WEHDETUL WICÛD Û ŞOPÊN WÊ LI SER WÊJEYA KURDÎ A KLASÎK -2

WEHDETUL WICÛD Û ŞOPÊN WÊ LI SER WÊJEYA KURDÎ A KLASÎK -2

Nivîskarê malpera me gotareke delal ji me ra şandîye. Ji bo mezinaya gotarê, em wê dikin 3 beşan û îro beşa duduyan çap dikin. Beşa pêşin me duh çap kiribû.

MELA MIHYEDÎN

5.Di Dîroka Wêjeya Kurdî de Şopînerên Wehdetul Wicûdê

Di wêjeya kurdî de kesên ku ev felsefe pejirandî û digel berhemên xwe aniye ziman kesê yekem Baba Tahirê Hemedanî ye (938-1010) ku ew helbestvanê herî kevn ê Rojhilatanavîn e. Her çend ne misilman jî be û baweriya wî ya esil Yaresantî jî be wî bêriya Erebî wehdetul wicûd pejirandiye û di dubeytiyên xwe de qala wê kiriye. Em dikarin bi serfirazî bêjin ku kesê yekem car di berhemên xwe de behsa yekîtîbûnê kirî Baba Tahirê Hemedanî ye.

Çi bêjim ez çi bêjim tevde tu yî

Me’na hemû peyvan kêm zêde tu yî

Ketim deryayê ku cewher bibînim

Hemû cewherên ku min dîtin tu yî[1]

 

Be derya bingerem derya tu wînum

Be sehra bingerem sehra tu wînum

Be her ca bingerem kuh û der û deşt

Merge an dem kî zîbayî tu wînum[2]

Di dubeytiyênjor ên ku hatin dayîn de gava em li ser wan hûr bibin em şopên felsefeya wehdetul wicûdê dibînin. Yek bi yek em dê dubeytiyan şîrove bikin. Di dubeytiya yekem de nivîskar li Yara xwe digere, peyva “Yar” ji bilî mane dildar û dilberê navek ji navê Yezdan e jî. Li vir mebesta nivîskar Yezdan e. Di dubeytiyê de peyva “Deryayê” wek “Gerdûn”, peyva “Cewher” jî kesên di gerdûnê de cî girtine ango “Mevcûdiyet”, dikare bê şîrovekirin. Baba Tahir li ku binêrê, berê xwe bide kîjan aliyî û here ku derê li wir nûra Yarê dibîne.Di hemû mewcûdiyetên ku hatine xuliqandin de şopa Heq ango nûraniya Heq heye.

Di dubeytiya duyem de Baba Tahir dîsa li yara xwe a Heq digere. Di vê dubeytiya duyem bêtir têgehên erdnîgariyê derdikevin pêşberî me û dildar li deryayê, li sehrayê, li der û deştê li dilbera (Yezdan) xwe digere. Di dubeytiyê de peyva “Merge” wek “Tecelî”, peyva “Dem” wek “Rû” ku bi piranî di gelek helbestên klasîk de derdikeve pêşberî me, peyva “Zîba” jî wek “Delal-Xweşik” dikare bê şîrovekirin. Dildar di her tiştên ku dibînê de, di rûyên her kesî de nûraniyek delal a Heq dibîne.

Di bingeha baweriya Yaresantiyê de felsefeya yekîtîbûnê heye û ev bawerî li ser vê felsefeyê hatiye sazkirin. Di vê baweriyê dojeh û biheşt tune ye. Dojeh û biheşt li ser rûyê vê dinê ye û dojehî û bihiştî di destê merivan de ye. Di vê baweriyê de kirasgorîn[3] jî heye, laş dimire lê ruh tu carî namire. Kirasgorîn heta ku insan “Kamil” dibe didiome. Kesên ku di babên merîfet, terîqat, şerîat û heqîqatê de nefsa xwe terbiye dikin dighîjin Kamilbûnê.[4] Em dibînin ku ji bilî tecelîbûna, Yezdan heft caran bi heft şiklên cuda di laşên insanan de tezahur bûye û rêya rast nîşanî merivan daye. Ji bilî kesên mêr kesên jin jî hene ku vê felsefeya Yekîtîbûnê dipejirînin û di berhemên xwe de cî didin vê felsefê. Di dîrokê de hertim şopînerên vê felsefeya Yekîtîbûnê mêr bûn lê ev cara yekeme ku helbestvanên jin derdikevin pêşberî me. Helbestvan û hozanên jinev in: Rihan Xanima Loristanî, Liza Xanima Caf, Xatûn Mey Zerd, Dayê Xezana Serketî, fatima Loriya Goranî û hwd. Kesên vê felsefeya yekîtîbûnê pejirandî û di berhemên xwe de anî ziman ên mêr ev in: Behlûlê Mahî, Pîr Şalyar, Şa Xweşîn, Sultan Sehak, Alî Qalender, Qirmizî, Heyder û hwd.

Gava gotin tê ser wêjeya kurdî bê Şêx Ehmedê Cizîrî ango bi navê wî ê meşhûr Melayê Cizîrî gotin bi dawî nabe. Melayê Cizîrî di wêjeya kurdî de kesayetekî herî naskirî ye. Ev kesayetê naskirî bi tesawwifê mijûl bûye û baweriya xwe bi felsefeya yekîtîbûn aniye û vê yekê jî di xezelên xwe de pirî caran aniye ziman. Di xezela a bi navê “Muxbeçyên Meyfiroş” de wiha nivîsiye:

Herf ji yek bûne fesil ger bibirî wan bi esil

Herf dibite yek xetek xet ku nema nukte ma 

Wehdetê Mutleq Mela nûr e di qelban cela

Zorê di vê mes’elê ehlê şubhê ma[5]

Di beytên jor de ên hatine dayîn, em dê rist bi rist li ser wan hûr bibin. Rista yekem wiha ye: “Herf (tîp) ji yek bûne fesil (cûda bûne) ger bibirî wan bi esil”, “Bêguman herf û her û tiştên di gerdûnê de piştî ji hev veqetiyane û cûda bûne digel ku berê hemû tev de yek û pêkve bûn jî. Îcar ku tu wan vegerînî ser eslê bingehên wan ê berê, hinge hemû digerin Xeteke bi tene yî ku neveqetiyayî.”[6] Ew xet “Elîf”e. Elîf (ا) destpêka hemû herfan e, hemû herf bi tewandîbûna tîpa Elîfê çê dibin. Tîpa Elîfê destpêka alfabeya erebî ye û di tesawif û yekîtîbûn de sembola yekîtiyê ye ango sembola Yezdan e. Ji ber ku tîpa Elîfê sembola Yezdan e, di nav misilmanan de peyvek pîroz tê hesibandin û vî navê pîroz li zarokên xwe dikin. Ji ber van sedeman navê Elîfê li herderî derdikeve pêşberî me û gelekî belavbûye di nav misilmanan de. Rista duyem wiha ye: “Herf dibite yek xetek xet ku nema nukte ma” Vêce ku tu wê Xetê jî weha nehelî û bibî ser eslê wê dê ew jî bibe yek Nuqteyek (.), bê we ku dê nuqte bi tenê bimîne; ango dê gerdûn giş têkeve hindirê nuqteya hebûna rastî û tiştekî din namîne.

Di beytên ku li jor hatine dayîn a duyem de, Mela wiha gazî xwe dike: “Ey Mela bêguman yektayiya sereke rohniyeke di dilan de diyar dibe, yan jî ronahiyek e wek mîna kilê çavan paqij dike û wan vedike û ew çav dighin ronahiyê. Hin dilpeyrew di vê pirsedozê de pir di gumanan de mane, yan jî pîrên dilpeyrewan di vê pirsa yekbûna misoger de ango ya yekbûnê de di şek û şubhê de mane. Lewra ew di nav sofiyan de meseleyeke bi qelş e û ji bo wê gelek cudahî di nav wan de çêbûne, hinek wê rast dibînin û wê diparêzin jî, lê hinek jî tê de guman dikin.”[7]

Gava em dinêrin di sedsala 21emîn de hemû alavên teknolojîk li ser bingeha matematîkê avabûne ku ew jî ji Yek (Xet=Elîf) û Sifirê (Nuqte) pêk tên.  Di felsefeya Wehdetî Wicûdê de sembola Elîfê û Nuqteyê di matematîkê de rastî 1 û 0’ê tên.

Li ser Mela û wehdetul wicûda wî çîrokek di nava kurdan tê gotin, çîrok wiha ye: Di navbera Mela û Mîr Şerefxanê II. de dostaniyek hebû û Mela di Birca Belek de şêwirmendî ji Mîr Şerefxanê II.re dikir. Hem şêwirmendî dikir. Di wextê xwe yê vala de li bexçê Bircê rûdinişt, di dîwana xwe de xezelên xwe rêz dikirin û pirî caran bi tesawwifê ve mijûl dibû. Helbestên wî di nav gel de belav dibûn û gel tehmek bêhempa ji xezelên Mela digirtin. Di Bircê de bi navê Xatûna Biskkesk jinek ji malbata mîr hebû ku ew dilbera Mela bû. Ev têkiliya di nav van herdu evîndaran de di nava Cizîra Botan de deng vedabû. Li ser zimanê her kesî evîna wan hebû. Ev gotegotên di nav gel de dighin Birca Belek û mîr bi xwe jî pê dihese. Mîr wisa difikire ku Mela çavberdaye harêma wî û ev helbestên dihat ristin ji bo harêma wî hatine ristin. Mîr ji ber hêrsa xwe fermana îdama Mela dide. Ji ber ku Mela kesayetekî naskirî bû û gelê Cizîrê jê gelekî hezdikir, gel dê li hember îdama Mela derketibana. Ji ber van sedeman mîr fermana îdama Mela bi cezayê sirgûnê guhert.Mela heft sal li sirgûnê dimîne, li gorî tê gotin di nav van heft salan de dilopek baran li Cizîrê nebariye. Mîr û gelê cizîrê fam dikin ku sedema vê yeke çûyîna Mela ye. Mîr ji vê kirina xwe poşman dibe. Lêborîna xwe ji Mela dixwaze û jê daxwaz dike ku carek din vegerê Cizîra Botan. Bi vegera Mela re baran li ser Cizîra Botan dibare.[8] Dibêjin ku Mela çav bernedabû harema mîrî, Mela tene di wechê Xatûna Biskkes de nûra Xaliqê Rehmanî didît.

Çawa dibe ku merivek di wechê beşeran de nûra Yezdan dibine? Gelo tiştek wisa bi îmkan e? Di çîroka afirandinê de hat qalkirin. Yezdan di xuliqandina gerdûn û mirovan de ji giyanê xwe pifî wan dike lewma ku di her wechekî/ê de nûraniyek ji ya Yezdan heye. Mela jî di wechê xatûna Biskkesk de nûraniya pak a Heq ditît.

Feqiyê Teyran Hemçaxê Melayê Cizîrî ye. Hevaltî û hogirtî jî ji hev re kirine. Feqî heyamekê diçe Cizîrê ba nîk Mela û digel hevdu jî helbest gotine. Feqî di bandora Mela û felsefeya wî de pir dimîne. Ji bilî Mela şexsiyetekî din jî gelekî bandor li Feqî kiriye ku ew şexsiyet Ferîddûnê Attar e, li gor hin lêkolîneran dibêjin ku Feqî gelekî di bin bandora berhema Mantiqu Teyr a Attar de ma ye ji lewma navê Feqî li xwe daniye. Yekem car Şêxê Sen”anî ji aliyê Attar ve hatiye nivîsîn, cara duyem jî ji aliyê feqî ve tê nivîsîn. Di vê berhemê de feqî hem berhevkariya folklorê kiriye û hem jî fikir û hizrên xwe ê yekîtîbûnê aniye ziman. Feqî di berhema xwe de wiha qala Şêxê Sen’anî dike.

Halê şêx rehmanî ye

Da hûn nebêjin nefsanî ye

Wî Yek diye Yek zaniye

Dîn kir meya wehdaniyetê[9]

Li bajarê Hêşetê şêxek hebû, jê re digotin Şêxê Sen’aniyan. Emrê wî gihiştibû heftê û heftan. Riha wiha spî bûbû û tayekî reş tê nemabû. Pênsed mûrîd li ber destên wî bû û ji wan re serdarî û seydatî dikir. Şevekê keçek mesîhî tê xewna wî û keç peyala şerabê dirêjî şêx dike, şêx ji peyala dîrejkirî şêrabê dinoşe. Şêx piştî vê xewnê aşiq û dîwane dibe, qet xewn nakevin çavên wî û roj bi roj ji aşqa keça mesîhî dihele. Mûrîd, sofî û xelîfe li hev kom dibin de çareyek ji şêx re bibînin, biryar didin ku herin keça mesîhî bibinin. Hemû tevde amedekariya xwe dikin û ber bi welatê Ermenistanê ve dikevin rê. Gava ku xwe dighînin ber dêra ku keç lê, hemû mûrîd tev de erbaneyên xwe derdixin û li erbaneyan didin da ku keç dengê wan sehbike û bê temaşa wan. Bi dengê defê keç tê şibakê û wan temaşa dike. Çavên şêx çawa bi keçê dikevin ji hiş diçe û li erdê dikeve, sê roj û sê şevan şêx li erdê bê hiş dimîne. Gava şêx tê ser hişê xwe mûrîd jê re dibêjin: ev halê te ne ti hal e, tu yê navê xwe xirab bikî, te ewqas taet û hec kirine, xêrên xwe mefiroş bi vî bayê ku tu pê ketî. Şêx dibêje: ev halekî kûr tê heye, dûrbîneke dûr tê heye, pûr metnekî hûr tê heye, sofî nizanin vê xetê. Mûrîd li hev kom dibin û ji hev re dibêjin: şêxê me dîn û aşiq bûye, şêx êdî bê feyde ye, em dê terka wî bidin. Radibin û terka şêxê xwe didin û wî li welatê xerîbiyê tenê dihêlin. Dilê keça mesîhî bi şêx dişewite û ji jor de tê xwarê, hal û rewşa şêx dipirse. Şêx ji keça mesîhî re ta bi derzî ve dike û daxwaza îzdîvaca keçê dike. Keç ji şêx re dibêje çend şert û mercên min hene heger ku tu wan qebûl bikî îzdîvaca te ser seran ser çavan qebûl bikim. Keç ji şêx van tiştan dixwaze: Vexwarina şerabê, xaçesalît têxê stûyê xwe, bê ser dînê mesîhî û garantiya berazan bavê wê bikî. Şêx van daxwazên keçê qebûl dikî û wan tînê cî û duwanzdeh mehan di xîzmeta keçê de dimîne. Mûrîdên ku vedigerin Hêşetê diçin ba xelîfe û jê daxwaz dikin ku wan qebûlî dergahê xwe bike. Xelîfe bi hêrs dibêje: “heger hûn di rêya heq de bane hûn ê bi şêxê xwe re dîn guhertibana, jiber ku şêxê we şêxek zana û pîroz e”. Bi sibê re xelîfe û mûrîd derdikevin rê ku herin şêxê xwe bînin. Gava nêzî welatê keça mesîhî dibin mûrîd bi tev de li erbaneyên xwe dixin. Şêx li ber berazan dengê erbaneyan dibhîze û ber bi denge erbaneyan ve diçe, ji jor de jî melekê Hadî tê wî bi ava rehmetê dişo. Piştî vê şûştina rûhanî şêx tê ser hişê xwe û di tesawifê de tê meqamê herî bilind ango dighîje kamilbûnê. Şêx û mûrîdên wî dighin hev û vedigerin bajarê Hêşetê. Piştî çûyîna şêx keça mesîhî dibîne ku beyî şêx debar nabe û radibe li hespê xwe siwar diçe ba şêx. Tê ber destê şêx tewbe dike û şehadeta xwe tîne û pişt re her du bi hev re derbasî dinya rûhanî dibin. Şêx di çîrokê de evîndarê keçeke mesîhî dibe lê ev evîn evîneke beşere nîne, evîneke nefsanî jî nîne. Hal û evîna şêx rehmanî ye, ew aşiqê Heq dibe û di wechê keça mesîhî de nûraniya Heq dibîne. Yarek tenê heye ji bo şêx, yara rast ku ew jî Heq bi xwe ye.

Riataza

[1]Uryan, Baba Tahirê, (Dubeytî Baba Tahirê Uryan, Kara, Sabah,), Stenbol: Nûbihar, 2012. Rûpel:123

[2]Adak, Doç. Dr. Abdurrahman, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Stenbol: Nûbihar, 2013. Rûpel: 116

[3] Reankarnasyon

[4]Wehdetul kusûd

[5]Cizîrî, Melayê, (Melayê Cizîrî Dîwan, Dilovan, Selman), Stenbol: Nûbihar, 2013. Rûpel:20

[6]Zivingî, Mela Ehmedê, Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Avesta, Stenbol, 2013, Rp:113

[7] Zivingî, Mela Ehmedê, Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Avesta, Stenbol, 2013, Rp:114

[8] Sağniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol: Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol 2002. Rûpel:383

[9]Teyran, Feqî, (Jiyan Berhem û Helbestên Wî, Sadinî, Xalid), Stenbol: Nûbihar, 2013. Rûpel:320

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev