Rêwî

Rêwî

Ozan Serhedî

Ez rêwî me, ez rêwiyekî di rêyên welatê xwe de me. Ez ê îro rabim û bikevim rê, ez ê îro berê xwe bidim deşt û zozanên welatê xwe û li her çar perçên welatê xwe bigerim. Min got ez rêwî me, rêwiyê welatê xwe me. Ez ê herim li ser çiyayekî û heya ji min were ez ê bi dengê xwe yê bilind, bikim hewar û gazî. Ez ê bi dengê xwe yê herî bilind ve silavan li welatê xwe bikim. Ez ê merhebatiyekî bidim welatê xwe.

Ez ê bêjim:

”Merheba ji te re welatê min ê biqîmet û birûmet. Merheba ji te re axa pîroz. Merheba ji te re welatê min ê bêxwedî.

Merheba ji te re cih û warê kal û pîrên min, merheba warê goristana lehengên nemir.

Merheba ji te re axa kesên bêgor, warê şêran, welatê evîndaran. Merheba ji te re welatê Kurdan, merheba Kurdistana min…

Ez dixwazim li ser rûyê axa te ya pîroz di her çar perçên te de li gel kelecana di dilê xwe de, bi dilxweşî û evînî bigerim.

Min got ez rêwî me. Ez ê serê xwe hildim û biçim…

Ez ê carinan biçim Rojava bibim çekdarek, bibim kalekî rûspî, bibim zarek berşîr, bibim bûkek destbihene û bibim dayîkek porbihene. Ez ê bibim guleyek û di nav dijminên xwînxwar de biteqim. Ez ê carinan bibim stranek û li ser zimanên şervanan de werim strandin. Carinan jî bibim perperokeke rengîn û li ser keziyên jinên xweşik ên xwedî rûmet de dê venişim.

Ez ê carnan jî biçim Bakûr bibim kevokek an jî bazek û di ezmanên welatê xwe ên bêstûn de bêtirsane bifirim. Ez ê carnan jî bibim straneke dengbêjî û di civatan de bi lêv bibim, carnan jî bibim çîrokeke evînî an jî lehengî û di nav ciwan û extiyaran de belav bibim.

Belê, belê ez ê her ttim li ser rûyê axa Kurdistanê bigerim. Ez ê her dem biçim deşt û zozanên welatê xwe û li dîmenên xwezayî temaşe bikim.

Ez ê carinan berê xwe bidim binxetê, li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê, bibim straneke şoreşgerî û ji devê Hozan Serhed bêm strandin.

Ez ê carinan li Helepçeyê bi bêhna sêvan bimrim. Carinan jî li Şengalê, berê xwe bidim Beyta Laleş û bibim diayekî li ser lêvên zarokek Êzdî. Carinan jî ez ê di navbera Derwêşê Evdî û Edûla misilman de bibim sînore veqetînê. Carna jî bibim çek û rextek û li ser milê pêşmergekî leheng bigerim.

Waxt were ez ê biçim Kobanê û ji birînên qîz û xortên şervan re bibim derman û melhemek. Carinan ez ê bibim penaberek û ji xwe re stargehek bigerim. Ez ê carinan jî ji bo parastina axa xwe, gelê xwe bibim şehît û di bin axa sar a welatê xwe de bişeref razêm.

Ez ê hin caran bibim histirek di çavên dayikan de û dilop dilop werim xwarê. Ez ê hin caran jî xortekî an jî qîzeke emirpiçûk û li her çar perçên Kurdistanê de, ji bo doza xwe şer bikim. Ez ê carinan bibim pîrek an jî kalek û di nav xeyalên xwe yên riziyayî de biçim li ser dilovaniya xwe. Ez ê carinan jî bibim zarokekî penaber wekî Alyan Kurdî di behrê de bixeniqim. Dûre bi bask bikevim û wek kevokek bifirim.

Ez ê carnan bibim agirek û bi sînemaya Amûdê kevim. Carnan jî bibim strana Ey Reqib û li ser zimanê Leyla Qasim ve bêm gotin.

Ez ê geh bibim rêhevalê Qazî Mihemed. Geh bibim pênûsa di destê Celladet Elî Bedirxan de û ji bo kurdî heta niqutek mirekeba min bimîne ez ê her tim bixevitim. Carinan bibim rûpelekî kovara Hawarê, carinan jî bibim nûçeyekî rojnameya Kurdistanê. Ez ê hin caran bibim peyvekî qedexekirî û li ser zimanê mirovên kurdîhez ve bi awayekî nepenî bêm bi lêv kirin.

Ez ê carinan berê xwe bidim Bakûr û herim herêma Botan. Ez ê ewilî herim Cizîrê, Cizîra Botan û bibim mêvanê malbata Bedirxanan. Ez ê bibim çekdarek û tevî Mîr Bedirxan şer bikim. Ez ê ji Yezdanşêr pirskim ka çima xiyanetî li apê xwe kir?

Ez ê hin caran bibim Bekoyê Ewan û bibim sedema evîna Mem û Zîn. Ez ê hin caran jî bibim bendewarek, û li benda mirazê Mem û Zîn bim. Carina jî ji bo bêmiraziya Mem û Zîn bigirîm.

Ez ê hin caran bibim awazek û ji Çiyayê Cûdî de bilind bim. Hin caran jî bibim helbestekî Melayê Cizîrî. Ez ê carina bibim peyveke evînî û li ser zimanê xatûna Bîstkesk bêm gotin.

Ez ê carinan bibim guhdarvanê helbestên Melayê Cizîrî. Carinan jî ez ê bibim lîstikvanê govendan, govenda dawetên bûk û zavayên kurdan.

Ez ê carinan bibim guhdarek û û di şeva Leyletil Qedrî de, Mewlûda Melayê Bateyî guhdar bikim.

Ez ê hinek caran bibim Genc Xelîl û ji bo evîna Edûla rindik şer bikim. Ez ê hinek caran jî bibim zembîlek û di destê Zembilfiroş de, di nav kolanên Farqînê de bigerim. Carinan jî bibim şahidê Gulxatûna ku bûye sedema mirina Zembîlfiroş.

Ez ê hin caran Arifê Cizîrî guhdar bikim. Hin caran jî Eyşe Şana bêbext guhdar bikim.

Ez ê hinek caran bi îzna Huseynê Farê ji bo xatirê çev û biriyên reş û belek ên Têliya malxirab ez ê heft xwişkan ji heft birayan re têxim berdêlî.

Ez ê carinan bibim rewiyek û di nav Sûrên Amedê de bigerim. Ez ê carinan di Mizgefta Mezin de li benda banga şerif bibim û du rekaet nimêja şeveqê bikim, carinan jî bibim kevokekî aştiyê û li ser Sûran de ji bo aştiyê baskên xwe li ba bikim.

Ez ê dawiya dawîn de biçim herêma Serhedê.

Ez ê carinan biçim Agiriyê û bibim serhildaneke şoreşgerî. Ez ê bibim şervanek û digel Îhsan Nûrî, Ferzende Beg û Biro Heskî Têlî şer bikim. Ez ê carinan ji ber zilmê birevim, carinan jî di Geliyê Zîlan de, di zikê dayîka xwe de dê bêm kuştin. Carinan jî di şikeftan de bêm gulebaran kirin.

Ez ê carinan di deşt û newalên Dersimê de, bi bombeyan werim kuştin. Carinan jî bi dalitên daran ve werim kuştin. Carinan jî dê bibim çemê Laçê û bi xwîn biherikim.

Ez ê hinek caran bibim zarokek û di qada Bûxday a Xarpêtê de daliqandina Seyîd Riza bibînim. Carinan jî li Amedê di qada Deriyê Çiyê de bi Şêx Seîd re bimrim.

Ez ê carinan biçim Bazîdê li ser qebra Şêx Ehmedê Xanî û ji wî re fatihayek bixwînim. Ez ê carinan jî bibim peyveke evînî û di helbestên Xanî de cih bigrim.

Ez ê carna li ber stranên Evdalê Zeynikê govend bigrim,carinan jî li ber stranên wî yên dilsoj bi dilxemgînî bilorînim. Ez ê carinan bi Temoyê kurrê Evdal re di deşt û mêrgan de bigerim. Carinan jî bibim qulingekî baskşikestî û bibim mêvanê Evdal. Evdal ji bo ku quling baş be yê hewlek bide xwe, lê mixabin dema qulingê baş bibe, Evdalê êdî kal bibe.

Ez ê hinek caran biçim li ber Gola Wanê bibim qaqlîbazek û li ser golê li gor dilê xwe bifirim. Hinek caran jî bibim çûkek û di deşt û zozanên Serhedê de bifirim.

Ez ê carinan li ber stranên dengbêjên Serhedê govend bigirim. Carinan jî bi stranên dengbêjan di deşt û newalan de bigerim. Ez ê hinek caran bi stranên Reso bikevim xeweke şirîn û xeyala dildara xwe bikim. Ez ê hinek caran jî bibim awazek û ji devê Şahê dengbêjan Şakiro bilind bibim. Ez ê bi dengê Şakirê Bedîh li zozanên Serhedê herim koçeriyê.

Ez ê carinan bibim mêvanên dengbêjan û li ber stranên Huseyno, Zahiro, Reso û Şakiro kêfxweş bibim. Dê dengbêjên bêjin ez ê guhdar bikim û ez ê bêjim dengbêjên guhdar bikin.

Ez ê carinan di deşta Mûşa şewitî de bigerim, carnan jî li ser çiyayê Araratê li benda windabûna tavê bim.

Ez ê carinan di mêrg û zozanên Çewlikê de li ser kaniyek aveke sar vexwim. Carinan jî li ser çiyayê Nemrûdê, di şeveke havînê de stêrkan hilbijêrim.

Ez ê carinan li ser çiyayê Sîpanê bibim Siyabendî û bêmiraz bimirim, carinan jî bibim hêsirek û ji çavên Xecê ji bo Siyabendî werim xwarê.

Ez ê carinan bibim Karapêtê Xaço, Karapêtê Ermenî û li bin xetê di sirguniyê de bim. Carinan jî bibim Aram Tîgranî û bi çar zimanan ve stranan bistrim. Carinan jî bibim Filîtê Quto an jî Cemîlê Çeto û bi mêrxasiya xwe ve bi nav û deng bibim.

Ez ê hin caran di şeveke zivistana Serhedê de, li ber sopê, çîrokên serhediyan guhdar bikim. Carinan jî bibim nameyeke keç û xortên ciwan ên aşiq û bi dilxweşî, bi dildarî bêm nivîsandin.

Ez ê carina bibim sergovediyekî dawetên herêma Melazgira Mûşê. Carinan jî bibim ”tilîlîyên” devê jinên Botî.

Ez ê hin caran di jêrzemînên Cizîra Botan de werim şewitandin. Hin caran jî li ber Minareya Çarling bêm kuştin. Ez ê carinan di sarinacan de wekî Cemîleya Cizîrî werim veşartin. Carinan jî bi guleyeke bêbext werim kuştin. Carinan jî ligel 34 hevalan li Qulebanê, li ser xetê, bi bombeyan bêm qetilkirin.

Ez ê carinan bibim xalxalokek û mizgîniyên xêr û xweşiyê belav bikim. Carinan jî bibim minminîkek û li ser gul û nergîsên welatê xwe bigerim.

Ez ê carinan bibim zarokekî penaber û tî û birçî ji mirênê birevim. Carinan bibim dayîkek û ji bo namûsa xwe, xwe bikujim. Carinan jî bibim zilamek û ji bo rûmeta xwe şer bikim.

Ez ê carinan têkevim pirtûka Mehmed Ûzûn. Ez ê carinan bibim astengiyek di navbera Kevok û Baz de. Ez ê carnan bibim Baz, Bazê ku haya wî ji wî tine, carinan jî bibim Kevok û ji bo doza xwe bêm kuştin.

Ez ê carinan bibim Memê Alan û ji welatê Mexrebiyan derêm û ji bo evîna xwe li ser pişta Bozê Rewan 6 mehan li Zîna xwe bigerim. Ez ê bibim destebirakê Hesen, Çeto û Qere Tajdîn

Ez ê carinan bibim lîstikvanek û di fîlmên Behman Qubadî de cih bigrim. Ez ê di dema hespên serxoş de bi dilxemgîniya xwe serxoş bibim. Carinan jî bibim saqiyek û di helbestên Ahmedê Xanî de cih bigrim. Wext were ez ê bi Feqiyê Teyran re bi teyr û çûkan re bipeyîvim.

Ez ê carina bibim kuleke bêderman û di dilê dayîkek de cig bigrim. Carinan jî bibim hêstireke di çavên zarokan de…

Ez ê carinan wekî dîn û gêjan bi çolan bikevim. Carinan jî wekî lehenek li azadiya xwe bigerim.

Ax ax, ax kula dilê min. Kula ku di dilê min de cih girtiyeû jê dernayê. Ez ê çawa dermanek ji vê kula dilê xwe re bibînim.

Ez qet nizanim ez ê çi bikim…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev