Pêşgotina pirtûka zanyarî ”Kurdistana Nû” -1

Pêşgotina pirtûka zanyarî ”Kurdistana Nû” -1

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa pêşin a ”Pêşgotin”ê amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 113an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 113

Ne tenê li Asîya Roava, lê herweha li ser temamîya topa cihanê, kêm milet hene, ku bi tevayî reng û rûyê xwe yê miletîyê ji demên buhurî heta roja îro xwey kirine. Yek ji wan mileta kurd in. Eger em nivîsên pêşin yên derheqa kurda û pêşîyên wan da bidne ber çava, yên ku bi ulmî hatine lêkolanê û îzbatkirinê, em dibînin ku dîroka gelê kurd ji du hezar pêncsed sala derbaztir dibe. Weke hezar pêncsed sal berê gelê kurd wek êtnos hate naskirinê. Em evê yekê nikarin derheqa tu miletekî Awropa îroyîn, lo hela derheqa gelek gelên Asîyayê û Afrîkayê da jî bêjin. Hela di ser da jî, sazbûna kurda wek gel û pişt ra, ku bûye milet, her li ser axekê bûye – li ser axa Kurdistana îroyîn. Bi vî awayî, em bi heqî kurdan dikarin bihesibînin wek miletekî herî kevnare li herêma Rohilata Nêzîk. A ev e taybetmendîya sereke ya dîroka kurda.

Taybetmendîyeke mayîn ya giring jî ew pêvajoya êtno-miletîyê ye bal kurda, ku pir dirêj kişand û hetanî niha jî berdewam e, ji ber ku gelê kurd hetanî niha jî yekgirtî nîne. Delîla civakî-aborî ya ewê pêvajoyê li bal kurda pir dereng pêşda diçe, ji ber wê jî ew heta roja îro ser dereca berê maye.

Eger em bêne ser aspêkta sîyasî ya pêvajoya êtno-miletîyê, li bal kurda ew herdem di şertên dîrokî yên gelekî xirab da derbaz bûye. Û ew gotinên zimanzanê Rûsîyayê, Kavkazzan û kurdzan akadêmîk N.Y.Marr, ku kurd “sêwîyên dîrokê” ne, di cî da nin. Şerên herdemî, êrîşkarîyên ku her tişt ber xwe dibirin, wêran û kavil dikirin, serhildanên kurda yên bi xwîn, ku pişt ra milet dikete ber derba xezebê û gelkujîyê, rakirina binecîyan ji cî û warên wan, ku bûn sebebê perîşanîyê, rebenîyê, tengezarîyê û rûyê van yekan da axa Kurdistanê gelek cara dihate perçekirin, dibûne astengên mezin li ser rîya bi sîyasî hevgirtina kurda, damezirandina dewleta kurda, li ser rîya Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî. Û ev hemû tesîreke demdirêj û xirab li ser darinda civakî-aborî û dereca êtno-kûltûrîyê ya gelê kurd dikir. A hema ev bûn sebeb, ku pêvajoya êtno-miletîyê li bal kurda dereng pêşda diçû û kurd ji gelên mayîn yên Asîya Roavayê, ku xwedî dewlet bûn, paşda man, îdî em derheqa gelên herêmên mayîn yên topa dinyayê da nabêjin. Ji ber wê jî kurd, ku xwedî xûsûsîyetên miletîyê yên usa ne, ku tenê hinkûfî wan in, û xwedî çandeyeke dewlemend in, hetanî niha jî mane wek êtnosa here pirjimar li ser topa dinyayê (weke 30 mîlyon), ku ji mafên xwe yên sereke – bi xwe biryarkirina qedera xwe – hatine mehrûmkirinê û bê dewlet in. Û ev yek di hindava xweda pêşketina wan ya miletîyê dide berbendkirinê û şerpezekirinê.

Ji van xisûsîyetên dîroka kurda, ku me li jor destnîşan kirin, kemala wê ya balkêş tê ber çava bona lênihêdandina temamîya pêvajoya dîroka hemcihanê. Taybetmendîya dîroka kurda ji bona gelek gelên mayîn jî kêrhatî û kardar e, ew alî wê yekê dike, ku li ser demên buhurî bisekinin û ji wan dersan bigrin bona pêşerojê.

Dîroka gelê kurd ew herweha dîroka pirsa kurda ye jî. Usa hatîye qebûlkirinê, ku gotina “pirsa kurda” van axirîya, di dema ne gelekî dûr da xuliqîye, diha rast di dema perçekirina Împêratorîya Osmanîyê da, ku di şerê hemcihanê yê duda da ji alîyê dewletên Antantayê da têk da (di dema amadekirina peymana Sêvrê ya aşîtîyê di sala 1920î da, ku bi ser ne ket). Piştî wê di dema her çirûskeke (pirîsk) tevrabûn an jî tevgereke kurda ya miletîyê-azadîyê da li ser pirsa kurda disekinîn. Bi vî awayî, ji bo piranîya dema sedsala 20î gotinên “dîroka kurda” û “pirsa kurda” bi fikra xwe va hema bêje weke hev in û dikarin dewsa hev bigrin, ji ber ku ew tevger naveroka pêvajoya dîroka kurda bû û ji bo gelê kurd pirsa sereke bû.

Lê bi rastîyê pirsa kurda gelek kevintir e. Ew pirs wek katêgorîyake dîrokî, ku hewcê bersîveke anegor e, ango, hewcê safîkirinê ye, hela di dewrana sedsalên navîn da xuliqî, dema li meydana Rohilata Nêzîk da mîrîtîyên kurda xuliqîn û dewa mafê xwe yên ji bo serxwebûnê kirin. Ji wan dema pirsa kurda bû faktoreke sereke di nav jîyana sîyasî ya wan dewletên Asîya Roavayê da, ku kurd lê diman. Bi demê ra, bin hukumê bûyerên mezin, ku li herêmê dibûn, pirsa kurda roleke cuda-cuda dilîst, fikir û naveroka wê hey dihate guhartinê. Lê her dema kakilê wê – ew şerkarîya gelê kurd bû ji bo azadîyê û serxwebûnê.

Bi vî awayî, lêgerîna dîroka kurda berî her tiştî ji bo gelê kurd bi xwe kemaleke sîyasî ya aktûal dest tîne, ku niha li ber pêwîstîya çareserkirina pirsa xwe ya miletîyê ya sereke sekinîye – pirsa damezirandina Kurdistaneke serbixwe û dêmokratîyê – û ji bo ew armanca wê ya ziyaretî bi ser keve, ji dîroka xwe ya derbazbûyî dersên hêle hildane. Lê ew yek ne tenê ji bo kurda pêwîst e.

Jîyana sîyasî ya kurda bi gelên mayîn yên Asîya Roavayê, bi cînartîya bi wan ra derbaz bûye. Gelek ji wana zû da ji dest şer û êrîşkarîyên kafkûnkirinê, kavil-wêrankirinê ji meydana Rohilata Nêzîk betavebûne, tunene, an jî bi destî miletên ku piştî wan li wê herêmê dîyar bûne, hatine helandin-asîmîlekirinê. Yên mayîn jî, wek kurda, di pêvajoyên pêşketina dîrokî da bûne miletên pêşketî: piranîya wan piştî ku dagîrkarîya li ser wan hate hilanînê, bûne xwedî dewlet. Kurdistan li ser axa Tirkîya, Îran, Îraq, Sûrîya îroyîn e, û di hin perçên wan da kurd an piranî ne, an jî bi wan ra hinek miletên mayîn jî dijîn, ku hindikayî ne. Dîroka Kurdistanê bi dîroka van dewletên destnîşankirî va bi six girêdayîye. Bilî wê, gelek kurd jî dervayî axa Kurdistana êtnîkîyê dijîn (li bakûr-rohilata Îranê, li Pişkavkazê, Asîya Navîn, çend welatên ereba da û li dîasporê-li welatên Roavayê). Bi kurtî, dîroka kurda perçekî dîroka Asîya Roavayê (Rohilata Nêzîk û Navîn) û Pişkavkazê ye û bi wê ra tevayî jî dîroka welat û gelên wan herêma kîp bi dîroka kurd û Kurdistanê va girêdayî ye. Ji ber wê jî lênihêrandin-hînbûna wê dîrokê pêwîst e ji bo bikaribin temamîya pêvajoya dîrokî ya li ser wî perçê mezin yê topa dinyayê derc bikin û têbigihîjin. Hilbet, hinek taybetmendîyên usa hene, ku tenê hinkûfî dîroka gelê kurd in, û qîmetê wan di hêla dîrokî-kulturî da pir giranbuha ye.

Bi vî awayî, lênihêrandina dîroka kurda û Kurdistanê him di hêla praktîk da (piranî di alîyê sîyasî da), him jî di hêla hajpêhebûnê da pir hewaskar û balkêş e. Derheqa eva axirîyê da hêja ye bi hûrgilî bê gotinê.

Dîroka kurda himberî dîroka gelên mayîn yên Asîya Roavayê kêm hatîye lênihêrandinê, di nav wê da gelek xalên (deqên) sipî hene, ku di gelek alîyan da hewcê lêkolînên zanyarî yên bi her alî û dûr û dirêj in, ji dewrana here kevin ya êtnogênêza kurda destpêkirî hetanî rojên me. Sebebê derengmayîna wê ber çava ye. Di şertên tunebûna dewleta kurda da qewlên baş tunebûn bona bi kardarî û aza pêşdabirina çanda xwe, herweha lêkolînên ulmî û di nav wê da – dîroka xwe. Di wan welata da, ku Kurdistan di nav xwe da parvekirine, komên serkarîkir, ku ji bo kara (menfaet) miletê serdest kar dikin, an bi femdarî pêşdabirina dîroknivîsa kurda berbend kirine, an jî feşkirina dîroka kurda pesinandine, hetanî înkarkirina wê jî, û ji wê jî înkarkirina kurda wek milet hatîye holê. Tiştekî pir sêr e, lê tê femkirinê jî, ku ji bo çi usan e, ku piranîya xebatên giranbuha yên derheqa dîroka kurd û Kurdistanê da, ji sînorên welatê kurda der hatine çapkirinê, berê bi piranî li Rûsîyayê û Yekîtîya Sovyet, niha jî li Roavayê (piranîya xudanên wan xebata jî bi eslê xwe va kurd in).

Dema bi sîstêmatîkî lêkolîna dîroka kurda û Kurdistanê, sazkirina lêkolînên fûndamêntal ji bo wê problêma Rohilatzanîyê ya paşmayî, hatîye. Ew yek him ji bo tevgera miletîyê-azadîyê ya hemkurdîyê lazim e, ku hewcê wê yekê ye, ku gerekê heqê kurda – wî miletê kevnare, ku li ser axa kal û bavê xwe dijî û kulturake dewlemend û taybetî saz kirîye – ji bo bi xwe biryarkirina qedera xwe bê naskirinê, him jî ji bo ulmê Rohilatzanîyê lazim e, ji ber ku Kurdzanî çiqlekî (perçekî) wê yê sereke ye. Ew armanc tenê wî çaxî dikare biserkeve, gava hereketê miletên cihê-cihê û welatên cuda-cuda yên di wê derecê da bighînine hev.

Hilbet, xebateke usa wext dixwe, lê destpêkirina wê hema îro hewce ye. Gerekê konsêpsyona dîroka kurda ya 2500 salî bê amadekirinê, dem û dewranên sereke bêne destnîşankirinê, qîmetê rasteqîn bidne bûyerên giring, ku ji bo qedera kurda gelek muhîm in, merivên di dîroka kurda da xwedî roleke mezin derxine pêş. Femdarî ye, ku bona serketina vî karî gerekê nivîsên derheqa dîroka kurda yên heta niha nexebitandî, ku dikarin di serkanîyên neeyan (ne bêlî) û di nivîsên usa da hebin, ku bi sebebên cuda-cuda hetanî niha nehatine lêkolînê.

•••

Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow bi dilgermî razîbûna xwe dide sponsorê evê berhemê, doktorê dîrokê Emînê Hesen Mustafayêv.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev