Ji nimûneyên zargotina me – 113

Ji nimûneyên zargotina me – 113

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 113an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

KIZIRKANÛN

Wextekê Kizirkanûn hebû. Zef ji rûvî ditirsîya.

Rojekê jinê lê nihêrî îdara wan nabe, Kizirkanûn ji mal dernayê, fikirî, go: “ez çawa bikim”. Rabû kate lêxistin. Kate birin ser xanî. Ji zara xwe ra got, go:

-Ezê herime hundur, tu kata ji kulekê ra bavêje.

Ew çû hundur. Zara kate ji kulekê ra avît, go: ”Kizirkanûn, go, rabe, kate dibarin, go rabe em kata bidine hev”.

Go: -Evda xwedê, tu here ji der va berevke, ezê yê hundur berevkim.

Jinê go: -Mala te xirab be, yê di hundur da, hemîn di hundur da nin, derkeve yê ji der va berevke.

Jinikê Kizirkanûn derxiste ji der va û derî li ser kilît kir.

Gelekî lava kir, jinê derî lê venekir, go:

-Evda xwedê, hevana min, dirêşa min, bide min, hine ar têxe hevanê, ezê herim.

Jinikê dayê û bi rê ket. Pir çû, hindik çû, çû rastî koçikekê hat, çû hundurê koçikê. Lê niherî cîyê heft meriva çêkirîye. Kizirkanûnê te çû li jorê rûnişt. Tu nebêjî eva koçika, koçika heft dêwan e. Her heft birê hev in. Dêw çûbûn nêçîrê. Birakî wan di mal da dima û her êvar tivdarekê wan dikir, xarina wan hazir dikir.

Gava bira ji dêrî da hat, lê nihêrî merivek wê li ser doşekê rûniştîye. Selam da Kizirkanûn. Ewî selama dêw vegirt û cî nîşanî dêw da. Dêw rûnişt, paşê rabû di pêşîya birên xwe da çû, go:

-Gelî bira, go, pelewanek hatîye mala me û li ser doşekê rûniştîye. Ez ku di dêrî da çûm, qe ji ber min ranebû. Îda ez nizanim, hatîye ser me dewê yan bi mêvanî hatîye?

Birê mezin gotê: -Lawo, emê herin, elkî li qewata wî bihesin.

Û bira ji dêrî da çûn, li ber temene kirin, her heft dêw rûniştin, jê ra hurmet kirin.

Kizirkanûn got, go: -Bira, ez bi xwe pelewan im. Ez hatime cem we, emê muxdarekî bi hev ra derbazkin.

Birê mezin got, go: -Tu ser çevê me, ser serê me ra hatî. Em heft bira, tu jî ser me heyşt.

Rojekê Kizirkanûn go: -Gelî bira, go, were ez qewata we bicêribînim.

Kizirkanûn berê hêkek bir çû li derva, bin xalîyê kire çel. Go:

-Werin emê lingê xwe li erdê xin, gerek em usa pihîna xwe li erdê xin, lingê me neçin xar, bi qewata me zerika hêkê û pîçka erdê ji binê erdê derkevin.

Derketin ji der va. Dêwa lingê xwe li erdê xistin, lingê dêwa heta çonga di erdê da çûne xar; pîçik tunene, ji ku derên.

Kizirkanûn lingê xwe li hêkê xist, zerika hêkê teqîya, derket ji der va.

Dêwa li çevê hev nihêrîn, ji hev ra gotin: “Kuro, heft serê me hebin, em ji destê vî xilas nabin”.

Mêşekî (daristan) dêwa hebû, dêwa ro diçû, piştîk dar dianî dihat, ji xwe ra dişewitandin.

Bokê Kizirkanûn go, go:

-Birnoa, şirîtê bidine min, ezê jî îro herim dara bînim.

Kizirkanûn şirît hilanî û berbi mêşe çû. Ê, Kizirkanûn nikare darikî hilde bîne bê, zane wê bi qewata wî bihesin.

Dêwa birak ser da şand, go:

-Here, çika wê çawa bike.

Kizirkanûn serê şirîtê bi darekî va girêda. Mêşê wana jî xweyî çûk bû. Şirît bir, go: “Ezê li dora mêşe bizvirînim”. Şirît wê derê hişt, vegerîya hat, go:

-Bira, go, şirîte kin e, yeke dirêj bînin werin, ezê li dora mêşe bizvirînim. Ezê mêşe bi carekê hev ra hildim, îda çira hûn rojê carekê diçin, tînin.

Dêwê mezin jê hîvî kir, go: -Mêşê me şîn dibe, sal bi sal tê, ji kokêva rakî wê xirab bibe, îda şîn nabe.

Dêw got: -Tu keremke rûnî.

Birakê xwe şand, go here dara bîne, were.

Dêwa li çevên hev nihêrîn, yekî ji wana go: “Ev çi ecêb e hatîye serê me. Ew dibê: “Ezê mêşe temam rakim”.

Gelîkî kûr di binîya mala wan da hebû, meşka wan hebû, rojê yekî diçû tijî av dikir‚ dianî dihat.

Rojekê Kizirkanûn go: -Gelî bira, go, îro jî dora min e, ezê herim avê.

Meşk hilda, heta di bin meşkê da çû gelî, çi halî. Ber avê rûnişt û meşka xwe pif da û derê meşkê girêda, avîte ser pişta xwe, hate nîvê hevrêz û rûnişt. Devê meşkê kire devê xwe û derê wê vekir, temam werima meşkê danî. Hema dêwa qerewilê xwe şand ser, go: -Binêr, çika çi dike.

Dêw lê nihêrî ku diçe tijî av dike û jêla tê nîvê hevrêz careke din vedixwe, vala dike, careke din diçe avê. Dêw revî, çav da birê xweyî mezin, go: “Hal û hewalekî wa”. Dêw jê ra go, go: “Birev, here ji dêst bigire bîne were”. Dêw revî çû cem Kizirkanûn go, go: “Ez qurbana te bim, tu keremke here, ezê bînim”.

Kizirkanûn go: -Xwedê serê weda xirab bike, we meşkeke usa çûçik çêkirîye, ez tijî dikim tînim, heta nîvê gelî û ez tî dibim, ser xwe da dikim, tîbûna min hela naşkêne.

Û Kizirkanûn meşk da wî, lêxist, hat, go: “De kêfa we ye”. Lêxist, hat.

Dêw êvarê hatin ser hev, hema Kizirkanûn her wexta qerewilê dêwa bû, çika dêw çi şêwrê dikin. Dêwa şêwir kir. Heft balte anîn, go: “Emê balta tûjkin, êvarê ew ki raza, emê di nava cî da, di xewê da bidin ber balta. Emê her heftê lêxin, di cî da hûr-hûrî bikin”.

Êvarê her kes çû di cîyê xwe da raza, Kizirkanûn anî qotekî darayî mezin kir nava cîyê xwe û çû li qulçekî xwe veşart.

Dêw nerm hatin, ser li cîyê wî ra sekinîn. Evana jor da dane ber balta. Evan dêwa di jor da yek hilda, yek danî, ev qotê darê bi nivînava di ava cî da kirine xwelî û revîn; çûn cîyê xwe.

Kizirkanûn hat ket nava cîyê xwe, dêwa guhê xwe da ser. Sivê Kizirkanûn gazî kir, go: “Bira”. Ziravê bira qetîya, go:

-Xwedê mala we xirab bike, kê ji we êvarê cîyê min danîbû, kêça îşev ez xarim.

Dêw revîn, ha-hanga cîyê wî yê bi toz bi kapekê va birin, avîtin. Qate nivînên dinê jê ra anîn.

Dêwa lê nihêrî, ecêbeke giran e, koda zêrê dêwa hebû. Dêwa ew koda zêra anî ber danî, go: “Bira, tu birê meyî mezinî, go, eva zêrê me ne, em her heft bira parek, tu tenê jî parek, emê ji hev cihê bin”.

-Ê, go, bira be, bira, go, ezê jî herim mala xwe, welatê me ketîye bîra min.

Sivê bira rabûn, tivdarekê wî kirin û ji birakî ra jî gotin, go: “Birê me hilgirî, bibî herî mala wî û vegerî, bêyî”.

Gava dêw Kizirkanûn hilgirt, di rê da jê ra go:

-Bira, tu çiqa sivikî!

-Ê, go, bira, go, ez zora xwe nadim ser te.

-Çawa, go, zora xwe nadî ser min?

-Lê, go, ez zora xwe nadim ser te.

Go: -Bira, ca hinekî zora xwe bide ser min.

Kizirkanûn dirêş ji cêva xwe derxist, di pişta situyê wî da kire xar. Qîrîn ji dêw hat, go: “Bira, mede ser, ez di bextê te da me”.

Go: -Bira, eva hindik bû, min da ser, lê ku temam zora xwe bidim ser te, tê çawa bikî?

Dêw bir ber derê mala Kizirkanûn, gîhande mala wî. Gava Kizirkanûn peya kir, bîna xwe berda, Kizirkanûn ji ber bîna wî pekîya, çû mal.

Kizirkanûn go: -Keçê, go, ca çomaxê min bide min, go, dêw li ber derê min çi pêşe ye?

Û dêw ji tirsa revî. Dêw çû rastî rûvîkî hat. Rûvî go: -Tu çira direvî, dêw?

Dêw serhatîya xwe jê ra got: “Hal û hewalê min û Kizirkanûn ev e”.

Rûvî go: -Bira, îsal heft sal e Kizirkanûn ji tirsa min newêre derkeve, îjar hatîye hûn xapandine, zêrê we ji we sitendiye? Go: -Eger ez bêm, zêrê we temam jê bistînim, go, tê çi bidî min?

Go: -Nîvî ji min ra, nîvî ji te ra.

Dêw bawer nebû, dîsa newêribû. Rûvî gotê, go:

-Eger tu newêrî, go, bîne lingê min bi xwe va hişk girêde, ezê bi tera bêm, go, heke min tu xapandî, tu min bikuje; axir ez nas dikim.

Dêw rabû, lingê rûvî bi lingekî xwe va mehkem girêda û ber bi mala Kizirkanûn hat.

Kizirkanûn lê nihêrî dêw tê, wê rûvî jî pê ra. Kizirkanûn fikirî, go: “Ez çi rê ji xwe ra bibînim?”. Rê ji xwe ra dît: gava dêw hat nêzîkî mal, Kizirkanûn kire gazî, go: -Birê rûvî, go, tu ser çevê min ra hatî, go, tu dêw bigire, ezê hatim.

Ewî ku go: “Tu dêw bigire, ez hatim”, dêw banzda. Rûvî kir qîrîn, go: “Qest dibêje”. Dêw îna nekir, go: “Tu min dixapînî”. Herça dêw li rûvî xist û herça serê wî li kevira ket, pêra kaş bû. Rûvî pirtî, pirtî bû, pêsîra Kizirkanûn ji rûvî xilas bû û Kizirkanûn hat di mala xwe da rehet rûnişt.

Got: Ûsivê Hesen.

 

ELÎYÊ NEWÊREK

Elo ew bû, du zarên wî bûn. Yekî feqîr bû.

Rokê ew û jina xwe gotin, go: “Emê herin li welatekî din, bona îdara xwe bikin”.

Çûn li ber sînorê gundekî, di nav çayîrekê da sekinîn bona hinekî hêsa bin. Elo guhdirêja xwe berî nav çayîrê da, bi xwe jî raza.

Ew çayîr çayîra mezinê wî şeherî bû. Mezinê wî şeherî rabû du qewazên xwe şand, go: -Here binhêre, çika ew kî ye guhdirêja xwe di nava çayîra min da tewilandîye?

Jinê lê nihêrî du meriv tên. Jinik rabû, şûrekî Eloyî kevn hebû, ji kalên kişand, hine xûna guhdirêjê lê xist û danî kêleka Elo. Çû pêşîya wan meriva, go:

-Ji boy xwedê be, hûnê dengê xwe nekin, go, Elo axa hêja ji şer hatîye û westîya ye, raza ye, eva jî şûrê wî ye, wê li kêlekê ye, ku hişyar be, wê li we xe.

Evana şûnda vegerîyan, cab dane padişê, go:

-Pelewanek hatîye, em newêribûne di ser da biçûna.

Padişê du merivên din şand, go: -Herin teglîf bikin, bînin werin.

Eva herdu merivana hatin, go:

-Elî axa, keremke were, padişa te teglîf dike, were em herin.

Eva rabû çû cem padişê; padişê cî dayê, otaxek dayê, ji cimaeta xwe ra go: -Eva pak e ji me ra, rojekê kêrî me tê.

Çend roj derbaz bûn, rojekê padişê gazî kirê, çû dîwana padişê. Padişê jêra go:

-Elî axa, go, teba şeherê min bîter bûye, tu gere wê tebayê bigirî. Êvarê kes newêre derkeve.

Elîyê te rabû, kelogirî bû, ber bi malê çû, ji jina xwe ra da xebera, go:

-Keçê, çî min, çî vêderê, te ez anîm kirim pelewanekî padişê. Niha padişa ji min ra dibê: “Here ji nava şeher şêr bigire “. Ezê çawa şêr bigirim?

Jinê go: -Evdê xwedê, em çawa bikin, go, me îdara xwe kir, çika wê çawa be.

Jinê rabû, şirîtek sabûn kir û xerboqe kir, avîte sitûnê û xwe jî ber derî sekinî. Lê nihêrî, wê hurme-hurma şêr e, di jor da tê. Şêr hat ber dêrî ra derbaz bû, xwe li ronkayê girt. Evê xerboqa şirîtê avîte stuyê şêr. Şêr xwe di şûn da da, kişand, xerboqe li situ şidîya, şêr usa sekinî heta sivê.

Jinê rabû hine pencerû avîte dev-çevê Elo. Dev-çevê wî hinekî xûn kir û sibê zû qewazên padişê hatin pey Elo. Gava lê nihêrîn şêrî di ber derê Elo girêdaye, ewana bi şûnda revîn. Cab dan padişê, go:

-Elo îşev şêr girtîye, girêdaye.

Go: -De herin gazî Elo kin, Elo bînin dîwanê.

Gava çûn pey Elo, gazî Elo kirin, jinê caba wan da, go:

-Ne hûn bin, ne padişê we be. Êvarê padişê çi ji Elo axa ra gotîye, hêrsa wî rabûye, hatîye êvarê rastî şêr hatîye: destevala bûye, ewî û şêr va hevdu bêfeyde kirîye. Niha şêr girtîye anîye, ber dêrî girêdaye, xwe jî nexweş e.

Evan bi vî cûreyî cab da padişa.

Padişê dewsa doxtirekî, deh doxtir şandin ser Elo. Birînên Elo jî xwe hindik bûn, doxtira sax kirin û îdî hurmeta Elo bilind bû. Hergê berê sed manêt distend, aylixa (meaşê) wî kir pênsid menêt. Padişa bê Elo sehetekê jî nedisekinî.

Çend ro li ortê derbaz bûn, rojekê padişê dîsa gazî Elo kir, go:

-Elo, go, hirçek li mêşê me peyda bûye, gerek tu herî wê hirçê bigirî.

Elo girîya û vegerîya ser jinê, go: -Mala te xirab be, jinê, te hela cara dinê şêr girt, ez qe haj şêr hebûm? Ezê îja çawa herim hirçê bigirim, bikujim?

Jinê gotê: -Evdê xwedê, wê kerî siyarê baş bide ser te, tuyê bibî qumandarê wan û ew siyarê lêxin hirçê bikujin, wê navê te wek mêrxas derkeve.

Elo bi halekî xirab sivê rabû. Hespekî baş ji Elo ra anîn, Elo lê siyar kirin û sed bavçê dane ser Elo. Elo xwe nikare li ser hespê bigire, gelek meriva go: “Canim, ev çawa meriv e, xwe nikare li ser hespa bigire?”.

Yên din digotin: -Ew seba çeva usa dike, ku çev lê nekevin.

Elo da pêşîyê û esker da dû, kişîya, çûn nav mêşe: hirç ber rabûn, û van siyara da ser hirçê.

Elo fikirî, go: “Welleh, îda ez ne ser padişê da diçim, ne ser jinê da”. Rabû hespê xwe bi derekê va girêda û bi xwe jî hilkişîya ser serê darekê.

Evan siyara hirç gerand; tu nebêjî ew dar jî hêlîna hirçê ye, ku li hirçê bibe tengî, hirç direve ser serê wê darê. Evan hirç gerand; hirçê xwe li darê girt, hat.

Elo nihêrî hirç xwe lê digire û tê. Çongê Elo ricifîn.

Hirç hat ber darê, Elo ji jor da xwe zeft nekir. Elo ji jor da ket, herdu lingên wî ketine ser situyê hirçê. Elo ji herdu guha girt, ji tirsa xwe berneda, siyara xwe pêra gîhand. Siyar peya bûn, lêxistin, hirç kuştin.

Xelqê li çevê hev nihêrî, go: -Kuro, Elo him mêrxas e, him zane ye, ew kê ji me fem dikir hirçê bê li ser vê darê. Ewî çawa zanibû?

Û zende li siyara ket. Elo axa da pêşîyê û vegerîya.

Cab dan padişê, go:

-Elo axa mebêjin, şêrê xwedê bêjin, go, him mêr e, him jî zane ye.

Çawa ku hatibû serî, usa jî ji padişê ra gotin.

Padişê aylixa Elo zêde kir.

Çend ro ketin ortê, dîsa rokê padişê gazî Elo kir, go:

-Elo axa, go, filan padişa hatîye ser min şer, go, ezê pênsid siyarê baş bidime te, go, here, tu herî ser wî şer.

Elo ji tirsa xwe îda xwe zeft nekir, rabû ji dîwanê çû mal. Ser jinê da girîya, go:

-Xwedê mala te xirab bike, go xwezil heft salên din jî min pars bikira, ne ku ez bihatama biketama vî halî, vê kêfê. Go: -Evda xwedê, şêr te girt, ya hirçê jî, ez ji tirsa hilkişiyam ser darê û ez ji jor da ketim, rastgelebû û siyara xwe gîhandê, kuşt, ezê niha çawa herim şer?

-Jinê gotê: -Evdê xwedê, kurê xelqê ne, pênsid siyarê bavçê ne, tê bibî qumandarê wan, a ewê şer kin, wê bive navê te.

Elo go: -Evda xwedê, go, îda, xêra min tune ji tera, go, tu rabe, çend kata ji minra lêxe, go, şiklê xwe jî li ser xe, emekê xwe li min helal ke, ez zanim, îcar ez herim, îda nayêm.

Sibê padişê siyar topkirin; siyar topî ser hevdu bûn. Padişê siyarara got, go:

-Elo çi dike, gerekê hûn jî wê formê bikin, Elo peya dibe, hûn peya bin, Elo siyar dibe, hûn siyar bin, çevê we li Elo be.

Elo xwe li qerpûza zîn girt, da pêşîyê. Çûn ber çemekî, li ber çem peya bûn, lê nihêrîn ordîya dijmin jî hatîye wî berî çem buhurîye. Evê ordîya hana nanê xwe da ber xwe, yê din jî usa. Elo çi kir. Elo li ber avê qamîş kefş kir, avîte avê, go:

-Xwezî hingê, min ji xwe ra çilik çêdikirin, difirot.

Evî eskerî lê nihêrî Elo qamîş diçine û davê ser avê. Ew hezar mêr bû, çi ku hebû, ewan temam li hev ra qamîş çinîn û avîtin avê.

Avê ew qamîş bir çû, li cîkî tengda topî ser hevdu kir, usa bi hev sekinî, bû weke pira û Elo katê xwe derxist, da ber xwe, ku bixwe. Di ser da girîya, go: -Eva şikilê jina min e”. Tûlek ji ordîya wî berî hat, kate ji ber Elo hilda û revî.

Elo da şûr û da ser tûle. Ê, eskerê wî alî peşmûrde nan dixwin, li ser nan evî eskerî temam dan şûr, dan pey Elo.

Elo gava li ser pirê ra derbazî wî berî bû, eva eskerê Elo li eskerê wî qelibî. Ew esker usa kir, yê sax ew bû, ji mala xwe nehatibû. Elo jî qe şûrê xwe dawneşandibû yekî, hê şûrî di dêst da bû û hê berî tûle dida.

Çar siyar gihîştinê, go:

-Elo axa, em qurbana te bin. Kuro, go, hêrsa Elî axa hatîye, divê: “Bira tûlek jî dewsê nemîne”. Go: -Bîna xwe fireke. Yekî gihîştê, şûrek avît situyê tûle.

Elo go: -A niha dilê min teze rehet bû.

Û ji wê derê vegeriyan, cav dane padişê. Go: -Elo mebêjin, şêrê xwedê bêjin, Elo ordî ji hev bela kir.

Çawa ku hatibû serê wan, padişê ra gotin.

Padişê anî kaxezê terxanîyê (rihetîyê) da Elo, “heta tu yî sax bî, tu li cîkî da neçî û bikî-bixuyî”.

Got: Ûsivê Hesen, 45 salî, nîvxwendî, sedirê kolxoza Pampê li ser nehya Axbaranê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev