Mem û Zîn -1

Mem û Zîn -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 114an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Mem û Zîn” bi 5 beşan va raberî we bikin. Îro beşa 1ê ye.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 114 

Ziyaretek bi navê Ardawidê hebû; li kêleka şeherê Mixurzemînê. Li ber wê ziyaretê qîzikek dima. Ew heft sal bû, ku qîzik li wêderê dima. Rojekê ewê dît wê sê siyar ser behrê ra tên, hespên wan boz in. Ew siyar ber bi wê dihatin. Qîzik gelekî şaş ma û heyrî ma, got: “Gelo kê dîye hesp li ser behrê bin, lingên wana di avê da neçe”. Siyar hatin ber ziyaretê peya bûn. Wana got:

-Qîza qenc, em hatine pey te. Gerekê tu bi me ra kar bî, emê te bibin bigerînin.

Qîzikê pirs kir: -Çima hûn kî ne?

Gotin: -Em delîlê bext û mirazan in.

Qîzikê got: -De ku wisan e, siyar bin birano, ezê bi we ra bêm.Siyar siyar bûn. Yekî ji wana qîzik avîte terkuya xwe û li ser behrê ketin. Wextê çûne nîvê behrê, qîz zef tî bû û av xwest. Ewî siyarî milê qîzikê girt, nimizî avê kir, go:

-Xûşkê, de avê vexwe.

Qîzê sê caran kulma xwe di avê da kir û vexwar. Wextê av vexwerinê, kefa behrê jî kete nav dilê wê. Hema bi wê kefa avê jî qîz hemle derket. Pey av vexwerinê wan siyaran qîzik dîsa vegerandin anîn ber wê koçikê û çûn.

Ji wê şûn da qîz bi xwe hesîya, ku hemle ye: “Ê,- go,- ya Rebî, ev çi yek bû li serê min hat. Ez qîza bikir, ber vê ziyaretê, dinya-alem ji vir diçe, gelo wê çi bêjine min? Yeke çawa li serê min hat? Welle, ezê xwe bavêjime behrê, bira ji ezabê dinyayê kuta bim”. Lê ruhê şîrin nehîşt. Sekinî heta neh meh, neh sehet û neh deqîqe temam bûn. Ew qîz bi dev ra welidî, kurek anî. Kur mîna şemalekê teyîs da li nav dest û pîyên qîzikê da, çawa şemaleke zer. Ew mîna siteyrkeke geş bû, ku ji ezmanan birije. Memik tunebû, ku bimije. Qîzê dikir wî kurî bikuje, lê dil ne dikir, dixwest ku navê wê li dinê xirab nebe, tiştek li ber çavên wê nedihat. Ewê qîzê gelekî da hişê xwe, çika çawa bike. Evê vê carê kurikê mehbûb danî nava çend qerpalan, temiz pêça û bir li devê behrê danî. De cimaet wî gilî timê dibê:

 

Memê tifiqîye ji deminê dê,

Kes nizane wê bibe maşoqê kê.

şeherê reş û tarî Mixurzemîn e,

Tu kes ji benî adem ewî nabîne,

Al paşa di nava wî da dimîne.

Rokê ji eşq û mecalê

Al paşa çû li devê behrê,

Bihîst dengê wê tifalê.

-Hey, go, ya Rebîyo, beytilfar,

Ez li tayatê bûme kal,

Îro te da min ev tifal.

Ewî kurik bi destan hilanî,

Bi eşq û lez ber bi mal anî,

-Hanê, go, evda Xwedê dayîna remanî,

Dinyayê da heye hed û sed,

Ew kur Al paşa ra bû ewled,

Idî mezin bû çawa beled.

Çi dinyake kaf û kûn e,

Çend bende di nav da rabûne,

Yek Memê ye, yek şîrin e,

Yek Leylê ye, yek Mecrûm e.

Dinyayê da ewana rabûn,

Bi bext û mirazê xwe şa nebûn,

Qomsî û nemam gelek hebûn.

 

Niha em bên ser qisa Zînê.

Zînê bi xwe li şeherê Bota dima. Ew qîza mîr Seydîn bû, birazîya mîr Sêvdîn bû. Bedew bû, weke rojê perlamîş dibû, mîna horîyeke bikir li bihuştê bû.

Çil carî li ber destê wê bûn. Bi xwe bûka Qeretajdîn, dergîstîya Çekan bû. Ew rojekê pêşîya carîyên xwe ket û hate nav baxê Torkirî, ji xwe ra seyrangeh kir. Gelekî gerîya, seyrangeh kir, paşê destûra carîyan da, got:

-Hûn herin malên xwe, ezê jî herim cîyê hêsabûnê, qasekê razêm.

Carî çûn. Zînê jî çû razê. Ser cîyê razana wê ra darek hebû. Sê kevotk hatin ser darê danîn. Kevotk bi xwe horî bûn: du qîz bûn, yek jî diya wana bû.

Wextê qîz çav bi Zînê ketin, hiş û aqilê wan ji sêrî çûn. Gotine diya xwe, gotin:

-Gelo di dinyayê da meriv mîna Zînê bedew hene?

Dê got:

-Lawo, Memê Alan li şeherê Mixurzemînê dimîne, Zînê bi bedewîyê nabe nîvê Memê.

Kevotkan gilîyên xwe kirine yek, ku Zînê bibin bigihînine Memê û dîsa bînin. Ewana dest pê kirin dua ji Xwedê kirin, ku postekî kevotkan ji Zînê ra bînin, go:

 

-Ya Rebî, bikî ferwar e,

Postekî kevotkan bînî xwar e,

Em bi xwe sisê ne-

Zînê ser me bikî çar e.

Ji Xwedê da bû ferwar e,

Postek ji jor da hate xwar e,

Sê horî bûne çar e.

Memê di birca sipî da

Ketîye xewa şîrin da,

Kes newêre here nav cî.

şev çûye nîveka şevê,

Memê Ala ketîye xewê,

Ew çi zane Zînê wê bê?

Ew her çar horîngên delal

Sehetekê diçin riya yek sal,

Teze wê biqewime hewal.

Her çar kevotk serê darê firîne,

Wê xwe dane govekên ezmîn e,

Ser pencera Memê Ala danîne.

Ewana postê Zînê ji situ datînin,

Find û şemala ber serê Memê vêdisînin.

Zînê dikine orta Memê û cî ne,

Memê serê xwe ji xewa şîrin hiltîne,

Husulcemalekê di paşila xwe da dibîne,

Husulcemal nîne, horîk e

Ji horîyan ew reng perîk e.

 

Memê go:

 

-Ez bi wî kim, yekê îlahîn e,

Wekî horî be ji esilê ezmîn e,

Devê bavê kesekî neketîye nav cî û belgîyê min bibîne.

 

Zînê go:

 

-Tu aqilê xwe bicivîne,

Navê min Têlî xatûn û Zîn e,

Kes nikare nav cî û belgîyê min bibîne.

 

Memê go:

 

-Ez bi wî kim, yekê cebar e,

Ezê bêjim, tu bîne yeqîn û bawer e,

Bêje, ka şeherê bavê te da heye çend minar e?

 

Zînê go:

 

-Ez bi wî kim, elah û ekber e,

Xatir e û seranser e,

Nav şeherê bavê min da hene şêst û şeş minar e.

 

Memê go:

 

-Ez bi wî kim, elah û ekber e,

Nav şeherê bavê min da hene

Sêsid û şêst û şeş minar e,

Nav şev, tarîyê, malê.

Ewana ketine mecalê,

Bi rewqê ser sitarê.

 

Memê û Zînê pev ketin û çûne ser koçk û rewaqê Memê. Wextê ser bajêr da mêze kirin, dîtin ku hesabê tav û teyrên çolê û siteyrkên ezmanan hene, hesabên minareyan tune.

Ewana ji ser koçikê hatine jêrê, Zînê go:

-Memê, tu zanî, yên ku ez anîme, wê min bibin jî. Were jorê em morên xwe li hev biguhêrin. Lê ji berê da mêr pey jinan diçin, jin pey mêran naçin.

Ewana wêderê morên (gustîlkên) xwe pev guhêrîn.

Kevotkan Memê dane razandinê, postê Zînê ji situ danîn û tev xwe hildan birine wêderê, ji kêderê ku anîbûn.

Em bêne ser Memê. Memê wexteke nîşev rabû, bi xwe fikirî, go: “Canim, eva xewn bû, ne xewn bû? Lê ku rast bû, lê kanê?”. Memê li halê xwe da got û biland, mîna merivekî heft salan nexweş got û biland. Wisa di halê xwe da ma heta sibe ron bû.

Ro hate taştîya mîranî. Al paşa go:

-Kuro, ca herin binihêrin ka çira Memê îro derengî ket, nehat qahweya dîwanê ne gerand?

Du merî çûn sêtîya Memê kirin. Dîtin wê Memê bêkêf e. Çûn gotine Al paşa, go:

-Welle Memê bêkêf e.

Al paşa bi cimaeta xwe va rabûn çûne ser Memê. Kêf û halê wî pirsîn. Memê go:

-Welle ez îro zef nexweş im.

Cimaet dîsa temam çûne dîwanê. Lê aqilbendên Al paşa hebûn. Ewana li hev şêwirîn û gotine Al paşa, go:

-Memê ne nexweş e, ya Memê huba dilan e, yan jî dixweze bizewice, şerm dike, ji te ra nabêje.

Bi şêwra wana Al paşa elametî da şeherê Mixurzemînê, go:

-Herça bû jinên di mêr, qîzên azep, mêr û xort, sibê temam werine baxê min yê Torkirî, bilîzin, kêf bikin, bi govend û qeyde, ku Memêyê min dest bavêje kîjan jinê, yan qîzê, ezê ji wî ra bixwezim.

De, herça çêlekeke wî jî hebû, ew çêlek jî firot, ji qîza xwe ra da kinc, lê kir, go:

-Belkî nişkêva Memê qîza min bixweze.

Sibetirê dinya-alem tijî nav bêx bû: qîz, bûk, jin, mêr, kur, zar.

Al paşa du merî şandine pey Memê, go:

-Kuro, herin bêjine Memê bira bê nav bêx, ji xwe ra eşqê û kêfê.

Merî çûne pey Memê, gotinê, go:

-Memê, rabe em herine nav bêx bira bîna te derê.

Memê rabû. Av anîn. Ser çavên xwe şûştin. Pêjgîr anîn, ku dest û çavên xwe temiz ke, nişkêva mora Zînê dît. Wextê mor dît, teze zanibû ku Zînê hatîye. Ew di cî da xeriqî û ket. Vir da, wê da, av di ser da kirin, destê xwe dane ser dilê wî, ew ser xwe da hat û rabû çû nav bêx. Çû ser hewzê şadirwanê rûnişt. Lezekê şûn da qapûtê xwe avîte ser serê xwe û di cî da kerr bû. Gelekî sekinî.

Qîzên kubar û eyan hatin tijî dora Memê bûn, gotin, go:

-Hemîn Memê wê ji me yekê bistîne, xwe qîzên kurmancên xam nastîne.

Ewana bi sirê kilam avîtine ser Memê. Lê yeke ji herdu çavan kor, bi xwe jî sazbend bû, ewê jî wek aşiq digot:

-Memê kê nestîne, hemîn wê min bistîne.

Ew jî hate dor Memê, bû belaya nisûfetîyê.

 

Qîza qazî go:

 

-Herê Memê, serbaz î,

Te çira xwe daye bin kurk û libas î,

Xwe nagirî qîza qazî bixwezî.

 

Qîza lele:

 

-Herê Memê devdîn e,

Te çi xwe daye bin kurkê hêşîn e,

Rabe qîza lele xwe ra bibîne.

 

Qîza wezîr:

 

-Herê Memê serbest e,

Te xwe daye bin kurkê hêşîn bi qest e,

Dilê te qîza wezîr dixwest e.

 

Ya kor go:

 

-Herê Memêyê minî bazî,

Tu zû da bûyî maşoqê min û vî sazî,

Nikarî yeke mîna min ji xwe ra bixwezî.

 

Memê dîna xwe dayê ku heyanî ya kor jî hatîye kilaman davêje ser. Ewî serê xwe rakir û got, go:

 

-Hûn qîzên kubar û eyan e bavê mino,

Hemû li cem min dewsa dayîk û xweyano,

Xêncî ya Memê tenê pê zano.

 

Wextê Memê ev xeber digotî,

Dil û ceger li qîzan û bûkan disotî,

Qîz û bûk ji baxê Torkirî çûn cot bi cotî.

(dûmayîk di hejmara 116an da) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev