Hebandina avê

Hebandina avê

Me di 110 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Hebandina avê” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 111

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku di nava avê da, di çavkanîyan, çeman, behran û kanîyan da ruhên qenc û neqenc dijîn, yên ku dikarin ji avê derkevin, li dinyayê bigerin û paşê vegerine warên xwe. Heta niha jî êzdî gava şev ser çeman, kanîyan ra derbaz dibin, navê Melekê Taûs didin, bona ew wana biparêze.

Ji berê da jinên êzdîyan di cejina Newrozê da ji kanîyên ziyaretî av dibirine malên xwe.

Kanîyeke wisa li berpala çiyayê Elegezê (Aragasê) heye, ku dikeve başûrê gundê Korbilaxê navçeya Aparanê komara Ermenîstanê. Navê wê kanîyê ”Kanîya bawîyan” e. Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di wê kanîyê da ruhên qenc hene, lema jî ava wê wek ava avilheyatî dihate hesibandin.

Guneh bû, ku tûyî nav ava ziyaretî bikin, wê avê qirêj bikin.

Wisa xuya ye, ku hêza qenckirinê bi van avan ra hebûye, lema jî gel ew wek ziyaret parastîye û qîmet dayê. Nimûneyeke wê yekê ava kanîya Koroxlî ye, ku hemû cûre nexweş diketine wê avê û qenc dibûn û xên ji wê ji wê avê dibirine malên xwe, ji wê avê direşandine ser cî û nivînên xwe bona ruhên neqenc nêzîkî wan nebin. Av direşandine goman û tewleyan jî bona pez û dewar nexweş nekevin. Gihanên çêlekan jî bi wê avê dişûştin bona şîr zêde bibe, av dikirine şikevan û embaran jî, bona bereket be.

Ew jinên ku şîrê bistanên wan kêm bû, ji wê avê li hingilên xwe dixistin. Ew av li çavên wan kesan dixistin, ku rind nedidîtin an jî di çavan da mehrûm bûn.

Gorî dîndaran di nav wê avê da hêzek hebû, ku tesîra xwe li ser jîyana merivan û heywîn dihêle û ew hêz dikare merivan qenc bike û nexweş bêxe.

Kurd, ermenî û tirkên Dêrsimê jî bawerî bi avên medenî û kanîyan dianîn. Ava medenî ya Sovegsê ya herêma Dêrsimê, ji alîyê hemû miletan da dihate hebandinê[1].

Êzdîyên herêma Dîgorê li qezaya Qersê gorî edetên xwe piştî çalkirina mirîyan sê roj derbaz dibû, mirî jin bûya, an mêr bûya, roja sisîyan diçûne ser mezel, xweyê mirî ji kanîya gund ya ziyaretî av vedixwer û nanê mirîyan bela dikir.

Bal êzdîyên Dîgorê bi hebandina avê va girêdayî edetekî din jî hebûye, ku gelekî hewaskar e. Malxwêyê malê an jî mêrekî malê piştî mirina kevanîya xwe gava carek din dizewicî, av direşande ser mezelê jina xwe ya berê. Gorî êzdîyan ew bona wê yekê dihate kirinê, ku kesên ji mirina jinikê tirsîyane, tirsa wan birevîne. Bi bawerîya me li vir ya here sereke ne ku firandin-revandina tirsê bû, lê ew yek bû jî, ku li wê dinyayê jî ruhê merivan gerekê bê av, nan û xurek nemîne.

Kurdên gundê Tillik navçeya Talînê 10-20ê adarê ji Ava Reş[2] derdanek av hildiçinîn û direşandine ser axa şovkirî bona ekin bi bereket be.

Yek ji kanîyên ziyaretî, ku binecîyên gundên dorê jê av hildiçinîn, di Vaspûrakanê da bû. Navê wê kanîyê ”Arkayûtyan axbyûr” (”Kanîya avilheyatî”) bû û ermenî, aşûrî û kurdên wira ew dihebandin. Li ser kanîyê kevirê ziyaretî danîbûn, ew cî bûbû mîna ziyaretê[3].

Êzdî ku demeke dirêj bi ermenîyan ra mane, çem û kanîyên Ermenîstanê, avên avilheyatî hebandine û bona wê avê qurban dane.

Miletzan (êtnograf) X. Samvêlyan derheqa hebandina çemên Ferat û Dicleyê da ha nivîsîye: ”Di nav wan bawermendîyan da hebandina çemên Ferat û Dicleyê cîyê pêşin digirin. Bona ermenî, tirk, kurd û aşûrîyên dor û berên wan çeman ava wan wek tiberk e”[4].

Çemê Feratê xwesma ber dilê ermenîyan ezîz bû, ji ber ku gorî mîtologîyayê ew dihate hesibandinê wek hêwirgeha padîşaha ermenîyan – Astxîk xanimê[5].

Di folklora kurdî da bi awayekî geş pesinê çemê Mûradê û kanîyeke wî – Arasanîyê tê dayînê. Di sitirana ”Mûrad tem e, teme” da tê gotinê:

 

”Çemê Mûradê tem e, tem e

Cinê wî rabûye, dua bikin

Pez serjêkin, Xwedê rehm e”.

 

Di bawermendîyên gel da heywanên wek masî, mar, zîya wek sîmvolên bereketa avê xuya dibin. Ev yek di nav bawerîyên ermenîyan da jî cîkî berbiçav girtine.

Di wan heykelên bi navên ”Dêw” da, ku zêde dişibîyane masîyan, fikira avê û avdanê hebû, ji ber ku ew heykel sîmvola Xwedayekî avê bû[6].

Min heykelekî wisa li gundê kurdan – Qundexsazê, li navçeya Aparanê dît. Ew gelekî mînanî zîyayên çiyayên Gêxamayê ne.

Li Ermenîstanê çem û kanî bona xwelîbêcerkirina xwedî kemaleke pir mezin e. Lema jî di bawermendîyên ermenîyan da av pir tê hebandinê.

Gorî dîndarên êzdîyan di çeman û behran da hesp, mange, masî, teyrede û heywanên mayîn yên buhurtî dijîn, ku carna difirine ezmanan, merivan ji qezîyayê û belayê xilaz dikin û h.w.d.

Di folklora gel da ew heywan gelek caran mêrxasan dibine dinya heq bona ji wira ava avilheyatî bînin. Fikira ava avilheyatê mînanî têlekî sor ne tenê di bawermendîyên kurdan da, lê herwiha yên gelek miletan da derbaz dibin.

Mêrxasê hikyata kurdî ”Îskender” diçe serê dinyayê bona ava avilheyatî peyda bike, lê bi wî ra li hev nayê, ji ber ku rastî ruhên neqenc tê û bi eskerên xwe va niqoyî nava avê dibe, dixeniqe.

Hebandina avê xwesma di romana ”Sê nêçîrvan” da geş xuya dibe.

Gorî edetan li berpala çiyayê Nemrûtê, rex gundê Şîrînkoyê kanîyek hebûye bi navê ”Kanîya sipî”. Li wî gundî sê nêçîrvanên mêrxas hebûne. Rex kanîyê hergav kerîyên pêz diçêrîyan. Hersê nêçîrvan gelek caran diçûne rex wê kanîyê, ji kerîyê pêz beşek didane ber xwe dibirin gundê xwe, serjê dikirin û goştê wan di nav gundîyan da wekehev bela dikirin. Rojekê jî dema diçine ber kanîyê, yek ji nêçîrvanan dişimite, dikeve nava avê û ji hêrsan çêrî kanîyê û ruhberên di nav da dike. Di dema çêrkirinê pez destxweda betavedibin, lê ew bi xwe nexweş dikeve û destevala vedigere mal.

Êzdî gelek caran heyteholên dînî yên bi avê va girêdayî derbaz dikirin. Cejin û rojên şayê yên dînî di deba êzdîyan da cîkî berbiçav digire. Ji bo nimûne, bona di rojên hişkî da baran bê, êzdîyan ”bûka baranê” çê dikirin. Zarok ew bin dengê def û zurnê di nav gund da digerandin, ber her malekê disekinîn, ava di derdanê da ser bûkê da dikirin û yek ji zarokan digot:

 

”Baran, baran bibare

Xêr û bereketê bîne bi xwe ra

Ya Mamereş[7], baranê bîne bi xwe ra”.

 

Bi avê va girêdayî heyteholên dînî yên din jî hene.

Di dema korlixîyê da, bona baran bibare, jin karê cot dikirin. Bona erd bereket be, ewana baharan, di dema çandinîyê da diçûne deştê û av ser xwe da dikirin.

Riataza 

 

[1] Andranîk. Têrsim, di eynî cîyî da, rûpel 127.

[2] Ava Reş çem e, ku nave wî yê esilî Çemê Axûryan e.

[3] Yê.Lalayan. Vaspûrakan, Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, kitêba 25an, sal 1914, rûpel 31-32.

[4] X.Samvêlyan. Berhema bîranî, cild 1, rûpel 286.

[5] V.H.Bdoyan. Berhema jorê kivşkirî, rûpel 59.

[6] M. Abêxyan. Heykelên bi nave ”Dêw”, ku sîmvola Xwedayê Astxîk/Dêrkêto ye. Yêrêvan, 1941, rûpel 10.

[7] Mamereş ruhê baranê ye.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev