Pêşgotina pirtûka Kurdistana Nû -2

Pêşgotina pirtûka Kurdistana Nû -2

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa duduyan a ”Pêşgotin”ê amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 114an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 114

Ev berhema hanê gava pêşin e li ser rîya sazkirina xebateke bingehîn derheqa dîroka kurda û Kurdistanê da ji demên sazbûna kurda wek gel (nîveka hezarsalîya pêşin ya dewrana me da) heta rojên îroyîn. Lêkolînên bi vî awayî ne di kurdzanîya me da hene, ne jî ya welatên mayîn da, ne bi kurdî, ne jî bi zimanekî din. Tenê çend alîyên dîroka mîrîtîyên kurda an jî dîroka şervanî-sîyasî ya Kurdistanê, ku bi serhildanên kurda yên ji bo azadîyê û serxwebûnê va girêdayîne, çap bûne. Xudanên vê pirtûkê pirsdanînên diha mezin û giranbuha datînine pêşîya xwe. Wana hewl daye îzbatîyên sereke, ku derheqa dîroka gelê kurd ya pirsedsala da ne, ber xwendevanan raxin. Ji bo pêkanîna wê armancê wana piranî xwe li serketinên di kurdzanîya Rûsîyayê û Yekîtîya Sovyet da heyî girtîye, yên ku hetanî van demên axirîyê jî di kurdzanîya cinahê da pêşengî dikirin. Bêguman, ew berhem jî hatine xebitandinê, ku ulmdarên welatên dereke derheqa kurda da nivîsîne.

Xudanên nivîsa yên vê pirtûkê, li xwe mukur tên, ku zehmet e ewî karî tam û bi temamî pêk bînin. Astenga sereke jî, wek me got, têrênekirina nivîsên derheqa dîroknivîsîya kurd û Kurdistanê da nin, tunebûna tradîsyona ronîkirina hemû derecên dîroka kurda ne, kêmbûn û zeyîfîya baza serkanîya û edebîyata anegor e. Ji ber wê jî di vê xebatê da xudanên nivîsa ne her cara û ne li her cîya li ser bîr û rayekê ne di raberkirina dewr û demên dîroka kurda yên cuda-cuda da. Gelek cara em mecbûr bûne nivîsên heyî yên usa bi kar bînin, ku me têr nekirine.

Dijwarîya here mezin, ku derketîye pêş me, ew ronîkirina demên here kevin yên dîroka kurda bûne, ku ji alîyê rohilatzana da ji hemûyan kêmtir hatine lênihêrandinê û lêkolanê. Gotina me berî her tiştî derheqa dewrana êtnogênêza kurda da ne, ku weke hezar salan e (sedsalên VI-V yên berî dewrana me – sedsala VI ya dewrana me), gava pêvajoya sazbûna gelê kurd di meydanê da bû li ser wê axê, ku kurd niha li ser in. Di wê pêvajoyê da, di gelek pirsên sereke da, ulm da yekşivêtî (hemfikirî) tune. Sebebê sereke – lap kêmbûna serkanîyên bi îzbat, xwesma yên bi nivîskî ne. Serkanîyên ku derheqa kultura gela da ne, ku erdvekolana (arkêolog) dîyar kirine, him hindik in, him jî di nav wan da yekfikirî tune û carna jî şirovekirinên wan lap dijî hev in. Serkanîyên mayîn (yên êtnografîyê, lîngwîstîyê û yên mayîn) jî pirvarîyant in û, carna li ser îzbatî û rastîya wan şik heye.

Li ser van sebebên obyêktîv, ku nahêlin em reng-rûyê êtnogênêz û dîroka kurda ya kevnare bi awakî îzbatkirî û bêy şikberî bînine ber çava, sebebên sûbyêktîv jî – diha rast yên sîyasî – zêde dibin. Ew yek bi awakî geş di xebatên wan lêkolîneran da tên ber çava, ku li wan welata da ewledên miletê hukumdar in, ku Kurdistan di nav xwe da parvekirine. Herweha di nav xebatên çend dîrokzanên kurd da jî hene. Ewên pêşin, zordarîya şovînîstîyê li ser wan heye, ku dixwezin bi her awahî dîroka kurda feş bikin, nehêlin ku kurd wek miletekî cihê bê xuyakirin. Lê hinek dîrokzanên kurd, ku me li jor qala wan kir, bi her awayî dixwezin welatparêzîya xwe bidne kivşê û rehên (koka) “kurdîzmê” bi demên usa kevnare va didine girêdanê, ku derheqa wê yekê da tu malûmatîyên bi îzbat tunene. Di herdu alîyan da jî dêmê eslî dixeyîre û, ya sereke jî, îzbatîyên bi logîkî û ulmî têne feşkirinê.

Bi vî awayî, di vî halê kurdzanîyê da hewce nake ku pirsên raberkirina dîroka kurda û Kurdistanê ji “demên here buhurî” da destpê bikin, dema êtnogênêza gelê kurd destpê bûye. Baştir e, ku ew kesên bi van pirsa va mijûl dibin, an jî hewaskarîya wan berbi dîroka gelê kurd heye, berê xwe bidne lêkolînên pêşekzanên naskirî, ku heta niha derheqa van pirsa da gelek berhemên giranbuha dane çapkirinê û di nivîsên wan da hemû problêmên dîskûsyon hatine lênihêrandinê(1). Di nav wan da jî yên ji alîyê hemûyan da qebûlkirî û bi ulmî îzbatkirî hene.

Êtnogênêza kurda di navbendeke kultura di cihanê da yeke here kevnare – di rex çemên Asîya Pêş (Roavayê)-Dicle û Feratê – destpê bûye. Sînorê bakûr yê herêma ku kurd lê bûne wek milet, ew deryayên wê herêmê yên here mezin – Wan û Ûrmîya ne. Gêografîya fîzîkîyê, faktora erdnîgarîyê tesîreke mezin li ser pêvajoyên êtnogênêza kurda kirine, xwesma di destpêka êtnogênêzê da. Perçê welêt yê çiyayî di alîkî da li ser rîya pêwendîyên di navbera komên kurda yên cuda-cuda da dibû asteng, di alîkî mayîn da jî ji bo wan dibû hêwirgeh û kela di dema şer û êrîşkirinên bêhesab pir da. Bi piranî bi saya serê wê yekê bû, ku kurd gelek cara xwe ji qirê û asîmîlyasyonê parastine. Xisûsîyetên axa Kurdistanê bûne sebebê wê, ku kurd xwe li malhebûna gundîtîyê û heywanxwedîkirinê girtin. Di navbera taybetîyên tebîyeta Kurdistanê û wê yekê da, ku di nav kurda da civaka malbetî-eşîrtîyê çê bûye, pevgirêdanek heye, û paşmayînên wê ji wan dema gihîştine heta rojên me jî (îzolebûna hinek kurda ji hev, şertên ne baş bona xwe li xwelîbêcerkirinê bigrin, dijwarîyên bona çêkirina rîya û yên mayîn). Di van şertan da malbat-eşîr dikaribû xwe demeke dûr û dirêj biparasta wek katêgorîyake civakî.

Îzbatîyên xuliqandina gelê kurd bi ulmî hatîye makkirinê. Wargê êtnogênêza kurda yê pêşin li Mêsopotamîya Bakûr, di navbenda Kurdistana niha da bûye. Ew yek, ku kurd binecîyên yekemîn bûne li ser wê axê, berî wan li wir tu kes ne jîye, bi xwe argûmênteke giring e, lê ne ya bingehîn e ji bo biryardayîna wê yekê, çika kurd li wê herêmê êtnîk bûne, an na û gelo ew di koma gelên cihanê da miletekî serbixwe ne, an na (şovînîstên welatên ku Kurdistan di nav xweda parevekirine vê rastîya, ku şikberî li ser tune, wek berê înkar dikin an jî dikine bin şikê). Çi jî hebe, tiştek ji şikberîyê der e, ku mafê kurda heye li ser axa kal û bava, welatê xwe yê eynsî da bi aza û serbest bijîn.

Ev tiştên me li jor gotin, nayê wê manê, ku axa Kurdistanê ya êtnîkîyê pêş da hatibû kivşkirinê, an jî gorî koordînatên erdnîgarîyê yên îroyîn bûn. Gotina me tenê derheqa ocaxa (wargê) yekemîn ya pêvajoya êtnîkîyê da bû. Kurdistan, ku di orta Asîya Roavayê da bû, wek ax, ku li ser wê piranî kurd bûne, bin hukumê bûyerên dîrokî yên gumreh, ku leqandinên êtno-dêmografîyê pêşda anîne, timê sînorên xwe yên êtnîkîyê guhêrandine (sînorên bi qewlî). Ji ber wê jî gelekî dijwar e sînorên Kurdistana kevnare û heta ya sedsalên navîn jî, bînine ber çava.

Herweha ne hêsa ye wê demê jî bînine ber çava, ka kengê destbi sazbûna êtnosa kurda bûye. Pêwîst e ewê pêvajoyê pareveyî li ser du êtapa (dewr) bikin. Ya yekemîn – ew dema peydabûna eşîretan e li ser meydana dîrokê, ku meriv dikare wana bihesibîne wek pêşîyên kurdên niha (îroyîn). Bi hinek sebeban ew dewran (derheqa wê da tenê çend malûmatîyên arkêologî mane) ji bo lêkolîna problêma êtnogênêzê ya here dijwar e, zanyar li ser wan îzbatîyên, ku di nav ulm da hene, ne hemfikir in û hetanî niha jî ne hatine ser biryarekê. Tiştê tek-tenê, ku zanyar li hev kirine û şika wan di wê yekê da tune, ew e, ku destpêka wê diçe dighîje demên here kevin. Destpêka wê ji hezarsalîya IV ya dewrana berî me ye, gava di herêma Mêsopotamiyayê da, herweha perça wê ya çiyayî da (li bakûrê wê) ocaxên medeniyetê yên pêşin xuliqîn, jîyana gel ji cûrê kevnare yê paşketî bere-bere derbazî cûrê pêşketî dibû. Di dawîya hezarsalîya IVa ew pêvajo xurttir û bi hêztir bû. Hema xût di dawîya hezarsalîyên IV-IIIa berî dewrana me li ser meydana dîroka Asîya Pêş gelên usa peyda bûn, ku meriv dikare wana wek pêşîyên kurda yên êtnîkîyê bihesibîne. Ew ev milet bûn: hûrî an subarey, kûtî, lûlûbêy, kassît, kardûx û çend eşîretên mayîn. Lê ewana bi merivtaya êtnîkîyê va (bi xwîn-qinêt) naşibine kurdên niha û ji hev gelekî dûr in.

Ji ber wê jî zanyarîya vê demê pirs ne daye ber xwe, ku di nav wan mileta da pêşîyên kurda bigere. Miletên Asîya Roava yên mayîn jî dikarin ser wî hîmî wê vêrsyonê ji bo miletê xwe bêjin, ji ber ku ew herêm, ku êtnogênêza kurda ji wir xuliqîye (Mêsopotamîya Bakur), û di wê da şikberî tune, axeke usan e, ku li ser wê navbendên medeniyeta cihanê yên here kevnare pêşda hatine. Berî 8 hezar sala li wir kultura Xelefîyê pêşda hat (perça Kurdistana Sûrî ya îroyîn), ku weke 600 sala dom kir û tesîreke mezin li ser axa der-dorê xwe kir û ewê yekê bingehê karê malhebûna gundîtîyê (rêncberî, malxwedîkirin) danî û dêmê wan gela yê kulturî guhart, ku ji demên kevnare da li ser wê axê diman. Pişt ra kultura Ubeydîyê, an jî ya Dicleyê dewsa wê girt (perça Mêsopotamîyayê ya deştî bigre hetanî perça wê ya berpala çiyan), ku weke hezar sala dom kir û tesîra xwe li ser gelên çiyayî jî kir.

Pişt ra dewrana gûrîya hat (hema bêje ji sala 4300î destpêkirî hetanî nîveka hezarsalîya II ya berî dewrana me). Gûrî li der-dorê zincîra çiyayên Zagrosê-Tavrosê, aranê Mêsopotamîyayê û heta were bighîje çiyayên Îranê, diman. Zimanê wan dikete nava koma zimanên Kavkaza bakûr-rohilatê. Rêçên medeniyeta gûrîya gihîştine heta rojên me. Ew di kultura matêrîyalîyê da, di eyd-erefatên olî, mîfologîyayê da, lo heta di gêna da jî hatine parastin. Nav û nîşanên gûrîya li nav toponîmiya (navên gêografîyê, wek wargên jîyanê, çema, gola, behra û h.w.d.) û êtnonîma Kurdistana niha jî derbaz dibin (di piranîya navên eşîretên kurda da). Lê ji dewrana gûrîya heta destpêka êtnogênêza gelê kurd hela demeke dirêj hebû. Ji bo wê yekê bingehên lîngwîstîyê jî tunebûn. Gelên wê dewranê, di nav wan da kûtîyên bi nav û deng, ku di çarêka dawî ya sedsala III ya berî dewrana me li ser axa Kurdistana îroyîn (perçê wê yên Navbendî û Bakûr) piranî bûn, tenê bi awayê antropologîyê û hinekî jî di alîyê kulturî da dikaribûn bihatana hesibandinê wek pêşîyên kurda, ew jî ne tam.

Di hezarsalîya II ya berî dewrana me dêmê (bengzê) êtnîkîyê yê herêma ku kurd niha li ser dijîn, pir guhêrî. Dagîrkarên eşîretên hinda (mîtanî û yên mayîn) êrîşî li ser vê herêmê dikirin û ewê yekê tesîreke mezin li ser jîyana civakî-aborî û çandî ya binecîyên çîya û arana kir. Hema di wê demê da ermenî belayî li bakûrê ewê herêmê bûn, lê eşîretên îranîaxêv (mîdîya, faris, skîf, sarmat û yên mayîn) berê xwe dane başûr.

Ji nîveka sedsala IXa ya berî dewrana me arîya dakuta ewê herêmê, lê di sedsala IIIa da ya berî dewrana me hemû mileta kirine arî. Bi vî awayî bû rengê êtno-dîrokîyê di wê demê da û êtnogênêza gelê kurd hema ji wir jî destpê bû.

Çi ku derheqa kurda bi xwe da ne, em dikarin bêjin, ku ji nîveka hezarsalîya 1ê ya berî dewrana me îdî pêşîyên wan yên êtnîkîyê hebûne. Çawa xuya ye, ew ji wan eşîretên îranîaxêv bûn, ku bi heywanxwedîkirinê va mijûl dibûn, ku diketine ber zerpa mîgrasyonê ya zor, ku wan dema ew herêm serobin kiribû, û dewletên Mîdîyayê û Farizistanê jî di hêla êtno-dêmografîyê da serdest bûn, ji wana jî Mîdîya xurttir bû. Hema bêje di wan deman da destbi êtapa duda û ya here giring bû di pêvajoya êtnogênêza kurda da, di karê hevgirtina wan ya êtnîkîyê da wek gel, lê di sedsalên dû wê ra jî – wek milet.

Navbenda wê pêvajoyê ya gêografî dibe navça başûrê Zagrosê, him perçê wî yê çiyayî, him jî yê deştî. Usa xuya ye, ku hema li vir êtnonîma “kurd” an jî “kurt” xuliqîye, an jî navên nêzîkî wî navî (wek nimûne, “kurtî”). Ev têrmîn di nav berhemên gelek xudannivîsên kevnare da tê bîranînê (Polîbîy, Strabon, Plînnîyê Mezin, Tasît û yên mayîn). Serleşker û dîrokzanê yûnanî Ksenofon di “Anabasîs”a xweda derheqa “kardûxa” da şirovedike (di sedsalên V-IVa berî dewrana me), lê ulmê vê demê bi çavekî biçûk li wê yekê dinihêre, ku dibe kurd hema xût ew in. Ew fikir jî heye, ku têrmîna “kurd” pêşî wek navê hemû koçera hatîye bikaranînê, ji ber wê jî dîyarbûna wê di nav edebîyata kevnare da (di sedsala IIIa berî dewrana me) nikare bibe argûmênteke bi îzbat bona wê yekê, ku êtnosa kurda di wê demê da jî hebûye.

Îzbatîya here xurt, em dikarin bêjin ya sereke, di pêvajoya demdirêj ya sazbûna êtnosa kurda da – ew faktora lîngwîstîyê ye. Êtnosa kurda ya hevgirtî destpê kir bibe xwedî zimanê xwe, ku bingehê wî îranîya kevnare ye û ew yek bû faktora here giring di sazbûna êtnosa kurda da û ew bû bingeheke bi hêz bona sazkirina kultura xwe ya dewlemend.

Ev êtapa êtnogênêza kurda demeke dirêj kişand – weke hezar sala. Êtapa wê pêvajoyê di sedsalên II-VIa ya dewrana me kuta bû, gava Arşakîda û Sasanîda li ser herêma kurda hukum dikirin. Di dewrana Sasanîda da cudatîya zimanê kurdî himberî zimanên îranî yên mayîn hate ber çava. Ereba, ku di nîveka sedsala VIIa Kurdistan zevt kirin, hatine ser wê bawerîyê, ku kurd wek gel serbixwe ye, xwedî ziman, çand û civaka xwe ya taybetî ye. Êtnogênêza kurda hema bêje îdî xilaz bûbû. Destbi dîroka gelê kurd dibû. Eger em zelaltir bêjin: dîroka medenî, sîyasî (di nav wê da herweha dîroka pêşdaçûyîna pêwendîyên civakî-aborî, çandî û yên mayîn). Çi ku dimîne derheqa dîroka kurda ya êtnîkîyê da, ew gelek dem berî Sasanîda destpê bûye û hetanî îro jî berdewam e.

Eger em gotinên xwe ser hev da bînin, em dikarin bînine ber çava, ku êtnosa kurda di pêvajoya konsolîdasîya û întêgrasîya xwe da, ku çend hezar sala kişand, êlêmêntên hindo-arî (piranî yên îranî, xwesma yên madî-mîdî), herweha yên sêmîtîyê (aşûrîya, aramîya, paşê jî yên ereba) hilgirte nav xwe. Bi kurtî, êtnosa kurda, wek hemû êtnos-miletên cihanê yên vê demê, parzûna êlêmêntên here cuda-cuda ye, ku di dema pêvajoya pêşdaçûyîna dîrokê da saz bûye û ew bi kêmanî 7-8 hezar sala pêş da destpê bûye.

•••

Wek ku hate destnîşankirinê, di Rohilatzanîya cihanê da demên dîroka kurda yên kevin ji hemîyan xirabtir hatine lênihêrandinê. Berî her tiştî ew derheqa dewrana neh sedsala da ne, ku bi êrîşa, tevlihevîya û tevrabûna va Kurdistan ketibû di nav rewşeke xirab (ji nîveka duda ya sedsala VIIa heta destpêka dehsalîyên pêşin yên sedsala XVIa). Ew bi rastî jî “demeke tarî” bû bona gelê kurd, gava ew himberî qezîya gelkujîyê (jênosîdê) û asîmîlyasiyonê ya zevtkarên ereb, monxol û turka da ber xwe dida. Dîroka mîrîtîyên kurda, ku di wan dema da dixuliqîn (hinek ji wana tenê navê malbatên serkarîkir “kurdî” bûn, û tenê perçekî wan, gelek cara jî perçeyên biçûk, yên milet bûn), bi rastîyê hela nehatîye nivîsarê, ew bi lekeyên sipî va tije ne.

Hema bêje bi wî cûreyî jî dikarin li ser dîroka kurda ya hersê sedsalên piştî wê ra bêjin (ji destpêka sedsala XVIa hetanî destpêka sedsala XIXa), dema Kurdistana di nav Împêratorîya Osmanîyê û Îrana Sefevîda da perçekirî bûbû yekîtîyeke mîrîtîyên nîvserbest, ku bi dîwana navbendî ya li Îstenbolê û Îsfahanê ra bi pêwendîyên nîvresmî va girêdayî bû. Û şerên Tirkîyê-Îranê yên di wê dewranê da, ku piranî li ser axa Kurdistanê dibûn, û gelek eşîretên kurda jî tevî wan şeran dibûn, di herêma Kurdistanê da dibûne sebebê şerê navxweyî, xiringêleyê, tevlihevîyê û ew yek dibû astengeke mezin bona hevgirtina miletê kurd, bona pêşketina wan di hêla civakî-aborî, sîyasî û çandî da.

Ji ber wê jî em serê vê xebatê yê pêşin (beşên I û II) bi cûrê lêkolîna, bi îzbatîyên ulmî va raberî xwendevana dikin.

Serê duda (beşên III û IV) derheqa dîroka Kurdistanê ya vê demê da ne (ji dehsalîyên pêşin yên sedsala XIXa destpêkirî hetanî dawîya şerê hemcihanê yê yekemîn), dema bi cûrê derebegîyê-cudaxazîyê destbi têkoşîna gelê kurd bû ji bo azadîyê û serxwebûnê, lê ji dawîya sedsala XIXa destbi tevgerên miletîyê-azadîyê bûn, ku ji bo wê yekê bû, ku ji nîrê Tirkîyayê û Îranê xilaz bibin û Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe ava bikin. Hema di wan dema da Rûsîysyê û dewletên Roavayê yên dagîrkar (piranî Îngilîs, lê di dawîya sedsalê da jî – Almanîya) ketine Kurdistanê û şerê di navbera wan pêşî ji bo testîqkirina hukumdarîyê bû li ser wî welatê bi stratêgî û aborî giring, paşê jî ji bo perçekirina wê bû. Hema di wan dema da pirsa kurda xuliqî wek faktoreke giring di pêwendîyên navnetewî da, him bi dereca Rohilata Nêzîk, him jî ya hemcihanê.

Himberî dem û dewranên mayîn, ev dem ji alîyê kurdzanên Rûsîyayê da baştir hatîye lêkolînê û azirûkirinê. Ji ber wê jî me rê tê ra dît, ku vî perçê evê berhemê da wan nivîsa bi cî bikin, ku piranîya wan berê hatine weşandinê(2), hilbet, me bi çavekî rexne li wan nihêrîye û nerastî sererast kirine. Ji ber wê jî hema bêje qet ne hewce ye em serkanî û edebîyata jê hatine girtin, destnîşan bikin.

Di serê sisîya da dîroka Kurdistanê ya here nû ye, ji dawîhatina şerê hemcihanê yê yekemîn destpêkirî, hetanî rojên me. Keda rohilatzanên Sovêtîyê (Rûsîyayê) di lênihêrandina pirsgirêkên evê dem û dewranê da bi gişka va baş eyan e. Ew dîdemên, ku di edebîyata me û welatên dereke da rind hatine lêkolanê, em tenê çavkanîyên hineka ji wana didin. Lê ewên, ku hewcê rastkirinên berbiçav in, an jî gerekê lê vegerin û bi çavekî nû li wan bûyeran binhêrin, herweha qewmandinên van dawîya jî, yên pir balkêş, ku ulm hela pêra negîhandîye li ser wana bisekine û raya xwe bêje, çiqas ji me bê, emê wana di parzûna zanyarîyê da ronî bikin.

Em ser gotina xweda zêda bikin, ku di vê berhemê da pirsên aborî û çandî nayêne ronîkirinê. Guhdarîya sereke hatîye danînê li ser jîyana sîyasî ya kurda û Kurdistanê. Çawa jî hebe, xudanên nivîsa ser wê bawerîyê ne, ku di vê pirtûkê da pirsdanîna sereke bi ser ketîye: bi sîstêmatîkî raberkirina faktorên pirî-hindikî giring, demên sereke yên jîyana gelê kurd yên dîrokî, ji xuliqandina wan li ser erafê Rohilata Nêzîk wek êtnosa serbixwe di nîveka hezarsalîya derbazbûyî hetanî hezarsalîya dû wê ra. Bi bawerîya me, ev xebata ku lêgerîna dîroka gelê kurd ya ser dereca bilind tîne ber çava, bi kil û kêmasîyên xwe va wê keda xwe bike nava kurdzanîyê da.

•••

Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow bi dilgermî razîbûna xwe dide sponsorê evê berhemê, doktorê dîrokê Emînê Hesen Mustafayêv. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev