
Welatparêzîya Delala Memê di dema karkirina wê a di rojnameya Rya teze da geş xuya dibû. Ew berî weke 25-30 salan bû. Piştî ewqas salan ji welatparêzîya wê misqalek jî kêm nebûye û ew welatparêzî di xetên van helbestên wê yên wek wê delal da xuya dibin.
DELALA MEMÊ R’ECEVÎ
***
Di h’ebandina bawerîyêda
T’eşîya hêvîyêd bê guman dir’êsim
Û dîsa gumana xweye kuştî
Careke din dikujim,
Nav hêsirêd şabûna mirî
R’oda berdidim.
Tu bawerîya mine bê hêvî
Niqo bûyî nav r’uhê vejandî,
Birînêd dewrana dikolî,
Vediçir’î êşa bê melh’em,
Her bawarîyê diger’î.
Karwanêd fermana r’êz girtin,
Kuştin bawarî dilê minda,
T’enê pirîskek,
Ku bû sebebê
Evîna bawarîya bê dawî.
LO DE WERE
Lo, de were,
Îşev êvarda r’ûnşitine
Ser sifira dilê min,
Bazara e’mirê min dikin,
Xwekirine xemila Bek’irê Ewane,
Bûna neç’îrvanê jîyana min
Û nêç’îra dilê min dikujin.
Lo, de were, dereng nemîne
Îşev k’utasîya xemila
Keç’a Kezî dêxim
Dik’evime dilqê evîna kuştî.
Lo, de tu dereng mayî,
Dilê min ser jîyana xwe
R’eş şimaqî girêda,
R’îşîyê evînê dak’etine
Ser bedena bê miraz,
Nav jîyana bê jîyanda
Ezê bimirim t’ek li h’emêza te.
HEY ÊZÎDXAN
Te dilê min me’t kirîye
Di zozana hêvîyêd minda
Li guhêr’a axa teda
Û ava kanîyêd te sar
Tîbûna azadiyê naşkênin,
Em birçîyê axa tene.
Bi fermana em t’êr kirin.
Serberjêr dibin
Di nav t’oz û xubara
Fermana giran,
Bê deng karwanêd mirinê
Dane ser rîya jîyanê
Dixwezin bijîn…
Hey Êzîdxan
Ji vê fermana mirinê
Tê çawa vegerî?
Tu bûyî kerwanê mirinê
Qur’ne bi qur’ne
Nav k’efenê fermanada
Te pêçane
Û nav bê ax bûnêda
Te h’ed dikin.
Lê dîsa tu serî r’adikî
Û mirinê p’êpes dikî
Axreta te ne qebirstanê
Lê e’zimane.
Dîroka mirovatîyê Adem û Hewaye
Lê dîroka te ji e’zimana dak’et e’rde.
Xweda bi havênê meleka
Êzîdxan meyand, xelat kir,
Û bîr kir…
R’êhevalê fermana
R’êhevalê mirinê
Te kirine dilqê k’oçer, mihacira
Te mihacirî qulbêd dinyayê kirin.
Riataza