Li Konfêransa Qahîrê

Li Konfêransa Qahîrê

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em berhema bi sernavê ”Li Konfêransa Qahîrê” raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 112

Îdêya sazkirina Kurdistana serbixwe nikaribû bi ser keta. Lê ew îdêya, ku îdî serê xwe bilind kiribû, kete nava hiş û sewdê serekên kurda, ku armancên wan dijî wan daxaza bûn, ku komên Brîtanîya Mezin yên serkarîkir dixwestin li situyê kurda bialandana. Tevgera kurda ya miletîyê (wek ku her tevgereke mayîn) dikaribû tenê ser demekê hevalbenda dewletên împêrîyalîstîyê bûya (em bêjin, Îngilîs), rêyên wana gerekê paşê ji hev biqetîyana. Em çi jî bêjin, pêkanîna bernama sîyasî ya serekên kurda (serxwebûna Kurdistanê, an jî avtonomîya perçên wê, ku gerekê bûbûna êtapa derbazbûna berbi serbestîyê) ne tenê bi rewşa navnetewî va girêdayî bû, lê herwiha ji rewşa li Kurdistanê bi xwe da, ji pêşdaçûyîna têkoşîna kurda ya miletîyê-azadarîyê va. Lê dema piştî Sevrê li ser erdê kurda rewşeke sert, sext û tevlihev saz bûbû.

Wek berê navbenda şerkarîya kurda ya miletîyê-azadarîyê li Kurdistana Başûr (Îraqê) bû, ku xwedî-xudanên wira jî Îngilîs bûn. Hukumdarîya dagîrkarên Îngilîs li Îraqê, herwiha li perçeyên wê yên bakûr da jî, ku piranîya wan kurd bûn, piştî têkçûna serhildana sala 1920î ketibû nava halekî giran. Bi rastîyê, Îngilîs di vî welatî da ber dijwarîyên mezin sekinî, di nava çend salên dagîrkarîyê da tu cûrekî bona hukumdarîya xwe ya sîyasî amade ne kir û bi ser ne xist, ji ber wê jî binecîyên welêt nerazîbûna xwe dîyar kirin. Bona rêjîma mandatîyê jî, ku gerekê bi wê serkarîyê li Îraqê bikira, tu bingehek hazir ne kiribû.

Arnold Wîlson, ku ji van serneketina aciz bûbû, pêşnîyar dikir, ku an ji Îraqê derkevin, an jî hizûra eskerîyê ya Brîtanîya Mezin li wir gelekî bidne zêdekirinê, ango zorê bidne quwetê. Herdu varyant jî ji Londonê ra dest ne didan, ne di hêla sîyasî da, ne jî di hêla fînansîyê da. Persî Koks ji Îranê anîn û dewsa A. Wîlson kivş kirin, yê ku sîyasetmedarê diha cêribandî û zîrek bû û li wî ra li hev hat di dawîya sala 1920î serhildana ereba welêt da bide hincirandinê(28). Serokatîya Brîtanîyayê ya sîyasî bi pêşîkêşîya Koks destbi helkirina rewşa eskerîyê-sîyasîyê li Îraqê kir. Lê bona wê yekê lazim bû, ku biryarên sîyasî yên giring ser dereca bilind bêne qebûlkirin.

Wînston Çêrçîll xwe da ber wî karî, yê ku di sibata sala 1921ê ji ser qulixa wezîrê parastinê derbazî ser qulixa wezîrê welatên dagîrkirî bû. Ewî ji mecalên teşkîldarîyê destpê kir û hemû karên bi Rohilata Nêzîk va girêdayî kire bin destê xwe (berî wê ew xebat di nav wezîreta karên der, wezîreta alîyê karên Hindistanê û wezîreta parastinê da hatibû beşkirinê). Bona wê yekê li wezîretê dêpartamênta Rohilata Navîn hate damezirandinê, li ku hemû kesên, ku di navça Rohilata Nêzîk da di hêla casûsîyê-sîyasîyê da qal bûbûn, kar dikirin, di nav wan da (Çêrçîll bi taybetî gazî kiribûyê) serhingê bi nav û deng T. Ê. Lowrens. Karê pêşin yê dêpartamêntê ew bû, ku konfêransekê bide amadekirinê derheqa rê û dirbên bingehîn yên sîyaseta Brîtanîya Mezin li temamîya Rohilata Erebîyê da, di nav wê da li Kurdistana Başûr jî(29).

Konfêrans ji 12ê hetanî 30ê adarê sala 1921ê bi serokatîya W. Çêrçîll li Qahîrê hate derbazkirinê. Li wir serwêrên serokatîya Brîtanîyayê li Îraqê, Felestînê, Transûrdinê, Misirê, zapitên rutbbilind yên hêzên Îngilîs yên eskerîyê li Rohilata Nêzîk û casûsên Brîtanîyayê yên usa mezin, wek Lowrens, Noel, çawîş Yang, Hertrud Bell û yên mayîn hazir bûn. Konfêransê sîstêmek amade kiribû, ku tabîyên Brîtanîyayê yên dagîrkarîyê li Rohilata Erebîyê dida parastinê û ew sîstêm çend deh sala emel kir.

Li Îraqê û Transûrdinê padşatîyên desthilatdar hatine sazkirinê bin serokatîya lawên qiral Hîcaz Huseyn, ku di dema şerê hemcihanê yê mezin hindava Îngilîs da amin bûn. Hate biryarkirinê Feysal, ku fransiza ew ji Sûrîyê raqetandibûn, bikine hukumdarê Îraqê, lê birayê wî yê mezin -Ebdullah, li Transûrdinê. Hatibûne ser wê bawerîyê, ku bona hêvişandina (paşxistin, zêde xerc nekirin) fînansa kontrola eskerîyê ya Brîtanîya Mezin li Rohilata Erebîyê bi destî “hêzên padşatîyê yên hewayê” bidne pêkanînê. Bi vî awayî, li van welatên ereba sîstêma serkarîkirinê ya usa dihate rikinkirinê, ku berjewendîyên împêrîyalîzma Brîtanîyayê (bin kontrola eskerîyê-sîyasîyê ya zexm) bi destî komên erebên cî yên derebegîyê-desthilatdarîyê dihatine çareserkirinê. Împêrîyalîstên Îngilîs bi vê tewlebazîya sîyasî, ku carna ji mecbûrîyê bû û armanca wê ew bû, ku tevgera ereba ya miletîyê bide sistkirinê, hewil didan tabîyên xwe li temamîya Rohilata Nêzîk da bidne qewînkirinê. Lê ew karekî usa bû, ku nikaribû bi ser keta.

Konfêransa Qahîrê hemû problêm safî ne kirin, ku ber sîyaseta Îngilîs li cihana ereba da sekinî bû. Pirsên derheqa qedera dewlet û mîrîtîyên ereba yên li navbend û roava Rohilata Nêzîk safînekirî man: wek pirsên Hîcazê, Necdê, Yemenê û yên mayîn. Li konfêransê pirsa kurda jî hate enenekirinê, ku six bi pirsa ereba va girêdayî bû, xwesma di wê parê da, ku derheqa Kurdistana Başûr û Başûr-Roavayê da nin. Lê eger qeydê sîyaseta dagîrkarên Brîtanîyayê di pirsa ereba da di dîroknivîsara welatên Awropayê û Sovyetî da hatîye zelalkirinê, lê ev yek em nikarin derheqa pirsa kurda da bêjin. Em wê jî bêjin, ku li Qahîrê derheqa kurda da hate xeberdanê.

Berî vekirina konfêransa Qahîrê hemû dewletên xwedî berjewendî hatine ser wê bawerîyê, ku gerekê careke mayîn vegerine li ser Sevrê, di nav wê da xalên wê yên “kurdîyê” jî (derheqa vê yekê da li jêrê bixûnin). Kurdistana serbixwe bere-bere ji rojevê derdiket. Ew yek di wê mêmorandûmê da xuya dibe, ku ji alîyê dêpartamênta alîyê pirsên Rohilata Nêzîk da hatîye hazirkirinê.

Tiştekî balkêş e, ku berî sazkirina wê dêpartamêntê di komên Brîtanîyayê yên serkarîkir da pirsa derheqa projeya damezirandina “Kurdistana serbixwe” da dihate lênihêrandinê. Di hesabdayîna komîtêya dêpartamêntê da dihate gotinê, ku eger xala 64a ya Sevrê bê pêkanînê, tu kes wê dij dernekeve, ku navçeyên wilayeta Mûsilê yên kurda bikevine nava axa Kurdistana serbest; cabdarîya bona sîyaseta hindava kurda da danîbûne li ser dêpartamênta Rohilata Nêzîk(30). Lê derheqa Kurdistana serbixwe da, ku mêmorandûmê da hatibû kivşkirinê, tu gotinek tunebû. Di wê da dihate gotinê, ku eger em bidne ber çava, ku Kurdistan gerekê ji alîyê Tirkîyê da neyê serkarîkirinê, tiştekî nêzîkî aqilan e, ku statûya wê ya sîyasî gerekê bi hukumeta Mesopotamîyayê va girêdayî be, lê ne ku bi dîwana xwedî mandat va(31).

Di mêmorandûmê da dihate gotinê, ku erdên kurda gerekê nekevine nava axa dewleta ereba, ku hewil didan li Mesopotamîyayê bidne sazkirinê. Hukumet gerekê ser dereceke pêwîst piştgirîya prînsîpên “yekîtîya kurda ya miletîyê” bike. Aqara wan axa, ku hindava wan da ew prînsîp têne bikaranînê, ji “şertên dawî yên bi aşîtî helkirina pirsa Tirkîyê” va girêdayî ye (ango, Sevr dikeve bin şikê û wek akteke demkurt tê pejirandin. Bêy wê yekê jî kontrola ji alîyê hukumetê û peywandîyên bi serokatîya Mesopotamîyayê wê gelek bêne sivikkirinê, eger “cûrekî rêxistineke kurda ya navbendî bi şêwrdarekî brîtanî” va bê sazkirinê û ew şêwrdar jî gerekê bin qolê komîsarê Brîtanîyayê yê sereke be û bi destî wî gerekê bi hukumetê ra bide û bistîne. Gerekê baxşandinê bidne wan hemû girtîyên sîyasî yên kurd û xelqên Mesopotamîyayê, ku ji destpêka dagîrkirina eskerî da gunehkarî kirine(32).

Awa, qedera Kurdistana Bakûr tam gorî qeyde-qanûnên sîyaseta “perçe bike û bin dest bike” dimeşîya. Ew him ji “Kurdistana serbixwe”, him jî ji dewleta ereba ya Îraqê qetîya, lê li ser wê axa kurda gerekê hukumê Brîtanîyayê bihata testîqkirinê.

Konfêransa Qahîrê da pirsa kurda li Mesopotamîyayê li komîtêyên Sîyasî û Eskerî da bi hûrgilî hatine lênihêrandinê. Werin em dîna xwe bidne argûmentên tevgelên wan civîna. Di civîna çara ya komîtêya Sîyasî da, ku 15ê adarê derbaz bû, hazir ser wê bawerîyê bûn, ku peymana Sevrê gerekê hinek dereca da bê guhêrandinê û navçeyên Kurdistana Başûr ji bin hukumê hukumeta Îraqê derkevin. Koks pêşnîyar kir, ku navçeyên kurda -Kerkûk û Mûsil gerekê bi destî muteserîfa û tevî zapitên Brîtanîyayê yên sîyasî û karmendên kurda bêne serkarîkirinê. Ewî bi xwebawer digot, ku ew navçe, herwiha Suleymanî jî, tenê bi nav nava axa Îraqê da nin, xwesma di hêla aborî da. Gerekê nûnerê wan li parlamena Îraqê da hebe, lê binecîyên Suleymanîyê wê yekê naxwezin. Hertrud Bell jî li ser wê bawerîyê bû.

Çawîş Yang pêşnîyar kir bi lez li Mesopotamîyayê dewleta kurda damezirînin, ku bi nav bi hukumeta Îraqê ra girêdayî nîbe û bin kontrolîya komîsarê Brîtanîyayê yê sereke be. Lê ew dewlet gerekê xwedî serbestîyeke tam nebe û ji Îngilîs tu tiştî nestîne. Niha dema hilbijartinên di “şêwra” navçeyên kurda da hatîye. Bona tevlihevbûn çê nebe, pêwîst nake levîyên ereba, an jî eskerên Brîtanîyayê bişînine wira: kurd bi xwe wê pêşîya tevlihevîyan bigrin.

Serhing Noel nikaribû bersîva pirsa rêvebirê civînê W. Çerçîll, ku kurd peymana Sevrê çawa dibînin, bide (û ew tiştekî balkêş e: derheqa peymana Sevrê da di kûraya Kurdistanê da hema bêje tu tişt ne bihîstibûn). Noel da kivşê, ku dema derxistina eskerên Brîtanîyayê, xwesma ji navça Suleymanîyê, tirs heye ku tirk dibe “lingê xwe guhê xwe xin”, ji ber ku ewana (ango, kemalîst) dixwezin wî erdî bikine nava axa xwe. Kurd bi xwe avtonomîya di nav sînorê dewleta Îraqê da dixwezin, lê ewana dikarin herwiha bi aktîvî derkevine dijî hukumeta Îraqê jî, xwesma eger tirk zorê li wan bikin. Îngilîs gerekê “dewleta kurda ya bûfêrîyê saz bike, ya ku dikare bibe aleteke baş bona wan neyara, yên ku hewil bidin li Mesopotamîyayê têkoşîneke dijî Brîtanîyayê tevrakin”. Eger di navbera herdu dewletên Mesopotamîyayê da astenga bacxana (gumruka) tunebe, kurd dikarin gelekî kêrî îngilîsa bên. Ya dawî, Noel pêşnîyar kir navça Amedîyê jî bikne nava zona hukumdarîya Brîtanîyayê.

Serhing Lowrens jî derkete dijî wê yekê, ku kurdên başûr bikevine bin hukumê “hukumeta ereba”, û got, ku ewê hewil bide di wî karî da bi ser keve. Ferqa wî bi Koks û Bell ra ew bû, ku ewî digot muteserîfek jî têrê dike bona serkarîyê li Kurdistana Başûr bikin, ango, dij bû, ku ew welat perçe bibe.

Çêrçîll, ku hemû bîr-bawerî dan ber çavên xwe, bi projeya sazkirina “dewleta bûfêrîyê ya dost di navbera Îraqê û Tirkîyê da” razî bû, ya ku wê berjewendîyên Brîtanîyayê bi aminayî biparêze. Ewî piştgirîya îdeya sazkirina şêwra parlamênta cî ya Kurdistana Îraqê kir û elam kir, ku pêwîst e dilê “serokê kurda (?) û hevalbendên wî yên amin” bikirin, wana ji tirka biparêzin û bînine alîyê îngilîsa. Bilî wê, Çêrçîll bi taybetî da xuyanîkirin, ku lazime hukumê Brîtanîyayê li ser temamîya Mesopotamîyayê (him li ser axa ereba, him jî ya kurda) biparêzin û bidne qewînkirinê. Ewî got, ku mînanîhevbûneke eşkere heye di navbera fûnksyonên gênêral-welîyê Afrîka Başûr (hindava Yekîtîya Afrîka Başûr û Rodezîyayê da) û komîsarê tewrebilind yê Mesopotamîyayê da (hindava Mesopotamîyayê û Kuridstanê da). Sîyaseta Brîtanîyayê, wezîrê kolonîya gotina xwe berdewam kir, gelek tişt kirîye bona ereba, lê hewce nake mafên kurda pêpes (binpê) bikin. Pêwîst e bona destpêkê du alayên kurda amade bikin bona Suleymanîyê û Kêrkûkê. Kurdistan û Îraq gerekê bin serokatîya komîsarê tewrebilind nêzîkî hevdu bibin, bona paşdemê da dewleteke yekgirtî saz bikin. Bi bawerîya Çêrçîll, derheqa wê pirsê da dikaribûn hema li vira, li Qahîrê biryarek derxistana û hewce ne dikir “Forîn ofîsê” pê bidana hesandinê, lê gerekê haya Koma Mileta (!) jê hebûya. Çêrçîll herwiha bi H. Bell û Yang ra derheqa wê yekê da jî peyivî, ku Mûsil “bê şik” gerekê bikeve nava Îraqê û baştir dibe, ku bin qumandarîya zapitên Brîtanîyayê ji kurdan hêzên ser sînor saz bikin(33).

Awa, Kurdistana Başûr gerekê bi temamî biketa bin tesîra Îngilîs. Riya, ku Çêrçîll û şêwrdarên wî kivş kiribûn, ji destpêka nirxandina pirsa kurda li Qahîrê bi vî awahî bû. Pirsên mayîn jî bi vî ruhî hatine enenekirinê. Li civîna komîtêya Eskerîyê da, ku hema wê rojê -15ê adarê hate derbazkirinê, Koks eşkere xwe mukur hat, ku mecalên bona sazkirina “Kurdistana dost” bi riya “Îraqa neyar” ra derbaz dibe, bi gotineke mayîn,- ji heyetîya şerkarîya ereba ya miletîyê-azadarîyê. Hatibû plankirinê kurda rakine dijî ereba (eksî wê jî) -ew jî di dilikê sîyaseta Îngilîs li Îraqê da û di dema piştî Sevrê ra. Koks û gênêralê Îraqê Cefer paşa ew plana bi cûrê Afrîka Başûr serkarîkirina Kurdistana Başûr bi hûrgilî raber kirin, ku komîtêya Sîyasî amade kiribû û di pêkanîna wê da rêxistina levîyên kurd yên bi serokatîya zapitên Brîtanîyayê gerekê roleke mezin bilîstana(34).

Ev fikir di civîna tevayî ya komîtêyên Eskerî û Sîyasî da, ku 16ê adarê sala 1921ê hate derbazkirinê, hatine testîqkirinê û tomerîkirinê. Di wê civînê da derheqa pirsa kurda da biryara dawî ne hate girtinê. Tenê hate gotinê, ku komîsarê sereke li Îraqê diha baş e bi kurda ra bikeve nava danûsitendina, ne ku bi hukumeta ereba ra. Çêtir e garnîzonên Kerkûkê û Mûsilê bi kurda va tije bikin; gerekê li wir “hêzên cî” saz bikin, ji bo ku bikaribin garnîzonên brîtanî bi hêsanî ji wir derxînin(35). Eserê (netîca) enenekirina pirsa kurda di hesabdayîna derheqa konfêransê da hema bi wî ruhî va jî hate raberkirinê. “Konfêrans hate ser wê bawerîyê,- wê da dihate gotinê,- ku her cêribandineke, ku navçeyên kurda bi destî zorê bikine bin kontrola hukumeta ereba, wê têk here û dijberîyê çê be”. Berî wê, ku kurd raya xwe bêjin, Kurdistanê gerekê bikne bin serokatîya komîsarê tewrebilind, û ew gerekê ji Îraqê cihê bê serkarîkirinê. Wî çaxî em dikarin taxbûrên kurda amade bikin yên bin qumandarîya zapitên brîtanî; ewanayê sînorên xwe çêtir biparêzin, ne ku ordîya ereba(36).

Bi vî awayî, li konfêransa Qahîrê bingehên esasî yên sîyaseta Brîtanîyayê hindava kurda da hatine amadekirinê û ji bo destpêkê, ew tenê di goveka (çarçova) Mesopotamîyayê da bû. Şertên wê yên sereke ew bûn, ku berî her tiştî, wan xalên Sevrê nepejirînin, li ku hatibû biryarkirinê axên Kurdistana Başûr bikine nava dewleta Kurdistana serbixwe, ya duda, serketina di karê testîqkirina kontrola berk ya Brîtanîya dagîrkar li ser Kurdistana Başûr, ya sisîya, dewleta kurda ya qeşmerîyê (kûkla) li Mesopotamîyayê derxine dijî dewleta ereba ya wî awayî, bona him nehêlin, ku tevgera ereba ya miletîyê-azadarîyê, him jî ya kurda pêşda here. Hema bi vî ruhî riya sîyaseta împêrîyalîzma Brîtanîyayê li Îraqê di salên 20-40î yên sedsala bîstî da dihate derbazkirinê.

Wek îdî me got, li Qahîrê(37) tu biryareke esasî derheqa pirsa kurda da ne hate qebûlkirinê. Ne Çêrçîll, ne jî şêwrdarên wî ew yek rind derc ne dikirin, ku rewşeke sîyasî ya çawa li paşdema nêzîk da li Îraqê tê sazkirinê û rêjîma mandatîyê ya ku ew li wî welatî didine rikinkirinê, wê berê çawa bide. Daxaza îngilîsa, ku emîr Feysal-el-Haşemî bikine qiralê Îraqê, ku fransiza ew ji Şamê raqetandibûn û bê kar mabû, di welêt da gelek xirab hate qebûlkirinê (ne tenê kurd dij bûn, lê herwiha ereb jî, xwesma şi`î). Him perçên welêt yên ereba da, him jî yên kurda da tevrabûna dijîîmpêrîyalîstîyê gurr û gumreh dibû. Li Îranê û Tirkîyê jî rewşeke usa hate sazkirinê, ku îngilîsa kiribû nava halekî giran, ji ber ku li van welata da jî hêzên dijîîmpêrîyalîstîyê xurttir dibûn. Rewş xwesma li ser sînorê Îraqê-Îranê û Îraqê-Tirkîyê, û Kurdistan bi wan sînora va hatibû perçekirinê, gelekî sert bûbû. Ji ber wê jî li konfêransa Qahîrê derheqa hal û demên Kurdistabna Başûr da ser ra-ber ra hate xeberdanê. Wek ku bûyerên paşerojê dane xuyanîkirin, berbirîbûna wî awayî hindava problêma kurda li Îraqê ber (berhem) da.

Çavkanî:

  1. Mêntêşaşvîlî A. M. Îraq di salên mandata Îngilîs da, rûpel 99-101.
  2. Sluglett Peter. Brîtaîn în Îraq. 1914-1932. L., 1976, rûpel 48-49.
  3. ASDR, f. AMH, cêrga C, dokûmênt 199, belge 29, 18.
  4. Dîsa li wir, belge 39, 28.
  5. Dîsa li wir, belge 40-41, 29-30.
  6. Dîsa li wir, belge 70-72, 59-60.
  7. Dîsa li wir, belge 80, 89.

Çerçîll ser wê bawerîyê bû, ku ordîya ereba ya bi eskerên kurda va gerekê ji 15 hezar kesan derbaztir nebe (wî çaxî-3 hezar bû), û levî jî gerekê hetanî 8 hezara bin (dîsa li wir, belge 120, 90. Pêşnîyara Çerçîll li Komîtêya alîyê fînansên Mesopotamîyayê da, 2ê nîsanê, sala 1921ê; belge 73, 62. Kêlma ji hesabdayîna li civîna 6a ya komîtêya Sîyasî û Eskerî ya tevayî da, 19ê adarê, sala 1921ê).

  1. Dîsa li wir, belge 67, 56.
  2. Dîsa li wir, belge 16, 5.
  3. Konfêrans li Îerûselîmê xilas bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev