Dimdim -4

Dimdim -4

 Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 111an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Dimdim” bi 4 beşan va raberî we bikin. Îro beşa dawî, a 4an e.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 111

 

Sibe safî bû. Mehmûd kaxez bi serê tîrê va girêda û ser eskerên şah da berda. Li wêderê nihêrîn, dîtin: tîr hat û kaxezek serê tîrê pêça ye. Şah got:

 

“Kaxez e, kaxez bi tîrê va girê dane,

Rast ser eskerên şah da şandine,

Li bin çiyê ye serekanî.

Hat kaxeza pêçandî,

Ser eskerên şah da şandî,

Bin zinar e serekanî”.

 

Şah şand, du sed hêstir anîn, hemû li ber serekanîyê serjê kirin. Û xûna wan bû cew, kişîya.

Sibe safî bû. Dergê kelê vekirin. Mehmûdê Merekanî revî û çû derbazî nava eskerên şah bû. Eva yeka elamî şah kirin. Ewî got: “Mehmûd, eva kaxeza te avîtîye?”.

Mehmûd cab da: “Min avîtîye”.

Şah pirsî: “Ewî çi xirabî ji te ra kirîye, ku te eva kaxeza avît”…

Mehmûd cab da: “Qet tiştekî xirab ewî ji min ra nekirîye, her êvar qazanca min guhekî fîla yê zêr bû. Qedirê min ji yê kurê xwe zêde digirt. Duh êvarê, berî hatina min wana şîv xwer. Xwerina hazir wana ji min ra nehiştibû, ji min ra feraqek bi nanê tisî va anîn. Hingê ez xeyîdîm, lema jî min eva kaxeza nivîsî û avît”. Şah gote wî: “Kurê kerê, merîyê ku her êvar guhekî fîlan yê zêr dide te, te jê ra çi kir, ku ji min ra bikî. Van rojan ha jî dibe, ku her (tenê) nan nakeve destê eskerên min jî. Wekî wisan e, lazim e te bikujin”.

Ew dane ber devê lûla topê û agirî topê kirin. Wisa jî Mehmûd şandin cehnemê.

 

“Êlê dayîkê, di embarê da av sor bûye mîna xûnê,

Ditirsim di nav me da peyda bûye mêrê xayînê,

Dibe ewî nîşanî şah kirîye serokanî,

Êlê dayîkê, çima av wisa sor e?

Gelo xûna merîyan tev nebûye li jor e?

Êlê dayîkê, li te kurtikê sor e,

De rabe nimêj bike,

Berê xwe bide ezmanê jor e,

Dua bike ewirên reşî tarî li jorîn e,

Bira baranê ser me da bibarîne,

Lava bike ji ewirên jorîn e,

Bira baraneke zor ser me da bibarîne,

Emê avê ji embaran berdin,

Ava teze bînin ji cewên barîn e”.

“Lawo, ezê berê xwe didim ezmanê jorîn e,

Dua li wan dikim barana zor bibarîne;

Hewara min – ewirên reşî mezin in,

Dua dikim ew baraneke zor bibarînin,

Mala xan nimêja biqedînin”.

 

Diya xanê Çengzêrîn li ewir û teyrokan dua kir û ji jor da baraneke zor barî. Xan bendav vekir û hemû ava embarê berda. Hemû ava embarê kişîya der. Xan pê ava baranê embar temiz kir û dîsa ew tijî ava baranê kir.

Dîsa dest bi şer kirin. Xan û kurê wî ser eskerên şahê qeceran da girtin. Ewana mîna gurên har eskerên dijminê xwe dikuştin û ji hev bela dikirin. Wisa ew qir dikirin, te tirê gurên har in, ketine ser pezên bêxweyî. Gelek şer kirin. Qet eskerekî şah newêribû rahêle xan û kurên wî, ew wisa ji wan ditirsîyan, çawa pez ji gurê birçî û har ditirsin. Gelek eskerên şah li erdê raket. Şer gelek kişand. Xan li embara avê nihêrî, dît ku av bere-bere kêm dibe. Fikirî, got: ku av xilas bibe, ew gişkê bê av qir bibin. Ewî kaxez nivîsî û ji miletê xwe yê li Kurdistanê ra şand. Di kaxezê da ewî lava kir, ku xelq bê alîkarîya wî. Qasidekî kaxez hilda, bir gîhande Kurdistanê.

Kaxez bal axan û began xwend û pê hesîyan, ku halê xanê Muqurîyan ne xweş e, eskerên şahê eceman dora kela Dimdim girtine û xan ji eşîreta xwe alîkarîyê dixweze. Hinek xan û mîrên kurdan qirar kirin komekê bidin xanê Çengzêrîn, hinekî jî jê ra înkar nivîsîn. Îcar xanê Çengzêrîn kaxezek nivîsî û ji padişayê Romê ra şand. Xan bi xwe jî sunî bû; ewî ji padşah lava kir, got: “Bira dereng nexe, bê komeka min”. Çi qewimîbû, ewî temam kaxezê da nivîsî, kaxez da qasid û gotê: “Heft rojan molet didime te, roja heyştan tu li vira hazir bî”.

Bira qasid ji xwe ra bi rê keve, here. Ew çû, derkete welatê Romê û kaxez da destê padşayê Romê. Ewî cab di kaxezê da nivîsî: “Bira heft rojan hîvîya min bimîne, roja heyştan ezê bi top, tiving û eskeran va pê ra bigihîjim”.

Qasid vegerîya, hat nêzîkî kela Dimdim bû. Îda êvar bû, dergeyên kelê daxistî bûn. Ewî kesek hişyar ne kir û li ber dergeyê kelê bi xew ra çû. Ecemek li ber dergeyê kelê digerîya; ew hat nêzîkî qasid bû û nihêrî ku merîkî li ber dergeyê kelê razaye. Destê xwe kir bin serî û bir û anî. Ew kûr raza bû. Li paxil û cêba wî nihêrî û kaxez dît. Şemal vêxist. Ewî xweneda bû, ulm zanibû. Ewî kaxez vekir, lê nihêrî, ku kaxez e, kaxeza ji padşahê Romê ye. Tê da nivîsî bû: “Bira xanê Çengzêrîn heft rojan hîvîya min be, roja heyştan ezê bêm komeka we”. Ewî ev kaxez veşart, kaxezeke dinê derxist û tê da nivîsî: “Nalet li tacê serê te be. Eva deh sal e, ku tu ji min dûr ketî û bûyî ecem. Bîst salî şûnda jî ez nayêm komeka te”.

Ewî ev kaxez kire bin serê qasid û qasid pê hişyar nebû. Çaxê sibe dest pê kir, dergehê kelê vekirin. Ewî nihêrî û xanê Çengzêrîn dît. Qasid hat bal wî. Xan gotê: “Lo lo qasido, xemrevîno, padşahê Romê çi ji te ra got?”. Qasid cab da: “Ewî got heft rojan bisekine, roja heftan ezê bêm alîkarîya te”. Ewî kaxez da xanê Çengzêrîn. Çaxê ewî li kaxezê nihêrî, ji kerban çokên wî xar bûn. Ewî got: “Lo bêmirazo, aha çi nivîsîye, ku tu bîst salan jî di vî halê perîşan da bî, ez dîsa nayêm komeka te”. Xan gote giregirên xwe: “Xulese, em dîsa paşî heft salan vî navî bihêlin, vî navê ku min ji xwe ra derxist, herine ser wan û bibin ecem; na eva yeka tu caran nabe. Sibê emê bi sîlih herine ser wan”.

Xanê Çengzêrîn got:

“Kuro rabin, zû zû rabin,

Hîvîya komeka şahê Romê nebin,

Kul ketîye nav eşîretê,

Bi şerê destan herine dijmin”.

 

Wê rabû, rabû,

Xan Evdal beg rabû,

Xencer kêlekê girêdabû,

Sîlihê bejina wî xemilandibû.

Hîvîya birê nemabû,

Revî çû şerê dijmin;

Wê rabû, rabû,

Xan Temir beg rabû,

Xencer kêlekê girêdabû,

Sîlihê bejina wî xemilandibû.

Hîvîya birê mabû.

 

Xan go:

“Kuro zûkin, bilezînin,

Qursên zêran ji malan bînin,

Leganên mezin da bihelînin,

şûrên xortan avzêrkînin,

Emê sibê xwe nav şer xînin”.

 

Rabû, rabû, rabû,

Xan şekrî beg rabû,

Xencer li kimberê girêda,

Xemila sîlihê li bejinê da,

Hîvîya birê dinê ma.

 

Wêderê xelq gişk rabû, şervanan bi desteşûr şer kirin.

 

Şervanan qîreqîr kir,

Dergevanan derge vekir,

Şerê şêr û pilingan dest pê kir.

 

Wana gelekî şer kir. Berî êvarê şer navbirî bû. Xan bi kurên xwe va çûne kelê, lê şah bi eskerên xwe va li deştê man. Rojtira dinê şah du qasid şandin ba xan. Qasidan ji xan ra gotin, ku şah gotîye: “Lazim e em hinekî bihêlin, ku eskerên me rehet bibin, eva gelek wext e, ku ew şer dikin, ew westîyane”. Xanê kurdan cab da, got: “Bêjin şah bira ji xwe ra rehet bibe, ez dernakevim meydana şer”.

şer sekinî. Wextekê şûnda xanê kurdan çû dîwana Xelîfê, ku li alîyê şahê eceman pêşberî xan şer dikir. Paşî sohbetkirinê û paşî ji hev ra mesrefkirinê xan ji Xelîf ra got: “Ka ez li şûrê te binhêrim, bibînim çawan e”.

 

Xan Xelîf got:

“Xanê Muqurîyan, şûrê min Misirî ye,

Bi derzî qalkirî ye,

Heft gund dewsê daye,

Îro min ewqas dawşandîye,

Tiştek hê pê nebirîye”.

 

Xanê Çengzêrîn got:

“Şûrê te pola qelpîn e,

Bi derzî qal kirine,

Heft gund dewsê dane,

Xweş be xanê Muqurîyan e”.

 

Xelîf got: “Ezê sed cilên mexmer bidime te”. Xanê Çengzêrîn got: “Ez wê xelatê hilnadim”. Xelîf got: “Lo lo xanê Muqurîyan, çi didine te, hilde. Axir te em hê alt nekirine. Ez şûrê xwe çawa pêşkêş didime te”. Xanê Çengzêrîn got: “Lê çawa, xwe ev ne cendekên eskerên min in ku mîna qisîlan li meydana şer raxistîne; ji eskerên min hê mêrxasekî min nehatîye kuştinê. Wekî çend merî jî kuştî ne, ew jî zeyîya mezin nîne. Ez pêşkêşa te qebûl nakim; heger şûrê xwe didî çawa nîşana destdayê, ezê hildim”. Xelîf got: “Xanê Muqurîyan, ez şûrê xwe nadime te çawa nîşana destdayîyê, şerê meyê dîsa bibe”. Xanê Çengzêrîn derkete der va, şûrê xwe kişand. Şer dîsa dest pê kir.

 

Xanê Muqurî got:

“Ev dek û dolavên te

Mîna dêla çêlekê ne li rûyê te,

Bona van simêlan ezê lêxim serê te”.

 

Xanê Muqurîyan şûrê xwe dihejîne,

Çep û rast dibe û tîne,

Bi carekê ra serê xelîf difirîne;

Xan şûrê xwe dikişîne,

Çep û rast dawdişîne,

Cendekan li hêsûyê vedilezîne.

Hewarîya xanê kurdan

Bela bû li wan çîyan,

Çû gihîşte eşîrên kurdan;

“şah Abasê Îranî

Xwe ser kela Dimdim da anî,

Werin hewara xanê kurdan”.

 

Aha hatin, aha hatin,

Qebîlên eşîran hatin,

Mîna şêr û gurên har hatin,

Ji Kurdistanê qebîl hatin,

Hewara xanê kurdan hatin.

Hat sirîya girikan,

Hat sirîya bav û kurikan,

Hat sirîya kurê Mendesoran,

Zû herine şer, ez bibim we ra qurban,

şer xilas bû, namûs çû, nema;

Hat sirîya kurê Kurtikan,

Ew revîn, çûn ketin nav jinikan;

Hat sirîya kurên Dibinî,

şer da ew jî mîna min î;

Ordî qîre-qîr e,

şerê piling û şêr e.

Ha rabû, rabû, rabû,

Xan Muqurî wa rabû,

Sîlih li bejinê bû,

Ewî li pencerê nihêrî,

Berê xwe ji biran nebirî,

Heft kurên wî rabûn,

Hemû sîlih li kemberê bûn,

Li bavê dinihêrîn.

Xanê Çengzêrîn rabû

Bala xwe da sitîyê;

Ewî got: “Sitî, ha sitî,

Tu mîna edetê me kurdî,

Ji me ra bike elametî.

Dilê minî kîne-kîn e,

Ji me ra xebera xêrê bîne.

Êlê dayê, dayka minê,

Te li gerden herîrê,

Me ra bixûne tu duayê,

Em diçin nav şerê xezayê”,

Binetara çiyan pêl rabûn,

şûr mîna rojê biriqîn,

şer li çiyan bela bû,

Dengê şûr û mertalan bela bû,

Beraz û pilingan li hev şer bû;

Jor da çûn nav meydanê,

Gişk şer da hatin pevçûnê;

şah ji dûr va çav li xan digerîne,

Tacê xwe jê ra dişîne.

“Tac li ser serê xwe ke,

Bêaqilîya xwe ber min nîşan neke,

Heyf e, xwe ber min kor nîşan neke”.

Abû Bekir dike dilezîne,

Xwe bi tac ra digihîne,

Pê şûr tac dibirîne,

Nav gûyê sada dibe, tîne.

“Kafiro, bira tacê te li ser serê te bimîne,

Kuştina mêran bira dîsa bimîne”.

Xanê Çengzêrîn dike, dilezîne,

Xwe bi xan Muqurî ra digihîne,

Dibêje: “Kuro, tu qet qasekê nasekinî,

Qasekê hîvîya min nînî,

Qet nahêlî bavê te

Xwe bi eskerên kafir ra bigihîne”.

Abû Bekir got:

“Kurê mêran xweşmêr in,

Li kuştinê nanihêrin,

Navê bavan hilnadin.

Bav ne golik in wan bigirin,

Ne hesp in gem bikin,

Ne beran in têr bikin.

Kurên mêran ne mêr in,

Çaxê bona şer ranabin –

Li bava nanihêrin”.

 

Şerê nav xanê Çengzêrîn û şah gelekî kişand. Vê şevê heta sibê wana dîsa şer kir. Şah dibîne, ku bi xanê Çengzêrîn û kurên wî nikare. Ewî jehr hazir kir û bir li meydana şerê xanê Çengzêrîn reşand. Sibê xanê Çengzêrîn bi kur û eskerên xwe va çû û derkete meydana ku jehr lê reşandibûn. Ew hemû li wê meydanê şewitîn. Şah bi eskerên xwe va dilezandin bikevine hundurê kela Dimdimê. Jina xan û bûkên wê di kelê da bûn. Jina xan ji pencerê li der va nihêrî, dît ku şah bi merîyên xwe va dilezîne hundurê kelê. Ewê ji bûkên xwe ra got: “Paşî kuştina xanê Çengzêrîn û kurên min yên navdar, ji me ra eyb e, ku em bibin ecem”. Ewê kire qîrîn, got: “Na, eva yeka li dinyayê da nebûye û nabe”. Ew zû zû revî çû qatê jêrîn, pilte avîte nav barûtxanê. Ji wêderê bû girmîn û teqîn, her çar alîyên kelê hilşîyan û qet kesek ji wêderê aza nebû. Her tenê bûkeke xanê Çengzêrîn aza bû. Ew li ser dîwarê kelê bû. Çaxê kela teqîya, pêl û bayê teqînê ew pekandin. Bayê şalika wê bilind kir û ew mîna çivîkekê firîya, çû gundê sunîyan û li wêderê danî. Ew du halan bû. Ji vê bûka xanê Çengzêrîn heta niha jî, dibêjin, zureta xan heye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev