Murad Ciwan: Divê bilez lêkolîn li ser sedemên rewşa rûdayî li Herema Kurdistane bên kirin

Murad Ciwan: Divê bilez lêkolîn li ser sedemên rewşa rûdayî li Herema Kurdistane bên kirin

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 29

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û seyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me ya îro li ser êrîş û helwesta piştî referandûma serxwebûnê ya ser herêma Kurdistanê ye, herweha derheqa dest ji kar berdana Mesud Barzanî û rewşa herêmê. Derbarê wan pirsan û mijarên din yên rojane da nivîskar, sîyasetzan û çavdêrê siyasî yê Kurd Mûrad Ciwan nêrîn û nirxandinên xwe bi guhdarên me re parve dike.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.

Mûrad Ciwan kîye?

Mûrad Ciwan sala 1956-ê li Diyarbekirê hatiye dinyayê. Mekteba mamostetiyê li Diyarbekirê xwendiye, lê dîplomeya xwe ya mamostetiyê ji mekteba mamostetiyê ya Akşehirê (qeza Konyayê) wergirtiye. Salekê li Diyarbekirê mamostetiya zimanê îngilîzî û salekê jî li Unîversîteya Stanbolê huqûq xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî xwendina xwe temam nekiriye. Di nîsana 1980-yî de derketiye derveyî welêt, piştî darbeya 12-ê îlona 1980-yî ya li Tirkiyeyê, li Swêdê bicî bûye. Heta dawiya sala 1992-yê bi êginî di xebata siyasî ya şoreşgerîya kurdewerî de cî girtiye, demekê sêkreteriya giştî ya PPKK-ê (Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê) kiriye. Di sala 1992-yê de ji xebata siyasî ya aktîf vekişiyaye û bere xwe daye kar û barê lêkolînerî û nivîskariyê.

Ji 1981-ê heta tîrmeha 1997-ê berpirsiyariya rêdaksiyona rojnameya Armancê kiriye. Gelek miqaleyên wî yên bi tirkî û kurdî li ser pirsgirêkên siyasî, li ser ziman, dîrok û edebiyata kurdî di kovar û rojnameyên curbecur de hatine weşandin.

Heta niha du kitêbên wî jî hatine weşandin ku yek li ser rêzimana zimanê kurdî ye û navê wê Türkçe açýklamalý Kürtçe Dilbilgisi -Kurmanc Lehçesi (Rêzimana Kurdî bi şîrovekirina bi Tirkî-Lehceya Kurmancî) ye. Ya duduyan jî navê wê “Ahmedê Xanî – jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî” ye.

Mûrad Ciwan zewicî ye û çar zarokên wî hene.

Vê demê di gel malbeta xwe li Stockholma paytextê Swêdê diji.

Birêz Mûrad Ciwan re ji stûdyo radyoya Ria taza li Stockholma paytextê Swêdê re, em bi radîotêlêfonê hatin irêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên birêz Mûrad Ciwan bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev