WEHDETUL WICÛD Û ŞOPÊN WÊ LI SER WÊJEYA KURDÎ A KLASÎK -1

WEHDETUL WICÛD Û ŞOPÊN WÊ LI SER WÊJEYA KURDÎ A KLASÎK -1

Nivîskarê malpera me gotareke delal ji me ra şandîye. Ji bo mezinaya gotarê, em wê dikin 3 beşan û îro beşa pêşin çap dikin.

MELA MIHYEDÎN

Ev gotara ku hatî amadekirin ji pênc beşan pêk hatiye. Beşa pêşî ji ber ku wehdetul wicûd û şopînerên wê bê famkirin di destpêkê li ser tesawif û çend têgehên tesawifî hatiye rawestin û ev têgeh bi awayekî zelal hatine pênase û şîrovekirin. Piştî pênase û şîrovekirina têgehan, di beşa duduyan de, li ser dîrok û şopînerên vê felsefeyê hatiye sekinandin. Di beşa siseyan de hem di Qu’rana Pîroz de û hem jî di baweriyên semavî de bi çi awayî li ser vê felsefê hatiye sekinandin tê qalkirin. Di beşa çaran de berê dûrbînê didin ser rojhilata navîn û li şopînerên vê felsefê digerin. Di beşa pêncan de, di wêjeya kurdî ya klasîk de yek bi yek li şopên wehdetul wicûdê digerin.

1.Tesawif û Çend Têgehên Tesawifî

Çend me’ê tesawifê hene. Me’na yekem: Tesawif edeb e, tesawif terka xûyên xirab e û li şûna wan têxistina xûyen baş û paqij e. Me’na duyem: Ji tedbîqkirina dersen medreseyê re tesawif tê gotin. Me’na sêyem: Tesawif ji aliyê Heq ve di laşê beşeran de kuştina nefs û vîna beşerî ye, li şûna vîna beşerî Heq vîna xalis, vîna heq têxe şûnê. Dilê beşer paqij û pak dibe, nefsa wî/wê a fanî jî dighîje nefsa bakî bi vî awayî beşer xwe dighîne asta herî bilind ku ew jî Kamilbûn e. Ilmê ku li ser tekiliya Reb û evd dixebite û vê têkiliyê dişopînê Tesawif e. Mijara herî girîng a tesawifê felsefeya wehdetul wicûdê ye. Îmamê Malîk girîngiya tesawifê wiha tîne ziman: “lme bê tesawif vala ye û tesawifa bê ilm jî pûç e.”

Peyva Wehdetul Wicûdê ji du hêmanan pêk tê. Hêmana yekem “Wehdet” e, ev peyv li gorî peyvnasan koka wê ji zimanê erebî digire û wateya wê bi kurdî “Yekîtî” ye. Peyva din a vê hêmanê “Wicûd” e, ev peyv jî koka xwe ji zimanê erebî digre û wateya wê a kurdî “Laş e”. Em dikarin vê peyvê wek “Yekbûna Laş” ango “Yekîtîbûn” wergerînin zimanê kurdî. Li gor vê baweriyê ji bilî Yezdan di gerdûnê de tu mewcûdiyet tune ye. Her tiştên li gerdûnê hebûna xwe ji Yezdan digirin ango her tiştê di vê gerdûnê de sîtava neynikê ye. Kesên ku bixwazin xwe bighînin Wehdetul Wicûdê di serê her tiştî de divê xwe di babên Merîfet, Terîqat, Şerîat û Heqîqatê de nefsa xwe terbiye bikin, piştî terbiyekirina nefsê bi Heq re dibin yek û dighîjin Kamilbûnê.

Wehdetul Kusûd ev peyv jî wek peyva Wehdetul Wicûdê koka xwe ji zimanê erebî digire peyva yekem li jor hatiye şîrovekirin. Peyva Kusûd wateya wê bi kurdî mebest, armanc, vîna jidil û daxwaza xalis e. Em dikarin vê ravekê wek “Yekîtiya Mebestê” ango “Yekîtiya Daxwaza Xalis” wergerînin zimanê kurdî. Bi awayê kin Wehdetul Kusûd, di mebest, mirad, matla û daxawazê de yekîtî ye. Bi awayekî berfireh jî wiha em dikarin şîrovebikin: bi mebest û biryara Heq re ew kesên beşer dighîjin Yekîtîyê, bi vî awayî vîna Heq û a beşer dibin yek û tevlîhev dibin. Di vê yekitiya ku çêbûyî yekîtiyeke rasteqîn tune ye. Evd xwe ji nefsa xwe a beşerî azad dike û li şûna wê vîna rast a Heq xistiye şûnê. Di vê rewşê de îrade û daxwaza evd tune ye ango ne derbasdar e.  Îrade û vîna derbasdar tenê a Heq e. Li gor sofiyan kesên herî maqbûl û kamil ew kesên dighîjin Wehdetul Kusûdê ne.

Wehdetul Şuhûd ev têgeh jî wek têgehên din ji du hêmanan pêk tê, Wehdet û Şuhûd. Peyva Şuhûdê tê maneya dîtin, Dîtina Heq. Em dikarin vê peyvê wek “Yekîtiya Dîtina Heq” wergerînin kurdî. Wehdetul Şuhûd kesên ku di her tiştî de Heq dibînin ango tiştên di gerdûnê de wek teceliya Heq an sîtava Heq dibînin (Ji bilî Heq kesekî din nabînin). Ev rewş di halê sekran û galebeyê de derdikeve. Gava Sâlik (Rêwî) dikeve vê rewşê ji halê xwe, ji gotin û kirinên xwe ne hayedar e. Wek ku Beyazid Bestamî gotî: “Mâ a”zame şanî” ango “di bin cibeyê min de ji bilî Heq kesek tune ye”. Bestamî vê gotina xwe di halê sekranî de gotiye lewma ji hal, gotin û kirinên xwe ne hayedar e. Mebesta wî ewe ku dixwaze bêje: “ji bilî Heq di gerdûnê de mewcûdiyet tune ne”. Kesên ku ji vî halê sekranî xilas dibin ji gotin û kirinên xwe ên di rewşa sekranî de kirine poşman dibin û tewbe dikin. Piştî vî halê sekranî beşer êdî evd û Heq ji hev cuda dibîne, afirîner û afirinde ji hev vediqetîne.

2.Şopînerên Wehdetul Wicûdê

Tesawif hem di felsefeya Rojava û hem di felsefeya Rojhilatî de ciyekî girîng digire. Bandora vê felsefeyê bêhtir di berhemên dînî û di wêjeya klasîk de derdikeve pêşberî me. Bi belavbûna Îslamiyet û medreseyan re ev bawerî bêtir di nav gel de belavbûye û ji xwe re cih diye. Piştî perwerdehiya medreseyan pênc salan jî perwerdeya Tesawifê dihat dayîn. Li van medreseyan gelek zanyar, feqî û mela derketine û ji gelê xwe re rêya zanînê vekirine. Kesên ku medrese qedandî û îcazeta xwe wergirtîne di bin bandora vê felsefê de mane û ev kes çûbin ku derê seydatî an jî melatî li ku derê kiribin fikrên xwe jî bi xwe re birine û bi vî awayî felsefeya wehdetul wicûdê li gelek cihan belav kirine. Di berhemên van zanyaran de mijara tesawif û wehdetul wicûdê ciyekî girîng girtiye.

Kesên ku bixwazin xwe bighînin Wehdetul kusûd û Yekîtûbûnê ji bilî ilm divê di çend qonaxên jankêşî de derbas bibin. Qonaxa yekem Evîna Beşer e, di vê qonaxê de kirde evîndarê laşeke beşerî dibe, di vê evîna beşerî de kirde gelek êş û keseran dikşîne, di nav êş û kesaran de gava tê strandin kirde derbasî qonaxa duyem dibe. Qonaxa duyem Evîna Îlahî ye, hin kes di qonaxa duyem de, hin kes jî piştî qonaxa îlahî derbasî wehdetul kusûd û yekîtîbûnê dibin. Ev felsefe bêtir di nav misilmanan de û di Rojhilatanavîn de belav bûye û şaxên xwe li ser vê axê vedane. Nivîskarên ku di bin vê felsefê de mayîn ên Rojhilatanavîn ev in: Muhyedînî Îbnî Erebî, Xellacê Mansûr, Ferîddûnê Attar, Fûzûlî, Molla Camî, Beyazid Bestamî, Mewlana Celaledînî Rûmî, Yûnus Emre, Sadettîn Konevî û hwd[1].

Jiber ku wêjeya klasik bingeha xwe ji dîn digire, wêjeya kurdî a klasik jî bi piranî di bin bandora dînê îslamê, tesawifa îslamê de derketiye holê û li gorî van xalan jî teşe girtiye. Gava ku em li nivîskarên klasîk ên wêjeya kurdî dinêrin hemû nivîskarên me piranî mela, şêx, seyda, seyîd û feqî ne. Kesên ku hatî van asta medrese qedandine û bi berhemên dînî û tesawwifê xwendina xwe kuta kirine. Ji ber van sedeman nivîskarên kurd ên wêjeya klasîk bi piranî di bin felsefeya wehdetul wicûdê de mane. Nivîskarên kurd ên di bin bandora vê felsefeyê de mayîn ev in: Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Şêx Ehmedê Xanî, Mela Huseynê Bateyî, Siyahpoş, Şêx Evdirehmanê Axtepî û hwd.

Kesên li ser vêtesawwif û felsefeya yekîtîbûnê xebetîne tenê ne Rojhilatî ne ango tenê ne misilman in. Li Rojava jî li ser tesawwifê û felsefeya yekîtîbûnê sekinînê û navê Theosophie lê kirine. Feylesofê Yewnanê Eflatun[2] û Platînos felsefeya yekîtîbûnê dipejirînin. “Li gorî Eflatun, du cîhan hene, Cîhana Îdeayan û Cîhana Sehekan[3]. Eflatun fikrê xwe ê felsefeya yekîtîbûnê bi Îdeaya Şikeftê tîne ziman. Di îdeaya şikeftê de ev cîhan û kaînat, ev gerdûn û ev dîmenên li ber çavên mirovan tev de xeyal in û rastiya wan tune ye. Tiştên li vê cîhan û kaînatê  cî digirin tevde teceliya cîhana îdeayê ne û a rast cîhana îdea ye û mewcûdiyeta heq li wir e. Kesên ku bixwazin xwe bighînin rastiya heq û ebediyetê divê ji bo cîhana Îdeayê bixebitin. Dîsa Eflatun dîyar dike ku îdea ji Heq tê û di hindirê hemû afirîndeyan de cî digire. A girîng ew e ku meriv xwe bighînin rastiyê, Rastiya Heq a îdeayê. Gava meriv xwe dighînin îdeayê (rastiya Heq) wî çaxî tên asta Kamilbûnê jî.

Platînos di bin bandora Eflatun de maye û wek Eflatunê duyem jî tê hesibandin. Platînos dibêje ku di vê cîhana pêyzeyî[4] de her tişt diguhere û tiştek wek halê xwe ê berê namîne ji lewma her tiştên ku li kaînatê cî digirin rastiya wan tune ye. Tenê hebûnek heye û Platînos ji vê hebûnê re Yek dibêje. Li vir yek sembola Heq e. Li gorî Platînos Yek sedema hebûna her tiştî ye. Her tiştên dijber, her tiştên cuda ji Yekê çêbûne û li gerdûnê belavbûne. 

3.Di Baweriyên Semavî, Qur”ana Kerîm û Hedîsan de Wehdetul Wicûd

Di hemû baweriyên semavî de û di gelek baweriyên din de ên mîna Zerdeştî, Yaresanî, Êzdiyatî, Cihûtî, Filehtî û Misilmantiyê de çîroka afirandinê wisa derbas dibe: Yezdan gava mirov û gerdûn xuliqand di wê navbeyna xuliqandinê de ji giyanê xwe yê nûranî hinekî pifî mirov û gerdûnê kir. Lewma di her tiştî de giyanê pîroz heye û her tişt di hindirê xwe de parçeyek ji Yezdan dihebîne. Sofî jî vê yekê piştrast dikin û dipejirînin. Dîsa li gor hin sofiyên din jî ev cîhan û ev gerdûn sîtava neynikê ye. Her tiştên ku zindî yan jî nezindî bi hebûna Yekê li ser lingan dimînin. Li gorî vê felsefê her tişt Yek e û her tişt ji Yekê çêbûye û ew Yek jî Yezdan bi xwe ye. Di nav bera Piranî û Yekîtiyê de esasek heye. Vê yekê bi yekîtiya ronahiyê û bi piraniya rengan em dikarin şîrove bikin. Hemû reng hebûn û pirraniya xwe ji ronahiyê digirin. Ev nêrîn felsefeya wehdetul wicûdê hîn qewîntir dike.

Sûrê Beqerê, ayeta 115an wiha ye: “Şerq jî ya Xwedê ye û xerb jî a Wî ye, hûn berê xwe bidin ku derê, hûn dê li wir wechê Xwedê bibînin.”[5] Ev ayeta kerîm delîlê felsefeya wehdetul wicûdê ye. Em dizanin ku sahibê û afirînerê vê kaînatê Xwedayê Zulcelal bi xwe ye. Wek çawa hostayek gava hunera xwe tînê wicûd ji xwe tiştekî lê zêde dike, Xwedayê Kerîm jî di xuliqandina kaînatê de ji nûra xwe, ji keda xwe, ji zanabûna xwe hin tişt li afirîndeyên xwe zêde kiriye. Lewma berê me li çi be, li ku derê be, li wê derê şopa Xwedê heye û Xwedayê Kerîm hertim bi me re ye.

“Ez xezîneyek veşertî bûm, min xwest ez bêm zanîn”[6] li gorî vê hedîsê em dikarin şîroveyek wiha bikin: Her hosta ji ber ku hunera wî bête zanîn berhemên xwe çê dike û bi saya van berhemên xwe ew hosta nemir dibin û di nav mirovan de tên nasîn. Yezdan ji ber bête zanîn ev hemû mevcûdîyet û gerdûn xuliqandiye û ev tiştên hatin xuliqandin perçeyek ji nûraniya Yezdan di hindirê xwe de dihebînin.

4. Dîrok û Şopînerên Wehdetul Wicûdê ên Rojhilata Navîn

Di dîrokê de kesê ku bingeha vê felsefeyê avêtî Muhyedîn Îbnî Erebî ye (1165-1240). Elimên pêşiya Erebî ye. Elimên pêşiya Erebî jî felsefeya wehdetul wicûdê pejirandine lê ji ber rewşên civakî, siyasî, dînî û demê qala vê felsefeyê nekirine, fikrên xwe neanîne ziman. Ên ku fikrên xwe anîne ziman yan hatine îdamkirin yan jî cezayê sirgunê ji wan re hatiye dayîn û di nav gel de jî bi çavên xirab li wan hatiye nêrîn. Erebî li gorî elimên dewra xwe hîn wêrektir bû û fikrê xwe ê felsefeya yekîtîbûnê di berhemên xwe ên bi navên Fusûs”ûl Hîkem û Evîna Îlahî de aniye wicûdê. Erebî tînê ziman ku gotinên di kitêba wî a bi navê Fusûs”ûl Hîkem de ne aîdê wî ne, gotinên di kitêbê de gotinên Pêxemberê ummetê ne û li ser daxwaza Pêxember ev kiteb nivîsiye. Erebî herwiha li Misirê jî kitêbek bi nave Futuhat-I Mekkiye nivîsiye û ji ber nivîsên di kitêbê de ji aliyê elimên wê dewrê ve îdama wî tê dayîn û ew jî ji mecbûrî ji Misrê koçî dike. Erebî ji ber vê felsefeya xwe ji aliye hin kesan ve, ên ku nêrîna wî bi erênî pejirandine wî wek Şêxê Ekber[7] qebûl dikin û kesên ku vê nêrînê napejirînin û li dijî vê nêrînê derdikevin wî wek Şêxê Ekfer[8] qebûl dikin. Bandora felsefeya Erebî herî bêtir li Anatoliya, Erebîstan û Endilûsê dibe.

Di nav yên ku felsefeya Yekîtîbûnê pejirandandî de Xellacê Mansûr jî heye. Li gorî nêrîna lêkolîner Mehmet Bayrak û Muhamed Raûf Tawakkolî nijada Xellacê Mansûr kurd e. Mansûr ji ber gotina xwe a “Ene’l Heq”[9], ji aliyê elimên wê dewrê ve wî didin dadgehê. Di dadgehê de Mansûr; ji Yezdan re şirîk çêkirin, ji rêşaşîtî û ji dîn û baweriyê derketin bi van sûcan tê tawanbarkirin. Qadiyê wê dewrê îdama Xellacê Mansûr dide. Piştî biryara îdamê derdikeve laşê Mansûr perçe perçe dikin û bi ezabekî mezin wî dikujin. Li ser gotina Xellacê Mansûr a Ene”l Heq şîroveyên cuda cuda hene. Li gorî şîroveya yekem, Mansûr vê gotina xwe di rewşa wehdetul şuhûdê de, di halê sekran[10] de gotiye, gava tê serhişê xwe vê gotina xwe şaş dibîne û ji gotina xwe poşman dibe. Li gorî şîroveya duyem, Mansûr vê gotina xwe di rewşa wehdetul kusûd de gotiye, ji ber di rewaşa fenâ de bû ev gotin ne a wî bû, gotin a Heq bi xwe bû. Hinekin din jî dibêjin ku Mansûr ketiye kufrê û ji Xwedê re şirîk çêkiriye.

Ferîddûnê Attar nivîskarê navdar ê Rojhilatanavîn e. Bi celeb (terz) û penûsa xwe li gellek kesan bandor kiriye, bêguman bandorek mezin li ser wêjeya kurdî jî kiriye. Attar di berhema xwe a bi nave Mantiqû”t-Teyr de çîrokek bi nave Sîmurx (Sîmurg) nivîsiye. Bi vê çîrokê fikrê xwe ê Wehdetul Wicûdê tînê zimên. Çîrok wisa ye: Gelek teyr ji ber gazinên xwe ji Mîrê Çûkan re (navê mîrê wan Sîmurx e) bikin û ji derdên xwe re çareyan bibînin û derman bikin ber bi ciyê Sîmurx ve baskên xwe li ba dikin û ber bi ezman ve dikevin rê. Hinek ji wan di destpêka rê de, hinek hîn gelek neçûne, hin ji wan hîn negahatine nîvê rê, hinekên din jî êdî hew debar kirine betilîne û vegeriyane malên xwe. Ji wan çûkên ku derketine rê tene “Sî” teyrik ma ne. Ev “Sî” teyrik paş çiyayê qaf ketine û hatine meqamê Sîmurx[11]. Li her derî digerin û li her derî dinêrin lê şahê çûkan Sîmurx nabînin. Berê xwe bidin ku dere xwe dibînin, tenê Sî Murxî (Teyr) dibînin ne Sîmurxî.

Herwiha di sûrê Qafê, di ayeta 16an de dibêje: “Sond be, bi rastî Me însan afirandine û ya ku nefsa we ji we re dibêje Em dizanin û Em ji rahjiyana (şahdamara) we jî bêhtir nêzîkî we ne.”[12] Ev ayeta kerîm û çîroka Sîmurx ji alikî dişibin hev. Ayet mezinbûna Yezdan û haybûna wî ji her tiştî tîne zimên. Ji bilî vana Yezdan di hemû gerdûnê de cî girtiye. Ji rahjiyana merivan bêtir nêzî merivan e. Ji rahjiyanê mebest kesên zindî ne. Tiştên ku xwedî tevger bin zindî tê hesibandin û di her tiştên zindî de nûra Heq heye. Lê tiştên ku tenefûsa hewayê nakin (element) gelo em dikarin wan jî wek zindî bihesibînin? Gava em li hindirên elementan binêrin Atom derdikevin pêşberî me ku Atom parçeya herî biçûk a elementan e. Di hindirê Atomê de proton, notron û elektron hene. Ev parçeyên atomê li havîrdorên hev digerin. Ji ber ku element jî xwedî tevgerên em dikarin bêjin ku element jî zindî ne. Li gorî vê pênasekirinê hemû mewcûdiyetên di kaînatê de xwedî tevger in û hemû jî zindî ne û di hemûyan de jî nûraniya Heq heye. Hem di çîroka Sîmurx û hem di ayeta kerîm de dibêje ku ciyê Heq tenê ne asîman e, Heq li her deverî ye û Ew ji her tiştî bêtir nêzî me ye. Ne hewceye ku em wî li ciyekî an li deverekê li Heq bigerin.

(dûmayîka gotarê sibê bixwînin)

Riataza

[1] Etuğrul, smail Fenni, Vahdet-i Vücûd ve İbn Arabi, İnsan Yayınları, İstanbul: 1991

[2].Li Rojhilata Navîn ji Platon re Eflatun tê gotin

[3].Gurdilî, Ali, (07.12.2014). Platon û Felsefeya wî ya Perwerdehiyê, http://www.felsefevan.org/platon-u-felsefeya-wi-ya-perwerdehiye.html

[4].Maddeyî.

[5] Qur”ana Pîroz û Wergera Wê Ser Zimanê Kurdî, Stenbol: Sur, 2014. Rûpel:17

[6] Aclunî, Keşfu”l Hafâ, II, 132, Hedîs: 2016

[7] Şêxê Mezin

[8] Şêxê Kafir

[9] Ez Xweda me

[10] Serxweşî

[11] Li vir “Sîmurx” sembola “Yezdan” e.

[12] Qur”ana Pîroz û Wergera Wê Ser Zimanê Kurdî, Stenbol: Sur, 2014. Rûpel:517

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev