ÇIQAS XAYÎN WELIDAND VÎ ERDÎ, XWEDÊ!

ÇIQAS XAYÎN WELIDAND VÎ ERDÎ, XWEDÊ!

Ya Kurdistan ya neman!

Husên Duzen, nivîskar

Welatê me di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Ne tenê dewletên derdorê yî êrîşker neyarên Kurdistanê yî sûndxwarî ne. Di van rojên dijwar de em dibin şahidê gelek kiryarên kurdan î rûreşiyê jî. Di destê hinan de xençer di yê hinan de jî pênûs heye. Hevbeşiya wan jî neyartiya tekoşerên Axa Azad e.

Hinek ji wan, di eniya şer de bi êrîşkaran re peymanan îmze dikin, hin ji wan di şerê germ de daxwaza helbijartinên tevahî dikin, hin ji wan daxwaza karberdana fermandarê giştî yê hêzên pêşmergeyan dikin, hinek ji wan bi hevokên xwe yî xav ji bo çend qurûşan di rojnameyên neyaran de dixwazin şikê di nav kurdan de belav bikin.

Li gor hin ji van kurdên li aliyê neyarên Kurdistanê cîhgirtî, diviyabû serok Barzanî referandûm çenekira, ji ber ku dewletên derdorê li dij bûn. Li gor hinekan jî divê di şer de ne wendakirin, ne jî xwebipaş de dan hebe. Ji ber ku li Kerkûkê pêşmergeyan ji ber sedemên heyî xwe bi paşde vakişandin, vê wek wendakirina şer dinirxîni. Hinek banga nefîkirina serok M.Barzanî dikin. Ewqas pircûre ne hevalên neyaran î di nav me de ku bi hejmartinê dawî li wan nayê.

Min tika ji dilxwazên serxwebûnê heye ku xwe bi van tirsonek, keysperet û xwefiroşan mijûl nekin.

Desthilatdariya Axa Azad bi zîrekiya xwe û qehremaniya di şer de dîrokê dinivîse. Di van rojê ku tevahiya dewletên derdorê rabûne ser pê û dunya keysperest bê deng de referandûm pêk anîn. Bi pêkanîna referandûmê wijdanê dunyayê givaştin. Encama referandûmê mayinde ye ku ji ber sedemên taktîkî yî demkî bê cemidandin jî.

Encama referandûmê misogeriya dewleta Kurdistanê ye ev YEK. Ji ber piştî Kerkûkê pêşmergeyên qehreman dikarîbûn li gelek eniyên şer êrîşên dagirkerên ku xwedî hêzeke mezin in, têk bibibn, xwepaşvekişandina ji Kerkukê wateya xwe guherand; kurdan ne şer , lê di eniyekê de ji bo şer di leyhê xwe de pêşve bibin, xwe dan alî, ev DUDU. Raya giştî yî dunyayê dikarîbû bi tektîkên zîrek yên desthilatdariya Axa Azand ji bo kurdan bê guhertin, ev SISÊ.

Niha li gor meheke berê, kurd xwedî encama referandûmê ne, dostê wan î niha yê birastî ji bo serxwebûna kurdistanê ne. Ji van jî giringtir yekitiya kurdên serxwebûnxwaz bihêztir bû, dibe.

Li ber Kurdistaneke serbixwe tu kelemên mezin neman. Belê, tiştê dibe jî yê dê bibe jî:
Ya Kurdistan ya neman e!

Foto: Dijwar Ibrahim Çizdi

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev