Xayîn-nemerdan milet firotin

Xayîn-nemerdan milet firotin

Di van rojên bona gelê me û welatê me zehmet da keça helbestvanê kurd yê herî mezin li tevaya Yekîtîya Sovyet Fêrîkê Ûsiv, helbestek ser bûyerên dawî yên xîyanetê nivîsîye, weke ku berê xwe dide bavê xwe, hewara xwe li wî dadixe û vê helbesta bavê xwe bibîr tîne:

 

Kurd xerîbdost e

Kurd xerîbdost e,

Her milet û merd

Ser zar û dilê kurda da dijîn,

Lê hene nemerd,

Ku naxwezin kurd

Erda jî bijîn…

 

Ev jî helbesta keça Fêrîk a şîrhelal û wek bavê xwe welatparêz, daxwezkara avakirina welatê xwe û kal û bavên xwe – Kurdistanê.

 

Zera Fêrîk Îboyan

Bavo, bavo can,
Bavê min mezin,
Gotinek heye
Ez pir dixwezim
Ax… te ra bêjim:

Kurdê me dîsa
Hatin xapandin,
Kurdê me dîsa
Hatin zêrandin
Û dîsa, dîsa
Em tenê hîștin,
Azadî me xwest
Wana em kuștin,

Xayîn-nemerda
Milet firotin,
Kîrkûk firotin
Dane ereba,
Dane ecema…

Lê 50 mîlyon
Miletê xwera
Wan dewlet nexwest,
Wan jiyan nexwest,
Bûne kul û derd…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev