Gulê nadim malê dinê

Gulê nadim malê dinê

Mela Mihyedîn, lêkolîner

“Bulbulan sed gul di çav in, çav li sed gul di dikin

Min di baxê gulfiroşan yek gul û gulnar bes e”

 Melayê Cizîrî

 

 Gul, sembola hezkirinek bê dawî û sembolek bê hempa ye.

Ji demên bere ta heta niha ji hezkirinê re bûye îlham û ji dildar bûye dilda.

 

Di nava hemû kulîlkên cîhanê de pêşengîtî ji hemû kulîlkan re dike û gava yek behsa kulîlkan bike di sere pêşî Gul tê bîra mirovî.

 

Gul,

Hewqasî hatîye hezkirin ku hema bêje di hemû stranan de ji xwe re cih peyda kirîye û roj bi roj cihê xwe hîn bêtir zexm kirîye.

Hewqasî hatîye hezkirin ku navê wê li keçan hatîye kirin û şev û roj navê wê tê zikirkirin.

Hewqasî hatîye hezkirin ku hemû hezkirinên veşartî bi rêya Gulê hatîye zimên û ji xwe re bi saya Gulê wicûdek çêkirîye.

Hewqasî hatîye hezkirin ev kulîlka sor ku wekû Ala Rengîn bi coş û ken…

 

Yê ku herî bêtir qedr û qîmeta Gulê dizanin dildar in.

Gul ji bo hemû dildaran rûyê sorik ê dildayê temsîl dike. Lewma her dema ku Gul tê dîtin rûyê dildar bi coş dibe û devê wî bi ken vedibe.

 

Dildar, di her gav û di her kêlîkê de nikare xwe bighîjîne dildayê û ji ber vê dûrîya dildayê dilê wî dibe nar û diperite. Tenêbûn dildarî, birîn û agirê şewata wî hîn bêtir gurtir dike.

Di vê şewata bi tenê de Gul dighîje feryada dildar. Dildar hebûna Gulê bi dilekî xweş û aram dişewite.

 

Yek ji wan dildarê mezin Mihemde Şêxo ye.

Gul di dile Şêxo de lêhî rakiriye lewma wateya wê ji bo wî pirr cuda ye. Şêxo hemû hezkirinên xwe bi saya Gulê anîye ziman. Wî Gul ji xwe re kirîye sembol.

Gul jê re bûye yar; Gul jê re bûye welat, hezkirin, evin…

 

“Gulê Nadim Malê Dinê

Ez Li Ser Gulê Têm Kuştinê”

 

Bi Rehmet û Hurmet

Silav ji hemû dildarên “Gulê” re.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev