Nameyên evînî -1

Nameyên evînî -1

Xwendevanên delal, em ji îro da bi pêşnîyara nivîskara malpera me Nura Şane beşeke nû bi navê “Nameyên evînî” vedikin. Rêvebira wê beşê Nura bi xwe ye. Hûnê di wan da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal, hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê. 

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve. 

Em îro  nameyek evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirîye. Dibe ji wan nameyan hinek evîndarê Nurayê jê ra şandibin. Wê demê qîmetê wan nameyan bilind dibe, ji ber ku emê texmîn bikin, ku rêvebira vê beşê ne tenê bi pênûsê nivîsîye, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

Nura Şane

Dema me hev nas kir, ez 17 salî bûm, ew 18 salî bû. Em salekê hema bêje her ro bi hev ra bûn, ewê ji min hez dikir, lê min nizanibû ew ji min hez dike. Min bi xwe jê hez ne dikir, ji ber ku di serê min da rûniştibû, ku nabe ez wê hez bikim, ji ber ku ez ne layîqî wê me. Lê kêfa min pir dihat ku yeke wisa her ro dixweze bi min ra be. Heta çû Ûnîvêrsîte jî, min nizanibû, ku ew ji min hez dike. Jixwe her tişt wisa destpêkir.

Dû ra çûn û hatin, ew fikira ku ew ji min hez dike, ez jî ber bi hezkirinê birim. Me di heftêyê da hema bêje 2-3 rojan ji hev ra name dinivîsand. Dema ji wir têlêfon dikir, pêşî ji min ra têlêfon dikir, paşê ji diya xwe ra. Piştî 2 salan xortekî pir ciwan û bi aqil ji Polonîya li Ûnîvêrsîteya wan peyda dibe, her keçek ser bengî dibe. Jê ra dibêjin keçek heye ku wê hîç caran ser te bengî nebe. Ew jî dibêje ka ew keç kê ye, ku wisa bi hêz e? Ev behs digihînine Nalînê. Nalîn jî dibêje ew xort kê ye, ku bikaribe min jî bike evîndarê xwe. Û Nalîn û ew xort hevdu dibînin.

Piştî hevdîtinê Nalîn nameyek ji min ra nivîsî, got ez ji te êdî hez nakim, ez yekî dinê hez dikim. Ez fikirîm, ku rast nabêje, ji ber ku wextekê gotibû min ez nikarim wek gotina diya xwe nekim, emê dawî ji hev biqetin (diya wê nedixwest em bizewicin). Piştî wê nameyê ez çûme bajarê wê, bêy ku haya Nalînê jê hebe. Ketime oda wê, min dît ew xort rûniştîye. Ez hema nesekinîm, derketim. Nalîn da dû min, ew xort ji odeyê derket, ku ez û Nalîn bi tenê bimînin. Nalînê texmîn kir, ku ez ewqas şok bûme, nikarim wê fêm bikim. Lê dîsa digot: -Ne sûcê min e, ez bengî bûm, ez bi xwe nikarim.

Dû ra, dema vegerîyam bajarê xwe, çend name nivîsî, min bersîv neda. Nameyeke diltazîn ji hevala xwe ra nivîsî, ku çawa poşman bûye. Hevala wê çend caran têlêfonî min kir, xwest em hev bibînin, behsa wê nameya Nalînê bike, min vegerîne, min jê ra çend caran got ez nîşankirî me, ezê bizewicim, ez nikarim ser wê meselê te bibînim. Dema Nalîn pê hesiya ku ez dixwezim bizewicim, tam dîn dibe. Dû ra xûşka Nalînê ji xûşka min pê hesiyabû, ku ez ne nîşankirî me û nazewicim. A here ecêb jî, Nalîn di wan deman da ji me herdûyan hez dikir, ku ez heta niha jî fêm nakim ew çawa dibe. Nalîn dema havînê, tehtîlê hate welat, vekirî ji min ra got: -Dema ez bi wî ra me, ji wî hez dikim, dema bi te ra me, ji te hez dikim.

Neyse, dû ra ew xortê wî rojekê çû û nehat. Ez zewicîm, Nalîn di ortê da ma. Nalîn vegerîya welat, piştî min mêr kir, û me demeke dirêj hev ne dît, piştê gelek salan di rojbûneke wê da min herdu xûşkên xwe şande mala wan, ku ji min wê pîroz kirin. Ez êdî wê demê li dervayî welat bûm, nû hatibûm.

Berî sê salan jî me hevdu dît, gote min: -Min ji hemû hezkirîyên xwe hez kirîye. Mêrê xwe jî. Min jê pirsî: -Dema van gotinan ji hezkirîyên xwe ra dibêjî, çavên te wek niha ji eşqê tije dibin? Got nizanim, lê zanim bi te ra tije dibin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev