60 salîya Pîr Mirazê Koçer pîroz be!

60 salîya Pîr Mirazê Koçer pîroz be!

Di nav kurdên Sovyet da gelek kes hene, ku navên wan zêde belav nebûye, lê ewana di tevaya jîyana xwe da karên welatparêzîyê, pêşxistina çanda me, alîkarîkirina gelê me kirine.

Mirazê me ji Ermenîstanê çû leşkerîya Sovyet li bajarê Moskvayê kir û venegerîya warê xwe. Lê ji Ermenîstanê der jî bi gelê xwe ra jî, bi zimanê xwe ra, bi çanda xwe ra jî… Ji Moskvayê çû Brûksêla Bêlçîkayê, bingehek jî li Kalînîngrada Rûsîyayê danî, li wir mêvanxaneyeke nûjen ya 4 steyrkê çê kir û navê ”Koçer” lê kir, ku him navekî kurdîyî xweş e, him navê bavê wî ye, him jî navê kurê wî ye.

Neferên malê – xanima wî Seyran, herdu keçên wî Leyla û Cemîle, kurê wî – Koçer xwendin, ketin ser karên bilind, xênji kurmancî û ermenî hînî çend zimanan bûn: rûsî, flamanî, îngilîsî, fransî… Lê zimanê malê her ma kurmancî. Stiranên di malê da dihatine guhdarîkirin piranî kurmancî bûn. Reqasên wan, jîyana wan, erf-edet, eyd-erefatên wan yên miletê me bûn.

Ji pereyên ji karê xwe yê bazirganîyê payekî pirê kirîye xizmeta gelê xwe, xwesma alîkarîkirina êzdîyên ku ji dest îslamîstan zirareke mezin dîtin.

Ji bo van hemû tiştan miletê me jê hez kir. Milet herwiha ji bo wê yekê jî qedirê wî digire, ku ew nûnerê ruhanîya me ye, pîrê êzdîyan e. Lema jî 6ê vê mehê, di rojbûna wî da, gelek kesên ji miletê me ji cî û warên cuda berê xwe dane Kalînîngradê bona rojbûna wî pîroz bikin.

Desteya rêvebir ya malpera me jî bi dil rojbûna Mirazê Koçer pîroz dike û bawer e, ku ewê ji vir şûnda jî, wek gelê me dibêje, bibe ”Gula govendan”.

Di wêneyan da: Mirazê Koçer bi xanima xwe Seyranê û hersê zarên xwe Koçer, Leylê û Cemîlê va.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *