Destana Xelîlê Çaçan “Memê û Eyşê”

Destana Xelîlê Çaçan “Memê û Eyşê”

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 112an e. Di nav kurdên Sovyet da çend destanên ser dereceya bilind hene, ku haya xwendevanên me zêde jê tune. Wek destana helbestvan Fêrîkê Ûsiv “Ûsivê Nevîya”, ya Şikoyê Hesen “Xewna min” û ya Xelîlê Çaçan “Memê û Eyşê”. Eva dawî nivîskarê ku gelek salan serokatî li radyoya kurdî a Rewanê kirîye û hemû stiran û pîêsên radyoyê di dema wî da û bi saya serê hereketê wî hatine tomarkirin, nimûneyeke folklorî kirîye destan.

Tîpguhêzîya hemû berhemên ji vê rêzenivîsê ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 112

 

MEMÊ Û EYŞÊ 

Nav dûmanê da, binya gêlî

Va gurê birçî dike zukînî.

Qasekê şunda dengê gullê hat,

Gêlî bu şîrqîn, zinara nivat.

Gelo çi deng e, çi qare-qar e,

Dibe nêçîrvan gura digere?

Dibe qaçax in, yan dibe cerd e

Dora pez girtîye, naxwaze berde.

Yan dibe cerdê avîte ser gund?..

O, şuxula xirab, şuxula ne rind…

Li wê milê çiyê, li hinda zanga

Bû qirçe-qirça gullê bêrdanga.

Hewar, hey hewar, cerdê pez bir, bir!..

Deng kete gelî, kete qeyêd dur,

Notilî ewira kire xure-xur.

Şivanek dihat jorda dibezî,

Bi himzora xwe dikire gazî,

Ketibûne situ şe’r û temezî

Û bê rewş mabû kolozê tazî.

Şivan sor bûbû notila hinara,

Dest wî da mabû şeşxana vala.

Ew egîtê çiya, ew mêrxasê çiya

Ji hêrsa dihat vira bibe’ciya.

Û ew zivirî dîsa da hevrêz,

Zûzka pez top kir, xwe da pêşîya pêz,

Cî da tevizî, hêrsa lerizî

Û mîna şêra wa kire gazî:

– Eger hûn mêr in, lawê eşîrê,

Yeko-yek derên, werine jêrê,

Werin bivînin bi desto-lepê,

Kê cinyazê kê vir dide tavê!..

Ez Qereman im, ez bavê Memê,

Ez ji tu kesî nakim tu xemê…

Şîrqîn kete pêz, pêz kire gurrîn,

Qiranê-qiran hevdu qelibîn

Û bir-birî bû, bû hezar tîşî.

Gullê bêrdangê weke tîremer,

Defa sîng xistin, pîl ra dane der,

Xwîna sor kişya wek çemê Ferat,

Te go çiyayê Cûd hilşîya jor da hat.

Pişta Qereman ketibû zinêr,

Ne’lîn dihatê, wek nirîna şêr.

Nêrîkî kever û sekî hemis

Şivan dalastin bê deng û bê his.

Û şivan da xwe, binhêre li jêr,

Lê serê giran kete ser zinêr.

Wî kire axîn: “Ax, Memê, Memê “.

Û deng lê biriya, ew mir wê demê…

Çawa teyroka ewirê biharê,

Gullê şeşxana dihatine xarê,

Kalîna pêz bû, dengê hewarê,

Te tirê dinya hat ber av-zarê.

Egîtê gund bûn ketibun erdê,

Devê şeşxana dabûne cerdê,

Dikirine gazî : “Berdê, ha berdê!”.

Dikirine gazî : “Lê xin, ha lê xin!,

Agirê kulê beyta bavê xin,

Bona kî rojê ye nav-dengê mêra,

Nav nakirî bi mal û zêra”…

Çawa qasidê mêrê felekê,

Qelfe siyar derket devê çelekê,

Serî kutabûn nav dêl û bijîya,

Raste-rast dan çiyê, hevraz hilkişîyan.

Wan ji gund dajot çawa hewarî,

Ji çekê wan agir dibarî.

Qacaxa pez hîşt, revîne gêlî

Û dûmana reş li wan bu xêlî.

Siyar çun gihîştin meytê Qereman,

Banzdane erdê, meyt erdê hildan,

Anîn ber kanîyê, ser çev lê şûştin,

“Birao” kirin, dorê rûniştin.

Paşê meyt hildan, avîtine ser zîn

Û hêdî-hêdî berbi gund anîn.

Dudu pêşîyê çûn, gotin : “hey wêran”

Gund û gundîya va hatine pêşîya wan.

Koma omida û cotê xûşka

Notilî gura hev ra dizûkîyan.

Weta jin ser çevê xwe anî xarê.

Sûrtê sor kirin şepê kotanê,

Lê Memê tifal li hemêza apê

Melûl dinhêrî cinyazê bavê.

Cinyazê Qero danîn ber sitêr,

Dorê runiştin him jin, him jî mêr.

Danîne ser dil koloz, apincî

Û hêja kirin şîna kurmancî,

Gulî jê kirin omid, kinêzan,

Û reş girêdan jina û qîzan.

Kirine şîn-girî, xwe ra nivatin,

Kotel girêdan, kotel gerandin,

Ji gundê dorê hewarî hatin.

Kalekî ru-reman got : “Yazî ye, yazî”…

Û qulapek da miştika Şêrazî,

Go : -Sed korayî li ser te mêrî.

Gelo kê ji te ra kir necamêrî,

Kir ev nepakî, ev bayîsî?

Gelo kê bû tu kuştî destkîsî?

Heyfa canîya te, wê bibe xwelî…

Zeman xirab bû, kanê helalî?

Belkî reş-heş bî zemanê kavil,

Haqas jî talan, haqas jî derd-kul,

Bes e, pismamo, îdî nayê gotin…

Eşîr ma bê şêr, ew hatine kuştin.

– Mirîd, -şêx gotê- xwe ji xwedê neke,

Ev hemû destê rebê meyî heq e,

Nemrutî niha li dinê behr e,

Lema ev agir jor da dibare,

Bende bûye mişrûk, kevrî qulî be,

Heta êvarê devî kivrî be.

Dibêjî qezîya neyê serê wana,

Kanê, te dîtîye mînanî berê,

Ku ji her mala nanê germ derê?

Herkê tu derheqa Qero da bêjî,

Rebê min usa li enîyê nivîsî.

Niha çi zanî hetanî sibê

Çi biqewime, çi serê te bê.

– Ez wê rind zanim, şêx, usa nebêj,

Talan û kuştin êlê da bûne êş,

Ya evda zor, ya evda giran,

Kula şeş feraş, derdê bê derman,

Dîsa êlê da hev bûne dijmin.

Şêx, tu rind zanî, eva qebîl in.

Êlê da dîsa mêrê bên kuştin,

Xwe heyfa Qero erdê namîne…

Eva gilîkî mesqere nîne:

Mêrikî dîsa heyfa xwe hilda,

Heft mêr ji wan kuşt û pez jî ne da…

Hevdu top bûbûn giregir û kal,

Xwe ra dikirin qise, galegal,

Dor kolozê wan şerê hemûdî

Çux-çerkezîyê wan xas û Yahûdî,

Û usa maqûl, û usa cindî,

Dibûne xemla eşîra kurdî.

Yek hat odê, go: “Cimeta giran,

Kerem kin der va, meyt îdî hildan “.

Cinyazê Qero birin heq kirin,

Şîneke giran ser mexber kirin,

Hewarîyê hatî, gundîyan, cînaran

Serxweşî dane pismam û biran.

Çendekî şûnda xêr-xêrat lê dan,

Kinêz û omid tenê heznî man.

 

XXX

Weta bî xwe ra hey bilan û got,

Xemla xwe danî, ma reş û mişot.

Memê tifal bû tek ber bîna wê,

Ew bû kevanî û ew bû malxwê.

Û Wetê sond xwar derneyê ji mal,

Memê nehêle êtîm û situxar…

Çendik-çend mêra çev berda Wetê,

Çendik-çend mêra dilê wan ketê,

Û çiqasa xwast Weta Xezêlî

Here û wan ra bibe bermalî.

Terî-canîya xwe wê da ser Memê,

Ku xwedê jê ra bike keremê.

Nehate ser wê tu leke, eyb, e’ ar,

Êl û eşîrê serê wê sond xwar.

 

XXX

Û derbaz bûn roj, hatin meh û sal,

Memê mezin bû, bû xortekî tîtal.

Tu xortan milê Memê danenî,

Tu egît pêşîya Memê nesenî,

Her dayîkekê xwezî pê anî.

Kîjan bûkê ew bibûya mêvan,

Wê bûkê wê xwe mêr bida berdan.

Kîjan qîza, ku ewî bixwesta,

Ewê ew bigirta bi herdu desta.

Lê Memê kubar tu qîz neheband,

Tenê Eyşê bû dilê Memê hingavt,

Bi huba xweye şekire nebat,

Tenê Eyşê bû bedewa êlê,

Ku dilê Memê kir kizika sêlê.

Tenê Eyşê bû nava zeriya da,

Ku Memê heband û ew berneda.

 

XXX

Rokê pîredê gazî Memê kir,

Go: -Çevê min ron,-go,-şikir, şikir,

Niha wextê te def û dewatê,

Were tu şake dilê pîredê.

Memê berjêr kir serî ji şermê,

Gelo çi bide ew vir caba dê?

Ziman giran bû notilî beraş,

Bû mij û dûman ber çevê wîye qaş,

Te tirê ji gelîkî zefî kûr,

Dengek tê, va dengekî zef dûr:

– Hergê min hatîye wextê zewacê,

Te destûr daye bi nêta qencîyê,

Min hela zû va dîye xewna şevê,

Min ra bûye domam kaw-têlî Eyşê.

Qîz min heram in tenê xêncî wê,

Eslê bavê wê eslekî pir çê,

Tu qet ji wê neke fikarê.

Pîredê kir vir lezand,

Xwe pismaman ra gîhand,

Go: – Rabin gelî pismamno,

Xîretkêşno, şêrano,

Hertim rojên pir giran,

Hûn sekinîne mînanî mêran.

Rast e, eme kesîb in,

Lê xweyê namûs-tesîb in,

Me dest daye îşeke,

Komeka we zef pake.

Siyar bin hespên xweye şê,

Herine xwezgînîyê Eyşê.

Xût wê deqê, sehetê,

Kurap, pismamên Wetê

Bi dilekî eşq û şa,

Ketine rênga xwezgînîya.

 

XXX

Celîlê bavê Eyşêyî dilteng,

Xwezgînîya ra ketibû qal-ceng.

Wî sifte dikir hezar çem û çûm,

Davîte ortê hezar pel û tûm,

Boy qelenê pir wî dikir hicûm.

Celîl xwezgînî kirine êrişê

Û teze wan xwest qelenê Eyşê.

Got: -gelî pismam û gelî xwerzîya,

Boy xatirê we û boy miraza,

Boy qîza xweye bedew û rindik,

Ezê bixwezim qelenê hindik.

Îdî ez nakim tu gotin-gilî,

Bîstpênc pezê sê-çar mexelî,

Du cot gîzmê Alefirengî,

Enterîkî Algulistanî,

Tevî gayê nîr bikin dermalî.

Lê ezê bidim sî dêrê qenewiz,

Kofîya kitana bi qotka tunis,

Orxan-doşekê xase quştûkî

Tevî kulavê sor, devetûkî,

Deh cot konderê Qersê û Rewanê,

Du delmê Mûşê, sê xirxê Wanê,

Ez hesab nakim fîno-kitanê,

Qutî, neynikê, kil û sabûnê,

Koç û têla, hûr-mûrê malê,

Pêşkêşê apê, pismam û xalê.

– Bira tu sax bî, Celîlê bira,

Tu eynî mêr î, ewledê şêra,

Em zef razî ne ji hurmeta te,

Nav û namûsê rebê minê bide.

Rast e, xwestina te gelekî pir e,

Lê me jî heye xwestin û hunure.

Ha kirine gazî li serê jorîn,

Birre xwezgînîyê êgine çux şîn.

Bi qirar û fermana bavê,

Weta dê Eyşê zû anî malê.

Û ji cî rabun fêrizê êlê,

Gustîla zêrîn wir kirine tilîyê,

Şera hevirmiş avîtin situyê wê,

Paşê rûniştin ser sifra şayê,

Vexwarin eşqê Memê û Eyşê,

Kêf kirin, xwerin hetanî sibê,

Şerbet dikişiya mîna çem, kanîyê.

Û sibetirê mîna gullê,

Deng bela bû di nav êlê,

Ku Eyşa bedew dane şêr Memê.

Bi erf-edetê êlê û dinê,

Weta dê çû malderxistinê,

Bona zû bikin dewat û şayê,

Pismama qelen dest bi dest dayê.

Û derbaz ne bûbû hela hê salek,

Dewat, şîrnayî anîn kirine yek.

Topayî gerandin nav eşîr-êlê,

Ku temam bêne dewata Memê.

Sibê tev ku zeriqî,

Bi kêf, henek, laqirdî,

Qûjîn, qûrîn, qare-qar,

Bi heytehol û bi kar,

Temam derketin ji malan,

Banzdan ser pişta hespan,

Mîna birûsk û mîna bê,

Hesp parevedikin erşa û erdê.

Awa bi dil-eşq, awa dilremî,

Dewatvanî çûne mala xinamî.

Hub-eşq dibarî ji çavê Celîl,

Kiribû xeleq simêla Helîl,

Li milê rastê bira-birazî,

Li milê çepê Filîtê Qazî,

Serî pêçayî çalma awazî,

Rex sakuyê dirêj, nav oda fire,

Celîl rast kirîye texte û sifre,

Cimeta giran tê cî digire,

Dengbêjê êlê jorê diqûre,

Paşê melle nehikê dibire.

Va cihêzê pir kişandine ortê,

Didine ser xalîçê erdê,

Tev dikin gazî vir çar-pênc rîspî:

– Mala te şên be, tu serfinyaz bî!

Cimet ancax vê odê hiltê,

Vane radibin ji odê dertên,

Lê xortekî bilind û gewde,

Ser cihêz rûdinî û cihêz nade.

Mişîrê kurd dest davê cêbê,

Pera derdixe, wî ra ha dibê:

– Hanê tu bigre, pismamê delal,

Bira ev pere te bibe helal!

Birê Eyşê jî va ber dêrî

Ha dike gazî-kanê dermalî?

Û serdewatî merd-merdane

Pêş da tê dibê: – Ha, ezî va me!

Han ji te ra çend zêrê findiqî,

Here şuxulê xwe, zef xwe ba nekî!

Têlî Eyşê ji mal derxistin,

Li ser hespê kihêl siyar kirin,

Bi nav-namûsî berbi mal birin.

Du roj, du şeva govend digeriya,

Du roj, du şeva dengbêj diqîriyan

Û roja sisîya dewat bela bû,

Memê û Eyşê miraza şa bûn.

Weta dê razî ma ji feleka xwe,

Ku niha ew bê derd û xem e,

Ku kaw Eyşê niha li cem e.

 

XXX

Lê kengê çira me`rima vêket,

Lê kengê derd û kul dilê wan derket?..

Defa hewarê zelûlî dîsa ser kurda rijîya,

Û hat fermana padşê Roma reş,

Xortê kurda birin, mal mane bê rewş.

Axê êlê zû va çev berdabû Eyşê,

Wî nêt hebû wêya bibe ser hêwîyê.

Bi fermana wî axê êlêyî decal

Qewaza Memê derxistin ji mal,

Çar-ferqa Wetê-Memêyê bermiraz,

Berê wî dane welatê dûrî-deraz.

Wetê kir zûkîn, giriya û ûriya,

Ku feleka wê dîsa çep geriya…

– Xêrê nebîne vir axê beraz,

Ku bûbû sebebê bext û miraz.

 

XXX

Hevt sala Memê Şamê bû-qurbetîyê,

Çi bêjî nehat serê Weta dê,

Li Wetê biriyan sehet û qewat,

Çeva merûm bû û ma bê sehet.

Eyşê diheliya notila mumê,

Dêmê wêyî gul bû rengê qûmê,

Emir û jîyîn wê bûbû wek je`r,

Nepakê dorê lê bûbûn wek me`r.

Serî hildabûn nemerd û qomsiya,

Bêy Memê tîtal dil wê vêdisiya,

Axê berazî nepak qe çi ma ne kir,

Lê wî tu belgek Eyşê venekir.

Eyşê hîviya Memê xwe bû,

Mêrê mayîn lê heram bûn.

Sibê zû heta dereng êvarê

Ewê dinivat, çevê wê li rê,

Wê tim Weta dê dişand devê rê,

Ku ew ji rêwîyan bike pirsyarê.

Gelo ew rêwî kî welatî tên,

Dil wan rehet, welatê wan şên,

Yan birçîbûnê derketine ser riyan,

Bona xwey kin hêsîr û zaran?

Yanê esker in, ku tên ji cîyê dûr,

Têne mala xwe bi îzin û destûr?…

Yan wan anîye cabeke xêrê,

Ku silametî Memê jî wê bê.

Û wê pir şa be dilê pîredê,

Mal û qapîyê wî şayê bikevê,

Wê geş bişxule bext, roja Eyşê…

Kîjan rêwîyê, ku derbaz bûna,

Dê pirsa Memê dikir ji wana.

Boy kurê xerîb, boy xatirê Memê

Ew teglîf dikir û danî malê,

Bi ezet-qulix dikire ser rê,

Bibe teseqet, bê pêşîya Memê.

Du rêwî hatine mêvanê Wetê,

Go: -Emê herine bajarê Şamê,

Temîyên te hene, em bidne Memê?

Weta dê çê kir kade û hewle,

Wê çû anî malê Mehmûdê melle,

Derd û kula ra namek nivîsî,

Hinekî şayî li dêma teyîsî.

Anî şera hemûdî ya rîşî,

Du destexanên ale firingî,

Anî û danî ber xortên rêwî.

Go: – Hildin evê pêşkêşa biçûk,

Hûn dergîstî ne, yanê xweyî bûk.

Pey nan xwerinê, ezet-qulixê,

Herdu xortê rêwî rabûn ketine rê,

Berê xwe dane bajarê Şamê,

Ku nama Eyşê bighînine Memê.

Hema roja, ku xort gihîştin cî,

Çûne cem Memê mêrxasî-cindî,

Danê da nama Eyşê û Wetê.

Eyşa bedew û Weta dê

Gotine bira Memê nesene, bê,

Eva hevt sal e, ku Memê wir e,

Bes e ew bimîne, bira vegere.

Wetê nexweş e, bê sehet, bêkêf,

Eyşê melûl e, ken nayê ber dev.

Gund da axên êlê, nepak û qomsî,

Dixwezin bikin cernekîsî.

Weta dê digot: – Ez bê sehet im,

Ditirsim bimrim, Memê nebînim,

Bira nesene zû bê mala xwe,

Bê û bighîje pîrediya xwe…

Memê bi şabûn nama xwe hilda

Û destûra herdu xorta da.

Ji hub-hizkirinê ewî xwe zevt ne kir,

Hahanga devê pakêtê vekir.

Her herfekê û gilîkî nemê

Notila şûra, notila qemê,

Qet-qetî dikir cegera Memê.

Dil-dînê Memê ber hev ne da,

Ew bûbû rusas û mabû cî da.

Heta xweş e ku ew vira bisekin

Û qulix bike boy Roma dijmin?

Heta xweş e, ku ew bibe xerîb,

Li bejn-bala Eyşê ew nebe sehîb,

Ku bê ser navê wê gilîyê minasîb?

Memê wa dûr-kûr fikirî,

Neme bir li ber padşê Romê danî,

Padşê da destûra Memê,

Ku ew here dîtina Eyşê û Wetê.

Memê kişand şînboza xal-xalî,

Danî ser piştê zînê Celalî,

Qibrax girêda şûrê Hemranî,

Li ber zenguya xist rima Etranî,

Avîte situ şeşxana kinik,

Xaçkî girêda yaşirma rindik,

Gem û dizgîna şînbozê berda,

Notila teyra şînbozê Memê hilda.

Ew ketibu riya keseye kurt

Û derbaz dibû ji çiya-banîyê bilind.

Gundê wanî li hewîrdorê

Zû va ketibu xewa hingorê.

Tenê car-cara kelba lê dida,

Seda nobedar dihat nav gund da.

Memê hespê xwe zû ajot hewşê

Û ew sekinî vir ber qapîyê dê,

Banzda ji hespê, peya bû erdê,

Ku bibe mêvanê Eyşê û Wetê.

Go: – Eyşê, rabe ji xewa şevê,

Rabe û derî veke li Memê…

Eyşê ku bihîst, wê tirê xewn e,

An jî qumsî ye li wê dikene,

Dixweze îşev bi delk-dolava,

Bide ser pêşê buxdan û nava

Û sibê here nav gund da bêje

Gilîyê nepake xirav, qirêje.

Lê deng ser hevdu vir çendcar bû,

Deng, ku dihat, dengekî nas bû.

Rastî Memê ye, hat ji qurbetê,

Eyşê ji cî banzda ji ber hêbetê,

Banzda û zû-zûka wê derî vekir,

Delalê dilê xwe wê zû hemêz kir,

Hesp bire tewlê girêda, cî kir,

Banzda av anî, dest û pîyê wî kir,

Nanê loş anî, qatixê mîyan,

Memê zû qatix dida ber parîyan.

Lê ji şabûna Eyşê digirîya,

Digot, ku bêy Memê hizkirî

Mala wan timê şîn bû û girî,

Ji derdê Memê, ji rojê zelûl,

Weta dê niha ji çeva bûye merûm.

Ji derdê giran, zulma axê êlê

Wet bê sehet e, ketîye nivînê.

Memê dibê: – Eyşê wexta ku kur tê,

Gelo meriv mizgînîyê nade pîredê?

Zu here bêje inkê, bira bê.

Eyşê dibêje: – Memê minî dilal,

Min rind zanibû ew gilî, ew hal,

Îro hevt roj e û hevt şev,

Ku pîredaykê çev nedane hev.

Ew niha ketîye xeweke şîrin,

Ez naxwazim gazîkimê, bînim,

Ezê sibê mizgînîyê bidmê,

Bêjim, ku hatîye kurê te-Memê,

Bira şayî bikeve dilê wê,

Bira mizgînî bikeve êlê.

Kêf û heneka dikin mêr û jin,

Bi xewa şîrin herdu xew ra diçin.

 

XXX

Îdî berbang e, kew ketîye sibê,

Wetê radibe bike nimêjê.

Gava vedike ew derê tewlê,

Dîna xwe dide şînbozek li wê.

Dibêje: -Mêvan, mêvanê xwedê,

Lê wextê mêvan derî vedike bê,

Eyşê çima nede min cabê,

Ku ez lê bikim pirsyara Memê?

Û vira zef radibe hêrsa wê,

Ew îdî nake nimêja sibê

Û bayê bezê vedigere odê.

Dîna xwe didê kes tune li wê,

Wê demê şik dikeve dilê dê…

Ew tê alîyê herêma Eyşê,

Ber çeva dibe dûmana mirinê.

Dibê: – Wey qeda bê eslê jinê,

Namûs da binpê, vê forqê, elkê.

Hey Eyşê, Eyşê situyê te bişkê,

Te zenda zer da ber serê kê?

Wetê tê biteqe vê lezê, demê

Û dest davêje tepenca Memê,

Dike mitalê û dike xemê

Û ber xweda Wetê wa dibê :

– Na, xirab e dengê tepencê,

Dibe, ku merîk vir ser me da bê,

Wê pêpes be namûsa Memê…

Ew hêdîka dest davê rimê,

Serê wê dide ser sîngê Memê,

Dîsa hêdîka ber xweda dibê:

– Xudê xirab ke qewata jinê,

Ku kêr nayê bona vê dinê…

Wetê destê xwe davê soranîyê,

Soranîyê dide ser dilê Memê,

Heta heye him û zora wê

Ew xwe davêje ser vê soranîyê.

Soranî qul dike dilê Memê

Û çar tilîya jî dikeve erdê…

Nelîneke kûr vir tê ji Memê,

Û hişyar dibe Eyşê ji xewê,

Divê: – Dayê, eva Memê ye, Memê…

Şev nîvê şevê hatîye ji Şamê…

Gava ku Eyşê xwînê dibîne,

Mînanî dîna dike qîrîne…

Dibê: – Weta dê xêrê nebînî,

Yazîya me kirîye ya Mem û Zîn e…

Wetê, tu t`u car wayê nebînî,

Tu bona Memê va ruhustîn î?

Memê ra dibî edû, ezrahîl

Û Eyşa bûkîn dihêlî sêfîl?

Çevê te kor be, tiştekî nebînî,

Destê te şil û şet be,

Zimanê te lal be,

Lingê te topal be…

Wetê dibê:

– Eyşa min, delala min,

Hindik e, ku tu ji min ra bêjî:

Xudê çevê te kor kirê,

Zimanê te lal kirê,

Te tu cara xêr nedîtê…

Bêje: – Wetê, mindar, keftarê,

Bêje: – Tu bibî hirça geliyanê,

Bira tu bibî gura serê çiyan,

Bira tu bibî beraza çolan,

Hela ev temam ji min ra hindik e…

Paşê Wetê rûdinî ber serê Memê,

Derda ra dike şîna kuştina dê…

 

– Memê min hat mêvanê Eyşê,

Belkî bişkê destê dê,

Kuştîye kurê xwe-Memê…

Dayka te gura çiya be, lawo…

 

Navê tejîya Memê min Çûbar e,

Wê geriyaye war bi war e,

Felek ji min ra bûye neyar e…

Dayka te dinê nemîne, lao…

 

Rênga Şamê bi zebeş e,

Memê siyarê şînboza serxweş e,

Memê lao, diya te çima wa rûreş e?

Dayka te hirça gelîya be, lao…

 

Navê tejîya Memê min Çîlê ye,

Selefê nêçîrvanan diçe-tê ye,

Kuştina Memê bi destê dê ye…

Dayka te gura çiya be, lao…

 

Kesek tune bê vê hewarê,

Destê min bigre vê xencerê,

Paşî Memê min nehêle dinê…

Dayka te sax nemîne, lao…

 

Mala Memê min devê rê ye,

Memê min ji Şamê tê ye,

Kuştina wî bi destê dê ye…

 

Weta dê vir dibe gura har,

Xweda nahêle ne emir, ne hal,

Dîn dibe û direve ji mal,

Li çiya û banîya dike qare-qar

Û qeyakê da xwe davêje xwar,

Hûr-hûrî dibe, dibe hezar cî,

Goştê wê duxun hirç, gur û rûvî…

Eyşa bedewe gerden hevirmûş

Xwe davêje ser soranîya tûj,

Ku paşî Memê nemîne dinê,

Ku ber şayîke dinê rûnenê,

Ku ew hetanî ax-berê sar da,

Bimîne tenê bera Memê da…

 

XXX

Hevt roj, hevt şeva êlê da bû şin,

Êl û eşîrê kurdan dicivîn,

Ji her êlekê hewarî hatin,

Kotel gerandin, “heywêran” gotin,

Hêsir barandin wek kanî û cew,

Memê û Eyşê kirine paşla hev

Û roja heyşta herd cinyaz hildan,

Kumbeyt çêkirin ser mezelê wan.

 

Û wext buhurî, dewran buhurî,

Ev qewmandin bû çîrok û gilî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev