Xatî Şingalî: Em rê nadin dijminan bêne nav xaka Kurdistanê

Xatî Şingalî: Em rê nadin dijminan bêne nav xaka Kurdistanê

BasNews-Berpirsa hêza keçên êzdî Roj ya fermandariya Şingalê ya hêzên Pêşmerge ragehand ku, hemû keçên êzdî amade ne ligel birayên xwe pêşmergeyên Kurdistanê ji Şingal heta Kerkûkê hetanî ku, dilopek xwîn di laşeê me de heye berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de bikin û rê nadin piyên kesên xayîn bihêne nav xaka Kurdistanê ya pîroz.

Berpirsa hêza keçên êzdî Roj ya fermandariya Şingalê ya hêzên Pêşmerge Xatî Şingalî ji BasNewsê re ragehand ku, hêzên keç ên Roj hemû amadekariyên xwe kirine, da ku bersiva her êrîşeke li ser xaka Kurdistanê were kirin, her dema ji me were xwestin, em diçine Kerkûkê û her ciheke Kurdistanê bo parastina xaka me ya pîroz.

Herwiha wê berpirsa hêzên pêşmerge da zanîn ku îro hemû keç jî pêşmerge ne û careke din dijmin nikare piyên xwe yên pîs bibe nav axa Kurdistanê.

records Source:http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/385487

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev