Sî sal di rêyeke pîroz de

Sî sal di rêyeke pîroz de

Mala we ava, Komxebata KURMANCÎ !

Welat Agirî

Komek heye, jêra dibêjin koma kurmancî. Kom komeke pîroz û bimbarek û endamên wê jî kesên dilsoz, camêr, zimanzan û welatperwer in.  Erê ne kêm ne jî zêde ev sî sal e karekî pîroz bi awayekî xwebexş tê meşandin û hêvîdar im ku ev meş bê sekn û rawest bidome.

Xebatkar û kedkarên komê di havîna 1987an de dest bi civînên xwe dikin. Divê em destpêkê de bêjin ku destpêkirina kar û xebata ji bo kurmancî ne biryara dewlet an jî saziyên dewletekê ne. Ev vîn û qirar ya van ronakbîrên kurd ên xwedî xîret in, ku bi serokatîya serokê Înstîtûya Kurdî a Parîsê Kendal Nezan bi serketî dimeşînin.

Taybetmendiyeke koma kurmancî jî, cîh û warên endamên wê ne ku her yek ji wan ji deverekê ye. Ev xisûsiyeta wan ya herî girîng û qîmetdar e. Baş tê zanîn ku heya van salên dawî, yanî heta bikaranîna teknolojiyê, em kurd ji hev bê xeber bûn. Kurda di herêmên xwe de, jiyana xwe bi awayekî lokal didomandin. Vê bêxeberî û dûrketinê tesîreke xirab li ser zimanê me jî hîştibû ku sed heyf em bûbûn xerîbên devokên hev. Ji bo kurdekî ji Agirîyê, fêmkirina devokê Meletiyê ne hêsan bû. Televîzyon û radyoyên me ên hevpar nebûn ku kurd bêtir ji hev serwext bin û têkiliyên xwe yên cîvakî xurttir bikin. Di wê rewş û aloziyê de ez xebatên koma kurmancî gelek hêja û giranbiha dibînim ku ronakbîrên kurd ên ji herêmên cuda hatine ba hev ku pirsgirêkan safî bikin û kurmanciya me derxin derenceke netewî.

Endamên daîmî yên koma kurmancî 11-12 kes in. Dîsa li gorî cîhê civînê jimara endaman hin caran zêde an jî kêm dibe. Bo nimûne, dema civîn li başûrê Kurdistanê tê li dar xistin hinek nivîskar û profesorên ji zanîngehên başûr jî beşdar dibin. Herweha dîsa car caran kurdzanên biyanî jî di cîvîna de cîhê xwe digirin. Kî ne ev kes, ji ku ne? Ez ê ji we re navê çend kesan bêjim ku ew kes bi piranî civînan de amade bûne û hê jî vê erka xwe didomînin. Mistefa Aydogan (Mêrdîn), Elîşer (Wan), Rojen Barnas (Farqîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Hemîd Kiliçaslan (Mêrdîn), Reşo Zîlan (Agirî), Emîn Narozî (Batman), Lezgînê Çalî (Barzan), Kendal Nezan (Dîyarbekir), Zinar Soran (Dêrik), Lutfî Baksî (Xerzan), Selam Nûman (Qamişlo), Newzad Hirorî (Dihok), Rêzan Awdal (Zaxo), Sidqî Hirorî (Dihok), Xosro Abdullahî (Maku), Salih Akin (Hazro), Mehmûd Lewendî (Qerecdax).

Eyûb Kiran (Qerecdax), Ahmed Dirihî (Çewlik), Fazil Omer (Dihok), Umîd Demirhan (Bazîd), Îsmaîl Şahîn (Sêmêl) û yên din wek mêvan alîkarîya karê Komê dikin.

Koma Kurmancî salê du cara dicive, ango şeş mehan carekê, û di her civînê de li ser babetên cuda cuda dixebitin. Civînên wan heftek, deh roj dikişînin. Bi qedandina civînê re kar û xebatên wan di kovara  bi navê Kurmancî de têne weşandin.

Birastî ew mijarên ku ronakbirên kurd ku li ser xebitîne û di 59 hejmarên kovarê de hatine weşandinê, gelek girîng in. Û bi raya min di pêşerojê de, dem û dezgehên kurd û Kurdistanê, dê di xebat û lêkolînên xwe de, xebata wan ronakbîra ya sî salan, wek çavkaniya yekem bi kar bînin ku jixwe çavkaniya yekemîn e.

Dixwazim hin babetên ku kom li ser xebitiye rêz bikim ku hûn ê jî bibînin, ev mijarana yekser bi jiyana rojane re eleqeder in:

  • Giramera kurdî û termên edebî
  • Nav û termên coxrafî, sîyasî, hiqûqî û îdarî
  • Rastnivîsîna jimaran, roj, hefte û mehan, demên salê
  • Anatomiya mirov
  • Termên rojname û rojnamevaniyê
  • Termên cotkarî, çandinî û navê pez û dewaran
  • Xebatên li ser klasîkên kurdî
  • Navên cil û bergên kurd û kurdewarî
  • Termên leşkerî
  • Amanên nav malê
  • Xebatên li ser ferhengoka Hawar û Ronahî yê
  • Li ser peyvên malbat û merivatiyê
  • Ferhengoka zargotina kurdên Sûriyê
  • Ferhengoka Pehlewî û Kurmancî
  • Ferhengoka Roja Nû
  • Xebatên li ser devoka Qerecdaxê, Berriya Mêrdînê, Botî, Qefqesyayê û Hekariyê
  • Ferhengoka Mem û Zînê
  • Termên aborî
  • Îdyomên Kurdî
  • Nifir û nifirîn
  • Nexweşiyên heywanan
  • Xebatên li ser peyvên kêmnas
  • Cureyên endamên laşê mirovan û îdyomên jê çêkirî
  • Bêje û termên rêzdariyê
  • Termên matematîkê
  • Termên kompîtirê
  • Xwarin û vexwarinên kurda
  • Li ser peyvên kurdî di zimanê cîranan de
  • Lîstikên gelerî
  • Termên trafîkê
  • Stranên folklorî
  • Peyvên dunavî
  • Amanên axînî
  • Termên kosmetîk
  • Navên heywanan
  • Navên gul û gihayan
  • Xebatên li ser balindeyan
  • Zayîn û mirina heywanan
  • Zimanê Avesta û paşgirên kurdî
  • Termên fûtbolê
  • Navên dezgehên dewletê
  • Peyvên qewlên êzdiyan
  • Peyvên ermenî di zimanê kurdî de
  • Ferhengoka Şerefname yê
  • Xebatên li ser Erebê Şemo û Heciyê Cindî
  • Termsaziya pizîşkî bi kurdî
  • Termên hingiv û mêşvanî
  • Masî û masîvanî
  • Peyvên kurdî di zimanê ermenî de
  • Navên kurm û kêzikan
  • Taybetmendiyên devoka celalî û goyiyan
  • Peyvên rûsî di zimanê kurdî de

Wek van mijaran gelek ên din jî hene ku Koma Kurmancî li ser xebitiye û karê hezar dibistana kirine. Pêdiviya kurda bi dezgeh û ronakbirên wek van camêran hene ku bi vê rê û rêbaziyê dê pêşeroja me ronkayî be.

Wek kurdekî zimanhiz ez malavatiyê, saxî û silametiyê ji endamên Komê re dixwazim. Bira her hebin û karê xwe de serkeftî bin.

Di wêneyê da: endamên Komxebata KURMANCÎ mêvanê Hukumeta Herêma Kurdistanê ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev