Dibistana gundê kurdan kirin ser navê helbestvanê kurd

Dibistana gundê kurdan kirin ser navê helbestvanê kurd

Em dixwezin vê nûçeya xweş bi şîreteke dayka Rizalîyê Reşîd destpê bikin, ku wî bi helbestkî di çarxeteke xwe da nivîsîye. Di wê da xuya dibe, ku welatparêzîya kurdîtîyê ya Rizalîyê Reşîd ji koka wî, ji esilê wî û ji şîrê dayka wî tê.

* * *
Diya min digot – şîrê min li te helal be,
Rênga te rast, esmanê te zelal be,
Min bîr dikî, lê ji bîr meke – diya min û te
Kurdistan e, ber bibe mûm, şemal be.

21ê çirîya pêşin sala 2017an li gundê kurdan – Fêrîk (li Ermenîstanê) bûyereke dîrokî pêk hat. Bi biryara Wezareta Perwerdehîyê ya Komara Ermenîstanê û Parêzgeha Armavîrê dibistana gundê kurdan – Fêrîk li navçeya Êçmîadzînê kirine ser navê helbestvan, rojnamevan û mamostayê kurd Rizalîyê Reşîd.

Di heytehola wê şahîyê da gelek mêvan amade bûn: endamê parlamêntoya Ermenîstanê M. Mûradyan, nûnerê parlamêntoya bajarê Krasnodarê (Rûsya), doktorê aborîzanîyê Zoroyê Rostem (nevîyê Rizalîyê Reşîd), mamostayê Zanîngeha bizîşkîyê ya bajarê Yêrêvanê, doktor Rizganê Simo, nivîskar Tosinê Reşîd (birayê Rizalîyê Reşîd), serokê gûndê Fêrîk Rostemê Kamil, serwêrê vê dibistanê Lêvon Poxosyan, dot û lawên Rizalîyê Reşd – Guhar, Tîtal û Fêrîk û gelek mêvanên mayîn.

Di mêrasîmê da helbestvan HinaraTajdîn, dota Rizalî – Guharê û şagirtên dibistanê helbestên Rizalîyê Reşîd xwendin.

Di wêne da: Li rex wêneyê Rizalîyê Reşîd, ser textê dîwarê dibistanê nivîsar e: «Dibistana parêzgeha Armavîrê a gundê Fêrîk a ser navê Rizalîyê Reşîd».

Xwendevanên delal, Rizalîyê Reşîd bi koka xwe va, bi ruhê xwe va, bi karê xwe va, bi helbestên xwe va kurd û Kurdistanî bû. Îzbata wê yekê ev helbesta jêr e:

Kurdistan

Hezar, hezar sal û zeman
Hat dabirîn, çîyayên me man.
Hezar, hezar av û tofan
Kişîyan û çûn, kanîyên me man.

Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin şer,
Weke berfa sîngê Sîpan
Helîyan, dîsa çîyayên me man.

Hezar, hezar car par kirin,
Hezar, hezar nav lê kirin,
Tofanê şûşt, ew tev birin,
Dîsa navên qedîm ser man.

Hezar, hezar sedsal herin,
Merd û nemerd ser bigerin,
Te bernadin em ji destan,
Welatê me, xweş Kurdistan!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev