Gelo piştî referandumê jîyan heye…

Gelo piştî referandumê jîyan heye…

Tiştên ku heta niha diqewimin dîyardeya dabînkirina proseya pêkanîna plana ingilîzan a li herêmê ye û ev proseya navborî plana Amerîkayê têk dibe.

M.Emîn Ikbal Durre

Bûyerên dawîyê yên li Herêma Kurdistanê yên piştî referandumê ji bo gelek kesan rewşeke nagihanî û ji bo piraniyê jî rewşeke şok bû, lê ji bo hinekan jî tişteke xwezayî bû. Lê belê li bal tu kes ji wan tegihiştineke zelal tune ye, ka di pêşerojê de wê çi bibe. Diyar e ku çarenûsa kurdan li Başûrê Kurdistanê wê bi berxwedana wan a leşkerî û her wiha bi pêşketina nakokiyên navxweyî û yên navneteweyî ku li derdora Kurdistanê pêk tên ve girêdayî be. Mabesta min proseyên siyasî yên navxweyî yên Bexda û her wiha yên li Enqerê û Tehranê ne. Ji bilî wê, pêwist e nakokiyên di navbera Tehran û Waşîngtonê, rewşa konflîkt ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê, rageşîya di navbera Îsraîl û Îranê, nêrîna Siûdiyan ya derbarê rewşa heyî û bêguman pozîsyona Rûsyayê jî bêne berbiçavkirin.

Hinek kes difikirin ku  ji ber girêdana peymanên bi  Rosneft û Gazproma rûsî, Rojava kurdan ceza dike, lê belê eger wisa be jî, wê demê pêwîst bû hikûmeta Herêma Kurdistanê hesabên van  rîskan di wextê xwe de bike. Lê li  gor nêrîna min, bi şîrketên Rûsyayê re îmzekirina rêkeftinan, biryareke rast a  rêveberiya Kurdistanê bû. Li gor hizra min, pêwîst e  di pêşerojê de jî pêşxistina hevkariya aborî  bi Rûsiyayê re bêne berdewamkirin û karsazên kurd anegorê derfetan li Rûsyayê vêberderiyê bikin. Her çi qewimî be jî, rewşa niha li Başûrê Kurdistanê derketî holê, derfetê dide Rûsyayê ku di têkilîyên bi kurdan re şansê ji dest berdayî, bi dest bixe. Her weha bi nêzbûneke aqilane û karîna sîyaseta derve ya Rûsyayê ya balanskirinê wê nehêle ku têkilîyên Rûsyayê bi bi welatên herêmê re xera bibe.

Tiştên ku heta niha diqewimin dîyardeya dabînkirina proseya pêkanîna plana ingilîzan a li herêmê ye û ev proseya navborî  plana Amerîkayê têk dibe. Îspata wê jî ew e ku, roja 27ê cotmeha sala 2017an di dema civîna taybet ya Konseya Ewlekariyê ya NY ya li ser pirsa `herêmên nakok` li Kurdistanê, bi destpêşxeriya Brîtanyayê ji belgeya encamnameyê hevoka `pêwîst e ji mafên kurdan re rêz bête girtin` hatibu xêzkirin. Lezkirina Bexdayê ya radestkirina kanzayên neftê yên Kerkukê ji bo şîrketên brîtanî jî ne tesaduf e. Û dikarin bêjin ku, serdanên çalak yên rayedarên payebilind ên Îngilîzan ên maweya sala dawîyê yên ji bo herêmê, encaman didin. Diyar e ku inglîzan hinek garantî dane Bexda, Enqerê û heta Tehranê li hember plana Amerîka û Îsraîlê li herêmê. Û pêkan e ku dewletên Rojhilata Navîn bi teşwîqa ingilîzan helwestên xwe kiribin yek.

Belê, Brîtanya vê gavê plana xwe li herêmê dabîn dike, lê gelo bi taybet di rewşa îro ya peywendiyên di navbera welatên herêmê de ew plan wê bi xwe re çi bîne, tenê  xwedê  dizane. Ji bo nimûne, hêzên Îranê Heşdî Şabî ku niha li Îraqê bi awayeke çalak li hember kurdan tev digerin û welatiyên sivîl dikin hedef, dikarin bibin DAÎŞ a duyemîn û ev jî bibe sedem ku Îran  careke din bibe hedefa welatên Rojava. Elbet cîhana sunnî ya bi serokatiya Siûdiyan jî vê derfetê ji dest bernade, ku ev nêrîn li hember Îranê bête xurtkirin.  Bêguman, daxuyaniya dawî ya Erebistana Siûdî ku derbazî siyaseta îslama nerme dibe, divê di vê çarçoveyê de, bête nirxandin.  Bi kurt û kurtasî, tiştên balkêş tenê niha destpê dikin.

Gelo wê qedera kurdan  çawa be, zehmet e  bête gotin, lê ji wê  jî zehmettir texmînkirina pêşeroja wan derdoran e yên ku îro kurdan dorpêç dikin.

Di vê kendala bêbinî û şêlû de, tenê yek tişt tê dîtin ku  cînê kurdan ji şûşeyê derket û êdî ti hêzek  nikare careke din wî paşde vegerîne. Elbet wek di  her proseyeke avakirinê de tê dîtin, ew di bin zexta bayên cuda dikare ber bi alîyên cuda ve biheje. Eger rastiya dînamîka pêşketina bûyerên li herêmê bête berbiçavkirin, windahiyên demî yên hinek beşên axa herêmê ne karesat e. Mînaka ber bi çav Sûriye ye, ku heta demek berî niha tenê ji sedî 25ê axa welêt di bin kontrola  Esad de mabû û her kes dizane ku ji sedî 75ê erdê welêt di maweya çend rojan de winda kiribû, lê îro ew careke din li dora ji sedî 90ê axa welêt kontrol dike.

Derbarê kurdan û pêşeroja wan de dixwazim destnîşan bikim ku hinek kes dihesibînin ku referanduma Herêma Kurdistanê ne di wextê destdayî de  hate lidarxistin û ew jî  şaşitîya rêveberiya Herêma Kurdistanê bû. Lê, li gor nêrîna min, ev tiştê herî baş bû ku rêveberiya Kurdistanê di maweya çend salên dawî de kirî ye. Şaşîtî berî û piştî referandumê pir bûn. Mînak, di maweya demeke dirêj de artêşeke hevbeş ava nekirin, nakokiyên di navbera partiyên siysasî de ji holê ranekirin û yan jî mînîmîze nekirin. Lê, yek ji şaşîtiyên herî mezin ev bû ku îro encamên xwe nîşan dide – ti kes ji ber  bûyerên trajîk ên Şengalê nehate  cezakirin. Ez  bawerim ku eger wê demê, rêveberiyê wek pêwist li hember wê xemsariyê helwest nîşan bidaya, wê îro kurd  li `herêmên nakokîbar` xwedî tabloyeke cuda bûna. Îro kurd dibêjin ku li Kerkukê parçeyeke dilê xwe winda kirin, lê ez dixwazim ser zêde bikim û bêjim  ku kurdan li Şengalê parçeke ruhê xwe winda kirin.

Bêguman her rêveberî xwedî şaşî  û kêmasiyan e, lê îro di rastiyê de referandûmeke pêkhatî û encamên wê  hene. Ez wisa texmîn dikim, ku serok Barzanî pêşbînî dikir ku bûyerên piştî referandumê rû dan, wê bi her awayî pêk bihatana. Ji ber wê çendê, Barzanî xwest ku di pêşeroja tevlihev de di destê kurdan de kozeke wek referandûmê hebe ku di dema pêwîst de bikaribin bikar bînîn. Lê em di çarçoveya referandûma lidarxistî de çend hisabên  xelet dibînin; bi taybet jî: biçûkdîtina rola Îranê li herêmê (pêwîst bû wesîyetnameya serokê komara dawî ya kurdan Mahabadê Qazî Mehemed bixwendana), pir zêde pêbawerbûna  asta pêwendiyên baş ên bi Tirkiyeyê re û geşbînîya derbarê reaksîyona civaka navneteweyî de. Ev tişt jî ne zêde tirsnak in, eger siyaseta wêrek ya ku di karaktera kurdan de heye bi berdewamî bête meşandin, li hember hemû gefên ji derve helwesteke hevbeş bête nîşandan, perçebûyîna navxweyî ji holê bête rakirin, di derfeta ewil de serxwebûna wan  herêmên ku di bin kontrola kurdan de ne bête ragihandin û tevî wê,  xwe ji daxwaza mafên vegerandina herêmên windakirî  ku referandûm li wan deveran  hatibu lidarxistin, venekişînin.

Ji bo gelê kurd bobaleta herî mezin wê betalkirina encamên referandûmê be, ku eger tişteke wisa bête kirin, ew nayê efûkirin.

records Source:https://krd.sputniknews.com/nuce/201710316862919-referandum-peseroj-nerin/

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev