Bajarê Sine li Rojhilata Kurdistanê

Bajarê Sine li Rojhilata Kurdistanê

Yaqûb Kurmanc


Sine yek ji bajarên mezinî Rojhilatê Kurdistanê ye.
Bajarê Sine piştî Kirmaşan û Urmiyê sêyemîn bajarê mezin yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku hejmara rûniştvanên wê li gor amarên sala 2016an nêzî 400 hezar kes e.
Xelkê Sineyê bi zaravayê Erdelanî ku hin kes jê re dibêjin zaravayê sineyî dipeyivin.

Gelek caran xelkê Sineyê bi vê deverê re dibêjin Kurdsan an Kursan ku heman wateya Kurdistanê dide.
Sedema wê jî ew bû ku Sine ji destpêka damezrandinê heya dema ku bi tevahî ket bin desthilatdariya Qecaran, paytexta mîristana Erdelan bû û Erdelaniyan bi hikûmeta xwe ra digotin hikûmeta Kurdistanê.

Berî sala 1046an a koça heyvî Sine gundekî piçûk bûye ku hoz an eşîreke bi navê kewşzêrîn li wir akincî bûn.
Silêman Xanê Erdelanî di sala 1046an a koça heyvî de bû serokê wîlayeta Kurdistanê û bi fermana padîşahê Sefewî Şa Sefî kelayên Zelm, Hesenava û Palengan wêran kirin û li gundekî bi navê Sine wargeh û binateya xwe damezrand û Sine bû paytexta Kurdistanê.
Ewî destpêkê keleheka hikûmetî li ser girekî bi bilindahiya 20 metreyan avakir û li derveyî kelayê jî bazar, mizgeft û mal çêkirin ku di dema îroyîn de ev kelhe ketiye navenda bajêr.
Ev şûna ku xelkê Sineyê jê re dibêjin Ban Başgeh (jarxane) ev bûye ku di serdema hikûmeta Pehlewî da jarxaneya erkedaran bûye û niha jî bingeha navendî a pasdarên Îranê ye.
Silêman Xanê Erdelanî navê Kelehê danî Sinedij ku erebîya wê dibe Senendec.

Li şerê navbera Osmanî û Sefewîyan de mîristana Erdelan hin caran li gel Osmanîyan hevpeymanî girêdidan û hin caran bi Sefewîyan re, yanî roleke dualî di siyaseta wan de hebû.
Li sala 1733an (koça heyvî) Kerîm Xanê Zend paşayê desthilata Zendiyan bajarê Sine dagir kir û piştî demekê Xesrew Xanê Erdelanî rayedariya vê navçeyê girte destê xwe.
Li sala 1799 heya 1824an Emanullah Xan kurê Xesrew Xan li Sineyê desthilatdarî dikir.
Wî di pêşketina bajarê Sineyê de xebatên gelek hêja kirin û ji alî bazirganiyê ve Sine pêşketî bû. 

Jêderka navê Sine
Gelek gotar û lêkolînên li ser navê Sineyê hatine nivîsar û kirine ku cudahî di navbera wan de heye.
Berî avabûna Sineyê wek bajarekî, li vî cihî gundek hebûye ku navê wê Sîne an Sine bûye û navê Sineyê li wê hatiye girtin.
Peyva Sine navekî mezin û pîroz e û di zimanê Avestayî ya kevn de Sine bi wateya Seqere (teyrê baz) ye. Seqere an Seqer navê balindeyeke Nêçîrvan e.
Li dema Silêman Xanê Erdelanî ji ber ku li Sineyê kelehek çêkiribû, ji ber vê navê Sineyê bû Sinedij (Kela Sine).
Keş û hewaya Sine di demsalên havîn û biharê de gelekî xweş û dilxwaz e û piraniya geştiyaran li vê demê Serdana Sineyê dikin.

Awyer:
Awyer navê çiyayekî bilind e ku ketiye rojavayê bajarê Sineyê
Bi boneya keş û hewayeka baş û şênbûna vê deverê bûye cihê ger û seyrana xelkê Sineyê û rojên bêhnvedanê gelek kes demên xwe li Awyerê derbas dikin.

Awyer navekî binavûdeng e li Rojhilatê Kurdistanê û her wiha navekî taybet e ji bo xelkê Sineyê.
Mezintirîn Sînemaya servekirî (taybetî demsala havînê) ya Îranê li Awyerê hatiye çêkirin.

Bajarê Sine bi bajarê Mizgeft û Koşkan jî navdar e, ji ber ku di nav bajêr de bi dehan mizgeft û koşk hene ku piraniya wan di serdema hikûmeta Erdelanîyan de hatine avakirin.

Xelkê Sineyê gelekî welatperwer û çand û huner û zimanê xwe ya kurdî baş parastine û hemî caran piştevaniya gelê Kurd di parçeyên din yên Kurdistanê kirine û dikin.
Li Sineyê pirranî Kurdên sunnî ne lê kurdên Şîî û Xiristiyan û Cihû jî hene lê mixabin piraniya kurdên Xiristiyan û Cihû koçber bûne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev