Ûsiv beg: -Kurdên êzdî sipasîya Împêratorîya Rûsîyayê dikin

Ûsiv beg: -Kurdên êzdî sipasîya Împêratorîya Rûsîyayê dikin

Ji alîyê rêdaksyona malpera Riataza da

Bira tu kes ji êzdîyên ku dibêjin em ne kurd in, ji navê Ûsiv begê û mezinên êzdîxanê yên din xeber nede û buxdana nevêje wan, ku ew xudêgiravî ne kurd in, lê êzdî ne, bira tu kes ji navê êzdîyên ku ji 100î 94 di Rêfêrêndûma Kurdistanê da gotin ERÊ xeber nede û ji wan kurdên êzdî ra nebêje ew ne kurd in, lê êzdî ne, ji ber ku dervayî çend êzdîyên xwe kurd nabînin, tevaya êzdîyên cihanê xwe kurd dibînin, zimanê xwe kurdî dibînin û welatê xwe Kurdistanê dibînin.

Di van herdu nivîsên jêrê da him Ûsiv beg di nameyeke xwe da ya bo Împêratorîya Rûsîyayê ji navê hemû 3 kurdên êzdî yên tevaya Kavkazê xeber dide, him jî dewleta Rûsîyayê berî zêdeyî 100 salan Ûsiv begê Hesen axa wek serokê temamiya kurdên êzdî yên Kavkazê dibîne.

Ango, ev herdu nivîs jî îzbat in, ku miletê êzdî tune, lê kurdên bi dînê xwe va êzdî hene.

 

Ji pirtûka Manûk Mûradyan ”Ûsûb bêk”

Di pirtûka bi zimanê ermenî ya Manûk Mûradyan ”Ûsûb bêk” da (Yêrêvan, 2012) nameya Ûsiv beg ji qiralekî Împêratorîya Rûsîyayê ji binemala Romanovîyan ra heye, li wir Ûsiv beg bi xwe dibêje ku ew û gelê wî kurdên êzdî ne. Ango, ew bi miletê xwe va kurd in, bi dînê xwe va êzdî ne. Em wergera wê beşê li jêr raberî we dikin:

-Ez şanaz im, ku bextê min – rêberekî sade – lê xistîye, ku dikarim ji navê 3 hezar malbetên kurdên êzdî, yên berî 60 salan welatê xwe li Tirkîyê terk kirine û bi serokatîya kalikê min Têmûr axa li ser axa Rûsîyayê hêwirîne û li wir hatine parastin û sitara xwe dîtine, sipasîya xwe ji we ra bêjim û ji we û malbeta we ra cansaxîyê bixwezim, bona ku em li ser axa bi serokatîya we jîyaneke xweş derbaz dikin.

Ûsiv begê Hesen axa Têymûrov

 

Ji gotara Eskerê Boyîk derheqa kalikê xwe – Ûsiv begê da

Nevîyê Ûsiv begê – helbestvan û lêkolînerê binavûdeng Eskerê Boyîk jî di gotareke xwe ya bi sernavê ”Bes e, şerm e!” da behsa bûyereke ha dike, ku Împêratorîya Rûsîyayê Ûsiv beg dihesiband wek nûnerê kurdên êzdî (lê ne miletê êzdî, wek ku hinek dixwezin îzbat bikin) li tevaya Kavkazê û derheqa vê yekê da ha dibêje: (https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=688154721291927&id=100002922162834):

”Li nav arșîva malbeta Ûsiv Begê /kalkê min/, serokê temamîya Êzdiyên Kavkazê da belgeyek heye. Belge nameya dewleta Rûs e, ku 21 ê meha adarê sala 1913an ji Beg ra șandine û tê da hatîye nivîsar: “Serokê temamiya kurdên êzdî yê Kavkazê Ûsûb-begê Hesen axa ra…”.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev