Leca kulîlkên çiya û banîyên Kurdistanê û çiyayên Alpê!

Leca kulîlkên çiya û banîyên Kurdistanê û çiyayên Alpê!

Husoyê Emîn

Ez 23ê Îlonê da ji bo referanduma Serxwebûna Kurdistanê ji Düsseldorfê bi firokê ser Îstenbolê ra diçûme Hewlêra paytext. Mixabin, tirkan nehîştin ez derbasî Hewlêrê bim. Ez jî çend rojan di nav qewm-lêzimê xwe geryam û şunda vegeryam Almanyayê. Du ra jî tevî xanima xwe berê xwe da Swîsrê û Çîyayên Alp’ê.

Eva 20-25 sal in carna salê carek, carna jî du caran têm Swîsrê 10 rojan li çîya û banîyên Alp’ê digerim û şunda vedigerim Almanîyayê. Dema salên mine sirgunîyê yên sala 1980 heta 2000’an ku; di penaberîyê da nikaribum biçûma Kurdistanê, min hesreta çîya û banîyên Kurdistanê bi çîya û banîyên Alp’ê hildida.

Qet bîra min naçe sala 1997’an da pirtuka rewşenbîrê Kurd Ahmedê Mirazî ya bi navê „Bîranînêd min“ di nav weşanên Deng da derketibû, min ji xwe ra nu pewda kiribu û meha gulanê da dîsa hatim Swîsrê ser çîyayên Alp’ê; min pirtuka Ahmedê Mirazî hildida ba xwe û peyatî berê xwe dida bilindîya çîyan û gav bi gav jî bîranînên ronakbîrê hêja dixwend.     Ahmedê Mirazî jî wek piranya nîvîskar û ronakbîrên kevne Sovyêtê; kurdîke xas û delal bi kar anîye di nîvîsara xwe da.

Hela di meth û salixdana xweza (tebîat) û erdnîgarya herêma Serhedê weke Kofî-kitanê jina kurdaye bi zêr û zîv hûnayî, mînanî xeml-xêza Bêrîvan û zerîyên kurd tevî reng û xal û xirxalên zerîyên tewndar yên reng bi reng di nexş û nîgarên tewn û teşîyên qîz-bûkên kurdaye çavên mirov bi hizmekar dibiriqînin û bi zmanekî wek çem û kanîyên zelal û herikbar salixê çem û kanî, deşt û zozan, gul û kulîlkên Serhedê dida.

Dema min nîvîsara Ahmedê Mirazî dixwand û derdorê xwe dinêrî û çavên min gul û kulîlkên çîyayên Alp’ e diket, te digot qey bi gul û kulîlkên çîyayên Serhedê ra ketine lecê û ji min dipirsin û dibên:

-Em rind û bedew in an gul û kulîlkên Serhedê?

Min di dilê xwe da got; bi xwedê pir hindik; çîya û banî, deşt û zozan, gul û kulîlkên hemû welatan her dera cîhanê (gerdunê) xweş û bedew in, lê talebexta ra Kurdistana rengîn û welatê Serhedê vê gavê mîna welatê we ne Azad û Serbixwe ye. Hela hê lingê hespên neyaran, pîyê dagirkeran lê digerin; çiqasî xweş û rind bibişkivin û gurr reng vedin jî, sîya bedrengîya zeftkaran dikeve ser wan.

Lê vê carê piştî serketina Referanduma Serxwebûna Kurdistanê, ez hilkişyam bilindaya Alpên deşta Safien’e û qîryam û go: -Mizgînîya min li we, welatê min Kurdistana şirîn jî şukur gava serxwebunê avît, êdî Tava Serxwebûnê li Zagrosan, Agirîyê, Sîpanê Xelatê, Araratê, Cûdî û Gebarê dixe. Êdî gul û gîhayê welatê min jî weke we yê aza bibişkivin, bîn vedin, reng vedin û li ber bayê serxwebûnê têkevine govendê û xwe li ba bikin, û bêjin:

Bijî Serxwebun!

Bijî Azadî!

Bijî Edlayî!

Bijî Birati!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev