Kemal Burkay: Wan rojan bêbextiyeke mezin li gel û welat hat kirin

Kemal Burkay: Wan rojan bêbextiyeke mezin li gel û welat hat kirin

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 28

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û seyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me ya îro derbarê pêvajoya piştî referendûma serxwebûna Kurdistanê ye. Êrîşa ku li dijî Kerkûk û Başûrê Kurdistanê bi tevayî ji aliyê artêşa Iraqê, Heşdî Şeibî û pasdarên Îranê ve pêk hat, herweha derheqa nakokî û gotubêjên girîng di derbarî paşeroja Herêma Kurdistanê û pirsgirêka kurdî di Iraqê û Herêmê de. Derbarê wan pirsan û mijarên din yên rojane da sîyasetmedar û nivîskar birêz Kemal Burkay nêrîn û nirxandinên xwe bi guhdarên me re parve dike.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.

Kemal Burkay kîye?

Kemal Burkay di sala 1937 da li Dêrsimê, qeza Mêzgirê, gundê Dirban hatiye dinê.

Bavê wî li dibistanê dersdar bû. Kemal Burkay Dibistana pêşîn a pênc salî li gundên dorê û li gundê xwe xwend û xilas kir. Piştî wê, di sala 1949 da çû mekteba mamostetîyê bajarê Meletiyê. Li wir û li Ensîtûya Dîclê (li Erganî) xwend û di sala 1955 da xilas kir.

Di sala 1956 da li lîsê da li fakulteya Huqûqê, li Enqerê dest bi xwandine kir û di sala 1960 da xilas kir. Him li gundan mamostetî kir (du sal li Kurdistanê, gundekî Wanê, salekê jî li gundekî Enqerê). Di sala 1964’an da li Xarpêtê (Elezîz) dest bi awûqatîyê kir. Li wir, her usa jî bi navê “Çira” û bi zmanê Tirkî kovareke çandî derxist. Ev kovar şeş hejmar derket.

Du sal şûnda buroya xwe bir Dêrsimê. Li wir jî bi navê “Ezîlenler” (Kesên bindest) rojnameyeke piçûk ya panzdeh rojî derxist. Ew jî 25 hejmar derket.

Di sala 1965’an da bû endamê Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP). Bo avakirina rêxistinên TÎP’ê li hin bajarên Kurdistanê -Elezîz, Bîngol, Dêrsim û Erzingan- gelek xebat kir. Di sala 1968 bû endamê Komîta Rêvabirinê a Giştî.

Ji ber nivîseke wî li ser pirsa Kurdî, ku di sala 1966 da li Kovara “Yenî Akiş” derket, di sala 1966 da hate girtin û çar meh di hebisê da ma.

Dîsa ji ber kar û barên sîyasî di derheqa wî da gelek dawe vebûn û di navbera salên 1969 û 1971 da sê caran hat girtin, salekê zêdetir di hebisê da ma. Pişt ra, mecbûr ma ji welat derket; berê çû Libnanê, piştî wê jî çû Ewrûpa. Li der welat du sal ma.

Di sala 1974 da li Tirkîyê hukumet guhêrî û efû derket, Burkay vegerîya Tirkîyê. Tevî hin hevalên xwe Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) sazkir û bû sekrêterê partîyê. Partî surî bû.

Partîyê di Hezîrana sala 1975 bi navê Özgürlük Yolu (Rîya Azadî) dest bi weşana kovareke mehane kir. Ew bi mezinahî di navbera 80-100 rûpelan da bû. Di destpêkê da her hejmarê wê 5000 heb dihate çapkirin. Piştra zêde bû, giha 10-12 hezarî. Tê da bi xurtî li ser pirsa Kurdî dihate sekinandin. Berê tenê bi tirkî bû. Piştî hejmara 6’an tê da Kurdî jî cî girt. Burkay di vê kovarê da bi navê xwe û bi navên dinê nivîsand. Rîya Azadî li welat 44 hejmar derket.

Di sala 1977 da Partîyê “Roja Welat” derxist. Rojnameyeke panzdeh rojî bû, bi Kurdî û Tirkî bû. Hejmara pêşîn 20 hezar çap bû. Yên dinê her yek 30 hezar bûn. Yek-du hejmarên wê jî 40 hezar çap bûn. Roja Welat, heya ku bi destê hukuma leşkerî hate girtin 12 hejmar derket.

Partîyê di van salan da, her usa jî, “Weşanxana Rîya Azadî” vekir û dest bi weşana kitêban kir. Ew kitêb hinek bi Kurdî, hinek bi Tirkî bûn; lê li ser dîrok, ziman, çand û civaka Kurdî bûn.

Lê zulm û zordarîyeke giran li ser kovar, rojname û kitêban hebû. Hemû dihatine komkirin û di derheqa nivîskar û berpirsîyarên weşanan da dawe vedibûn. Li dawîyê jî, di sala 1979 da hukumê leşkerî (gerandina awarte) ew weşan bi temamî sekinandin. Ji ber êrîşên giran, Burkay û hin hevalên xwe, di sala 1980 da mecbûr man derketin der welat. Piştî wê jî partîya wan li welat kar û xebata xwe ajot. Lê ji bo wî êdî rê venebû ku cardin vegere welat. Wî jî karê xwe yê sîyasî û çandî li der welat bi rêva bir.

Partîyê li derveyî welat Rîya Azadî bi Kurdî û Tirkî cardin derxist. Rîya Azadî, tevî yên berê û tevî sê hejmarên taybetî, giha 142 hejmarî.

Burkay ji 17-18 salê xwe dest bi nivîsandinê kirîye. Berê tenê bi Tirkî dinivîsand. Wê wêxtê kovar, rojname û pirtûkên Kurdî di dest da tunebûn û wî jî xwendin û nivîsandina Kurdî ne dizanibû. Di salên 1960 da li Tirkîyê di hin kovaran da -ew jî gelek kêm- nivîsên Kurdî xwe nîşan dan û çend kitêbên Kurdî derketin. Burkay piştî sala 1972 dest bi nivîsandina Kurdî kir û cara pêşîn di kovara Ronahî da nivîsand. Ew kovar li Elmanya bi destê rêxistina “Hevra” derdiket. Ew jî bû endamê vê komelê.

Dema 1974 da ku vegerîya welat û wî û hevalên xwe Rîya Azadî û Roja welat derxistin, wî jî di van weşanan da bi Kurdî jî nivîsand. Birêz Burkay 4’ê Çiriya Paşîn a 2012’an, bûye serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK- PAR).

Heya nuha ji 30 zêdetir kitêbên wî û bi dehan jî broşûrên wî çap bûne. Beşek ji wan sîyasî ne, teorîk in, li ser civaka Kurd, li ser sosyalîzmê û li ser karê Partîyê ne. Beşekî wan jî berhemên çandî ne, gelek helbest bi Tirkî û Kurdî nivîsandiye.

Beriya zedetirî 5 salan sîyasetmedarê kurd Kemal Burkay piştî 33 salên li bîyaniyê vegeriya Tirkîyê. 5 zarokên Kemal Burkay hene. Vê demê li Enqereyê paytexta Tirkyayê dijî.

Birêz Kemal Burkay re ji stûdyo radyoya Ria taza li Stockholma paytextê Swêdê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Kemal Burkay bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev