û kûltûra gelê xwe bi kûrayî fêr bibe, derbazî fakûltêya Rohilatzaniyê dibe, ku sala 1961ê bi serketî xilaz dike. Sala 1963an ew li Înstîtûya Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Zanyarî ya Gurcistanê derbazî ser kar dibe, pêşî dibe laborant, lê paşê karmendê zanyarî. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstiyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite. Bi kar ra tevayî Dibistana Bilind ya Partiyê jî xilaz dike. Bi xebata zanyarî û partiyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir bona bilindkirina dereca bineciyên kurd yên ronahîdarîyê-perwerdeyê, amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da, bona hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî.

  • 3
  • 4
  • 5
  • 12
  • 13
  • 14

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra aliyê xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Anqosî, li gel lêkolînerî, nivîskarî, weşangeriya xwe hunermend û muzîkjenekî jehati ye jî. Yek ji avakarê koma rocka kurdî ya ewil e. Anqosî û çend hevalên xwe yên mîna Keremê Gerdenzerî di sala 1975’an de yekem koma rockê “Koma Dîlan” ava dikin. Ev kom du salan didome û piştî demekê belav dibe. Piştî Koma Dîlan belav dibe Keremê Gerdenzerî û çend kesên din Koma Weten ava dikin.

Keremê Anqosî ne tenê rojnameger, nivîskar û weşangerekî kurd e, her wiha ew awazdanêr û stranbêjekî baş e jî. Herwiha bi serokatiya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê û navên hinekan ji wan ev in: „Koma kurdî ya kilam û reqasên gelêrî“, „Govenda kurdî“, „Oy, Narê“, koma zaran ya sitiran û reqasan “Dîlan“, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tilbîsê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona bineciyên kurd li rex Hevaltiya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvariyên şahiyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendiyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhaniyê yên kurdan dihatine derbazkirin. Komên kilam û reqasê, ku ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyeta berê û welatên dereke konsêrt dane, alîkarya pêşketina têatroya kurdî ya li Tilbîsê kirîye. Di gelek şahî û civatên çand û hunerî de wek organîzator tevgeriyaye û pêşîkêşîya wan kiriye.

  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11

Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û heta girtina wê – 1ê çileya pêşin sala 2004an berpirsyarê wê yê sereke bû; ewî fonda sazbendiyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek sitiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografiya, folklor, dînê êzdiyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî saz kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdiyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye. Cihê gotinê ye ku Keremê Anqosî berpirsyarê destana gurcaye klasîk ya Şota Rustavêlî (sedsala 12an) “Wergirê poste piling” e, ku helbestvanê kurd, gorbihuşt Cerdoyê Esed wergerandîye li ser zimanê kurdî. Helbest û serpêhatiyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendiya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên “Lêxin, birano”, “Hola Êzîdê Sor e”, “Ax, kuştim Şirînê”, “Welato” ku li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatiye sêwirandin, ango sazbendiya wê hatiye sazkirin.

Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya “Gêlavêj” kir, ku rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir. Ew herwiha tevî çend kongre û konfêransên navnetewî yên zanyarî bûye, ku derheqa pirsgirêkên rohilatzaniyê, kurdzaniyê û dînê êzdiyan da bûne. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1995an 5 rêxistinên kurdan yên civakî ketine nava wê rêxistinê. Paşê, sala 1998an bi înîsîatîva wî ew hate binavkirinê wek “Yekîtiya êzdiyên Gurcistanê“. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ku bû bingehdarê rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtiya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya YÛNÊSKOyê (UNESCO) li Gurcistanê“ saz kir.

  • 15
  • 16
  • 17

Keremê Anqosî gelek caran di komîtê û komîsyonên Gurcistanê yên cuda-cuda da hatiye hilbijartin, bûye nûnerê gel li Dadmendiya Gurcistanê ya tewrebilind da, bûye endamê sedirtiya Şêwra kalemêrên gelên Kavkazê û her wakî din. Ew bi xelat û mêdalyayên dewletê va hatiye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Lê xelata here mezin ji bo wî ew bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdan“ lê kirine. Ewî gedir û hurmeteke bilind her weha di nava civaka gurc, ermenî, azêrî û miletên din yê Gurcistanê destanî.

Keremê Anqosî, ku îdî 80 saliya xwe temam kirîye, niha jî li radyoya kurdî li Tilbîsê kar dike. Ew zewicîye û xwedî du keçan e: Medîna û Gulçîna.

Keremê Anqosî hema bêje tevaya jiyana xwe, zanîna xwe ya ûnîversal bê westan di oxira hebûna civaka xwe da feda kiriye. Lê belê, nenihêrî temenê xwe, tendurustiya ne zêde baş, îro jî çalak e, ew bi heman canfidanî, bi berdewamî di xizmeta gelê xwe de ne.

Mamosta Keremê Anqosî! Desteya rêvebir ya malpera RIATAZA rojbûna te bi dil û can pîroz dike. Em ji te re saxî-silametîyê, emirê dirêj û dilxweşîyê dixwezin. Bi hêviya ku cenabê te salên dirêj bi amadekirin û ragîhandina gelek berhemên balkêş ve xwendavanên kurd dilxweş bike.

Vîdêoyên bi amadekirin û beşdarîya Keremê Anqosî.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev