Rewşa îro ya Radyoya Kurdî ya Rewanê

Rewşa îro ya Radyoya Kurdî ya Rewanê

Têmûrê Xelîl

Berî çendekê gotara dengbêj û hunurmenda me a hêja Aslîka Qadir a bi sernavê ”Radîoya Yerêvanê naha kuştî ye, lê çelnekirî ye” di malpera me da çap bû. Di wê da dihate xuyakirin, ku dilê dengbêja me bo rewşa radyoya me a îroyîn dişewite. Û ji ber ku li Kurdistanê jê ra gotibûn, ku hinekan weke 1500 stiranên radyoya kurdî bi perekî baş ji xebatkarekî/ê radyoyê kirîne, hunurmenda me jî nivîsîbû, ku bira bi wan pereyan rewşa radyoya kurdî, dereceya wê a weşanê bidine bilindkirinê. Bi rastî, li Kurdistanê eynî tişt ji min ra jî gotin, heta gotin: -Me perekî mezin da wan, lê ne navên stiranan ser hene, ne jî navê dengbêjan. Û ew stiran dane min jî, min jî wek hediya da gelek dost û hevalan bona nav û dengê radyoya kurdî li cihanê belav bibe. Dû ra li Kurdistanê ji min hîvî kirin, ku ez navê wan sitiranan û navê dengbêjan binivîsim û ji wan ra bişînim. Ji ber ku ew karekî ne hêsa bû, ku ez navê weke 1600 stiranan û dengbêjan bizanibim, min ji wan ra pêşnîyar kir, ku ser navê serokatîya Radyoya Ermenîstanê nameyek binivîsin, bêjin ku me ewqas pere dane we, lê we navên stiranan û dengbêjan ne nivîsîne. Min li wir alîkarîya wan kir, nameyek bi du zimanan – ermenî û rûsî ji wan ra nivîsî, ku bi xwe ji serokatîya radyoyê ra bişînin.

Berpirsyarê beşa kurdî ya radîoya Ermenîstanêye civakî Tîtalê Kerem berî çendekê ser malpera me bersîva wê gotara Aslîk xanimê dabû. Wextê min tunebû, ku ez bersîva vê gotara Tîtalê Kerem bidim, ji ber ku ez xênji xebata xwe a fermî di dayîreyeke Stokholmê da, karê malperê, wergera pirtûkên kurdzanan, amadekirina kitêbên xwe û gelek karên din dikim û wextê min di rojê da qet çend deqe jî tuneye, lê gava min dît, ku Tîtalê Kerem ew gotar di rojnameya Rya teze da jî çap kirîye û di nav gel da xeberdan hene, ez mecbûr bûm bersîvê bidim, ji ber ku ev gotar rexneyeke di hindava malpera me da û berpirsyarê malperê jî ez im.
Li jêr gotara Tîtalê Kerem bixwînin, pişt ra jî bersîva min bixwînin.

Têbînî:

Tîtalê Kerem wek nivîsîye, em wisa jî çap dikin. Ango, ji bo şaşîyên herfan, fikiran, rastnivîsînê, gotinên ku xwendevan jê fem nekin, redaksyona malpera me ne bersîvdar e.

 

Bersîva Tîtalê Kerem bo gotara Aslîka Qadir

RÊDAKSÎYA HÊJA!
Belê min ev nivîs xwend û gelekî xemgîn bûm, çimkî roja îroyîn gelek meriv hene ên ku çûne cihê xweyî germ li welatên Awropayê dîtine û ji dûrva meriva rexne dikin, yan jî xwe rêklam dikin. Meriv hene ên ku şuxul emelê wan tune, li wî welatê Awropayê naxebitin, çimkî ew li wir tu tiştî nikarin bikin, kêrî wî welatî nayên, alîkarîya dewletê distînin, ji betalbûna destpê dikin vî yan jî wî merivî rexne dikin, yan jî wextê ku merivên sax îdî namînîn, destpê dikin mirîya rexne bikin, xwe yan jî malbeta xwe rêklam dikin.
Dema Sovyêta berê miaşa xebata li radîoyê bilind bû û bi wê miaşê meriv dikaribû jîyana xwe baş derbas bikira. Wî çaxî dewletê hemû mecal didan ku netewên kêmjimar çand û kûltûra xwe biparêzin. Li radîoyê jî usa bû. Bona dengnivîsara, yan jî hazirkirina stirana hukumata Sovyêtê hemû mecal didan ku wî karî mîyaser bikin. Xebata li radîoyê wê demê usa jî bi nav û deng bû. Hukumatê wî çaxî hemû mecal didane xebatkarên wê demê.Wan sala înformasîayên bi radîoyê dayî tenê propaganda dewleta Sovyêtê bûn, yan digotin li vî gundî çiqwas genim berev kirine, yan jî ev karxana Sovyêtê çiqwas eşîya çêkirine. Gotar û bernamên mayîn jî usa bûn.Ew bername li her çar parçên Kurdistanê jî dihatine guhdarkirinê. Feqet navê Kurdistanê tu cara nedihate gotinê, çimkî ew sîyaseta dewleta Sovîyêtê bû.Bername bin kontrola Moskvayêda bûn.
Lê em wan hemû merivara rehmê dixwezin ên ku bona miletê xwe rojekê yan jî salekê, yan jî zêde xebitîne. Ez diwekilînim, wekî wî çaxî her kes bo xwe dixebitî û dewletê perekî baş dida. Ji wana yek jî bavê min Keremê Seyad bû. Ez tu cara hiz nakim derheqa malbeta xwe, yan jî xweda pesina bidim, çimkî usa hatime terbyetkirinê.Lê roja îroyîn merivê ku tiştekî mezin jî nekiribe, rojê çend cara pesinê xwe dide û xwe rêklam dike.
Dîsa vegerime li ser xebata radîoyê. Piştî hilweşîna dewleta Sovyêtê, gelek merivên ku niha pesinê xwe didin û xwe rêklam dikin, ji Ermenîstanê çûn, meriv dikare bêje revîn. Piştra hal gelekî dijwar bû. Ermenîstana serbest tevî Adrbêcanê kete nava şerekî giran. Êkonomîya welêt carekêra ket.Halê cimetê pir xirab bû, meriv dikare bêje xelayî kete nava cimetê.Bavê min li radîoyê tenê ma, çimkî hemû kes hiştin û çûn, çimkî li radîoyê miaşa mehekê îdî bûbû nezîkî 2OOO drama /1O dolara/. Mecala me jî hebû ku em ji Ermenîstanê derketana, lê bavê min neçû. Rastîyê bêjim, ez wî çaxî çawa spîkêr li radîoyê dixebitîm û min jî gote bavê xwe ku em herin Rûsîayê li cem apê min. Feqet bavê min qayîl nebû û em mane li Ermenîstanê. Wê demê radîyo dixwestin bigirtana, lê bavê min nehişt radîyo bê girtinê. Ewî serokatîyêr’a got ku ewê hemû tiştî bike ku xebata r’adîoyê berdewam bibe. Usa jî bû. Bi dijwarîyên mezin ew salên dirêj heya roja îro derbas bûn. Radîyo ji mala me 9 kîlomêtra dûr bû û bavê min peya neh kîlometra diçû li ser karê xwe û 9 kîlometra paşda dihate malê. Ez jî gelek cara usa çûme û hatime. Êlêktrîk tunebû, transport tune bû. Ew dijwarî bi salên dirêj berdewam kirin.
Gilî ne derheqa wê yekêdane ku dijwarîyên çawa hebûn, feqet gilî derheqa wê yekêdane, wekî rûyê wan dijwarîyada ew rexnekirên meye îroyîn wî çaxî revîn çûn û roja îroyîn tiştên vî cûreyî dinvîsin.
Piştra xebata radîoyê diha xweştir bû. Bernamên nû hatin çêkirin, radîoguhdarên me îdî bi zindî mera ketine nava pêwandîya. Radîoguhdar zindî, bi têlefonê tevî bernamên me bûn. Berê tiştê usa tunebûne. Bernamên me dighîjin meremên xwe. Roja îroyîn jî ew kar berdewame. Bavê min 54 sala karê xwe li radîoyê kir û emekê wî nava karê welathizîyê û milethizîyêda pire. Ew qîmet radîoguhdar didin û derheqa wê yekêda dibêjin. Hemû kesên ku guhdarîya radîoyê kirine û dikin zanin.
Ez ji rexna tu cara narevim, lê wextê ku ew rexne derew û gotinên provokasyonin, wî çaxî meriv xemgîn dibe û difikire ku nava miletê meda çiqwas merivên guneh û nimiz hene ku nizanin li ser çi bixebitin, çi îşî bikin, lê mala xweda betal rûdinên û buxdana dikin, şera li meriva gilî dikin.
Radîyo xebata xwe îro jî berdewam dike û wê berdewam bike. Roja îroyîn bi seda radoyo û têlêvîzyonên kurdî hatine vekirinê û bila Xwedê wana hê zêde bike. Diqewime roja îroyîn radîoguhdarên me bo we yekê jî kêm bûne, çimkî têlêvîzyonê temaşe dikin, lê ew nade kifşê ku radyo naxebite. Radîoya Êrîvanê rola xweye nava dîroka gelê kurdda lîstîye û dilîze.
Baştire ku merivê wî cûreyîye bêyî îş û bêkar karekî bona miletê xwe bikin, çand û hunera miletîyêva mijûlbin, lê ne ku bi buxdankirina û şera gilîkirinava mijûlbin.
Xanim Aslîk ketiye bin hukumê merivekî mayîn, ê ku tenê wî îşîva mijûl dibe, lê her merivek bi hiş û aqilê xwe gerekê bifikire, ne ku bi hiş û aqilê merivekî mayîn.Ya duda radîyoya Yêrêvanêye beşa kurdî li Avropayê baş nayê bihîstinê û xanim Aslîk haj bernamên meye rojane tune. Îdî ji ku zane radîyoya kurdî ya Yêrêvanê mirîye an zêndîye.

Berpirsyarê beşa kurdî ya radîoya Ermenîstanêye civakî: Tîtalê Kerem

 

Bersîva Têmûrê Xelîl bo gotara Tîtalê Kerem

Piştî vê name-gotara Tîtalê Kerem tiştek kete bîra min. Berî şerê Qerebaxê bi Azirbêcanê ra li Ermenîstanê weke nîv mîlyon azerî diman. Piştî şêr yek ji wana jî li Ermenîstanê nema, piranî berê xwe dane Azirbêcanê. Û îro dema dinya ji Ermenîstanê dipirse we bo çi radyo, rojname, têatro, dibistanên azirîyan, beşa azirî li Înstîtûya Pedagogîyê ya Ermenîstanê dane girtinê, Ermenîstan ha bersîva wan dide: -Me ne girtine, azirî ji bal me çûne, bira kerem bikin vegerin, karê pêşxistina çand û edebîyeta xwe li komara me berdewam bikin.

Ango, di rastîyê da ew ocaxên azirîyan yên kûltûrî û edebî hatine girtin, lê fermana girtinê bi nivîskî nehatîye dayîn. Eynî tişt hatîye serê radyoya kurdî ya Rewanê û rojnameya Rya teze jî.

Ew radyoya ku a dewletê bû (niha a civakî ye), di bin kontrola Moskvayê û di bin guhdarîya dewleta Sovyet da bû, ji alîyê wê da dihate fînansekirin (niha ne kontrol heye, ne guhdarî, hema bêje ne jî fînansekirin heye), tê da 10-12 kesên zane kar dikirin (niha du kes in), antênna-satalite a xurt hebû ku tevaya Kurdistanê û heta welatên Ewrupayê jî guhdarî dikirin (niha ew antênna tune), berê bi sedan stiran û pîêsên kurdî hatine qeydkirinê, piştî hilweşîna Sovyetê yek jî nehatîye qeydkirin, wextê weşanan 3 caran hatîye kurtkirin, meriv çawa dikare bêje radyoya me heye? Rojnameya ku organa KM PK Ermenîstanê, hukumetê û dewletê bû (niha a civakî ye), xebatkar 12-14 kes bûn (niha 2 kes in), berê di heftêyê da du hejmar derdiketin (niha di du mehan da yek jî dernakeve), berê li gund û bajaran bi postê dihate belavkirin, niha li tu cîya nayê belavkirin, berê tîraja rojnamê 5 hezar heb bû, niha yek jî nîne û her tenê di salê da bo çavgirtinê çend caran bi dîgîtal tê belavkirin. Berê piranîya xebatkarên radyoya kurdî û rojnameya kurdî bi xwendina bilind bûn, niha nîvê xebatkarên herdu ocaxên me yên kûltûrî xwendina bilind xilaz nekirine.

Di vê rewşa tunebûna radyo û rojnameya kurdî da ronakbîr ji kar derketin, ne xwestin gelê xwe bixapînin ku xudêgiravî radyoya kurdî û rojnameya kurdî hene û xudêgiravî ew di wan da kar dikin, hinek ji wana ji komarê derketin, lê kesên ku nikaribûn derkevin û karekî din nikaribûn bikirana, man, bona cihanê bixapînin ku va radyo û rojnameya me heye. Ronakbîrên zane û welatparêz rind zanin, ku heta hilweşîna Sovyetê radyo û rojnameya me rola xwe baş lîstin, arşîveke dewlemend dû xwe hîştin, lê piştî hilweşîna Sovyetê dewrana wan xilaz bû. Ango, ew jî bi Sovyetê ra hilweşîyan.

Hilbet, cihan diguhêre, rojname tên girtin-vekirin, radyo jî her wisa. A giring ew e, ku karê pêşketina çand û edebîyeta me nesekine. Îro wî karî malpera Riataza bi serketî dike, ku bo kurdên tevaya cihanê bûye him malper, him rojname, him radyo, him jî têlêvîzyon. Malper di rojekê da ewqas nivîsan çap dike, ku rojnameya Rya teze di nava mehekê da ewqas çap nake. Û wî karî emê diha xurt bikin.

Di van salên dawî da ser radyoya kurdî a Rewanê spêkûlasyon têne kirinê. Ji bo nimûne, weqfa Îsmaîl Bêşikçî pirtûka Zerî Înançê ser radyoya me bi du zimanan – kurdî û tirkî – çap kirîye, ji serî heta binî tiştekî rast tê da tune. Înformatorê Zerî xanimê Celîlê Celîl bûye, ku bêbextî kirîye, radyoya kurdî a Rewanê bi navê bavê xwe û malbeta xwe va daye girêdan, ku keda wan tê da hema bêje tune. Li Ermenîstanê jî bi zimanê ermenî pirtûkek ser radyoya Rewanê bi tevayî hatîye çapkirin, tê da malûmatî ser radyoya kurdî a Rewanê jî hene, li wir jî serî heta binî tiştekî rast tune. Înformatorên wê jî kurdên bêbext û bêşeref bûne, ku wana jî bi virr û derewan karê radyoyê bi navê malbeta xwe va girêdane.

Ez dixwezim li jêr zelalîyekê bikim, da ku xwendevanên me rastîyê bihesin. Dema radyo wek test sala 1955an vebû, Casimê Celîl kirin bersîvdarê (ne berpirsyar) wê heta sala 1957an. Ji sala 1957an Casimê Celîl ji wî karî derxistin ji ber ku tu karek nekiribû û Xelîlê Çaçan kirin serok. Xelîlê Çaçan 24 salan, heta sala 1981ê wek berpirsyarê sereke xebitî. Qeydkirina hemû stiran, miqam, pîês-şanoyên kurdî her tenê di dema serokatîya wî da bûne. Çend salan piştî mirina Xelîlê Çaçan ra dewleta Sovyetê hilweşîya û radyoya kurdî jî hilweşîya. Hilbet, bi nav radyoya kurdî, berpirsyarên wê hebûne, lê kar tunebûye. Dema kilam û pîês neyêne qeydkirin, dema reportaja zindî ji Referandûma Kurdistanê neyê kirin, dema merasîma binaxkirina serokekî kurdayî binavûdeng Celal Telebanî neyê belavkirin, ew radyo heye çi ye, tuneye çi ye?

Ango, îro çend dayîreyên me yên çandî û edebî li Ermenîstanê ji bo hinek kesan bûne kontor, ku bi riya wan ji rêxistin û partîyên kurdan ra bêjin alîkarîya pereyan lazim e. Bo çi lazim e, dema kar tune? Gelo alîkarîya ku bo radyoya dewletê bê dayîn, wê ser çi bê xerckirin?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev