“ŞIVANÊ KURMANCA” HER TÊ XWENDIN

“ŞIVANÊ KURMANCA” HER TÊ XWENDIN

Kawa Nemir, edebiyetzan 

Malpera pirtûkakurdî da zanîn ku di sala 2015’an de ji alî wan pirtûka herî zêde hatiye firotin romana Erebê Şemo ya bi navê “Şivanê Kurmanca” ye. “Şivanê Kurmanca” cara ewil di 1935’an de li Rewanê hatiye çapkirin, her wiha di wêjeya Kurdî de romana ewil a Kurdî tê qebulkirin.

Li gorî daneyên malpera pirtûkakurdî ya ku li ser înternetê wekî e-pirtûkfiroş dixebite pirtûkên herî zêde hatine firotin di rêza yekemîn de romana yekemîn a Kurdî ya Erebê Şemo ya bi navê “Şivanê Kurmanca” heye, ya duyemîn pirtûka teorî ya Remezan Alan “Destpêkek Ji Bo Zanista Edebîyata Modern” ya seyemîn jî romana Şener Ozmen “Gramera Bêhizûr” heye.

Îstatîstîkek berhevkirî der heqê pirtûkên bi Kurdî yên firotî, tuneye, ji lewre daneyên malpera pirtûkakurdî di warê encam û rêveçûna weşangeriya Kurdî û her wiha tercîha xwîneran derdixe pêş. Bêguman hin weşanxane tora xwe ya ji bo firotina pirtûkên xwe ava kirine û  her wiha pirtûka ku di pêşengehan de tê firotin ne daxilê ve statîstikê ye. Lê di dema geşbûna înternetê de di jiyana civakî de mirov dikare weke statîstîkeke diyarker qebûl bike.

Pirtûka herî zêde hatiye firotin romana Erebê Şemo “Şivanê Kurmanca” wekî di wêjeya Kurdî de romana ewil tê qebulkirin nîşaneya elaqeya xwendevanên Kurdî ya ji klasîkên Kurdî re ye. Mixabin hin romannûsên navdar yên Kurdî ji ber romanê wan bi zimanê serdest (Tirkî, Erebî, Farsî) tên wergerandin û zêdetir tên firotin lewre xwendina wan bi zimanê serdest pêk tê. Mînaka romannûsê Kurdî Mehmed Uzun li ber çavan e, romanên Mehmed Uzun di nav Kurdan de jî bi zimanê Tirkî tên xwendin û bi Tirkî tên kirîn. Her wiha romanên nûjen yên nivîskarên wekî Şener Ozmen, Helîm Yûsiv ji alî xwendavanan ve eleqayeke mezin dibîne û tevî ku bi zimanê Tirkî romanê wan tên wergerandin jî zêdetir bi Kurdî tên xwendin.

Romana Şener Ozmen ya bi navê “Gramera Bêhizûr” sala 2014’an derçû û sala 2015´an jî çapa duyemîn weşiya.

 

Destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern

Destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern, pirsên wekî: “Tiştekî ku ji bo edebiyata modern bibe “zanîn”ek heye? Ew warê ku jê re poetîka, teoriya edebiyatê an jî edebnasî tê gotin, bi pêvajoyeke çawa ve girêdayî ye? Ji ber çi ji bo huner û edebiyatê ewqas riyên cuda hene? Şîrove, metin, wate, edebîtî, erkê edebî, cure, peywend, zewq, xweseriya estetîk, resenî, teqlîd û hwd. ji bo teoriya edebiyatê çi îfade dikin?” dide di pirtûkê de. Li ser têkiliya modernîteyê û edebiyata modern; li ser têgehên bingehîn ên teoriya edebiyatê û her wiha li ser rengîniya rê û rêbazên rexne û teoriyên modern serê xwe diêşîne.

 

Romana Şivanê Kurmanca

Şivanê Kurmanca ji alî Mistefa Aydoganê romannûs, lêkolîner û zimannasê Kurd ji nû ve çapa wê, li gel awayê wê yê tîpguhastî û pêşgotineke dirêj amade kiribû, sala 2007’an ji alîyê weşanxaneya Lîs ve hatibû weşandin û sala 2015an çapa xwe ya duyemîn derxist. Ew klasîka hanê hê jî di wêjeya Kurdî de romana yekemîn tê qebûlkirin û orjînala vê sala 1935’an hatiye çapkirin.

Li gor statîstîkên pirtûkakurdî 10 pirtûkên ku herî zêde hatine firotin li jêr in: 

1-Şivanê Kurmanca- Erebê Şemo ji Weşanxaneya Lîs

2-Zanista Edebîyata Modern- Remezan Alan ji Weşanxaneya Peywend

3-Gramera Bêhizûr- Şener Ozmen ji Weşanxaneya Lîs

4-99 morîkên belavbûyî- Helim Yûsiv ji Weşanxaneya Peywend

5-Janya- Rênas Jiyan ji Weşanxaneya Belkî

6-Mîrname- Jan Dost ji weşanxaneya Avesta

7-Ferhenga Zana Farqînî ji Weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

8-Edebîyata Kurdî ya Gelerî- Ramazan Pertev ji Weşanxaneya Avesta

9-Selpakfiroş – Kawa Nemir ji Weşanxaneya Lîs

10- Jiyana Bextewar- Erebê Şemo ji Weşanxaneya Lîs 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTAZA

numreya agahiyên li ser Kurd û Kurdistanê; The management vedixwîne hemû kesên eleqedar ji bo bloga te li ser RIATAZA, bo hûragahiyan ji kerema xwe têkilî info@riataza.com

Qeydên dişibine hev