
Ajansa Spûtnîk Kurdistanê di “32emîn Pêşbirka Rojnamegerên salê” ya Civata Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) de di beşa wêneyê de xelata yekemîn wergirt.
Civata Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) xelatên “32yemîn Pêşbirka Rojnamegerên salê” belav kirin. Ji bo rojnamegerên ku xelat wergirtine li baxçeyê GGCê merasîmek hat lidarxistin. Di pêşbirkê de nuçegîhanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê Sertaç Kayar di beşa wêneyan de bi wêneyê “Li Sûrê hilweşandinê destpê kir” bû yekemîn û xelat wergirt. Piştî ku 25 rojnamegeran xelatên xwe wergirtin, şev bi guhdarîkirina mûzîkê berdewam kir.
