Pirtûkeke hêja: MORFOLOJIYA KURMANCÎ Û ZIMANNASÎ

Pirtûkeke hêja: MORFOLOJIYA KURMANCÎ Û ZIMANNASÎ

Berhemeke delal ji weşanxaneya J&J

Serdema ku em tê de dijîn wekî ”Serdema Zanist û Teknolojî”yê tê binavkirin. Di qada teknîkî û zanistê de gelek pêşketin çêbûne û zanîn û zanyarî gihîştiye ber destê her kesên ku bixwazin bi dest bixin. Bi rêya internetê tora ragihandina zanînan ketiye hemû malan. Di derveyê îstîsnayan de cî û warên ku tora ragihandinê negihîştibê nemaye. Ev jî zanînê erzan dike û zanîn bi qasî serê pêçiyên destê mirov nêzî mirov bûye. Lê rastiyek jî heye; hemû tiştên ku di ser rêya tora ragihandinê re tên ne tev zelal in, ne tev rast in û ne tev pak û pêkan in. Ji ber ku zanînên tora ragihandinê ji hêla her kesî/ê ve dikare bê guhertin, bê zêdekirin û bê kêmkirin. Hemû kes dikarin bi riya tora ragihandinê “rastiya xwe” pêşkêşî her kesî/ê bikin.

Helbet rastiya her kesî/ê heye. ”Ango rastî guherbar e”. Lê rastiya giştî jî heye ku ev jî ji aliyê zanyariyê ve tê diyarkirin û civak jî dipejirîne.

Bi awayeke giştî mirov dikare bibêje ku ”rastî” di nava ”rastiyên xwe”yî de her diçe wenda dibe û ev jî gengeşiyekê dertîne holê. Ji ber wê jî hê jî ”rastiyeke derbasdar” heye ku ew jî “rastiya nivîsê ya ku li ser kaxid hatiye nivîsîn” e.

Nivîsa ser kaxid nivîsa sefandî û parzûnkirî ye. Ew ê nivîsê bi dirustî û bi rastî dikare rastiyan ji mirov re vebêje.

Me jî li ser vê rastiyê berê xwe da “rastiyên parzûnkirî” û me got “zanînên herî baş û pak û biqîmet zanînên ser kaxid in”. Û me berê xwe da zanyariyê. Me got; “zanînên ku di nava rûpelên qirêjî yên dîrokê de veşartî mane, em wan ji nava tariya reşaşî derînin û pêşkêşî xwendevanan bikin”.

Wekî WEŞANÊN J&J; me heyîn û hebûna xwe li ser vê yekê diyar kir û me got; ”Em ê ji jêderên rastiyên parzûnkirî bi rê bikevin û dakevin jêwerên qada jibîrvekirinê.”

Û me got; ”ziman” û me got ”ferheng” û me got ”zargotin”…

Rastiyên zimanzaniyê, rastiyên ferhengzaniyê, rastiyên gel yên zargotinê rastiyên parzûnkirî ne û giş hatine tesdîqkirin. Têkilî û pêwendiya navbera ziman û gel herî baş bi riya zargotinê tê dayîn.

Li ser vê rastiyê me jî wekî WEŞANÊN J&J xwest ku em MORFOLOJIYA KURMANCÎ Û ZIMANNASÎ ya ku lêkolîner û mamosteyê Zimanê Kurdî Ahmed Kanî amade kiriye, pêşkêşî baldarên ziman û xwînerên Kurdî bikin. Bi vê berhemê em hêvî dikin ku berahiya nîqaşên li ser Zimanê Kurdî hinek din jî berfireh bibe û ji bo lêkolîn û xebatên vê qadê bibe çavkaniyeke baldar.

Em wekî WEŞANÊN J&Jyê bi vê berhema zimannasiyê ya giranbuha û pîroz dîsa dertên pêşberî xwendevanan û em dibêjin; “Em ê xebatên xwe yên bi vî rengî her bidomînin…”

Bi hêviya ku sûdewer be…

 

Jînenîgarîya Ahmed Kanî

Ahmed KANÎ, di sala 1958an de, li gundê Kefnecarê yê Amedê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li Sofya, ya navîn û amadeyî jî li Amedê xwendin. Di sala 1980yan de Beşa Tirkî ya Enstîtuya Perwerdeyê li Amedê xelas kir. Di sala 1984an de li Zankoya Stenbolê li Beşa Rojnamegerîyê dest bi xwendinê kir. Lê di sala 1986an de ew jî wek gelek Kurdan ket 5 Noluya Diyarbekirê û xwendina wî ya rojnamegerîyê di sala 2016an xelas bû. Di sala 2008an de jî beşa Rêveberiya Giştî ya Zankoya Anatolyayê xelas kir.

Li Zankoya Artukluya Mêrdînê bo teza masterê vê dosyaya xwe amadekir kir; bi pêşniyaza Kadrî Yildirim mijara teza xwe guhart, niha li ser rojnameya pêşîn bi kurdî, “Rojnameya Kurdistanê (1898-1902)” teza masterê dinivîse. Gotarên wî yên bi Kurdî di malper, kovar û rojnameyan de çap bûne. Wergera gotar û pirtûkên Îsmaîl Beşîkcî dike. Niha serokê Şaxa Amedê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ye.

Berhemdarî; * Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî (Lêkolîn), Weşanên J&J, 2017 – Amed

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev